Wê wextê, hem weke rêbaz û hem jî rejîma heqîqetê em bi eşq bi pey jiyana azad nekevin, em ne karin xwe bigihîhin zanîna hewcedariya me pê heye, ne jî em dikarin pêşengên nû û dinya xwe ya civakî ava bikin. Di çarçoveya van tesewirên xwe de em ji nêz ve li mijara zanîn û pêşengiyê binêrin. Em bi redkirina yên beriya Bacon û Descartes dest bi lêkolîn û lêgerîna xwe bikin. Piştî ku me dualîteyên obje-sûbje û ruh-beden red kirin, ji her aliyî ve li cih e ku mirov weke destpêk insên bixe bingeha dabaşê. Em ne behsa dinyayeke mirov di navendê de û ne jî behsa nêzîkatiyeke humanîst dikin. Em behsa rastiyên ku di mirov de gihiştine hev dikin.
1- Weke kevirê bingehîn ê maddeyê atom, hem di warê hejmarê û hem jî di warê rêzbûnê de bi awayê herî dewlemend di insên de heye û gihiştiye hev.
2- Mirov di cîhana biyolojîk de ji heywan û nebatan hemûyan zêdetir xwedî awantaja temsîliyetê ye.
3- Şêweyên herî pêşketî yên jiyana civakî ava kirine.
4- Cîhaneke zêhnî ya gelek nerm û azad temsîl dike.
5- Dikare metafizîk bijî.
Ev xislet û taybetmendiyên em behsa wan dikin; mirov dikare di zikhev de û yekpare heman demê li cem însên bibîne. Di vî warî de çavkaniyeke nedîtî ye. Bi awayekî yekpare fêhmkirina vê çavkaniyê di heman demê de fêhmkirina gerdûna pêkhatî ya tê zanîn e. Bi kêmanî xwedî wê qîmetê ye ku ji bo fêhmkirinê destpêkeke rast e.
Pêşî, weke kevirên atom jê pêkhatî têkiliyên zindî yên di navbera atoman û nava atomê de herî baş di mirov de têne teşxîskirin. Bi awayekî din, mumkîn e, mirov weke maddeyeke rêzbûyî ya difikire were tesewirkirin. Bêguman, bi vê tesewirê em mirov bi tevahî ji maddeyê pêkhatî nahesibînin û maddeyê jî ji hisa zindîtiyê bêpar nabînin. Madde li gorî xwe xwedî hisa zindîtiyê ye, mirov jî ji kombûna vê maddeyê wêdetir xwedî maneyekê ye. Bêguman bi vî awayî manedayîn hewldaneke dijwar e. Divê mirov di vê têgihiştinê de li çavkaniya metafizîkê bigere. Ji bo têgihiştinê em bi şêwazekî nerm û qayişokî yê bê sînor diponijin, heye ku ev yek ji dualîteya madde-maneyê bibuhure. Belkî jî armanca her tiştê zindî û ne zindî bihurandina ji vê dualîteyê be. Armanca maddeyê ew e ku bi mane bibe, armanca maneyê jî ew e ku ji maddeyê bibuhure. Heye ku hilma herî mirî ya eşqê mirov di vê dualîteyê de bibîne. Belkî jî dualîteya ‘dehfdan-kişandin’ bi xwe veguherîbe madde-maneyê. Wexta tê gotin di bingeha gerdûnê de eşq heye belkî jî mebest jê ev dualîte be. Mîna ku ev eşq di mirov de li ser hîmê herî bi hêz rûniştî be.
Ez dixwazim vê bibêjim: Li gorî min lêkolîna maddeya di mirov de rêbaza herî nêzî rastiyê ye. Wer xuya ye; li laboratûwarên modernîteyê yên bi awayekî dijwar hatine îzolekirin, mumkîn nîne mirov xwe li ser maddeyê bigihîne şîroveyeke nêzî rastiyê. Jixwe di fizîka kûantûm de têkiliya di navbera ‘ya çav li ser’ û ‘çavdêr’ de qet rê nade pîvanê. Çavdêr dikare maddeyê biguherîne, ya çav li ser jî di şert û mercên laboratûwarê de dikare xwe ji çavdêr vedize, rizgar bike. Wê wextê fêhmkirineke rast tenê bi çavdêrî û çavê hundirîn mumkîn dibe. Jixwe ji mirov çêtir laboratûwar nabe. Bi vê rêbazê Demokrîtos25 karîbû atomê keşif bike û rêbaza rast jî pirr ji mêj ve destnîşankiribû. Em nabêjin laboratûwar bê kêr e, em dibêjin; cihên prensîbên bingehîn di çavdêriya hundirîn û xweguhdarîkirinê de ye.
Em dikarin prensîba xwe hînê zêdetir xurt bikin. Bi tevahî qanûnên fizîk û kîmyayê mumkîn e, di mirov de nêzî bêqisûriyê bê dîtin. Ti laboratûwara kîmya û fizîkê bi qasî di ya mirov de xwedî tevneke bi kapasîte nîne. Agahiyên fizîk û kîmyayê yên herî zêde nêzî rastiyê mirov dikare xwe di însên de bigihînê. Maneçêkirina ji têkiliya madde-enerjiyê dîsa bi şêweyeke dewlemend di mirov de heye. Ew derfet heye mirov xwe di mejiyê însên de bigihîne yekîtiya madde-enerjî-fikrê. Gelo ev yekîtiya di mirov de taybetiyeke gerdûnê ye? Tespîta me dikare me ber bi pirseke wisa mezin ve bibe.
Tê fêhmkirin ku di esasgirtina mirov de prensîba me ya yekemîn heta dawiyê xwedî potansiyela têgihiştinê ye. Ji lewra em dikarin weke prensîbeke rejîmê ya tekûz ji bo rêyeke bi esas a agahîgirtinê û çawatiya heqîqetekê bifikirin.
Ya duyemîn, em dikarin dualîteyên zindî û nezindî bi mînakên dewlemend di mirov de bibînin. Di nav zindîtiyên darî çav de ya mirov xwediyê taybetiyên herî pêşketî ye. Pêşketina zindîtiyê di mirov de derketiye asta herî jor. Bi vê re beşê maddeyê jî bi pêşketina zindîtiyê di zikhev de û pêre gihiştiye asteke pêşketî. Bi serûberiya di maddeya mejî de û pêşketina di zindîtiya wî de hînê jî tijî sirr e. Zanist der barê mejî de xwedî agahiyên gelekî bi sînor in. Di mejî de têkiliyên di navbera qabîliyeta maddeyê ya nîzamî û zindîtiya qabîliyeta fikra mucered de bi dest xistiye, hînê jî weke pirsgirêkeke mezin a keşfê li pêşiya me radiwest e. Em wexta behsa dewlemendiya mînakan dikin em behsa vî organê muhteşem dikin. Her weha di serî de dil, organên din ên bedenê bi serê xwe mûcîze ne. Ez hema yekser vê bibêjim; organên mirov ew çend kompleks in, nabe ku mirov ji lêkolînên tibbî re bihêle. Bi yekîtiya tevahiya zanistan hêja ye, lêkolînên hînê baştir bêne kirin. Dualîteya ruh-beden a mirov di qada psîkolojî û tibbê de hiştin cehaleteke mezin e, û heta bi qasî qetlê gunehekî mezin e.
Di mînaka mirov de çavdêriya em li ser têkiliya zindî-nezindî bikin, divê mijarê bi hinek feraziyan rave bikin. Beriya her tiştî divê em qabîliyeta zindîtiyê weke potansiyelê di maddeyê de qebûl bikin. Eger ev qabiliyet nebûya, tevna maddî ya di mirov de wê bi zindîtiya fikir û his a ku jê gelekî pêşketîtir e, nikarîbûya hevalbendiye bike. Eger wisa be, em çawa dikarin bi têgihiştineke xurttir di maddeyê de xwe bigihînin potansiyela zindîtiyê? Bersiva yekemîn, divê dualîteya ‘dehfdan-kişandin’ li serê têgîna zindîtiya potansiyel bê danîn. Ev prensîba xweser a di gerdûnê de tê dîtin, dibe ku manedar be, mirov wê weke potansiyela zindîtiyê şîrove bike. Ya duyemîn jî bi vê prensîbê ve girêdayî karektera pêlê ya bi perçikan ve em dikarin nîşan bidin. Em dikarin li vê dualîte û prensîba di gerdûnê de hebûn-valatiyê zêde bikin. Mirov nikare li hebûneke bê valatî, valatiyeke bê hebûn bifikire. Eger em zorê bidin sînorên fikra xwe, ya rastî wexta mirov ji dualîteya hebûn-valatiyê bibuhure wê herdu jî ji holê rabin. Em dikarin çi navî li pêkhatina nû bikin? Ha ev jî pirsa duyemîn a mezin e. Hinek weke hînbûne dikarin yekser bersiv bidin û bibêjin; ‘xwedê’ ye. Lê eger em di vê mijarê de nelezînin dibe ku em bigihîjin fikrên manedartir. Belkî jî em ê karibin bigihîjin maneya sirra jiyanê û bersiva wê.
Weke tê zanîn ji bo dehfdan û kişandinê karekterê pêlê yê perçik hewce dike. Karektera perçik a di her teyisandina pêlekê de heye, sedema hejmara leza di saniyê de 300.000 km ye. Jixwe têgihiştina ‘kunên reş’ yên rohniyê dadiqurtînin jî rewşa esrarengîn zêdetir giran dikin. Piştî ku hêza lezê ya tîrêjê hat daqurtandin rastiya mirov bigihîjiyê çi ye? Yek ji pirsên zor jî ev e. Eger em ji kunên reş re giravên enerjiya xam bibêjin, em ê ji enerjiya diteyise re çi bibêjin? Gelo gerdûn ji kuneke reş a ji dualîteya madde-kun pêk tê? Gelo di vê rewşê de madde ew e ku ya ne madde ye xwe nîşan dide û dike bê dîtin? Eger wisa be, gelo em nikarin vê gerdûna xwe dide dîtin, weke zindiyeke mezin bibînin? Gelo di jiyanê de dualîte hemû vê dualîteya gerdûnê bi bîr dixînin? Mînak hezkirin-nefret, qencî-xirabî, xweşikî-krêtî, rast-çewt dibe ku ev xwe nîşandana vê gerdûnê bin? Mirov dikare pirsan bêserûbin bike. Lê eger em bi pirsên zanista em pêre dilebikin û nas dikin mijûl bibin, dibe ku hînê zêdetir me hîn bikin û bi kêr bên.
Bi delîlan piştrast bûye madde enerjiya şidiyayî ya ketiye serhev e. Hevkêşeya navdar a Einstein tê zanîn. Tê gotin di navbera mirovê mirî û mirovê zindî de ferqa giraniya enerjiyê ya 18 gram heye. Gelo di rewşeke welê de zindîtî dibe sîstemeke taybet a herikîna enerjiyê? Wexta ev enerjî derdikeve û vala dibe, gelo hebûna xwe diparêze? Hingî gelo ruhparêziya di baweriya anîmîzmê de nayê piştrastkirin yan jî qet nebe nayê wê maneyê ku divê ev bawerî li ber çavan were girtin? Gelo ma nabe ku mirov têgihiştina dibêje; ‘gerdûn tijî ruh in’ yan jî peyva Hegel26 a ‘mejiyê gerdûnê‘ (Geist) weke ‘enerjî ruhê maddeyê yê zindîtiyê ye’ binirxîne û weke têgihiştin, hiskirin û şîroveyeke ciddî li ber çav bigire?
Em dikarin pirsên bi vî rengî hînê zêdetir bikin. Ya girîng ew e, em ê têkiliya zindî û nezindîtiyê, ne bi dogmatîzma metafizîk a serdema navîn şîrove bikin, ne jî bi cihêkirina obje-sûbje, ruh-beden a modernîteya kapîtalîst nêzî heqîqetê bibin. Ne prensîba hêza afirîner a ji derve can dide, ne jî dualîteya madde-ruh a ji mêj ve di gerdûnê de heye dikarin têgihiştina me ya dewlemend a jiyanê rave bikin. Pirsên me kirin û mînakên me dan, nîşan didin û rave dikin ka em çiqasî li ser dewlemendiya di mirov de biponijin, em ê hêza xwe ya çavdêrî û lêkolînê xurt bikin, zindî û zindîtî jî di navê de şensa me wê hebe em bûyeran hemûyan (bûyerên mucîzewî jî di navê de) fêhm bikin.
Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Ti pêkhatin bêyî şertên xwe û ravekirina xwe dernakeve holê. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de ji dîtina me wêdetir bi edalet e. Ji qabîliyetên me yên çavdêriyê yên şaşkirî û berevajîkirî divê mirov civaka şaristaniyê berpirsiyar bibîne, belkî bi vê tespîtê şîroveya me li cih be. Çêbûna mirov jî pêşketineke adil e ku pêk hatiye. Mirov dikare bibêje; bi tevahî nîzama gerdûnî, cîhana biyolojîk û pêkhatinên civakî di xizmeta hebûna mirov de ne. Ma ji vê mezintir edalet dibe? Eger dewlet û hiyarerşiya mezin a di civakê de ev rastî berevajîkiribin û ser van rastiyan girtibin, divê mirov weke berpirsiyarê vê jî dîsa van hêzên mirov ên berevajîkar bibîne. Hingî jî mirovên li pey edaletê diçin wê bi xwe wezîfedar bin. Ji bo edaletê yê/ya her cure mane û çalakiyê bike dîsa mirov e. Bêguman mirovên bibêjin ‘ez li edaletê digerim’ ew kes in ku divê daxwazkar bin, pêdiviyan bi awayekî manedar, çalak, rêxistinkirî û bi dewamî bi cih bînin.
Di cîhana biyolojîk de nirxandina pirr texlîdî û qonaxên beridandinê di nav perspektîfa me ya sereke de mumkîn xuya dike û hêsan dibe. Mirov bi saya derbasbûyîna di navbera molekulên zindî û nezindî de, dikare fêhm bike ka çawa nebat ber bi heywanbûnê ve beridîne. Zanist di van mijaran de têra xwe pêşde çûye. Tevî kêmasiyan û pirsên bêbersiv mane, em gihiştine dewlemendiyeke mezin a maneyê. Gerdûna nebatan bi serê xwe mûcîzeyek e. Ji kevzeke seretayî ber bi dareke mêweyan a nedîtî, ji mêrgan ber bi gulên bi stirî beridîn hêza qabîliyeta zindîtiyê nîşan dide. Jixwe delalbûna gulê û di asta xweşikbûna wê de bi stiriyan xweparastina wê, ji kesê herî korfêhm re jî dikare hinek tiştan bibêje. Aliyê herî balkêş ê beridandinê ew e ku qonaxa paşî qonaxa pêşî di xwe de dihewîne û weke parçe û endamekî dewlemendiyê diparêze. Nebata herî dawî û paşî wekî ku xulaseya tevahiya nebatan be, bi rola ‘dayikê’ radibe û hebûna xwe dewam dike. Weke ku tê zenkirin, di beridandinê de (Dogmatîzma Darwînîzmê) zindî hevdu tine nakin, dewlemend dikin, zêde dikin û hebûna xwe dewam dikin. Ji texlîdekî gelek texlîd, ji kevza seretayî ber bi cûrbecûriyeke bêserûbinî pêşketinek heye. Divê mirov pirrtexlîdî û cûrbecûriyê weke ziman û jiyana nebatan fêhm bike. Ew jî xwedî malbat, xizm û heta carinan xwedî dijmin in. Ji lewra her texlîd û cins weke prensîb xwedî pergaleke parastinê ye. Hema bêjin; ti hebûn ji parastinê bêpar nîne.
Taybetmendiyeke din a ku divê mirov çavdêrî wê be jî zêdebûna bi cins û bê cins e. Zêdebûna bê cins yek ji şêwazên zêde kevin ê zêdebûnê îfade dike, zêdebûna bi cins jî bi cotbûnê zêdebûna texlîda cinsên cihêwaz îfade dike. Nêrtî û mêtiya di yek endamê komekê de ji qonaxên derbasbûnê heta îro mane. Ji bo pirrbûn û cihêwazbûna texlîdan divê cinsiyet di komên cihê de temsîla xwe bibînin. Mêtî û nêrtî bi komên cihê ji hev nebin, nikarin xwe bigihînin curbecuriyê. Li vir em harîqayeke xwezayê re rûbirû ne. Zewacên xizman weke dewama vê nêrtî û mêtiya di komê de cih digirin. Di cotbûna van zewacan de em pirrî caran dibînin cins xwe li hev radikişînin, texlîdên bi felç derdikevin holê û ev yek jî weke encameke vê beridandin27 û tekamulê ye. Cihêbûna cins weke nêr û mê, di tevahiya gerdûnê de weke pîvaneke pêşketinê li ser hîmê nakokiyeke erênî, bi cihêbûnê (em jêre dikarin bibêjin diyalektîka pozîtîf jî) pêşketina xwe dewam dike. Pirr eşkere ye ku israra ‘weke xwe mayînê’ înkara pêşketinê ye. Baş tê fêhmkirin ku her gera li heqîqetê ya mutleq (fikra metafizîk) ku bi prensîba ‘her weke xwe ye’ radibe, jê nayê gerdûnê şîrove bike.
Pirsgirêke din a divê em balê bikişînin ser jî ew e, ka çima gerdûn dixwaze pêş bikeve? Bi awayekî rasttir, gelo taybetiya pêşketinê ya gerdûnê bi xwe delîlê zindîtiya wê nîne? Tiştekî qabîliyeta xwe ya zindîtiyê tinebe, ma dikare pêş bikeve? Cîhana biyolojîk bersivdana vê pirsê hêsan dike. Ji bo pêşketina biyolojîk pirseke din a girîng der barê îstîsnabûna ‘dinya’ me de ye. Bi qasî ku em dizanin û haya me jê heye, tê gotin, di gerdûnê de stêrkeke zindîtî lê hebe, nehatiye dîtin. Ev nêzîkatî bi xwe gelekî bi pirs e. Berê pêşî divê em bi bîr bixin ku ji bo tespîtkirina tevahiya stêrkan, kapasîteya mirov gelekî bi sînor e. Pêşî (kelmêş) çiqasî karibe dinyayê şîrove bike, mirov jî gerdûnê ewqasî dikare (belkî) şîrove bike. Gotina ‘mirov dikare her tiştî zanibe’ îdîayeke fikra metafizîkê ya ji wesweseya wê ye. Ev, helwestek e, dişibe afirandina xwedê.
Ji bo mirov pêkhatina di gerdûnê de qewimiye rave bike, bi hejmaran anîna wê ya ziman û di nava hejmaran de fetisandina wê zêde bi kêr nayê û wê rave nake. Jixwe ji bo serwextbûna li hikmetên dinyayê, hînê em li destpêkê ne. Ji niha ve diyar jî nîne serwextbûn û têgihiştin ê me rastî çi bîne. Pirrî caran tê gotin ‘Her zindiyek gerdûnek xwe heye’ pêwîst e, mirov vê têgihiştinê piştguh neke. Dîsa mirov pêre gerdûnên din jî bifikire, dibe ku hin aliyên din rave bike. Eger em mînakeke weha bidin, em ê baştir karibin qala mebesta xwe bikin: di bedena mirov de her şaneya zindî li gorî xwe hebûnek e, û heta di şaneyên mejî de fikir çêdibe. Ma hucre û şaneyên bi vê xisletê dikarin bibêjin, bi qasî ku em difikirin, gerdûn heye? Li aliyekî din, ev şane haya wan ji mirov û gerdûna mezin a li dewrûbera mirov nîne. Lê ev rewşa em behsa wê dikin, hebûna mirov û gerdûnên mîkro-makro ji holê ranake. Gelo nabe ku em mirov jî weke şaneyekê di vê gerdûna makro de qebûl bikin? Eger em bi hêsayî wêribin vê bikin, em dikarin ji aliyê cuda ve hukim li hebûna gerdûnan bikin. Mebesta me ji gerdûnên bi hev re ew e; eger her gerdûn girêdayî qonaxekê (sefheyekê) û pîvana pêlekê be, eger wisa tê şîrovekirin, hingî mumkîn e ku bi qasî neyê jimartin gerdûn hebin. Sîstema pêlê ya mirov jî zaye bi tenê yek ji van qonaxan e.
Bi van vegotinan mebesta me spekulasyon nînin. Em dixwazin ji fikra teng xwe xilas bikin. Em dixwazin ji xefika berevajîkirina bawerî û zanînê ya nîzama dewletê û hiyarerşiyê rizgar bibin. Pirraniya nexweşiyên rêbazê berhemên wan in. Dîsa van mekanîzmayên dewlet û hiyarerşiyê ku weke mekîneya derewan û çeloxwarîkirinê dixebitin, gelek fikrên rast jî tine kirine.
Cîhana heywanan bi serê xwe sîstemek e. Di destpêkê de cinsê ku şaneya hevbeş a heywan û nebatan temsîl dike, derketiye holê. Jixwe bi çavdêriyeke baldar wê bê dîtin ku bêyî cîhana nebatan wê derbasbûna cîhana heywanan nebe. Jiyana nebatî şertê pêş ê jiyana heywanan e. Ya girîngtir jî hebûneke pêşketî ya nebatan şertê hebûneke pêşketî ya heywanan e. Zindîtiya potansiyel di cîhana heywanan de rê vedike li hisên pêşketî yên weke dîtin, bihîstin, êş, xwestek, hêrs û hezkirinê. Ji ber ku timî li pey xwarinê baz dide, hewce dike ku mirov birçîbûnê ji nêz ve hûrûkûr lêbikole. Bi hêsayî mirov dikare têkiliya bêparbûna ji enerjiyê bi birçîbûnê re deyne. Careke din têkiliya di navbera zindîtî û enerjiyê de derdikeve pêşiya me. Bi dawîhatina li birçîbûnê re ya ku diqewime ew e; enerjiya hewcedarî pê heye rezerv bûye û hatiye hilgirtin.
Pêdiviya bi têkiliya cinsî jî hewce ye, ji nêz ve were lêkolîn. Ev pêdiviya xwe dijwar û bi arezû dide hiskirin, fonksiyonek e, dewamkirina jiyanê îfade dike. Zêdebûn û kombûna enerjiyê di pêkhatina têkiliya cinsî de dîsa têkiliya wê ya bi jiyanê re têne bîra mirovan. Lê divê mirov têkiliyên cinsî weke yekane sedema bi tenê ya ji bo dewamkirina jiyanê nefikire. Belkî jî yek ji rastiya pêşneketî ya ji bo dewamkirina jiyanê rêya bi têkiliya cinsî ye. Bi vê riyê, mirov tenê li gorî hejmarê jiyana xwe dewam dike.
Curbicurî û beridandin di jiyanê de rê li ber dewlemendiyê vedikin. Wekî din, têkiliya cinsî ne tenê xwesteka jiyanê û dewamkirina wê ye, tirsa ji mirinê, ya rastî mirinê bi xwe di nava xwe de hildigire. Her têkiliya cinsî hinekî jî mirin e. Hin heywan hene piştî têkiliya cinsî yekser dimirin. Wê wextê mirov dikare bibêje; zêde girêdana bi têkiliya cinsî ve pêkhatina mirinê û rewşa jiyanê ya herî paşketî bi bîr dixe. Bi tenê mirov bikeve ber destê têkiliya cinsî, ev rêya mirinê xurt dike. Têkiliya cinsî çendîn wergere hisên hezkirin û xweşikbûnê, çendîn were jiyîn, ew çend mirovî nêzî bê miriniyê dibe. Di berhemên hunerî de hisa bê miriniyê encama vê yekê ye. Zêdebûna bi rêya cinsî, em dikarin weke şêwazekî parastinê şîrove bikin. Tu çendîn zêde bibî, tu dikarî his bikî ku tu heyî, tu yê dewam bikî û xwe biparêzî.
Em ê di civaka insên de hînê ji nêz ve li mijara têkiliya cinsî û zêdebûnê binêrin. Çewtiyeke gelekî mezin e ku mirov zewqa di çalakiya cinsî de weke ‘eşqê’ bi nav bike. Berevajî, zewqa girêdayî têkiliya cinsî înkara eşqê ye. Modernîteya kapîtalîst seksualîte weke kansêrekê mezin kiriye û ev yek jî bi navê eşqê kuştina civakê ye. Eşqa rastî, ew heyecan e, ji zimanê pêkhatina gerdûnê tê hiskirin. Gotina mewlana ya dibêje; ‘Di vê alemê de çi heye eşq e, jê pêve tev qal û qîl e’ dibe ku bibe şîroveyeke heqîqî ya eşqê. Kengî mirov karîbû ji zewqa têkiliya cinsî bihurî wê karibe behsa eşqê bike, ya rastî girêdayî dualî pêşketina asta azadiyê ya di exlaqê mirov de ye. Di warê maddî de, têkiliya şehweta cinsî bi bêtevgerî û jidestdana azadiyê re heye. Ya rast ew e ku ne tenê têkiliya di navbera jin û mêr de eşqa di navbera hêmanên tevahiya gerdûnê de divê mirov bi ahenga pêkhatinê ya eşqê ve girê bide.
Pêşketina his û hestan bi serê xwe mûcîze ye. Mînak divê em dîtinê çawa şîrove bikin? Ji sedî sed diyar e ku dîtin yek ji hêmanê herî pêşketî yê zindîtiyê ye. Dîsa eşkere ye ku bêyî rohniyê mirov nikare bibîne. Dîtin şêwazekî fikrê ye. Di serî de seksualîte, girîng e ku mirov bi tevahî taybetmendiyên zindîtiyê weke awayekî fikrê bibîne. Zindîtî bi xwe qabîliyeteke têgihiştin û hînbûnê ye. Di vê çarçoveyê de gotina Descartes a ‘Ez difikirim, wê wextê ez heme’ li cih e. Eger em hînê bi giştî bînin ziman: em dikarin bibêjin, tevgera gerdûnê ya bi pîvan û rêzikan, hînbûn e. Rêzik û pîvan hînbûnê bi bîr dixînin.
(SIBE DEWAM DIKE)