Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj hovîtiya xwe li ser gel û bi taybet li ser ciwanan zêdetir dike û qetil kirin û revandin rojane li Efrînê têne jiyan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Linavêeya Şerawa ya Efrînê 2 ciwanên ku ev 4 rojin winda bûn cenazeyên wan hate dîrin.
Li gorî çavkaniyên herêmê ciwanê bi navê Mihemmed Elî yê 17 salî û welatiyê Ereb ê bi navê Xelef ê 35 salî ku bavê 3 zarokan bûn, beriya bi 4 rojan li gundê Birc Evdello yê navçeya Şêrewa ya Efrînê winda bûn. Cenazeyên her du ciwanan li nava bexçeyên hinara yên gundê Birc Evdelloyê hatin dîtin.
Li gor çavkaniyê her du ciwan ji aliyê çeteyên Alhemzat yên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin.