Kongireya ciwanên Reqayê ku ji bo damezrandina meclisa ciwanên Reqa û gundewarên wê tê li darxistin dewam dike.
REQA – Bi beşdarbûna bi sedan ciwan ji Reqa û gundewarên wê her wiha herêmên Firat û Cizîrê dewam dike.
Di kongrê de serokê pariya Sûriya paşeroj Îbirahîm Al-Qeftan her wiha hevseroka moclisa sûriya demokratîk Îlham Ahmed jî beşdarî kongirê bûn
Piştî axaftinên Îlham Ahmed û Îbirahîm Al-Qeftan bi dawî bûn,, 6 ciwanên Reqayê ji bo dîwana rêveberina kongreyê hatin hilbijartin.
Li gorî bernameya kongreyê dê rapora salana ya Komîteya Ciwanên Reqayê were xwendin û nîqaş li ser rêziknameya komîteyê were pêşxistin. Her wiha sînevizyon li ser ciwanan û rola wan a di nava civakê de were xwendin. Tê payîn ku di kongreyê de komîte û hevserokê meclîsê werin hilbijartin.