Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ciwanan neçar dike ku ji bo birîndarên wan yên teqînên ku beriya çend rojan li Efrîn pêk hat xwîn bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 27-6-2018 li Efrînê 3’ê teqînên mezin li pey hev pêk hatin. Di encama van teqînan de derdora 36 çete hatin kuştin û 50 çete jî birîndar bûne. Ji ber vê yekê artêşa Tirk û çeteyên wê ciwan û welatiyên Efrînê neçar dike û bi darê zorê wan dibe nexweşxanê ku xwînê bide birîndarên wan.
Li aliyekî din jî çavkaniyan destnîşan kir ku koma çete ya El-Hemzat 3 ciwanên bi navên Silêman Zekî Mustefa, Ebid Mihemed Siwêdan û Rizgar Nebî Mûsa ên ji gundê Xezawiye yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi îdayên ji rastiyê dûr revandin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ciwan birin cihên nediyar û heta niha tu agahî der barê wan de nehatine bidestxistin.