Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hezên wan ji Başûrê Kurdistanê heta Agiriyê li gelek cihan çalakî li dar xistine.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya malpera HPG’ê li Bazîdê li 2 helîkopterên kobra hatine xistin. Li Wanê 6 û li Geverê jî leşkerek hatiye kuştin.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
ÇALAKIYÊN LI HERÊMA BRADOSTÊ
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 28-29’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Agahiyên li ser van çalakiyan wisa ne:
Di 28’ê Hezîranê de saet di 00.10’an de hêzên me li Girê Lêlkan ên li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşaTirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Dema ku leşkeran dixwest ji helîkopterê xwe bera Girê Lêlkanê bidin, hêzên me li vê helîkopterê dane û helîkopter vekişiyaye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer, obus û hawanan li qadê dane.
ÇALAKIYA LI SER RÊYA WAN-COLEMÊRGÊ: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di heman rojê de saet di 21.05’an de hêzên me li dijî konvoya artêşa Tirk a dagirker ya ku li ser rêya Wan-Colêmêrgê nêzî gundê Rêzanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî derbên giran xwariye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker rêya Wan-Colemêrgê ji trafîkê re girtiye.
LI GEVERÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
Di 29’ê Hezîranê de saet di 19.40’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Deriyê Cafer ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
LI BAZÎDÊ KESEK HATE CEZAKIRIN
Di 25’ê Hezîranê de li gundê Turkmen ê Bazîda Agiriyê kesê bi navê Mevlut Bengî ji aliyê hêzê me ve hatiye girtin. Ev kes li herêmê şivantiyê dike û di 8’ê Hezîrana 2016’an de hevalê me yên bi navê Pîrdogan Berzan (Eyup Kartal) û Rustem Serhed (Mehmet Menî) li artêşa Tirk a dagirker gilî kiriye. Piştî gilîkirinê dijmin li herêmê kemîn daniye. Herdu hevalên me li Qada Kirê Alê ya Bazîdê bi dijmin re şer kirine û di vî şerî de herdu hevalên me şehîd bûne. Di daxuyaniya me ya di 11’ê Hezîrana 2016’an de me diyar kiribû ku li gundê Turkmen, Çîftlîk û Kanîkorkê û li Kirê Alê kemîn hatiye danîn. Ev kes ji sê salan zêdetir e bi dijmin re dixebite û di girtina gelek welatparêzan de tiliya wî heye. Piştî lêpirsînê ev kes li xwe mikur hatiye ku di şehadeta gerîlayên me de û di girtina gelek welatparêzan de rola wî heye. Hêzên me di 26’ê Hezîranê de li ser rêya navneteweyî ev kes ceza kiriye. Divê raya giştî zanibe ku ev kes ji ber ku di şehadeta hevalên me de û di girtine welatparêzan de rola wî heye, hatiye cezakirin. Rayedarên AKP’ê û medyaya wan xwe dispêrin derewan û diyar dikin ku ev ji ber endamê partiyeke siyasî ye, hatiye cezakirin, ev tişt derew e û AKP bi vê derewê dixwaze ranteke siyasî bi dest bixe.
LI 2 HELÎKOPTERÊN KOBRA HATE XISTIN
Piştî çalakiya cezakirinê di 27’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker tevî yekîneyên veşartî û wesayîtên hewayî yên bêmirov li qada Demîrkapi û Kirê Hallac operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi tank û topan û helîkopteran li qadê dane. Di heman rojê de saet di 15.30’an de hêzên me du helîkopterên Kobra kirine hedef û ev helîkopter ji qadê vekişiyane. Di heman rojê de saet di 19.30’an de jî hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî ya dagirkeran a li Qada Congê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Operasyona artêşa Tirk a dagirker a ku li herêmê dabû destpêkirin jî, bêyî ku encamê werbigire, paş ve hate vekişandin.”