2- PIRSGIRÊKÊN BELAVBÛNA ÇAND Û ZIMANÊ ARYEN:
Nêzîkatiyên şaristanî û çandan di dîrokê de weke bingeh dibînin kêm in. Yên heyî jî xwedî nêrînên cihê ne. Em hewl didin pirsgirêkên li vir çareser bikin, li ser hîmê çand û şaristaniyê çareser nakin. Em neçar in, zeman û mekanê şaristanî û çandê di pêşketina civakê de bi qasî diyarkerî û kêrhatina wê bibînin û li ser rawestin. Naxwe dîroka li ber destê me (ku pirranî weha ye) wê ji ‘komeke bûyeran’ zêdetir ti maneya wê tinebe. Ji ber vê taybetmendiyê, zanista dîrokê hîn nake, mirov ji hînbûnê digire. Hema bêje dîrok ji gidîş û lodeke dîn, xanedan, qral, şer, qewm û hejmareke rastiyên weke wan pêk tê; pêşketina civakî hîn nake, ji bo pêşiyê li hînbûna wê bigire piştperde dike. Ev hewldanên îdeolojîk in, zêhn û hafizayê ji desthilatdar û îstîsmarkaran re amade dikin. Şêwazên vegotinê yên bi vî awayî amûrên propagandayê yên ji gelekî berê de mayî ne ku li ser hîmê îdeolojîk di rewakirina desthilatdar û îstîsmarkaran de têra xwe diyarker in.
Girêdayî daxuyaniya me ya der barê sîstema agahî-zanîn û rêbazê de em hinekî din bi analîza xwe dakevin. Rexneyeke din a der barê koma çand-zimanê Aryen de ew e ku bi sedema Hîtler jî ev têgîn bi kar aniye, heye ku bêhna ‘nijadperestiyê’ jê bê. Ji van kesan re dixwazim vê bibêjim: di navê partiya Hîtler de gotina ‘sosyalîzm’ jî hebû. Eger wisa be, ma divê em bibêjin; bêhna nijadperestiyê jê tê, wê biterikînin? Jixwe faşîzmê pirr bi awayekî serketî gelek têgînên cihê yên zanistî û îdelojîk bi kar anine, ango di hewldanên ‘demagojîk’ de têra xwe serketiye. Ji ber ku wisa ye, herhal nabe ku em dev ji zanist û îdeolojiyê berdin. Hîç nayê bîra me ku em milletperestiya li ser koka çand-zimanê Aryen bikin, berevajî divê ez bi serbilindî û anor bibêjim ku yek ji wan kesên ku li dijî milletperestiyê şîroveyên manedar kirine, ez im. Eger em bixwazin hovîtiya îro li Iraqê fêhm bikin, divê pêşî em qebûl bikin zanista me ya sosyolojî û dîrokê îflas kiriye. Piştre mafê me yê rexnekirin û pêşniyarkirina sosyolojî-dîrokî nû çêdibe. Jixwe ji bo ev trajediya mirovatiyê ji holê rabe, piçûk be jî em jî karekî kêrhatî bikin. Ev mijara ku min di parêznameya xwe ya bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer Ber Bi Şaristaniya Demokratîk ve’ rave kiribû, li vir careke din divê bi xetên sereke bînim ziman:
a- Em dibêjin; koma ziman-çanda Aryen çi di warê ziman de, çi jî di avakirina binesaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye û ev yek jî bi şertên dîrokî û cografî ve girêdayî ye. Salên navbera 10.000-4000î B.Z., ‘dema dirêj’ a bi cihbûn û bi sazîbûna vê çandê û vî zimanî îfade dike. Li nêzî vê demê her cure kûzikvanî, ji bo ajotina zeviyan bi karanîna nîr û heywan, tekelik, tevn, destar, huner û dîn bi sazî bûye. Lîsteyeke dûvdirêj a berhemên heywên û nebatan di zêdebûna şêniyan de xwe îspat dike. Ji kevirên baş hatine verotin û seqakirin tenê bivir, kêr, aş, tekerik, mîmarî, hunerên din û berhemên dînî nayên çêkirin; di dema kalkolîtîk38 de ji kevirên madenê berhemên hînê baş û qenc têne çêkirinê. Em îro jî li gelek mînakên van berheman rast tên. Ji navenda erdkolanê ya Bradostiyan a li keviyên Zagrosan heta navendên erdkolanê yên li nêzî Qota Berçem (Çayonu) û herî dawî jî li Ûrfayê li Girê Xirabreşkê yanzdeh hezar sal berî niha mînakên kevirên baş hatine verotin, şehkirin û niqirandin mîmariya dînî û xaniyên mezin hatin çêkirin û her weha gelek amûrên ji kevirên madenan hatine dîtin.
Xelkê herêmê îro jî van amûrên çandê û koma gotinên van amûran îfade dikin, bi kar tînin, ev jî nasnameya devera mak an jî kakil rohnî dike. Di zimanê Ewrûpî de îro jî bi dehan peyvên têne bikaranîn meseleya çavkaniyê zelal dike. Mirov hin ji van gotinan dikare weha rêz bike: Geo-cih, erd, jin, roj, bra, mur-mirin, sol, neo-nû, ga, gran-gram, meş, xweda-guda-gudea û her wekî din. Ji koma gelên otantîk (gelên xwecîh ên herî kevin) yên herî têne naskirin Kurd, Fars, Afgan, Belûcî hînê jî van gotinên kok ên me jimartin bi kar tînin û ev yek jî nîşan dide ku koma çand-ziman a Arî ji çavkaniya Ewrûpa û Hindê nîne, ya me gotî berevajiyê vê yekê îspat dikin. Ev çanda ku em behsa wê dikin û em dikarin kokên wê bibin 12 hezar sal berê, kokên wê yên dîrokî di metnên nivîskî yên Sumeran de û di gelek navendên arkelojiyê yên li herêmê de têne dîtin. Di dema vê çandê de Ewrûpa li ‘serdema kevir a kevin’ bû, Hindistan jî li dema ‘Pîgmeyan’39 bû. Em bi hêsayî dikarin nîşan bidin ku çand-zimanê Aryen di vê ‘dema dirêj’ ya dîroka mirovatiyê de bi tevahî argumanên mirovatî îro pê radibe ji nêvî zêdetir û ne kêmtir çêkir û bi cih kir. Ji bilî hin navendên arkeolojiyê yên me weke mînak diyar kirin, hînê bi hezaran jî di binê erdê de radiwestin. Her weha komên gelan ên otantîk40 ku îro jî hebûna xwe dewam dikin, jixwe her yek ji wan navendeke arkeolojiyê ya zindî ye. Em van gelan di dîrokê de weke nasname şeş hezar sal berê hebûna wan (kengî ji alî etnîkî ve cihê dibin) dibînin. Ez divê careke din bînim ziman ku navenda vê çanda mak û kakil (Kevana Bi Bereket) di her warî de bi mane neyê îfadekirin, wê zanista dîrokê bibe xwediyê kêmasiyên mezin.
b- Em ji sedî sed cihê çand û zimanê Semîtîk weke rûbarokeke diherike ser çemê mezin nikarin piştguh bikin. Ji aliyê dîrokî ve, vî çand-zimanî xwe di heman demê de cihê kir, ji dewlemendiya wî guman nayê kirin. Ji aliyê çanda şivanî û eşîretê ve belkî jî hîn zêde dewlemend e. Belkî bi vî aliyê xwe ji koma çand-ziman a Aryen pêşketîtir be. Di metnên Sumeran de mirov şopan di vî warî de dibîne. Di van metnan de weke du bend şivan û cotkar ên di nav pevçûn û reqabetê de ne, bi zimanekî destanwarî behsa wan tê kirin. Çiqas dişibe Iraqa îro! Di ziman û çanda wan de vegotina destanwarî serdest e. Ji ber xisletên yeknesak ên çolê mîna hev in, pêkhatina xwedayê ezmên ‘El, Ellah’ li vê demê rast tê. Heye ku weke nasnameya civaka eşîran a harîqûlade ku cara pêşî xwe bi awayekî cihê nîşan da, mîna ezmanan têgîna ‘El, Ellah’ hat bilindkirin û gihişt pîrozbûnê. Durkheim têgîna xwedê weke ‘nasnameya civakî’ şîrove dike û mirov dikare vê şîroveyê ji bo mînaka ‘El, Ellah’ jî weke delîlekî destekdar ê bi hêz diyar bike. Wer xuya ye, di çanda Semîtîk de sazî û têgînên ‘Şêx, Seyyîd’ pirr zû bi gewde bûne. Di dema şaristaniyê de ev werdigerin saziyên ‘pêxember û emîran’.
Tevî ku şaristaniya Firewnên Misrê di qada Semîtîk de cih digire, mirov nabîne ku bi kêra çanda Semîtîk hatine. B.Z. bi 4000 salan, em ti nîşaneyên maddî, têgîn û saziyan nabînin ku çanda şivantiyê rê li ber çandeke welê mezin a bajarvaniyê vekiriye. Jixwe belgeyên Misrê jî vê çandê ji xwe re gelekî xerîb dibînin. Zimanê herdu çandan jî naşibin hevdu. Çanda Semîtîk di qonaxa berê pêşî de B.Z. li derdora 2500 salan bi nasnameyên Aqad, Babîl, Asûr, Kenan û Îsraîlê di dîroka nivîskî de cih digire. Nasnameya Ereb piştre B.Z. li derdora salên 500î weke nav xuya dike. Sumeran navên weke Aramî, Aramît û Apîrû li wan kirin.
Pirr şîroveyên xurt hene ku dibêjin; Fenîke, Filistîn û heta Îraîl piştre di nava çand û zimanê Semîtîk de (mîna çanda Firewnên Misrê) heliyane. Ji deryayê ve dest pê dikin û bi çanda Aryen re di nav hev de ne. Belge hene ku piştrast dikin, wan di nava refên koçberiyê yên Semîtîk de rengên xwe yên xwezayî yê destpêkê ji dest dane.
Semîtîkan gelek caran ref bi ref êriş birine ser qada çand û zimanê Aryen an jî koçî devera wan kirine. Çavkaniyên Sumeran, gelek tespîtên arkeolojîk û bermahiyên otantîk ên hînê hene di vî warî de têra xwe belge û delîlan pêşkêş dikin. Vê êriş û mêtingeriyê mirov dikare bibe heta B.Z. bi 5000 salan, nemaze li gorî rêzê Aqad, Babîl, Asûr, Aramî û Ereban li Mezopotamya Jor şopê mêtingeriya xwe hiştine. Ereb bi Îslamiyetê re bi xwe re asîmîlasyoneke dijwar dibin deverê. Îslambûn û Erebbûn di zikhev de dimeşe. Li dijî vê dagirkerî, mêtingerî û asîmîlasyonê ziman û çanda Aryen gelekî xurt li ber xwe daye, car caran bi êrişan bersiv daye, dagir kiriye, û heta carinan karîbûye yên hember bike mêtingeh û asîmîle bike. Di vî warî de ji dîrokê mînakên mirov bide û têne zanîn hene, damezrînerên pêşî yên şaristaniya Sumeran, pêşiyên şaristaniya Misrê, Hîksos û Îbranî ji wan in. Pêşiyên destpêkê yên Sumeran, wexta çanda kakil a Aryen li Mezopotamya Jor di serdema Til Xelef de (B.Z. 6000-4000) ku dema wê ya herî pêşketiye, bi koçkirina Mezopotamya Jêrîn bi xwe re dibin û wê wer pêş dixin, derdixin qonaxa herî jor. Ev şîroveya herî nêzî rastî û qebûlê ye. Baş tê zanîn ku bandora zimanê Aqad, Babîl û Asûran piştre li ser ziman û çanda Sumeran bûye.
Divê mirov Sumeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda serdema Til Xelef bi nav bike, ev yek ê ji bo şîrovekirineke rast a dîrokê hînê zêdetir bi kêr bê. Heye ku hin koman ji devera çanda Aryen koç kiribin. Lê faktora bingehîn a bi bandor, belavbûna çanda herî bi hêz e ku wê demê di serdema xwe ya herî bi hêz de ye. Carnan tê îdîakirin ku bandora Asya Navîn û Qefkasan bûye, ev îdîayeke tewş e. Ji ber ku di serdema damezrandina Sumeran de (B.Z. 5000) ev deverên behsa wan tê kirin hînê di serdema kevir a kevin de ne, û çanda Aryenî hînê nû nas dikin. Jixwe ji aliyê naverok û şêweyê ve di wê astê de nînin ku bandorê li çanda Sumer bikin. Ji ber ku çanda Sumer ji ya wan gelekî pêşketîtir e, û ji aliyê naverok û şêweyê ve ji wan xurtir e. Her weha hêza wan nîne û ewqas ne pêşketî ne, nifşê çand-zimanê Aryen bibihurin. Bêguman rast nîne ku mirov çandan safî bifikire, ji ber ku ketina wan a navhevdu her tim mumkîn e, dibe ku hin koman ji Asya Navîn û Qefkasan koçî nav nifşên Sumeran kiribin, çawa ku îro gelek kes diçin DYE û Ewrûpayê, wê demê jî hin koman xwe li Kevana Bi Bereket girtibin. Ji gelek deverên dinyayê ji gelek qadan komên çandê yên cihêwaz û xizan îro berê xwe didin Ewrûpayê û li wir bi cih dibin. Çawa ku çanda îro ya Ewrûpayê li her devera dinyayê belav dibe, çand û zimanê Aryen jî nemaze di warê sazîbûn û zêdebûna şêniyan de bi taybetî piştî dema Til Xelef B.Z. 6000-4000î derfet û îmkanê belavbûnê dide. Koçkirina nava wan jî em dikarin bişibînin koçên xizanan ên ber bi nava Ewrûpayê.
c- Girîng e ku mirov newala Nîlê weke devereke girîng a çandê rast şîrove bike. Li vê newalê pêşketina çanda cotkariyê û gihiştina wê ya şaristaniya Firewnên Misrê, dike ku ji çand û zimanê Semîtîk re xerîb bimîne. Jixwe wer xuya ye ku naveroka çanda Semîtîk di wê qabîliyetê de nîne. Rengê zimanê Misrê bi tenê cihêwaziya xwe ji zimanê Semîtîk nîşan dide. Ji ber ku di navê de faktorên Semîtîk nînin. Hînê li başûr çandên li Sûdan, li Etiyopya û deverên din ên Efrîkayê di wê hêzê de nînin ku serdema kevir a kevin derbas bikin. Ji lewra ji aliyê teorîk ve mumkîn xuya nake ku ew rê li ber çanda Misrê vekin, ya rastî wisa jî nayê fikirîn. Dîsa ji aliyê teorîk ve kes nafikire ku komên ji qebîleyên Efrîka koç kirine li newala Nîlê rê li ber pêşketinê vekiribin. Ji ber ku ji bo vê, hewcedariya wan bi amûr û berhemên şoreşa cotkariyê hene. Em ti şop û nîşaneyan nabînin ku nebateke çandiniyê ya li Kevana Bi Bereket li newala Nîlê xweber şîn hatibe. Di warê heywanan de jî em ji bilî kera Misrê ti tiştê din nabînin.
Li gorî feraziyeyên teorîk çanda Aryen a li gelemperiya dinyayê belav bûye, mirov difikirîne ku di heman demê de şaxekî wê xwe gihandibe vê deverê. Divê neyê jibîrkirin ku Rîfa Rojhilatê Efrîkayê nêzî Newala Nîlê ye û çawa ku mirovan ji başûr ber bi bakur ve koç kiriye, ji bakur jî ber bi başûr ve koçkirina mirovan mumkîn e. Çandên bi hêz timî bi van rêyên kevin tesîrên xwe belavkirine. Şaristaniya Misrê li salên 4000î B.Z. rast tê, çawa ku pêngava li Kevana Bi Bereket rê li ber çanda Sumer vekir, heye ku ber bi salên 5000î B.Z. bi aliyê vê deverê ve jî belav bûbe. Naverok, şêwe, derfetên çûnûhatinê rê didin vê yekê. Jixwe li ser heman rêyê di serê salên 2000 B.Z. de Hîksos, piştre di salên 1700 B.Z. de Îbraniyan (bi qasî ku dîroka nivîskî tespît dike) li Misrê koloniyên xwe çêkirin û heta asta rêveberiyê bilind bûn ku ev mînak jî fikra me piştrast dike. Herçend hêza belavbûnê ya çanda devera Aryen qels bibe jî çûna deverên Semîtîk a vê çandê wê paşê jî dewam bike.
d- Piştî ku çanda Aryen li Kevana Bi Bereket bi ser ket û saziyeke xurt çêkir, di belavbûna ber bi Îran, Afganistan, Pakistan û Hindistana îro de gelekî bi tesîr bû. Em careke din dubare bikin ku ya koçî van deveran dike ji mirovan wêdetir çand e, ango ne yên fizîkî bandorên çandî ne. Em tesîrên pêşî yên koçberiya çandê li zozanên Îranê 7000 sal B.Z. dibînin, li Hindistanê jî li derdora 4000 sal B.Z. destpêkiriye bi tesîr bûye. Li zozanên Turkmenistanê jî ev tesîr li salên 5000î B.Z. xuya dike. Mirov difikire ku çandên berê yên kevin kokên xwe Efrîkî ne, û di serdema kevir a kevin de hînê çikiyayî mane. Bermahiyên çandî û rengên fizîkî yên hin koman (bi taybetî li Hindistanê) vê tezê xurt dikin. Delîlên pratîk û teorîk ên ku mîna li Misr û Sumerê hebûna pêşketina çandeke berhema pêşketina xwecihî ye, piştrast dikin nînin.
Herçend hin rexne vî şêwazê fikrê reduksiyonîst bihesibînin jî divê ez bi taybetî bi bîr bixim ku di dîrokê de şoreşên çandî gelekî kêm çêdibin û pirr bi zehmetî pêk tên. Em li çanda Ewrûpa bifikirin. Mînaka wê li ti deverê nîne. Mirov fikreke bi heman rengî ji bo çanda li Kevana Bi Bereket a li gorî dema wê pêşkêş bike, têra xwe fikreke afirîner e. Ji komên li ber îmhakirinê û di nava tebîetên xwe yên hezar salan de asê mayî, mirov nikare şoreşa çandî hêvî bike û mirov nikare wê hêjayî wan bibîne, ev yek ji aliyê fikir û bermahiyên çandê ve jî destekê nabîne û nayê qebûlkirin. Belavbûneke çandî ber bi rojhilat ve salên 3000 B.Z. li rojavayê Îranê li herêma Elamê xuya dike. Navenda wê Sûs e. Zêdetir dişibe mêtingeheke Sumeran û fena xwe gihandibe şaristaniyeke bajêr. Ji sedî sed bandora Sumeran e. Hînê li rojhilat li Pakistana îro li kêleka çemê Pêncavê (Pençab) damezrîna bajarê Harappa û Mohanjadaro jî li salên 2500 B.Z. rast tên. Eşkere ye, ev avahî li ser şopên Sumeran e. Nabe ku mirov bi toeriyên beravêtî van çandan weke avahiyên orjînal ên çandên din bihesibîne. Ji ber heman sedemên têne zanîn em wisa nafikirin. Tebeqeya çandî ya jêre orjînal tê gotin hema bêje di astekê de ye, dişibe ‘Pîgmeyan’, eger mirov ji wan şaristaniya bajêr a orjînal çêke, mîna ku mirov kerê hesp bifikire. Divê ez bi bîr bixim ku bi hezaran komên jiyana wan mîna hev û di heman astê de, bi mîlyonan salan li herêmên cografîk ên hînê pêşketî nikarîbûn heman şaristanî û şoreşên çandî yên mezin pêk bînin. Ji bo fikra me were fêhmkirin, bawer dikim ev yek têra xwe mirov hîn dike.
Bêguman deverên em behsa wan dikin di van pêşketinan de bi kêr hatine. Gelek sentêz çêbûne. Belavbûn û xwecihîbûn di zikhev de bi rizdilî ye. Jixwe ya belav dibe komên mêtinger nînin, nirxênhilberandinê yên pêşdebirinê yên maddî û manewî ne. Çandên belav dibin ên xwe îspatkirî timî weke ‘mûcîzeyên pîroz ên xwedêdayî’ hatine hesibandin. Gelekî girîng e ku mirov çandên qîmeta jiyanê ya maddî û manewî bilind dikin bi çandên mêtinger, dagirker û asîmîlasyonên zordar re têkilî hev neke. Çandên belavbûne pirr kêmê wan bi êrişên hovane, mêtingerî û şêwazê asîmîlasyona bi darê zorê meşiyane. Pirraniya wan ji ber ku bilindkirina asta jiyanê îspat kiribûn bi coş dihatin qebûlkirin û yên qebûl dikirin ew weke ya xwe didîtin. Helwestên teng ên milletperestiyê ji bo dîrokê, kirin ku ji nava meseleya belavbûnê kes nikaribe derkeve. Gelekî girîng e ku mirov ji aliyê sîstema rêbaz û zanîn-agahiyê ve bi helwestên milletperestiyê yên rastiyên herikîna dîrokî berevajî dike, piştperde dike, înkar dike û zêde mezin dike, nexape.
e- Liberhevgirtina çanda Çînê ya dayik û çanda Aryen, wer xuya ye, mijareke têra xwe balkêş e ku divê mirov lêbikole. Tê îspatkirin û tê fikirîn ku Çîn jî di salên 4000 B.Z. de ji neolîtîkê derbasî çanda jor bûye. Wexta em bifikirin ku di heman dîrokê de çanda Aryen ji Ewrûpayê xwe gihandiye Hindistanê, weke tezeke xurt em dikarin bibêjin; çanda Aryen derbasî Çînê jî bûye. Çanda Çînê bi îhtîmaleke mezin xwe bi çanda Aryen xwedî kiriye, lê nemaze ji ber xisletên wê yên cografî (devê Çemê Zer) û dîrokî yên li derve girtî û xweseriya wê, roleke sereke daye pêşketina binecih û xwemal. Ji sedî sed tesîr li Çînê kiriye. Lê xisletên çandî yên xwemalî li gorî xwe rê li ber şoreşeke ‘neolîtîk’ vekirine. Fena Çîna îro ye. Pêşketineke mezin a dîrokî û şertên cografî û demografî bi hev re çawa rê li ber ‘kominîzmeke’ li gorî xwe vekiriye, dîsa rê li ber ‘kapîtalîzmeke li gorî xwe’ vekiriye. Kominîzm û kapîtalîzm heta bi karektera Çînê re nebe yek, kominîzm û kapîtalîzma Çînê çênabe. Li dijî derve bi hêz li ber xwe didin, lê wexta bi ser nekevin piştre pirr bi lez û bi hêz çanda dijberê xwe qebûl dikin. Ev yek ji xisletên bingehîn ên wan qewman e ku di koma çanda dayik a Çînê de (Japon, Kore, Tirk, Moxol, Vîetnam û yên din) cih digirin. Dîsa ji xisletên bingehîn ên van qewman e ku pirr bi hêz dikarin li ber xwe bidin, lê di heman demê de dîsa bi awayekî nedîtî dikarin çanda dijber teqlîd bikin û zû dawerivînin hinavê xwe. Ev herdu alî di heman astê de bi wan re heye. Ev xislet, di çanda van qewman de weke xisleteke hevpar û veşartî ye.
Çanda Neolîtîk û qonaxa şaristaniyê ya piştî wê di ser Çînê re derbasî endamên komên din bûye. Eger mirov Çîniyan di nava koma wê de weke Erebên di nava koma semîtîk de bifikire mirovê karibe hînê baştir fêhm bike. Fena çanda semîtîk, koma çanda Çînê jî nikarîbû weke çanda Aryen taybetmendiya gerdûnîbûnê nîşan bide. Di vê rewşê de eger mirov Aryenan li rêza yekemîn, Semîtîkan li rêza duyemîn û piştî wan Çînê deyne, bawer dikim ku em ê çêtir karibin dabaşê hîn bibin.
f- Ya hînê girîng ew e ku mirov têkiliya di navbera koma çand-zimanê Hind-Ewrûpî û koma çand-zimanê Aryen de rohnî bike, belkî jî ev yek ji pirsgirêkên bingehîn ên zanista dîrokê ye. Li ser vê têkiliyê gelek spekulasyon têne kirin, lê ew yek ji wan xelekan e, li ser wê şîroveyeke hevpar çênabe. Di sedsala 19.an de wexta hevpariya komên ziman ên Hind-Ewrûpayê hatin fêhmkirin, dest bi lêkolînên mezin kirin. Li ser çavkaniya mak a koman, der barê ‘çand û zimanê pêşiyan’ de şîroveyên nakok hatin kirin. Li ser kok û rîşên van çandan gelek tişt hatin gotin. Hinek ji wan kok gihandin Yewnanan, hinan Hind, û heta hinan gihand Bakurê Ewrûpayê, hinan ji wan jî birin heta Elmanyayê. Lê piştî ku cihêbûna ji prîmatên (ruhberên berî mirov) li Rîfa Rojhilatê Efrîka û şoreşa cotkarî-neolîtîk a li Kevana Bi Bereket îspat bû, feraziyên behsa wan hat kirin, bi tevahî têk çûn. Herdu deverên navbihurî di dîroka mirovatiyê de gelekî girîng in ku me hewl da vê yekê bi kurtî û xulase rave bikin.
Guftûgoyên li ser otantîkbûna komên çand û ziman ên li Kevana Bi Bereket niha girîngtir bûn. Bi awayê em şîrove dikin komên ‘Aryen’ yên ji proto-Kurd, Fars, Afgan û Belûçiyan di vê guftûgoyê de li rêzên pêş cihê girîng digirin. Nemaze rengê zimanê Hûrriyan ku proto-Kurd in, diyar bû, aîdiyeta çand-zimanê Aryen ê xwe disipêre gelên otantîk zelal bû. Teza ez bi xwe jî rast dibînim ew e ku herêma esas a şoreşa neolîtîkê tenê bi vê çand û zimanî çêdibe. Herêma kevan jî ji sîstema Toros-Zagrosan pêk tê û weke Hîlala Bi Bereket jî tê bi navkirin. Zelal bû ku ev herêm jî navenda çand-zimanê Aryen e. Xebatên etîmolojîk, erdkolanên arkeolojîk ên dawî û qiyasên di warê etnolojîk de her roja derbas dibe vê tezê hînê zêdetir xurt dikin. Bi vî awayî pirsgirêka çavkanî û jêderê ya ji koma ziman û çandê ya Hind-Ewrûpayê re pêşengî kiriye bi giranî çareser bû.
Ji ber ku ‘dem’ dirêj e, û cografya pirr fireh e, zêde rast nîne ku mirov nexşeya belavbûnê ya çand-zimanê Aryen hema weke tê gotin bide. Lê bi hêsayî mirov dikare şîrove bike ku belavbûneke mîna ya ber bi başûr û rojhilat ve ber bi bakur û rojavayê Ewrûpayê ve jî pêk hatiye. Bi giştî ya tê qebûlkirin ew e ku li derdora 5000 sal B.Z. vê refbiref belavbûnê destpêkiriye û B.Z. di salên 4000î de ber bi Rojhilatê Ewrûpayê, B.Z. di salên 2000î de jî bi tevahî ber bi Rojavayê Ewrûpayê belav dibe û bi cih dibe. Di serî de Gordon Childe dîroknasên girîng dîroka Ewrûpayê dispêrin van salan. Jixwe beriya van salan ‘serdema kevir a kevn’ e. Homo Sapiens sîh hezar sal berê li navbera Spanya û Başûrê Franseya îro cinsekî serwer bû ku ji Bakurê Efrîkayê belav bûbû. Tê texmînkirin ku di encama vê belavbûnê de herî zêde dema mezolîtîk ‘serdema navîn a kevir’ e.
Em di wê rewşê de nînin ku şoreşa cotkarî û neolîtîka Ewrûpayê lêbikolin. Lê ez bawer dikim ku ji ber giringiya xwe pirsgirêka çavkaniyê hatiye zelalkirin. Dîsa ez texmîn dikim ku belavbûna li vir ne li ser bingehekî fizîkî û kolonî, lê li ser bingehê çandî pêk hatiye. Di vê mijarê de xweseriya Ewrûpayê ev e: serdema Neolotîk tevî aliyên wê yên afirîner hemû li ber destê xwe têkûz dîtiye û girtiye. Ewrûpa xwedî wî şensî bû ku deh hezar sal tev bi carekê yan jî di demekê de ku mirov dikare kin bihesibîne, karîbû dawerivîne hinavê xwe. Dikare bê gotin, çawa ku Ewrûpayê dinya çarsed sal e kiriye qada belavbûnê ji bo çanda xwe, ew bi xwe jî berî şoreşa Neolîtîk, hînê paşê jî ji bo şaristaniya Romayê û şoreşa ruh-mane ya Xiristiyantiyê bûye qada belavbûnê. Hersê şoreşên mezin zêdetir li ser hîmê çandî li Ewrûpayê belavbûne. Belavbûn ji bilî çend şerên împaratoriya Romayê bi mêtingerî, kolonîtî û asîmîlasyona bi darê zorê nebûye. Çandên jor û bilind weke ‘dayîna xwedê’ ji dil hatine qebûlkirin. Piştî ku Ewrûpayê bi vî awayî xwe gihand çanda mirovatiyê ya deh hezar salan ketiye serhev, hînê piştre hîmê şoreşên mezin ên Ewrûpayê (Ronesans, Refermasyon û Rohnîbûn; şoreşên Polîtîk, Îndustriyel û Zanistî) hatin danîn. Ewrûpayê bi qabîliyetên xwe yên taybet ev şoreşên mezin nekirine. Çemê Mezin ê dîrokê û şaxên wî bi hev re weke şîpekê herikîne û bi vî awayî Ewrûpayê karîbûye hîmê xwe deyne. Bêguman di heman demê de ‘serdema qeşa’ xwe vedikişîne, bi vê re bi saya av, ba û hewayê daristanên teze, hêşîn û erdên bi bereket li Ewrûpayê çêbûn. Ewrûpayê bi sentêza van şertan hemûyan karîbûye gav biavêje vê şaristaniya mezin a mohra xwe li roja me ya îro xistiye. Wexta cihê wê hat, em ê li ser detay û hûrgiliyên vê çîrokê rawest in, û ji nêz ve çav lê bidêrin.
(SIBE DEWAM DIKE)