Nêçîrvan Barzanî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê carek din rewa kir û got ku yên Baîûrdagir dike PKK’ê yene dewleta Tirke.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Desteya Wezîran a bajarê Hewlêr bi daxuyaniyek çapemeniyê peyama xwe ya hefteyê da.
Li ser pirsa rojnamegeran a derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên ser Qendîlê de, Barzanî got; “Em pir xemgînin ku di her operasyonek leşkerî de welatî zirar dibînin. Belê rastiyek heye ku PKK’ê menteqek mezin a Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji bo êrîşkirina ser Tirkiyê bikar tîne.”
Barzanî di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Em li dijî wê ne ku her mûxalefetek xaka Herêma Kurdistanê bi kar bîne, çi dijî Îranê be, yan jî dijî Tirkiyê be. Me ji PKK û mûxalefeta Îranê daxwaz kiriye ku operasyonên leşkerî li Kurdistana Iraqê nekin.”
Barzanî bê ku tenê bi gotinekê jî qala dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr bike, axaftina xwe carek din dûbare kir û got; “Ev tiştên tên kirin, xetayên PKK’ê ne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi ti şêweyekî dagirkeriya dewleta Tirk nedît, PKK weke ‘dagirker’ binav kir û diyar kir ku daxwaza wî ewe ku serdana Tirkiyê bike û derfetek çêbibe li gel Erdogan bicive.