dewleta Tirk ya dagirker ji bo ku hijmara çeteyên ku tevlî operasyona Qendîlê bibin zêde bike ciwanên Îdlibê bi darê zorê tevlî xwe dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk ji bo ku hejmara kesên ku cihê xwe di operasyona Qendîlê de bigirin zêde bike, soza ku wê hezar dolar (1000`$) mehane bide her yek ji wan da. Li ser esasê vê sozê çeteyên girêdayî wê jî ciwanan kom dikin û tevlî xwe dikin. ciwanên ku tevlî wan jî nebe rastî kuştin, revandin û îşkence kirin tên.
Li gorî çavkaniyekî ji herêmê da diyar kirin ku duh di saetên êvarê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk dest bi komkirina ciwanên gundê Derkûş a girêdayî gundewarê Idlibê kirin û xwestin hin kesan bi darê zorê tevlî bikin. Hin kesan di bin îşkencê de û ji bo jin û xweşkên xwe ji tecewizê biparêzin ev yek qebûl kirin. Lê dîsa jî ciwanên ku bi tu awayî qebûl nekirine û hatine kuştin jî hebûn.
Çavkaniyê da diyar kirin ku 17 ciwan ji ber ku qebûl nekirine tevlî wan bibin dibin îşkencê de li ser destê çeteyan hatin kuştin û cenazeyên wan li derveyî gund hatin dîtin.