Şervanên QSD’ê piştî şerên dijwar, gundên Medîna û Qebir Taha yên li beramberî sînor ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxa xwe ya duyemîn de ku 4’ê Hezîranê ji nû ve destpê kiribû de bi hemû hêza xwe didome.
Şervanên QSD’ê piştî şerên dijwar ku ji nîrovve destpêkiribû gundên Medîna û Qebir Taha ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, her wiha bi dehan sivîl ji zulma çeteyan rizgar kirin.
Gundên Medîna û Qebir Taha dikeve başûrê rojhilatê navçeya Şedadê, li beramberî sînorê Sûriyê – Iraqê.