Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin, cara 769’an serî li dozgeriyê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhtî Oztuzun ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêber Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve serlêdanê dikin. 768 serlêdanên beriya niha bi hincetên “rewşa nebaş a hewayê”, “xerabûna keştiyê” û “rewşa awarte” hatin astengkirin.