Di teqîna vê sibê ku dijî welatiyên beşdarî meşa li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bibûn sivîlek şehîd bû 22 sivîl birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di saetên sibê de li nêzî Dibistana Navçeya El-Heye ya rojhilatê bajarê Minbicê, dema welatiyên tevlî meşa ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker dimeşiyan, mayînek teqiya.
Li gorî nuçeya anhayê ku agahî ji çavkaniyên tenduristî di nexweşxaneya bajarê Minbicê wergirtine, Di encama teqînê de welatiyek şehîd bû û 22 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirine nexweşxaneya bajarê Minbicê. Rewşa hin birîndaran girane.