-SERDEMA QRALÊN LI PIŞTPERDEYÊ Û XWEDAYÊN BI MASKE:
Îdeolojiya fermî ya modernîteya kapîtalîst pozîtîvîzmê texrîbata herî mezin di qada civaknasiyê de kiriye. Pozîtîvîst li ser navê zanistê weke di fizîkê de bi têgihiştina reduksiyonîst nêzî mijarên civakî jî bûne û weke ojbe bi wan daketine, vê yekê jî kiriye ku pirsgirêkên giran çêbibin. Li ser navê ‘sosyalîzma zanistî’ jî bi heman rêbaz di qada civakî de hatiye bi kar anîn, nexasim jî goya ekonomiya (qada maddî ya civakê) weke qada girîng a sosyalîzm pêre eleqedar dibe bi heman têgihiştinê pê daketine û vê yekê kiriye ku pirsgirêkên maneyê hînê tevlîhev bibin û çareseriya wan zehmet bibe. Têgihiştina nêzîkatiya fizîkî ya ku bi gelekî ji ya biyolojiyê paşdetir e, hêzek welê daye destê kapîtalîzmê ti sîlehê nikarîbûye bidiyê. Min di beşa rêbazê de hewl dabû nîşan bidim ku ev rêbaz paradîgmaya herî bingehîn a kapîtalîzmê ye. Em timî destê xwe nedinê, nabe ku em pêşde biçin. Wexta tu civakê bikî obje û bi vî awayî lêbikolî û ji aliyê zêhnî ve jî li vê yekê vekirîbî, berevajî îdîayan, nemaze ‘sosyalîstên zanistî’ yên li ser navê proleterya û xizanên din tevdigerin ji destpêkê ve ew ji çekan kirine, bêyî ku haya wan ji vê hebe. Em ê nîşan bidin ku hûnandin û qebûlkirina civakê weke diyardeyeke xwezaya fizîkî û heta weke xwezaya biyolojîk bi xwe teslîmbûna modernîteya kapîtalîst e.
Ez divê bi êş û hêrseke mezin diyar bikim ku bextreşiyeke mezin bû, li ser navê ‘sosyalîzma zanistî’ têkoşîneke gelekî mezin û serbilind a ji sedûpêncî salî zêdetir hînê ji serî ve bi pozîtîvîzmeke maddeperest a çor neçarî têkçûnê kirin. Bêguman sedema vê helwestê ‘çînayetî’ bû ku sosyalîst gelek caran di bin navê wê de têkoşiyane. Lê ev çîn û tebeqe, ne ew karkerên têkoşer û kedkar in ku li dijî proleteriya mîna koletiyê radibin, çîna ‘bûrjûva-piçûk’ e ku ji zû ve di nava modernîteyê de heliyaye û teslîm bûye. Pozîtîvîzm jî tevahî îdeolojiya nêrîna serkorî û nerazîbûna pûç a vê çînê ye ku li dijî kapîtalîzmê ye. Ev çîna esilzadeyên bajêr a hay jê nîne jiyana civakê çawa pêk hatiye û her tim bûye zemînê terîqeteke bêber û teng, beşekî civakê ye ku bi hêsayî ketiye destê nîzama fermî ya serdest.
Wexta behsa têgihiştina li civakê tê kirin, pozîtîvîzm hema bêje dibe şêweyek ji pûtperestiya hemdem. Pûtperestî, çarçoveya pûç a xwedatiya maneya xwe wendakirî ye. Xwedatî demekê ji bo civakê tiştekî mezin bû, têgîneke kêrhatî ya pîrozbûnê bû, lê kengî ev rewşa wê ya kêrhatî nema ji dest derket, li dawiyê tenê rewşa wî ya pûtekî ma. Mirov dikare fêhm bike ku kesên ji zanista manedanê mehrûm çima pûtperestiyê dikin. Ji ber ku ew nizanin çavkaniya pût ji kêrhatinê ye, berevajî ew dikevin wê xefletê yan jî yeqîn dikin ku pût ê maneyê biafirîne, ew ê wan bigihîne meznahî û pîrozbûnê. Ji lewra di vê çarçoveyê de analîzkirina dînên li dijî pûtan dikare mirov gelekî serwext bike. Ez ji pûtperestiya hemdem a pozîtîvîstên mehkûmî objektîvîzmê hîç guman nakim. Fîlozofên di qada modernîzmê de bi xwe dibêjin, ev pûtperestên hemdem mîna pûtekî himbêz bikin, berhemên xwe yên herî baş ên ji bo zêdexwarin û bikaranînê himbêz dikin.’
Marks û ekola wî yeqîn dikirin ku wê civak, dîrok, huner, huqûq û heta dîn bi ekonomiyê analîz bikin û ji hev derxînin. Bêguman bi tevahî saziyên civakî mîna şaneyên bedenekê têkildarî hev in, û bandorê li hev dikin. Lê wexta ku em bikevin qada civakbûyînê her tişt diguhere. Saziyên civakî yên ji aliyê zêhnê mirov ve hatine vedîtin şaneyên biyolojîk nînin. Heta em dikarin bibêjin, şaneyên bedena mirov jî nînin. Zêhnê mirov di nav rewşa civakî de weke çiyayekî volkanîk e ku ji bo çêkirina mane û îradeyê her tim dikele û diteqe. Di cinsên din ên zindiyan de hemtayekî wî bi vî rengî nîne. Belkî mirov karibe hin aliyên hevbeş di cîhana kûantûm de bifikire. Em ji bîr nekin ku zêhnê mirov bi xwe li gorî nîzama kûantûmê dixebite. Dinya maddî jî (avahiya ekonomîk a civakî jî di navê de) qeşagirtin û qaşilgirtina meşa kûantûmê îfade dike. Hewce nake mirov hîç nîqaş bike, eşkere yê civakê bi rêve dibe zêhn e. Dîsa hewce nake ku em piştrast bikin, mirov çawa bi xebata zêhnî xwe digihîne ekonomiya civakî.
Dubare be jî divê ez careke din bibêjim ku mirov dîrokê bike sosyolojî, sosyolojiyê jî bike dîrok di zanista manedanê de yek ji şertê sereke yê pêşketinê ye. Yek ji avantaja vê rêbazê ew e; rê dide mirov şîroveyeke nêzî rastiyê bike ka dîrok çawa çêbûye û heta îro wer herikiye, hatiye. Ez girîngiya fikra spekulatîf înkar nakim. Berevajî ji bo ev şêwazê fikrê kêrhatî be, bûyerên dîrokî çawa li pey hev qewimîne û bihurîne, divê zanibe xwe bigihîniyê. Naxwe were gotin ‘binesazî dîrokê diyar dike’ yan jî berevajiyê wê ‘dîrok ji çalakiya dewletê pêk tê’ û di vî warî de çiqas bûyer bêne rêzkirin û analîzkirin, ji aliyê zanista manedana dîrokê ve, rewş ji berevajîkirin û ji rêderxistinê zêdetir tiştekî din nîne û ti encamê nade. Eşkere li naverastê ye, bi vê rêbazê behsa dîrokê ango civakê nayê kirin. Ya li vir tê kirin dîrok nîne, fîzyolojiya civakî ye. Saziyên civakî (di fîzyolojiyê de şane) çawa bandorê li hev dikin an jî hev diyar dikin, ji sedî sed dîrokvegotin nîne; pozîtîvîzmeke gelekî çor e.
Ji bo mirov karibe behsa dîrokeke manedar bike pirsa kilît ew e ku mirov zanibe hêza wê ya herikînê çawa ye, û di dema herikînê de çawa pêk tê. Eger mirov zanibe kîjan zêhn û îrade xebitiye û di wê kêliyê de bi tesîr bûye, xwegihandina wê mane û îradeyê, çêkirina dîroka rastî ye yan jî şîrovekrina wê ye. Dibe ku ev yek pêngaveke ekonomîk be, her wisa dibe ku çalakiyeke dînî be. Ya girîng ne sîleh e, ya girîng kêliya kişandina lingê wê ye û destê wê dikişîne ye. Tu çiqasî dixwazî ewqas hewl bide sîlehê ji aliyê ekonomîk, hunerî, siyasî û eskerî ve analîz bikî, lê vegotina te ya bi vî rengî dibe ku tenê qîmeteke xwe ya xemlê hebe; lê divê ez her tim dubare bikim ku wexta were gotin herikîna dîrokê ya divê mirov fêhm bike; lingê sîlehê timî ji aliyê destê xwediyê xwe ve tê kişandin. Belkî ji bo çêkirina sîlehê behsa hewcedariya bi hostetiyeke mezin û xebateke ekonomîk were kirin. Ew dibe.
Lê xwediyên vê helwestê bi xwe jî ji maneya dîrok îfade dike fêhm nakin. Divê neyê ji bîrkirin ku dîrok sîlehek e ku timî dixebite. SÎLEHEKE DIXEBITE, TIMÎ FÎŞEK LI BER E, DEST LI SER LINGÊ WÊ YE. Di dîrokê de yên xwedî berpirsiyariyên stratejîk vê baş dizanin. Ji împaratorên Romayê Valentillanos, piştî bibe împarator bi mehekê di 28’ê Adara 364’an de birayê xwe bi payeya Valens Augustus dike şirîkê împaratoriyê û vê dide qebûlkirin. Kesên ew hilbijartine piştî demeke kin dibêjin ku ew ji ya xwe vegeriyane. Lê ew ji wan re dibêje; ‘Ji ber ku we carekê hilbijart mafê we yê liberrabûnê nema’, bi vê gotina xwe baş îfade dike ka dîrok çi ye.
Girîngiya vê vegotina der barê rêbazê de ji bo maneya dîroka modern a kapîtalîst, ez ê di beşê pêwendîdar de qala wê bikim.
Em ji bo ketina dîroka şaristaniyê pirsgirêka rêbazê ji nedîtî ve neyên da ku hinek xwê ya me jî di hevîrê zanista manedanê de hebe. Nirxê şîroveyekê bi qasî ku hêza wê ya ravekirina dîrokê ye, ewqasî jî nirxê wê yê bikaranîna di xizmeta kesên timî li bin hukmê dîrokê de dimeşin lê dîsa jî timî dikarin insiyatîfê bi kar bînin e. Şîroveya dîrokî ya rastî ji bo kesên di rola qurbanên dîrokê de ew e ku wan ji rola qurbanan derîne, wan bigihîne serwextbûn û îradeya ku hêza bi cihanîna azadiyê bide. Şîroveyeke dîrok-civakî ya zêdetir qurbanên xwe (bindest û yên tên mêtin hemû) mehkûmê yên kirine qurban dike, bi gotina ‘rizgarî di demeke nêz de ye’ serî li wan bigerîne, çendî îdîa bike ku zanistî ye jî, çendî li ser navê qurbanên xwe behsa şîroveyê bike jî eger ev kes niyetxirabên bi zanebûn mirovan ji rê derdixin nebin di rewşeke gelekî xafil de ne; serhatîbêjên dîrokê yên pûtan in.
1- DIVÊ EM CIVAKA SUMERAN ÇAWA ŞÎROVE BIKIN?
Mijara me destpêka Sosyolojiya Pêkhatinê ye, girêdayî vê armancê em ê cih bidin Sumeran. Em li vir bi dîroka şaristaniyê danakevin. Lê divê şîroveyên ji bo kêrhatina wê bêne fêhmkirin. Ez li bersiva vê pirsê digerim: em divê mînaka Sumeran di şîrovekirina dîrokê de çawa bibînin û binirxînin? Divê bersivên em bidin hem rêbazê zelal bikin, hem jî ji bo destpêkirina dîrokê bi kêr bên. Gelekî baş û kêrhatî ye ku mirov ji gelek aliyan ve bi vê mînakê ve dakeve û li ser rawest e.
a- Li Mezopotamya Jêr li devera Dîcle û Firat nêzî hev dibin û dibin yek, ev şaristanî li ser erdên dewlemend ên alîvyon û bi qamir ava bû, hînê li bakurê wê Til Xelef (B.Z. 6000-4000) ket qonaxeke mezin ku jêre qonaxa bi sazîbûna neolîtîk jî tê gotin, têde qût û zadên cûrbicûr hatin bidestxistin. Bi qasî teknîkên rê li ber vê hilberandinê vekirin, ya esas civaka gund bû ku rê li ber zêhniyeta teknîkê keşif bike vekir. Bicihbûyîn hewcedariya xwe bi erd û axê heye; bi vê re saziyên civakî yên hevdu xwedî dikin pêş dikevin. Bi sazîbûnê re zêhniyeta civakî xwe bi rêxistin dike, kolektîf dibe. Xweşbûna demsalan û barana têr dibare avdaniyê di rêza pêş de ferz nake. Lê mirov li girîngiya avdaniyê serwext dike. Ber bi salên 3000 yên B.Z. tê îspatkirin ku gelek gund li Mezopotamya Jêr li ber bajarbûnê ne; di vî warî de bi dehan mînakên di encama erdkolanên li qadên arkeolojîk de derketine, hene.
Yek ji nîşaneyên bajarbûnê diyar dike, bedenên dor li wargehên li ser gelek gir û tilan digirin in. Lê ji ber ku avdanî bi sînor tê kirin û debir bi baranê tê, mezinbûna zêde û bi hejmar pirrbûnê dixe zehmetiyê. Li jêr Dîcle û Firatê gelek erd hene, bi bereket in, û ji bo avdaniyê baş in. Îspat bûye ku di salên 5000 B.Z. de gundên pêşî yên bi cihbûyî ji bakur ji çanda Til Xelef daketine. Jixwe şêniyên wê demê zêde dibin li deverê timî tevgerekê ferz dikin. Gundên mezin û zêde dibin, ji bo belavbûna li çardorê xwe xwedî derfet û îmkan in. Me hewl dabû ku em vê pêvajoyê bi xalên sereke diyar bikin. Li jêrtir, li başûr kêmbarîna baranê avdaniya li herêmê ferz kiriye û vê yekê jî bi xwe re rêxistiniyeke berfireh hewce kiriye. Em dibînin rêxistiniya îdeal a jêre Zîggûrat tê gotin di çarçoveya perestgehan de pêk tê.
Sê fonksiyonên Zîggûratan ên di zikhev de, ji bo mirov bi tevahî civaka Sumeran ji hev derxîne û fêhm bike, têra xwe girîng in. Fonksiyona yekemîn; li qatê herî jêr ê Zîggûratê xebatkarên li nav erdê perestgehê dixebitin. Hosteyên amûr û alavan jî li vî qatî dihewin. Fonksiyona duyemîn; li qatê duyemîn rahibên rûniştine, wezîfeya rêveberiyê bi cih tînin. Rahib karê hilberînê yê mezin dibe hesab dike, ji bo xebatkaran kollektîf bide xebitandin divê hêza razîkirinê ya rewakirinê çêke. Ango divê hem karê dinyayê û hem jî yê dînî bi hev re bimeşîne. Fonksiyona sêyemîn jî hebûna xwedayî ya li qatê sêyemîn e ku numûneyeke pêşî ya weke panteona xwedayan bi cih tîne. Di warê bandorê de, çawa ku min di Parêznameya xwe ya bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer Ber Bi Şaritaniya Demokratîk ve’ jî îdîa kiribû, Zîggûrat ji bo civakên şaristaniyê yên paşê bên fena modelekê ye. Ev damezrandineke wer îdeal e ku modela sereke ye, ya ku civaka bajarên îro hejmara wan bi sed hezaran e, û serjimara wan ji mîlyonan bihuriye, jê zêde bûne. Û min gotibû: malzaroka rêxistiniya rengê dewletê ye ku di nava civaka bajêr de xwe saz kir. Zîggûrat di dema xwe de ne tenê navenda bajêr e, bajar bi xwe ye. Bajar jî dabeşî sê beşên sereke dibe. Yek jê perestgeh e (Mala Xwedê) ku li vir rewakirin û bi cihanîna wê tê kirin, beşa hinekî firehtir ew beş e ku lê rêveberên bajêr rûdinin û beşa herî berfireh kolanên xebatkar lê dimînin in. Zîggûrat van hersê fonksiyon û karan bi hev re bi cih tînin. Di heman demê de li dinyayê mînaka yekemîn a damezrandin û avakirinê ye.
Em wexta hinekî din ji nêz ve binêrin, em ê bibînin ku ji sedî sed rahib mutteşebîsê yekemîn e. Li gorî dema xwe kapîtalîst (ji bo baş were fêhmkirin wisa dibêjim, naxwe modernîteya kapîtalîst hînê cihêwaz nebûye) yan jî patron û axa ye. Karên wî yên dîrokî hene ku divê bi cih bîne. Berê pêşî damezrînerê bajêr e ku mohra xwe li civaka nû dide. Li dora wî ne gundekî ji rêzê, bajarek reng digire, bi gewde dibe. Eger em zehmetiya vî karî di roja me ya îro de jî li ber çav bigirin, em ê mezinahî û zehmetiya wezîfeya rahib hînê baştir fêhm bikin. Ji bo bajarê nû ava dibe, hewcedarî bi gelek xebatkaran heye. Wê ev xebatkar ji ku bêne anîn? Ji klan û etnîsîteyan girtin û stendina mirovan gelekî zehmet e. Weke îro bê karî bi sazî û bi cih nebûye. Tek tûk mirovên ji etnîsîte û klana xwe qut dibin têrê nakin. Mirov hînê neketine dema bi zor kolekirinê. Bi îhtîmaleke mezin avantaja rahib hemû bikaranîna xwedê weke sîlehê ye. Ha di vir de bikêrhatina şahane ya rahib li ser kar e: wezîfeya AVAKIRINA XWEDÊ. Ev mijar têra xwe girîng e. Eger di vê erk û wezîfeya xwe de bi ser nekeve, wê civak û bajarê nû, ango hilberîna zêde çênebe. Ev mînak jî baş rave dike çima rêveberên pêşî yên dewletê rahib in. Ne bi tenê bajêr, hilberîna zêde û civaka nû, bi xwedê re bi tevahî dinya têgînan, hesab, sêhr, zanist, huner, malbat û heta serbiserkirina pêşî jî Zîggûrat divê ji nû ve plan bike, bi projeyekê ve girê bide û ava bike. Rahib muhendisê pêşî yê civakê ye, mîmarê pêşî ye, modela pêşî ya pêxemberiyê ye, ekonomîstê pêşiyê ye, karsazê pêşî ye, serkarê pêşî ye, qralê pêşî ye.
Em bi awayekî berfireh li karên bingehîn ên rahib binêrin:
b- Yek ji karên girîng ên sereke yên rahib avakirina dînekî nû û xwedayekî ye. Li gorî şîroveya min, cewherê vedîtina dîn a rahibên Sumeran girêdayî perestina ‘totemên’ berê ne. Ev vedîtina dîn a rahibên Sumeran xelekek e ku têkiliya xwe bi dînên Brahîmî re heye, dînên Brahîmî jî ji pûtperestiyê bihurîbûn. Vedîtina dînê rahibê Sumeran û dînên Brahîmî ji hev qut xuya dikin, lê ez bawer dikim ku di nava wan de têkiliyek heye. Ango weke têgîna hêzê xwedayê bi nîzama ezmanan re mijûl dibe û dînê totemîk ê nasnameya civakê diyar dike di nava hev de xuya dikin. Şîroveya dibêje; ‘totem nasnameya klanê û şiklê wî yê berfirehtir qebîleyê îfade dike’, bi giştî tê qebûlkirin. Her çi objeyeke di jiyana klanê de girîng be, dikare bibe totem. Bi pirranî objeyên hêzê îfade dikin têne hilbijartin. Di navê eşîr û bavikan de em îro jî rastî navên mîna şêr, baz, mar, gur, roj, ba, baran, dar û nebatên girîng tên. Ev nav ê ji wê demê mane. Hêza dînamîk a neolîtîkê jin-dayik e, û tiştên pîroz li dora wê çêdibûn. Ev yek rewşa rahibê mêr bi bîr dixe. Nîşaneyên xwedayên ezmanî û totemîk, sembolên bereket û zêdebûnê bi navê jin-dayikê girîng dibin.
Xwedawendiya dayiktiyê wê hînê paşê bi xwedayên rahibên Sumeran bikevin nava şerekî mezin. Nemaze xwelihevrakişandina xwedayê mêr ê xasûk ‘Enkî’ û fîgura sereke ya xwedawendiyê ‘Înannayê’ mijara sereke ya destanên Sumeran e. Di binê vî şerî de berjewendiyên cihê hene. Li tejaneya Firat û Dîcleya Jor bi pêşengiya jin-dayikê li dora gundan civakeke gund a neolîtîk a rê nade mêtingeriyê heye, li aliyê din civaka bajêr a cara pêşî ji aliyê rahib ve tê avakirin heye. Di navbera van herdu civakan de şer û pevçûneke berjewendiyên cihê heye. Di dîrokê de cara pêşiye ev çend ‘pirsgirêkên civakî’ yên ciddî derdikevin holê. Bêguman çavkaniya şerê di navbera rêveberên herdu civakan de pirsgirêkên civakî ne. Weke em di dîrokê de dibînin; têgîn û zimanê vî şerî, ji aliyê şêweyên zêhniyetê yên wê demê ve têne diyarkirin. Ji ber ku şêweyên zêhniyetên îro wê demê tinene. Civak bi xwe, bi nasnameyeke nîv-xwedê tê îfadekirin. Zêhnê mirov hînê ji nasnameyeke muccered gelekî dûr e.
Zêhnê mirov ê wê demê yeqîn dike ku xweza zindî ye. Xweza bi xweda û ruhan tijî ye (Ev yek, li gorî roja me ya îro tiştekî paşketî nîne, li gorî min pêşketî ye, şîroveyeke nêzî rastiyê ye). Destdan û destwerdana wan dikare encamên bi tehlûke bi xwe re bîne. Bi tevahî pîroz in. Divê mirov pir bi rêz û hurmet nêzî wan bibe. Li hemberî wan bê hurmetiyeke herî piçûk dikare rê li felaketê veke. Ji lewra ji bo neqehirin divê ji wan re qurban û boraq bêne dayîn. Ew çend girîng dibe ku pîrozan û xwedayan bi qurbanan razî û xweşhal bikin, qurbankirina, zarok, keç û xortên ciwan demeke dirêj weke rêûresmekê dewam dike. Ev rêûrismek e ku dike grîzok bi bedena mirov bikevin, lê her kes bawer dike ku bi vê civak li ser piyan dimîne. Ev rêûresm di demeke dirêj de ji aliyê rahib û rahîbeyan ve ji rê tê derxistin û tê berevajîkirin. Lê eşkere ye ku cewherê wê ji sedî sed bi pîrozbûn û parastinê re eleqedar e. Her cure têkiliya di navbera komên mirovan de bi têkilî û nakokiyên di navbera van pîroz û xwedayan de tê îfadekirin. Zêhn û ziman bi vî awayî hatiye avakirin. ‘Zimanê zanista pozîtîv’ a îro tineye. Mirovatî vî zimanê zanista nû ya pozîtîv (ya rastî ‘dîn’) di van dused salên dawiyê de nas dike. Em dema hewl didin dîrokê şîrove dikin, divê em vê rastiyê ti carî ji nedîtî ve neyên, piştguh nekin.
Ji lewra şerê di navbera Înanna û Enkî de pevçûneke dijwar a civakî ye. Bêguman bingehê maddî yê vî şerî heye. Jixwe em di pevçûna îro li Tirkiyê de jî dibînin ku şîroveya em dikin, rast e. Hêzên CHPê yên xwe zanistî û pozîtîvîst dihesibînin û AKP ya metafizîk a îdîa dike ser bi bawerî û dînê Îslamê ye li ber hev didin. Pevçûna di navbera van herdu hêzan de careke din ji nêz ve nîşanî me dide ku diyalektîka dîrokî çawa çêbûye. Em divê baş fêhm bikin ku ti hêza ekonomîk, siyasî û eskerî tineye ku dîn tevlî pevçûna civakî neke. Em vê fêhm nekin, heye ku em bikevin rewşa ‘sosyalîzma pêkhatî’.
Vedîtina rahibên Sumeran xwedayê ezmanan ‘En’ û xwedayê li erdê ‘Enkî’ xwedî karektereke nêr ango mêrane ne. Ev yek, rastiya mêr a di civaka sumeran de derdikeve pêş nîşan dide, ango mêr pîroz dikin û wî dikin xweda. Ev pîrozbûneke welê ye ku mêrê nû yê bilind û pêşeng, civaka ‘ji erdê heta ezmanan bûye pîroz û xwedayî’ bi xwe ye. Eger em binê meseleyê hinekî din bikolin, em ê baş bibînin ku ya tê bilindkirin û mezinkirin ‘çîna rahiban’ bi xwe ye. Çawa ku em binê baweriya ‘Înannayê’ dikolin jî em dibînin hêza afirîner û rêveber a neolîtîkê hêza civakî ya jin-dayikê ye. Têkoşîna di navbera aliyan de herçend di dema civaka Sumeran de heta salên 2000î B.Z. mêzîna wê li dijî jinê xira bibe jî di nava weznekê de ye. Têkoşîna di navbera jin û mêr de ya heta îro dewam dike, mirov di dîrokê de bi rengên wê lêbikole wê sûdewar be, û mirov wê karibe jê hîn bibe. Em ê hewl bidin vê yekê bikin.
Rahib qatê jor ê Zîggûratê ji xwedayan re (her diçe hejmara wan kêm dibe) veqetandiye, û vê derê weke sirrekê vedişêre. Ji bilî xwe (serrahib) destûrê nade ku kes biçe vî qatî. Ev gava taktîkî ji bo pêşketina dînî girîng e. Bi vê yekê, hem meraq û rêzgirtina mirovan, hem jî girêdana wan pêşde dibe. Serrahib ji civakê re timî dibêje û belav dike ku li qatê jor bi Xwedê re dipeyive. Yên dixwazin gotina Xwedê bibihîsin divê guh bidin ‘gotina’ serrahib. Ji ber ku ew bi tenê berdevkê erkdar ê Xwedê ye. Ev rêûresma bi heman awayî derbasî dînên Brahîmî jî bûye. Hz. Mûsa li Çiyayê Sînayê (Tûrî Sîna) bi Xwedê re peyivî û ‘DEH FERMAN’ anîn. Navekî din ê Hz. Îsa ‘BERDEVKÊ XWEDÊ’ ye. Gelek caran xwe li axaftina bi Xwedê re ceribandiye, lê her carê ev hewldanên wî ji aliyê şeytên ve hatine asêkirin. Lê di dawiyê de bi ser dikeve. Derketina Hz.
Muhammed a Mîracê jî nîşan dide ku heman rêûresm bi Îslamê dewam dike. Qatê jor, di dînê Grek-Romayê de weke Panteonê gelekî bi rêkûpêk û bi heybet tê sazkirin. Di dînên Brahîmî de jî bi rêya Hawra, Dêr û Mizgeftê hîn bi heybet û ji nû ve têne sazkirin. Rola tebeqeyên dînî ya di nava civakê de zêde dibe eşkere xuya dike.
Serrahib ew kes e ku li qatê Xwedê, li mala wî dikare bifikire, bihizire û biponije. Ji bo sererastkirina nû ya civakê serketî û bi tesîr be, divê ev sererastkirin li gorî gotinên di navbera wî û Xwedê de dibin pêk bê û ev yek gelekî girîng e. Ji bo temsîla hin xwedayan cara pêşî hin heykel li vî qatî têne bicihkirin. Bi vê vedîtinê meraq û kakûniya mirovan hînê zêdetir bû. Fîgur û pûtên sembol ên ‘xwedayê têgîn’ hewce têne dîtin. Jixwe mejiyê mirovê wê demê li şûna bi van têgînên muccered û neberçav bifikire, zêdetir mêyila wî li ser xebata bi pêşnûmeyên zêhnî yên fîguran e. Fikra ne fîgurî, ango fikra devkî, fikra muccered50 fêhmkirina wê pirr zehmet e. Tesîrên zimanê sembolan (bi şiklekî zimanê beden û fîguran) gelekî li ser komên mirovan heye. Ji lewra têgînên xwedayan ên bi fîgur û pûtan têne fêhmkirin. Ji serdema dayik-xwedawendan gelek fîgurên jinên qelew mane hînê nefspiçûk in, û jin-dayika hilberîner û bi bereket temsîl dikin.
Mala xwedê ya pêşî qatê jor ê Zîggûratê ye, paşê panteon, dêr, sînegog, mizgeft û cemîe (zanîngeh) ne ku mirov têra xwe ji van mînakan hîn dibe. Ev pêkhatinên dîrokî yên weke xelekan bi hev ve girêdayî ne, hafiza û bîra pîroz a civakê û nasnameya wê îfade dikin. Îlahiyat, bi navê wê yê din teolojî an jî xwedênasî vê hafizayê bi awayekî felsefîk hîn dike: ji mînaka pêşî qut û muccered hîn dike. Di dîrokê de berevajîkirin û çeloxwarîkirinên herî mezin di qada teolojî-îlahiyatê de têne kirin. Bêguman mirov nikare di pêşketina zanist û felsefeyê de rola îlahiyatê ji nedîtî ve bê. Lê ji ber ku çavkaniya civakî ya xwedayetiyê destnîşan nekirine, ji mucceredê çûne mucceredê, ji pût xwe avêtine pût û wisa meşandine; ji ber civaka avakirine, bi giştî ji şaristaniyê û bi taybetî jî ji pêkhatina şaristaniya îro çîna berpirs a sereke ye.
Bêguman şîroveyên îlahiyatê yên xwe ber didin çavkaniyên resen û rast gelekî bi kêra zanista manedanê hatine. Lê divê mirov ji bîr neke ku ew bi pozîsyona xwe ya li cem tevahiya nîzamên fermî yên hiyarerşî û dewletê, bi zanebûn an jî xweber maneyê gelekî berevajî û çeloxwarî dikin. Ji bo fêhmkirina Rojhilata Naverast a îro, em ê van xusûsan û di her qonaxa girîng de şêweyên wê yên nû, analîz bikin û hewl bidin da ku bêne fêhmkirin.
c- Karê duyemîn û girîng ê rahib, muhendîstiya civakê ye. Hem di plansazî û avakirina civaka nû de û hem jî di rêveberiya wê de bi xwe cih digire. Ev wezîfe li qatê rahiban qatê duyemîn ê Zîggûratê tê meşandin. Rahib weke qasidên Xwedê, wê di bin berpirsiyariya serrahib de weke çîneke pîroz zêde bibin. Weke komeke hindikayî ya rêveberên her bajarî wê kasta hiyarerşîk a pêşî (rêveberiya pîroz) pêk bînin. Me bîla sebeb negot ev modelên pêşî yên rahib û profesoran jî ev in. Rahiban kesên di qatê yekemîn de dixebitandin (destpêkirina ebediyetê), ew bi xwe jî bi Xwedê re bi zanist û bi cihanîna wê re mijûl dibûn. Nivîs, matematîk, astronomî, bijîşkî, wêjeyî û bêguman zanista xwedayetiyê hîmê wan li qatê navîn li odeyên rahiban hat danîn. Qatê navîn di heman demê de modela pêşî ya dibistan û zanîngehan e. Perestgehên li qatê xwedayan prototîpa dibistanên li qatê rahiban bûn. Ji ber ku karûbarên civaka bajêr mezin dibin, bêguman rêvebirina van karan di vê yekê de bi tesîr e. Divê mirov baş fêhm bike ku xebatên maddî bi serê xwe, ango bi şîroveya Marks bi ‘kedkarên azad’ ti carî nehatin meşandin. Dema kapîtalîst jî di navê de, di ti civaka çînî de nabe ku xwediyên milkên taybet an jî kollektîf bibin xwediyê kedkarên azad. Ti mirovê bi rewakirin û zordestiyê nekiribin evd wê nikaribe di nav milkê xelkê de azad bixebite! Wexta cihê wê hat em ê vê mijarê jî şîrove bikin.
Rahib karên rêveberiyê bi pirranî bi rewakirinê dimeşînin. Di vê de hunera wan a herî mezin, berdevkiya xwedê û zanista di yekdestiya wan de ye. Berdevkiya wan a Xwedê û vedîtinên wan ên zanistî hêzeke mezin a rêveberiyê dide. Em ji bîr nekin ku di kapîtalîzmê de jî ZANIST HÊZ e. Em bi bîr bixin ku hîmê vê zanistê di civaka neolîtîk de, nemaze di dema Til Xelef de (B.Z. 6000-4000) hat danîn. Kêrhatinî û alîkariya xwedawendên jin-dayikê di vê demê de diyarker in. Divê baş were fêhmkirin ku jin-dayik di kedîkirina heywanan, tevahiya nebatan, tevn, kûzik û gîzikan, destar û hêran, mal û malên pîroz de hîndekar û perwerdekara pêşî ye. Xwedawenda dayik Înanna di têkoşîna xwe ya li dijî xweda Enkî de, îdîaya wê ya herî mezin ew e ku bi israr ji Enkî re dibêje; sedûçar vedîtinên (meyên) wê jê dizîne û ew xwediyê van vedîtinan e. Di bin vê israrê de ev rastiya em balê dikişînin ser heye. Ango gelek vedîtin berhemên jin-dayikê ne. Rêveberên mêr ev ji wan dizîn. Em ê bibînin ku qonaxa şaristaniyê hinekî jî li ser vî esasî hatiye avakirin.
Bêguman em nikarin vedîtinên rahiban piçûk bibînin. Di hîmê zanistî yê şaristaniyê de ji sedî sed vedîtinên wan ên weke nivîs, astronomî, matematîk, bijîşkî û îlahiyatê hene. Li cih e ku mirov bibêje; di pêvajoya destpêkirina zanistî de rahibên Sumeran xwedî roleke sereke ne.
Di dîrokê de bi qasî ku tê zanîn ji qralên pêşî yên Sumeran re rahib-qral dihat gotin. Rahib-qral di civaka bajêr de qralên pêşî ne. Her bajar pêşî rahib-qralekî xwe heye. Li ser hîmê zanist û îlahiyatê xwe rewa dikin ku ev jî sedema bingehîn a rêveberiya qraltiya wan e. Ev rewş di heman demê de wê bibe aliyê wan ê qels û lawaz. Piştî demeke diyar wê dema xanedaniyan destpê bike. Di vê de jî serê xanedaniyê bi ‘zilamê xurt’ re hevdu digirin û eskerên li dora ‘zilamê xurt’ di vê de xwedî rola bingehîn in. Zor, wê karibe zora ‘lîstika rahiban’ bibe. Em ê paşê li ser vê mijarê rawestin.
d- Li qatê herî jêr xebatkar hene. Ji ber ku kesên di vî qatî de cih digirin, bûne hîmê pêşî yê koletî, serftî û karkertiyê divê em wan baş fêhm bikin û li ‘xebatkarên qatê yekemîn’ baş serwext bibin. Ev ji ku û çawa peyda kirin? Di vê de rola zor û razîkirinê çi ye? Ev ji kîjan komê û di berdêla çi de têne peydakirin, di nava wan de jin hene? Rola jinan û malbatê çi ye? Bersivdana van pirsan wê mijarê gelekî baş zelal û rohnî bike.
Di pêkanîna komên pêşî yên xebatê de, heye ku hêza razîkirinê ya rahib li pêş bû. Mirov dikare bifikire ku di sîstema hilberînê ya pêşî de bi xêra zad û qûtê bi riya avdanê zêdebûyî, kesên dihatin xebitandin ji cihên jê hatin baştir dihatin xwedîkirin. Bi zêdebûna şêniyan û koçberiyê re, kesên di encama pevçûnan de bi qebîleya xwe re li hev nekiribin û cihekî pêde biçin tine be, heye ku perestgeh ji wan re cihekî çare û rizgariyê be. Sedemeke din a muhtemel ew e ku xebata di avakirina perestgehan û suxreyên wê de pîroz bû. Belkî jî vê roleke girîng lîstibe. Di rêûresma Rojhilata Naverast de gelek caran tê dîtin ku her qebîle û malbat di çarçoveyeke bi sînor de zarokên xwe didin xizmeta perestgehê. Angarya51 perestgehê kategoriyeke giştî ye. Heta payeyeke anorê jî dide. Kesên li perestgehê dixebitin di nava civakê de hînê zêdetir xwedî rûmet û anor in. Bi şiklekî mirov dikare bişibîne keşîşxane û xelwetên Xiristiyanan. Aliyên wê yên dişibin terîqetan jî hene. Di nav milkê şêx de xebat hem anor e, û hem jî xêr e.
Zîggûrat, ji ber ku mînakên herî pêşî û safî yên xebatên kollektîf in, balê dikişînin. Mînak hin sosyolog vê xebatê weke ‘sosyalîzma Firewnan’ dibînin (Max Weber). Eşkere ye ku Zîggûrat mînaka pêşî ya bicihanîna komînîstiyê ye. Komên pîşekar jî di nava koma xebatkaran de cih digirin. Tev bi hev re dişibin hilberîna karxaneyekê. Berhemên zêde di kewaran de têne hilanîn. Eşkere ye ku ev li dijî xelayê pergalekî baş e. Xebat û tevgereke bi vî rengî hêza rahiban bi awayekî nedîtî zêde dike. Ti malbat an jî qebîle nikarin xwe bigihînin vê astê. Hêzek çêdibe ku ji tevahiya malbat û qebîleyan mezintir e. Zîggûrat malzaroka civaka nû û dewletê ye. Herdu li vir ruh bi wan dikeve û bi lebat dibin. Bi qasî Zîggûratan ti mînak nikare vê rewşa civaka nû û dewletê raxîne ber çavan.
e- Pirsa, ‘di sîstema Zîggûratan de rewşa jinê û malbatê çi bû ?’ girîng e. Dijberiya dînê dayik-xwedawendê bi dînê rahibên Zîggûratan re di metnên Sumeran de gelekî tê dîtin. Dijberî xwe bi gelek awayan nîşan dide. Bi giranî rahîbe perestgehan ava dikin. Hema bêjin her bajarek xwedawendeke xwe ya star û parastinê heye. Mînaka balkêş serhatiya Xwedawenda Ûrûkê Înannayê ye. Ûrûk (herhal navê Iraqa îro ji Ûrûkê tê) di dîrokê de weke dewlet-bajarê pêşî yê Sumeran xwedî cih û maneyekê ye ku ji vî alî ve mînakeke hêjayî lêkolînê ye. Her weha ji ber ku bajarê qral Gilgamêş e jî navdar e. Dibe ku Ûrûk mînaka pêşî ya dewlet-bajar be. Di dîrokê de salên 3800-3000 B.Z. weke dema Ûrûkê cih digire. Ji ber ku damezrîner xwedawend Înanna ye, ev jî kevintiya bajêr û rola jin-dayikê ya hînê sereke ye, nîşan dide. Têkoşîna Ûrûkê li dijî Erîdûyê (bajarê xweda Enkî; belkî jî dewleta yekemîn a rahiban) destanwarî ye. Di şexsê Înanna û Enkî de têkoşîna di navbera mêr û jinê de bi qasî mînakeke berçav e, her wisa aliyê wê yê destanwarî jî nîşan dide. Fîgurê xwedawendê bi demê re kêm dibe. Di dema Babîlê de jin ji sedî sed têkçûyî xuya dike. Jin bi qasî ku kole ye, her wisa êdî bi awayekî fermî orûsipiyeke taybet û giştî ye.
Tê zanîn ku di beşekî Zîggûratê de jinan weke objeyeke eşqê cih girtine. Hem jî keçên malbatên herî baş weke objeyeke eşqê rol girtine û ev yek jî payeyeke anorê ye. Keçikên neqandî û cihêwaz li wir têne qebûlkirin. Di nîzama rahiban de pêşandana jinan muhteşem e. Li Zîggûratan di nîzama qesran de di warê ciwanî û delaliyê de bi her awayî tên perwerdekirin. Di hin warên huner û muzîkê de dibin hoste û pispor. Ji bo mêrên herêmên dewrûberê biecibînin, têne nîşandan. Wexta bi hinan ji wan re li hev bikin, dihatin zewicandin. Bi vî awayî hem hatina aborî û hem jî bandora perestgehê gelekî zêde dibe. Jingirtina ji perestgehê bi tenê para mêrên esilzade dikeve. Ji ber ku ev jin li perestgehê hatine perwerdekirin, qebîleyên nû yên diçin nava wan temsîl dikin û bi dewlet-civaka nû ve girê didin. Bi awayekî din, ev jin mîna ajanên gelekî baş ên civak-dewleta nû ya rahiban in. Di serî de Îsraîl hînê jî gelek dewlet vê rêbazê pirr bi tesîr bi kar tînin. Bi vî rengî kollektîfkirina jinê prototîpa hunerê ‘mala giştî’ ye. Jin çiqas piçûk dikeve, jina eşqê û xwedawenda esilzade ya perestgehan, dibe karkereke xirab a xwe dixe bazarê û neçar dibe dikeve ‘mala giştî’ ango kerxaneyê. Civaka Sumeran di vî warî de jî xwedî anor an jî bêanoriya yekemîn e.
Lê tiştekî din jî heye ku ez nebêjim nabe ez vê mijarê li pey xwe bihêlim. Eger ev rêbaz nehatibûya îstîsmarkirin û ber bi payeyeke birûmettir ve biçûya wê bibûya tiştekî îdeal. Çi nîzama jin-dayikê jêre pêşengî kir, çi jî nîzama mêr-bav jêre pêşengiyê dike, di wan de gihandin û mezinkirina keçan bi awayekî baş zehmet e. Ne zanîn, ne jî derfetên maddî ji bo vê rê didin. Gihandin û mezinkirina jinê hostatî û maddiyatê dixwaze. Ji bo jinan dibûya ku perestgehên jinan îdeal bûya. Lê civaka mêr têde serwer bi darê zorê û îstîsmarê van saziyan dixe. Mirov dikare di vê mijarê de ji mînaka Sumeran têra xwe hîn bibe. Di dema Sumeran de saziyek heye civak dilê xwe dibijînê û her kes hewl dide keçên xwe bide wir. Li gorî vê, bi vî halê xwe jî hînê mînakek e ku mirovatiyê xwe negihandiyê. Keçik di van perestgehan de (mirov dikare wan bişibîne enstîtuyên keçikan ên îro) ji bo gelekî pêş bikevin xwedî derfet û îmkan in. Armanca wan a bingehîn jî neqandina mêran nîne, armanca wan pêşengiya dewlet-civaka nû ye. Ji bo civakeke hînê bi esil û bi eşq a destê mirov jê nebe alîkar in, kêrhatî ne. Di civakeke îdeal de divê keçik di nîzama hêlînek, dibistaneke bilind û pîroz de werin perwerdekirin. Nexasim her malbat û malbatên fireh perwerdekirina wan a jinan gelekî paşverû ye û ji dayîna koletiya civaka giştî (civaka mêr) pêve ti armancên xwe nînin. ‘Enstîtuyên Jinan ên Azad’ dikarin bi rola perestgehên hemdem rabin. Ez ê di Sosyolojiya Azadiyê de hewl bidim li ser vê babetê rawest im. Her weha ez ê hewl bidim bi tevahî li ser dabaşa malbatê jî bisekinim û ji hev derxînim.
Diyar e ku Zîggûratan gihandin û perwerdekirina jinê li gorî ku bikeve xizmeta dewlet-civaka nû kirine. Em fêhm dikin ku rahib bi rastî hem bi awayekî balê bikişînin û avzûnkirî fikirîne, hem jî civak dewleta nû nêzî îdealê bi rêkûpêk kirine.
Weke çalakiyeke civakî ‘bazirganî’ nû pêş dikeve û rola Zîggûratan di vê yekê de eşkere ye. Herçend di metnan de tine be jî ez texmîn dikim ku Zîggûrat di heman demê bi rola ticaretxaneyê jî rabûne. Hilberandina amûrên pîşesaziyê û berhemê zêde jî karê bazirganiyê ye. Di dîrokê de dema B.Z. 4000-3000 salan weke serdema pêşketina bazirganiyê tê şîrovekirin. Civaka Sumeran ji sîstema diyarî dayînê (kom û malbat di nava xwe de diyariya didin hev) derbasî sîstema serbiserkirin an jî bi hev guherandinê dibe û ev dem li belavbûna zêde ya serdema metabûnê (ji bo buhaya guhertinê hilberandin) rast tê. Ji lewra divê ku ‘civaka serbazirgan’ çêbibe. Ji mînakên di dîrokê de em fêhm dikin ku wisa bûye.
Di dema B.Z. 3500-3000î de wer xuya dike ku sîstema kolonîtiyeke Ûrûkê destpê dike. Di sîstema Toros-Zagrosan de koloniyên Ûrûkan bi awayekî xwezayî li ser navê dewletê belkî jî pêngava pêşî ya kolonîtiyê ne. Koloniyên xanedaniyê kevintir in. Her weha koloniyên cihê yên qebîleyan, koloniyên rastî nayên hesibandin. Ji bo koloniyê hewcedarî bi bajarekî ‘metropol’ heye. Divê Ûrûk weke ‘metropoleke’ gelekî navdar xwediyê koloniyan be. Hînê paşê koloniyên Ûr (B.Z. 3000-2000) û Asûrê (B.Z. 2000-1750) navdar in. Fikra min a şexsî ew e ku bajarên serdema kevin Harappa û Mohanjadaro yên li Pêncavê (B.Z 2500) û şaristaniya Misrê bi xwe jî (B.Z. 4000-0.000) di çarçove û maneyeke fireh de nîzameke koloniyê ne ku çavkaniya wan şaristaniya Sumerê ye. Herçiqas ser bi xwe bin, yekser têkiliya xwe bi bajarên Sumeran re nebin jî ji şaristaniya Dîcle-Firatê derketine. Di pergala rahiban de diyar e ku bazirganiyê roleke misoger lîstiye. Ji ber ku berhemên xwe yên zêde û kêm (li geliyê jêr ê Mezopotamyayê gelek madde û alav kêm in. Ji lewra bazirganî yan jî desteserkirin mecbûrî ye. Dibe ku herdu jî hatibin kirin.) divê pirraniya pêdiviyên xwe bi rêya bazirganiyê tedarik bikin. Nîzama kolonî ya tevna xwe li her deverê daniye jî ji bo vê yekê ye. Li keviyên Dîcle û Firatê gelek kolonî bi vê armancê hatine damezrandin. Mirov şopên van gelekan dibîne. Nemaze bazirganiya kereste, maden û berhemên tevnê zêde ye.
Çawa ku me bi xetên stûr hewl da li dora Zîggûratê nîşan bidin ku pêkhatina prototîpa civaka dewleta nû misoger dibe. Pêşketina civaka dewletê bi awayekî berçav çavkaniya xwe Sumer e. Ev mînaka pêşî ya ku bandora xwe li tevahiya sîstema me ya şaristaniyê kiriye, hema bibêjin misoger e ku vedîtina Sumeran e. Jixwe mînakên din jî yên ji Misrê heta Çînê heman rê dişopînin. Dewlet-civaka şaristaniyê bi rastî jî di ‘malzaroka perestgehên rahiban’ de çêbûye. Em li mînakeke din a berçav rast nayên ku bi awayekî din meyiya be.
Em niha di çarçoveya şîroveya xwe ya li ser mînaka Zîggûratan de dikarin bibêjin; bi civaka Sumeran serdema qralên pêşî yên bi maske û li piştperdeyê destpê dike. Qralên pêşî yên bi maske rahibên Sumeran bûn, li pey wan jî qralên nixumandî (yên bi kincên polîtîk) paşê tên. Hem jî bi çi xummînî û meşa bi ezamet!
f- Em dibînin piştî dewlet-civaka rahiban dewleta xanedaniyê tê. Pêşketineke civakî ya mîna civaka bi dewlet manebarkirî ye, û ev yek rola rahib di vê de derdixe pêş. Berê pêşî ji bo plansazî û rewakirinê hewcedarî bi mirovên zîrek û kûpê aqil heye. Avakirina civakekê di rojevê de heye ku divê xwe îspat bike. Zehmet nîne ku mirov şîrove bike, ev yek bi hêza eskerî û polîtîk nabe. Ji bo bikaranîna zorê, hewcedarî bi civak û sîstema wê ya rêveberiyê heye ku divê li bazirganî û hilberîna zêde vekirîbe û xwe gihandibiyê. Di vê çarçoveyê de divê civaka nû xwe bi sazî kiribe. Eger hêza eskerî û polîtîk civakeke bi vî rengî bi sazî bûye zevt bike, maneya xwe heye. Naxwe ji çêkirina aloziyê wêdetir bi roleke din ranabe.
Bêguman dîroka xanedaniyan li Mezopotamyayê kevn e, û bi hêz e. Piştî ku etnîsîteyê xwe bi nasnameyên cuda îfade kir, her eşîr-qebîle di nava nîzama xwe de ji bo parastina eşîrê, ji bo bicihkirina wê li deverên bi bereket û ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin li dora kesekî xwedî tecrûbe û ezmûn civiyan. Ev jî pêşketina xanedaniyê bû. Muhtemel e, malbatek an jî qebîleyek di nav de bel bibe. Yan ê rêveberiya eşîrê çêkin an jî wê bixin destê xwe. Riza endamên eşîrê bêguman diyarker e. Di nava wan de têkiliyên xizmtiyê xurt in. Ji xerîban re cih tine (Eger bi awayekî munasib bikevin nav û di navê de bihelin dibe). Bi taybetî di dema şikilgirtinê de weke nasnameya civakî piştî qelsbûna nasnameya klan nasnameya herî bi hêz e. Tê gotin, ev pêşketin di dîrokê de B.Z. di salên 5000 de çêbûye. Çavkaniya xwe civaka Sumeran nîne. Bi îhtîmaleke mezin pêşketina eşîretê bi komên pêşî yên çand-zimanê Aryen pêk hatiye. Pêşketineke bi heman rengî li cem Semîtîkan belkî jî hînê kevintir e, û tê gotin B.Z. di navbera salên 9000-6000î de çêbûye.
Em bi hêzbûna xanedaniyê li Mezopotamya Jêr heta salên 5000î B.Z. dibînin. Dema El Ubeyd (Navend Erîdû B.Z. 5000-4000) ya beriya dema Ûrûkê behsa wê tê kirin ji aliyê xanedanan ve bi hêz bû. Lê em nabînin ku gav diavêjin dewletbûnê. Zêdetir delîl û belge hene ku ber bi kolonîtiyê ve çûne. Di navbera salên 5000-4000 B.Z. de em dibînin malbatên mezin ên Semîtîk di nava tebeqeyên çandî yên Aryen de bi cih dibin. Kolonîtiya Semîtîk a pêşî li tejaneya Dîcle-Firat a Jor xuya dike.
Divê mirov xisleteke xanedaniyê baş fêhm bike. Ji ber ku ev xislet roja me ya îro jî ji nêz eleqedar dike. Ew jî ev e: divê malbat bibe xwediyê gelek kuran, ev hîmê bingehîn ê îdeolojiya xanedaniyê ye. Daxwaza sereke ya îdeolojiya xanedaniyê zewaca bi pirr jinan û çêkirina gelek kuran e. Sedema vê yekê ya divê mirov fêhm bike hêza polîtîk e. Rahib bi hêza ‘maneyê’ pêşengtî dikir, kesê bi hêz ê xanedaniyê jî bi hêza ‘polîtîk’ rola pêşengtiyê bi cih tîne. Di guhnedana têgîna hêza polîtîk de dibe ku zor derkeve holê. Di guhnedana hêza rahib de jî hêzeke manewî ya weke ‘xezeba xwedê’ bandoreke bi tehlûke ya hişyar dike, pêk bê. Serçavkaniya hêza polîtîk jî hêza eskerî ya di bin destê zilamê xurt de ye. Di dema berê ya nêçîrvaniyê de, nexasim di dema jin-dayik bi bandor de, hema bibêjin; mêr bêgav e, û cih lê teng bûye. Ji bo mirov vê diyardeyê bi kurtî fêhm bike, divê mirov nîzama jin-dayikê û li rastiya malbatê serwext bibe: di dema jin-dayikê de mêr an diyar nîne, yan jî bintûte ye, gelekî li ber çav xuya nîne. Jin-dayik wexta zarokan tîne, wisa di wê rewşê de nîne ku bi mêrê jê hez dike eşqê bike. Eşq û civaka cinsiyetperest hînê di rojevê de nîne. Jin bi ti ben û tayî ji bo pîrektiyê bi mêr girêdayî nîne. Mêr jî di wê rewşê de nîne ku li ser jinê serwer bibe û jêre bibêje ‘tu jina min î’. Nêçîrvanî karek e ku xwe pê mijûl dikin û ne berdar e, wexta nebe jî zêde qîmeta xwe nîne. Di nava civakê de hîn ew rewş nîne ku bibêje; ev zarokên min in. Zarok ên jin-dayikê ne. Jin-dayik li gorî xwezaya xwe di wê rewşê de nîne ku li pey şehweta xwe biçe û ji bo zewqê têkiliya cinsî deyne. Bi qasî her ruhber û zindiyî seksualîteyeke wê heye. Têkiliyeke cinsî ji bo zêdebûnê heye. Jin-dayik zarokan mezin dikin, ji ber ku zarok ji wan in. Ji ber ku ew zarokan tîne û xwedî dike, vî mafî jî bi dest dixe. Ji lewra di demekê de ku ti maneya diyarbûn û nediyarbûna bavbûnê di nava civakê de nîne, behsa mafê bavtiyê jî kirin kelevajiye û heta tiştekî dûrî aqilan e. Lê xuşk û birayên jin-dayikê girîng in. Ji ber ku bi wan re mezin bûye. Xal û xaltîk hêza xwe ji vê huqûqa kevin a jin-dayikê digirin. Malbata jin-dayikê wê wextê ji xal, xaltîk (eger hebe zarokên wan) û ji zarokên wê bi xwe pêk tê. Gotina ‘malbata dayikanî’ jî vê mijarê îfade dike. Jin-dayika li serê quncika neolîtîkê rûniştî û çanda civakî ya xwedawendiyê ya ji wê çêbûyî mirov dikare bi vî awayî şîrove bike. Ji bilî xalan mêr bintûte, hebûn û tinebûna wan zêde li ber çavan xuya nake. Mêrtî û bavtî hînê çênebûye.
Xanedantî weke îdeolojî û pratîk di encama berepaşkirina vê nîzamê de pêş dikeve. Di vê nîzamê de ku weke nîzama ‘bavikanî’ jî tê bi navkirin tecrubeya ‘kalemêr’, ‘hêza eskerî ya di bin destê zilamê xurt de’ û bi hevgirtina şaman ê şiklekî rahibê berî pîroziyê, rêveberiya bavikanî şax û kokên xwe ber didin.
Ezmûnên kalemêr serhatiyên wî yên jiyanê îfade dikin. Mirov dikare civat-meclîseke kalemêr û rûspiyan bifikire. Di lîteraturê de rêveberiya kalemêran a jêre dibêjin jerontokrasî di nava eşîrê de zû pêş dikeve. Kalemêr kesekî bi aqil e ku pê dişêwirin. Civat hewceyî wî ye. Ew jî van ezmûn û serhatiyên xwe bi kar tîne û hewl dide zehmetiyên ji ber kalbûnê dikişîne kêm bike. Di nava civatê de bi vî awayî mêzînek di navbera aliyan de çêdibe.
Zilamê xurt ew mêr e ku bi nêçîrvaniyê gihiştiye hêza xwe û dixwaze ji çembera jin-dayikê rizgar bibe. Hêza wî ya fizîkî û bi awayekî serketî bikaranîna wî ya teknîkê şensê wî zêde dike. Bi ciwanên ku dixwazin ji van xisletên wî sûdê bigirin bi wan re yekîtiyekê datîne û bi vê yekê re serketî dibin. Belkî jî di dîrokê de eskerên xulam ên pêşî bi vî awayî çêbûn. Zilamê nêçîrvan di dîrokê de eşkere ji jinê zêdetir serdest bûye. Hevgirtina bi kalemerên qebîleyê re, bavpîrtiyê li hemberî dapîrtiyê xurtir dike.
Xeleka dawî ya bi wan re hevgirtinê dike, yên derman didin civakê û xwediyên mûcîzeyan Şaman in. Fonsiyonên hevpar ên rahib û sêhrbaz li cem henin. Perwerdekar e; belkî jî di civakê de pisporê pêşî ye. Hinekî bi qeşmerî be jî pisporiya şaman di nava civatê de bi sazî dibe. Şaman zêdetir mêr e. Di avakirina xanedaniyê de bi hevgirtina bi van hêzan re nîzama dapîrtiyê derbeke mezin dixwe. Em di metnên Sumeran de şopên têkoşîneke mezin di navbera wan de dibînin. Mêr di bin vî nîzamî de hem xwediyê zarokan e, bav e; hem dixwaze bibe xwediyê gelek zarokan (ji bo hêzê bi taybet jî zarokên kur), hem jî xwe dispêre van û danehevên jin-dayikê hemûyan desteser dike. Pergala milkiyetê pêş dikeve. Li kêleka milkiyeta kollektîf a dewleta rahib, milkiyeta taybet a xanedaniyê jî çêdibe. Bavtiya ji zarokan re ji vî alî ve jî hewce dike. Ango ji bo mîrate ji zarokan re (bêtir jî mêr) bimîne mafê bavtiyê şert e.
Xanedantî îspat û nîşaneya nêzîkbûna civaka çîna bavîtî û bavpîrtiyê ye. Xanedan dema xwe li dewleta rahib radikişînin hêza xwe ya eskerî jî bi kar tînin û bi vî awayî ‘şoreşeke polîtîk’ dikin. Di metnên Sumeran de mirov gelek şer û serûbinbûnên polîtîk ên bi vî rengî dibîne. Jixwe piştî bajar-dewletên Ûrûkê sîstema ‘dewletên Ûrê’ ya hat avakirin karektera xwe xanedantî ye. Xanedantiya I., II. û III. ya Ûrê vê pêşketinê destnîşan dike. Rêveberiya xanedantiyê li gorî rêveberiyên teolojîk ên rahiban, sîstemeke hînê laîk polîtîk xuya dike. Xwedayên nû têne çêkirin. Rahib êdî ketine rewşekê ku bûne alîkarê lîderê siyasî. Dîsa jî rola wan mezin e. Lê piştre her biçe wê hêza wan kêm bibe û wê bibin hin kesên ji rêzê yên bi propaganda nîzamê pîroz û rewa dikin. Yên dewlet ji wan çêbû ango xwedayên bi maske êdî li dereceya duyemîn û sêyemîn di xizmeta qralê li piştperdeyê de ne. Ji bo ku zirxê rewabûnê yê çîna rahibên dewlet saz kirî bi kar bînin, êdî wê texsîr nekin xwe weke ‘qral-xwada’ bidin zanîn. Her roja biçe çîn û tebeqetî wê xurt bibe, hejmara bajaran zêde bibe û bi vî awayî civaka em jêre ‘şaristaniya Sumeran’ dibêjin wê mayîndebûna xwe piştrast bike û xwe bi sazî bike. Rêûresma xanedantiyê ya di civaka Rojhilata Naverast de gelekî kevn e, xwe heta roja me ya îro aniye. Li Rojhilata Naverast pêşneketina sîstemên weke cumhûriyet û demokrasiyê
têkiliya xwe ji nêz ve bi dewletbûnên çavkaniya wan rahib û xanedan re heye.
Modela civaka şareza ya Sumeran herî kêm bi qasî modela neolîtîkê pêşketina şaristaniya li dinyayê diyar kiriye. Weke têgîn cihêwaziya ‘Şaristaniyê’ ji ‘çandê’ bi çînîtî û tebeqetiyê re eleqedar e. Şaristanî têkiliya xwe bi çanda çînî û dewleta wê re heye. Bajarîtî, bazirganî, îlahiyat û bisazîbûna zanistê, pêşketina eskerî û polîtîk, li şûna exlaq derketina pêş a huqûqê, cinsiyetperestiya civakî ya mêr nîşaneyên serdest ên civaka şareza ne. Mirov ji tevahiya van xisletan re bi maneke din dikare bibêje; çanda civaka şareza. Di vê rewşê de herdu têgîn jî dibin hemwate. Di heman maneyê de wê bêne bikaranîn. Mîna belavbûna li dinyayê ya çanda civaka neolîtîk a çavkaniya wê Hîlala Bi Bereket, pêvajoyeke mezin a duyemîn bi heman rengî li pey wê tê. Vê carê erdên Kevana Bi Bereket ên bi rola ‘dergûşa şaristaniyê’ rabûn, ewladê xwe yê za û mezin kir (êdî keçik nîne, kur e) wê bi keçikên gihiştî yên dinyayê re bizewicîne û xwe zêde bike. Ev şibandin li cih e. Em dikarin qebûl bikin ku keçên xwedawend-dayikê di belavkirina çanda neolîtîkê de her devera lê gihiştin bi sazî kirin. Civaka şareza ya çanda serwer a mêr îfade dike, li deverên belavbû tê maneya bi sazîbûna zarokê kur. Mêrê xasûk zaroka keç kire pîreka xwe û bi xwe ve girê da. Ji neslê wî (civaka bi giranî jin wê di nava civaka mêr têde serwer de bihele) wê her mêr zêde bibin û mêrtiya şaristaniya me wê heta îro zêde bibe, bi hêz bibe û dewam bike.
(SIBE DEWAM DIKE)