MSD’ê êrîşa li Minbicê şermezar kir û got ku êrîşa li dijî sivîlan têkçûna dewleta tirk û hevkarên wê nîşan dide.
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşa li dijî meşa ku li navçeya El-Heya ya Minbicê pêk hat daxuyaniyek da û got ku êrîş têkçûna êrîşkaran nîşan dide.
Daxuyaniya MSD’ê ku li ser malpera wê ya fermî hate weşandin, wiha ye:
“Aramî û ewlekariya li bajarên Bakurê Sûriyeyê di salên derbasbûyî de pêk hat, rastiya nimûneya jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de nîşan dide. Şêniyên herêmê bi zanebûna xwe karîbûn çarenûsa xwe ya hevbeş ferz bikin û aramiya ku li tu herêmên Sûriyeyê wekî wê nîn e, pêk bînin. Tiştekî xwezayî ye ku şêniyên Minbicê sekneke birûmet li dijî destwerdana dewleta tirk û çekdarên tundraw di kar û barên hundir de derkevin.
Di 5’ê Tîrmeha 2018’an de şêniyên Minbicê li navçeya El-Heye li dijî destwerdana tirk û dagirkeriya Efrînê meşek li dar xist. Meşvan bi teqîneke terorîstane hatin hedefgirtin. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 22 sivîl birîndar bûn. Ev tenê ji ber ku helwesta xwe li dijî siyasetên dewleta tirk ku aramiya herêmê binpê dikin, anîn ziman hate kirin. Armanc ji meşê derxistina rastiya dagirkeran û aşkerakirina siyasetên wan ên xerabkariyê li bajarên Bakurê Sûriyeyê ye.
Ev êrîşên ku sivîlan hedef digirin, îflasa çeteyan û aliyên piştgiriya siyasî û leşkerî dide wan nîşan didin. Armanca êrîşkaran ew e ku tevliheviyê di nava sivîlan de belav bikin û terora xwe li ser wan ferz bikin. Wiha jî dengê gel ên kiryarên dewleta tirk qebûl nakin, rawestînin.
Ev êrîşa terorîstane, cihê şermezariyê ye û karîseyek li dijî tevahî mirovahiyê ye. Lê dê israr û berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran zêde bibe. Gelê me ji bo parastina bajarê xwe bi israr e û dê li dijî hemû cureyên destwerdanan derkevin. Ev êrîşa hate kirin jî heger nîşaneya tiştekî bike, lawaziya êrîşkaran û yên piştgiriya wan dike, nîşan dide. Hemû hewldanên wan ên li dijî şêniyên bajarê Minbicê têk çûn.”