Artêşa Tirk a dagirker dixwaze, bajaroka Tadîfê ku niha di destê çeteyê Ehrar El Şerqiye yê ku di nava OSO yê de cih digre, bide rejîma Surî. Lê belê çete, li hemberê vê derket û di navbera çete û rejîmê de pevçûn derket.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar el Şerqiyê ê ku giredayî Erebîstan û Misirê ne û bi pêşengiya DYA’yê( ABD) bi navê ” herêma biewle” di sînorê Urdunê re derbasbûye û ketiye sînorê Dêra Zorê, pirsgirêkên ku pevçûn derbixe holê hat jiyîn.
Doh li bajaroka Tadîfê ê ku li başûrê Babê cih digire, piştî rejîm ser bajêr de çû di navbera artêşa rejîma suriyê û çeteya Ehrar el şerqiyeyê de şer derket. Û ser vê bûyerê Ehrar el şerqiye daxûyanî da û got “ger ku Dewleta Tirk a dagirker me bide sekinandinê û astengiyan derxîne em ê êrîşê wan jî bikin.”
TIRKIYE WÊ BIBE HEDEF
Hate zanîn ku bi piştgiriya Erebîstanê Ehrar el Şerqiye, êrîş bir Tadîfê ku rejîm ser bajêr de diçû û heta termînalê pêşve çûn. Dewleta Tirk a dagirker ê ku dixwaze bajêr bide rejîmê bertek li hemberî êrîşa Ehrar el Şerqiye da û li ser vê bertekê Ehrar el Şerqiye got ku ” ev êrîşên ku ji bo piştgiriya gelê Dêrayê me daye destpêkirin em ê ranewestînin û ger ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî me bisekine em ê êrîşê wan jî bikin.”
LÎWA EL TEWHÎD JÎ DERKET SER DIKÊ
Di wêne û vîdyoyên şerê Tadîfê ku Ajansa Mezopotamyayê bidestxistiyê de, çeteya Ehrar el Şerqiye, di fermandariya Şêx Ebû Xewla de xwe wek Lîva El Tewhîd bi nav dike û dibêje ” em ber bi termînalê ve pêş diçin û em ê bajarokê ji rejîmê paqij bikin.” Di heman wextê de kom dibêje “em ne ji bo pere ji bo piştgiriya gelê Dêrayê û di riya Xwedê de şer dikin.”