Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya qonaxa duyemîn a Hemleya Bagera Cizîrê di navbera 24/06/2018 û 05/07/2018`an gelek rêzeçalakî li hemberî çeteyên DAIŞ`ê lidarxistine û encama wê bi raya giştî re parvekirine.
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk encama rêzeçalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê lidarxistine bi riya daxuyaniyeke nivîskî weşandine.
Daxuyanî wiha ye:
˝Di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleya Bagera Cizîrê de û piştî rizgarkirina bajaroka Deşîşa ya başûrê bajarê Hesîça ji çeteyên DAIŞ’ê. Hêzên me di navbera 24/06/2018 û 05/07/2018’an de, rêze-çalakiyên leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn. Û hemle ji herdû aliyên Şedadî û El-Hol ve hate dewamkirin, tê de 330 K.M² di nav de jî 31 gund hene hatin rizgarkirin:
Gundê Tiwêmiyê – Se’ida – Soyan – Hewîca – Reyhaniyê – El-Seracî – gundê Xedîr Ebdella – Elmedîna – Wadî Elşok – Celxem – Xêra xerbî – Zixîr – Eldebça – Cilêb Neda – Xêra şerqî – Seqar – Wadî Ebû Hemdî – Wadî Elşeca – gundê Sehayêm – Kulêb foqanî – Elsîha – Ebû Fas – Riwêh – Xezîm – Mişêrfa – Kulêb Tehtanî – Abar Elebid – Elecraş – Elecrûş û gundê Kelka. Tevî dehan mezre’a û rizgarkirina bi sedan sivîl û teqandina gelek mayînan.
Di nava şerên rizgarkirinê de, hêzên me zêdeyî 4 caran bi çeteyên DAIŞ’ê re bi hemû cureyên çekên giran – nîv giran û sivik jî ketin nava pevçûnan.
Herwiha doh Pêncşemê jî, li herdû aliyên şer, pevçûnên giran di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de bi hemû çekan rû dan. Û çeteyan hewl dan ku pêşdeçûna hêzên me asteng bikin lê ew hewldana wan têk çû û di encamê de (4) çete hatin kuştin û (8) jî dîl hatin girtin.
Û gelek çek û cebilxane ji aliyê şervanên me ve hatin desteserkirin:
Alavek bêtêl di pevgihandina di navbera çeteyan de dihat bikaranîn.
(3) kilêş
(1) M 60
(1) R B G
(1) Alavek hiyatra û gelek bombeyên destan tevî embarek topên hewanê û di nava şer de şervanekî me şehîd ket û (3) jî birîndar bûn.
Herwiha balafirên şer ên koalisyona navnetewî (4) darbe li baregehên DAIŞ’ê xistin, tê de (8) çete hatin kuştin û (2) erebe û (1) motosîkletek hatin teqandin herwiha baregeheke çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hate rûxandin˝.