2- ŞÎROVEKIRINA RAST A CIVAKA ŞAREZA:
Em hewldana xwe ya şîrovekirina civaka Sumeran hinekî din berfireh û giştî bikin, ev yek ê hêza me ya fêhmkirinê zêde bike û bêtir mejiyê me rohnî bike. Ya divê mirov bike ew e ku divê şaristaniyê analîz bike û ji hev derxîne; maskeyên sazî û zêhniyetên xurt hevdu girtine daxîne, bike ku rûyên li pişt wan, berjewendiyên wan ê rastî û rewşa wan berçav di nav civakê de zelal xuya bike. Bi îdîaya kaltî û pîrtiya şaristaniya qedîm a dîrokî-civakî radibe û xwe bi dabeşkirina dîrokê ya bi navên ‘serdema nû, serdema nêz’ dixwaze xwe ciwan û teze nîşan bide. Di vê de rewşeke seyr û xerîb heye. Ciwantî dema zayîn an jî dema nêz a zayîna diyardeyekê îfade dike. Eger weke ku me îspat kir, şaristaniya civaka Sumeran kêliya destpêk an jî zayînê temsîl dike, wê wextê divê ciwantî jî li gorî wê were diyarkirin. Di vê rewşê de wê baş were fêhmkirin ku sifetên weke nû û ciwan ji xapandinê wêdetir tiştekî din nînin û em ê fêhm bikin ku em civaka şaristaniyê ya herî pîr û kal in. Eger mirov demê berepaş bixwîne û ciwan pîr nîşan bide, ev yek ê bibe dewama piştperdekirin û bi maskekirina civaka şareza.
Pirsa divê em bikin ev e: civaka şareza ya em dikarin wê weke şaristaniya bajêr jî bi nav bikin çima evçend hewcedarê maskekirinê ye?
Hostatiya rahibên Sumeran di warê bi maskekirinê de bê rawestan dewam kir. Xwedayetiya di destpêkê de naveroka xwe manedar û bi esil bû, çima bû têgîna sereke ya bêmanebûn û têkbirinê?
Civaka şareza, heta niha gelek fikir li dijî wê û ji bo palpiştiya wê hatine ziman. Lê ya herî bi zehmetî hatiye îfadekirin û bi awayekî serketî nehatiye kirin, rexnekirina şaristaniyê bi awayekî radîkal û gavavêtina ji bo bihurandina wê ye. Ev yek jî serneketina şîroveyên hatine kirin nîşan dide. Hukmekî hevpar e ku tê gotin; li ser xwesteka mirovatiyê ya ji bo azadiyê zext û zordestiyeke mezin çêbûye. Gelek caran tê gotin; ji zû ve gihiştiye sînorekî wisa dewam nake. Hegel dîroka şaristaniyê dişibîne seremoniyeke ‘selexaneyê’52 û bi vî awayî wê mehkûm dike. Saleke wê ya bê şer derbas bibe tine. Jiyana bi zor û zext mîna qanûneke xwezayîbe tê nîşandan. Îstîsmar mîna rêzik û pîvaneke jiyanê tê qebûlkirin. Duristî, pakî û sadetî weke kêmaqilî tê dîtin.
Ez dixwazim bigihîjim vê: divê mirov şîroveyekê bike ku têde cih bide rexneyeke dixwaze ji civaka şareza bibihure. Bi rexnekirina modernîteya kapîtalîst bi tenê civaka şareza li dawiyê namîne û nayê bihurandin, ev yek di serî de Marksîst ji hewldanên gelek ekolan eşkere bûye. Di vê de sedema bingehîn ew e ku civaka şareza ya modernîteya kapîtalîst weke xelekekê pêve ye, nehatiye analîzkirin. Fikra dinyayê ya navend-Ewrûpa hema bêjin dijberên xwe yên herî hişk jî bêtesîr kirine. Çawa ku di têkiliya çanda neolîtîk û şaristaniya Ewrûpayê de, di têkiliya civak û dîroka şaristaniyên berê û şaristaniya Ewrûpayê de jî şîrovekirineke were fêhmkirin yek ji wan xusûsan e hewcedariya me pê heye. Mehkûmiyeta min a di bin zexteke dijwar a vê şaristaniyê de, bi amatorî be jî di vî warî de pêşdebirin û xurtkirina şîroveyê hem weke heqekî, hem jî weke wezîfeyekê datîne pêşiya min.
a- Şîrovekirina şaristaniyê berê pêşî pirsgirêkeke sosyolojiya pêkhatinê ye. Eger şertê bingehîn ê ku ji bo zanist bibe zanist ew e ku mirov di nav çirava pozîtîvîzmê de neperpite, ji cihêwazkirina obje-sûbje bibuhure û bigihîje ‘zanista manedanê’, hingî herî zêde hewcedariya sosyolojiya pêkhatinê bi vê qadê heye. Wezîfeya bingehîn a sosyolojiya giştî teşxîskirin û dermankirin e, çawa ku bijîşk jî teşxîs û derman dike. Sedemeke bi tenê ya zanînê dikare hebe: jiyana em pirr pêve girêdayîne manedar bike. Manedarkirina jiyanê jî wê derfet û îmkanê bide me ku em karibin pirsgirêkên pêkhatinê fêhm bikin û eger hebin aliyên nedurist ên pêkhatinê, em ê karibin ji nû ve ava bikin.
Ji bo zanista manedanê, civaka şaristaniyê lod û gidîşeke pêkhatinê ye ku herî zêde têde zehmetiyê dikişîne. Hebûna vê lod û gidîşa pêkhatinan, yekser û ji nêz ve têkildarî jirêderxistina zanista manedanê û bêmanekirina wê ye. Levîathanek e, mexlûqekî sosret e; çi sîlehên wî hene di dest de, bi ser qurbanê xwe de diçe. Qurbanê wî jî li ber ruh dide. Weke gotina dawî wê yan qurbana wî bi “DEREWÊ” mikur bê, yan jî bi her şêwaz rêbazê “TINE” dike. Mirov vê şaristaniyê, weke helwesteke li cih dikare bişibîne her cure cinawirî.
Lê ev jî helwesteke paşvemayî ye. Tew pênaseya me ya zanyariyê hebe, ev ê tenê xeyalên me (xeyalên cinawiran) yên zarokatiyê be, û jê wêdetir ne tiştekî din. Bi hostayî teşxîskirina cinawir têr nake. Ya divê bi lez û bez were kirin, dermankirin e. Eşkere ye, bi tevahî hewldan û ceribandinên ji bo dermankirinê negihiştinê encamê û pûç bûne. Ez bi hevokekê dikarim rewşa herî dawî rapor bikim; di qonaxa wê ya dawî de lehiya xwînê rabûye, jiyan bi gelek êş, jan û qirkirinê derbas dibin, ya herî xerab birçîbûn û bêkarî, her cure nexweşî û şewb, û talankirin û hilweşandina eko-hawîrdorê (hawîrdora ji bo jiyanê hewcedariya me pê heye). Eger sosyolojiya me ya pêkhatin û azadiyê dixwaze ji loda sergo ya bi hezaran kesên bi navê civaknasiyê kirine, rizgar bibe; divê hêza xwe ya teşxîs û dermankirinê îspat bike. Naxwe weke Adorno gotî, ‘Piştî kampên qirkirinê, bi tevahî xwedayên li ezmanan –qaşo zanyaran- wê gotineke wan a karibin bibêjin tine be.’
Şaristanî ne tenê seremoniyeke ‘selexaneyan’ e, hînê tiştekî zêdetir e; şaristanî qirkirineke dewamî ya azadiyê ye ku ev azadî yekane sedema jiyana mirov e. Jixwe ji vê qirkirinê ya li dawiyê dimîne gincirê jiyanê ye. Bi teşxîseke hêsantir mirov dikare bibêje, piştî ku jiyana azad ji maneya wê hat kirin a jê dimîne şaristanî ye.
Em wexta li jiyana ruhberê herî besît dinêrin, ya em dibînin maneya ew dide jiyanê ye. Maneyeke wisa ye ku dihêle bigihîje mîlyonan cureyî, di nava zinaran de şax ber dide, hewce bike li qutba sar jiyana xwe dewam dike, hewce bike difire, ango hêza teknîkeke bê sînor dide ku gelek vedîtinên mirovan li ber wan nikarin behsa hebûna xwe bikin. Civaka şareza jî ji destpêkê ve bi dekûdolaban, bi derewan, bi zora rêxistinkirî hebûna jiyana herî bi mane bê mane kir û di qonaxa xwe ya dawiyê de bir ber xwekuştinê, gelo ji vê hêza wê pêve ti mane yan jî bêmanetiya wê heye?
Di qonaxa şaristaniya navend-Ewrûpa de sosyolojî bûye sozek ji bo vê hêza wê ji nû ve pê bide naskirin. Çawa ku di Xiristiyantiyê de tê gotin, ev ‘gotina’ dawî ya xwedê ye. Weke pêdiviya bi rêzgirtinê ya ji bo maneya jiyana ruhberekî herî besît, divê ev gotin bêne terikandin. Hebûna herî pêşketî ya exlaq, nikare evçend neheqiyê bi tiştekî rave bike. Em careke din bi bîr bixin: GOTINEKE BI TENÊ YA ÎLAH BIBÊJIN NEMA YE.
Ya weke dîrok bi me dane qebûlkirin, ma ne çîrokên damezrandin û hilweşîna saziyên dewletê û saziyên neyekser bi ser wan ve ne? Ma ne armanca bi tenê ya van dîrokbêjan ku mijara wan mezinbûn û serberjêrçûna xanedanan e, qal bikin çawa xanedanan bi dekûdolaban û bi darê zorê taca desthilatdariyê bi dest xistine û bûne ‘şivanê keriyan’? Ma ne armanca bi tenê ya vê yekê jî îstîsmarkirina hirî, şîr û heta hewce bike goşt û çerm e? Kîjan çîroka qehremaniyê ji zordariyê azade ye? Kîjan ji îstîsmarê dûr e? Yên ji bo eşîr, qewm û dînê xwe rabûne, kîjanî îspat kiriye ku ji bilî taca desthilatdariyê xwedî nirx û buhayekî ye?
Civaka şareza ya qadeke wê ya mirov lê bimîne û saleke wê ya bê şer nema ye, ma bi rastî ji bilî navê saziya ‘selexanê’ navekî din ê manedar heq dike?
Yên weke pêşketinên zanistî, huner û teknîkî çîrokên wan têne gotin, kîjan bêyî serê mûcîdên xwe yên rastî nexwaribin an jî nehatibin desteserkirin pêkhatine? Rastiya bi çîrokî weke nîzam, aramî û aştiyê tê vegotin ma ne bêdengiya berxikan e, yan jî ma ne seansên şanoyê yê behsa stûxwarkirina li evdan (kole, benî, serf, karker, kedkar, bi tevahî bindest) ne, ma ji vê zêdetir maneyeke hûrûkûr heye? Pirsên der barê şaristaniyê de bê sînor zêde dibin û xwedî maneyeke hûrûkûr in. Ya hînê seyr û sosret ew e, ka çawa diwêrin bi zirzopî van çîrokan weke dîrokeke serfiraziyê, dînê pîroz, destanên delalî û eşqê, vedîtinên harîqa, xeyala cennetê ya ku mirov ê rojekê bigihîjinê, dostanî, camêrî û hevgirtinê weke meşeke mirovatiyê ya qederwarî û mutleq pêşkêş dikin.
Bêguman ji van pirsan armanca min ew e ku pir rêza min û eleqeya min ji bo bîranîn û gotinên negotî yên wan têkoşerên jiyanê heye. Ew jiyana jî bi tenê maneya wê azadî ye. Qehremaniya birra, pîrozî, destanwariya eşqê û hevrêtiya têkoşerên jiyanê di bingehê xwe de tev ji bo jiyanê ne û hurmeta min ji bo wan heye. Dareke gulê ji bo parastina gulên xwe yên delal xwe bi stirî û dirîk dike, eger weke dara gulê hewcedarî bi vê yekê hebe, ji bo hêza maneyê belkî ji bo parastina jiyana mirovê azad a bi qasî bêserûbiniyê delal e, divê mirov zanibe şer bike.
b- Em niha ji hukmên xwe yên exlaqî derbasî hukmên xwe yên teorîk bibin. Di dema modernîteya kapîtalîst de gelekî behsa têgîna ‘çînayetî’ ya dijberan dikirin, nexasim rola wê ya di nav herikîna dîrokê de û bi giş aliyên wê fêhmkirin gelekî girîng e. Naxwe wê bibe ‘benîştekî demagojîk’ ê zêde tahmsarkî û amûrekî piştperdekirina zanista manedanê û ne tiştekî din. Ji bo çînayetî bi rastî were fêhmkirin xusûsa pêşî ya divê were zanîn ew e ku lebatên weke ling û dest organîzeya wê ya hêzê pêk tînin. Ev lebat bi serê xwe ti qîmeta wan a maneyê nîne. Belkî şibandina me zêde sosyobiyolojîk e, lê di cih de ye. Herhal ne ya guftûgokirinê ye ku em bibêjin; desthilatdariya di civakê de, Levîathanê di civaka şareza de hêza herî organîzekirî ye. Eger em dewletê bi rengê ku di civaka çînayetî de bi giştî îstîsmar û zordariyê pêk tîne şîrove bikin û em bibêjin dewlet ji yekparebûna têkiliyên herî pêşketî yên desthilatdariyê pêk tê, ma ne hingî yên di bin zordestiyê de û yên têne îstîsmarkirin jî parçeyên vê tevnê yên jê nabin pêk tînin? Ne tenê dewlet, ma Şaristanî ji dîn heta ekonomiyê pêkhatineke yekpare û hêza rêxistinkirî nîne? Ma ya esas jî kole, serf û karkerê hatiye organîzekirin û bi qasî neyê jimartin tebeqeyên civakî yên ji jor heta jêr pêkanîn, karê bingehîn ê vê hêzê nîne?
Ez divê bi girîngî bibêjim: di rêxistinkirina hêzê de hîç derfet û îmkan nayê dayîn dest û ling bibin sûbje an jî kirdar. Eger desthilatdarî organîzeyeke serketî îfade dike, ji sedî sed li ser kedkarên girdomirdo dibîne serdest bûye. Herçend ev berê hebe jî di şert û mercên desthilatdariyê de qîmeta wê ya sûbjebûn û kirdariyê wenda dikin. Ji ber vê yekê, ji Spartakus heta Komunarên Parîsê şensê serketinê yê serhildanên kedkarên kole tineye. Bi şertekî heye: eger ji bo desthilatdariyê qîmeta wan a bibin xwîna teze hebe! Ev yek jî tê wê maneyê; ji bilî ku bibin movikeke bi ser civaka şareza pêve ti çareya wan nîne. Ezmûna sedûpêncî salî ya sosyalîzma zanistî mînakeke balkêş a xulaseya vê rastiyê ye.
Baş e, gelo di navbera kirina nava çarçoveya têkiliyên desthilatdariyê û van encaman de pêwendiyek nîne? Xusûsa divê were fêhmkirin ew e ku asta girêdana çînayetiyê û çawatiya wê bi desthilatdariya fermî re çi ye; çînayetî bi serê xwe weke çalakiyekê mane yan jî qîmeta xwe heye yan na. Tebeqeya jor a çînayetiyê çi efendî, senyor, patron û bûrjûva be, çi jî tebeqeya jêr kole, serf û karker be, di têkiliya bi desthilatdariyê re heman nêzîkatiya îdeolojîk-polîtîk tê fêhmkirin. Îtîraza di nava xwe de dikin zêde qîmeta wê nîne. Ev têkilî û tevneke welê ye, bi hezar ben û girêkan bi hev ve ye. Tu li ber yekê rabî, yan jî biqetînî, 999’ê wan yekser û tavilê li ser kar in. Cihê qetandî girê didin an jî bi hev ve dikin, yê qetandî jî heta baş girê nedin bernadin. Hewce bike serê wî jî jê dikin.
Em di pêşnûmeya pêşî ya dewlet-desthilatdariyê de ya şefên xanedan û rahibên Sumeran avakirin, di têkiliyan de li rewşa xebatkar û kedkarên qebîleyê bifikirin. Xebatkarê rahiban dest pê kiriye wî dikin evd, pir giran di bin bandora xwedayên nûçikirî û rewa yên du qatan di ser wî re ne. Jixwe ti hêza maddî bi qasî têgînên pîroz nikare bandorê li ser ferd bikin. Jixwe xebatkar di bin bandora vê rewakirinê de nebe wî nagirin wê derê. Ya duyemîn, li gorî berê wî baş xwedî dikin. Ji xwedîkirinê wêdetir, alternatîfeke din ji bo wî xuya nake. Ya sêyemîn, li gorî berê ji aliyê xwestekên cinsî ve jî bi rastiya horiyên delaliya wan li her deverê belav dibe xeyalên wî têne xemilandin. Ji artêş û medyayên îro qat bi qat zêdetir ji bo stûtewandin û guhdana sîstemê jin têne pêşkêşkirin!
Di çarçoveya çînî de ev evdekî nû yê serhildarê ji bo azadiyê nîne, bibe bibe xayinekî azadiyê ye, yan jî bûyereke ji têgihiştina jiyana azad bêpar e, belkî tiştekî din e. Xanedan jî wextê dikeve nava têkiliyên dewlet-desthilatdariyê dikeve nav heman pratîkan. Şertê pêşî, di nava hêzên hevgirtinê yên sereke de rêxistiniyeke xurt a xwe dispêre berjewendiyên darîçavtir û zexmtir e. Di nava mal û malbatê de, di nava qebîle û eşîrê de ji xanedan re rêz tê girtin û rewşeke wî ya rewa heye ku rê li ber tirsê vedike. Rêûresmên qebîleyê hiyarerşiyê timî mezin dikin. Nerehetiyên piçûk jî yan bi aştiyê yan jî bi şer bi dawî dibin. Di nava guloka van têkiliyan de nabe ku mirov aliyê qels ê xanedanekî ber bi dewletbûnê ve diçe, karektera wî ya çînî nîşan bide û ev ê nebe nêzîkbûneke stratejîk. Ez dixwazim bigihîjim vê encamê: çînayetî yek ji karekterên bingehîn ê şaristaniyê ye. Lê wexta mirov şoreşên çînî ji aliyê maneya stratejîk ve bibîne, ji aliyê teorîk ve bê îmkan nebe jî di pratîkê de ji encamgirtinê dûr in. Bi tevahî desthilatdarî û şaristaniyên ji text daxistine xwarê tevî evd û kedkarên wan daxistine. Desthilatdariyên ji alî kedkar û evdên wan ve ji text hatine xistin yan gelek kêm in, yan jî hebin, desthilatdariya nû dike ku sed carî xweziya mirovan bi ya berê were, weke makîneyeke îstîsmar û zilmê dixebite û jê wêdetir nabe xwedî maneyekê.
Eger mirov dîrokê weke ku bi tenê ji şerên çînî pêkhatiye bibîne, ev ê bibe fikreke zêde reduksiyonîst. Zordestî û îstîsmar şêwaz û sîstema şaristaniyê ye, ango dîroka şaristaniyê xwe bi vî awayî dewam kiriye. Lê îdeolojî, polîtîka û heta ekonomiya vê cuda dixebitin. Ya rastî li dijî çîna teng çîn, şêwazê dîrokê yê herikînê nîne. Em li vir xeternakiya koletiyê, çawa sîstem piçûk dixîne û înkarkirina azadiyê guftûgo nakin. Ya ku em dixwazin şîrove bikin ev e; avabûn û hilweşîna desthilatî û sîstemên şaristaniyê bi mane û stratejiyên din diqewimin, mentiqê çîn li dijî çînê yan bi zanebûn weke şêweyekî nû yê desthilatdariyê tevlî sîstem, şaristaniya desthilatiya heyî dibe yan jî berevajiyê vê, tevî ku li ber radibe jî ji sîstemê re neçar dibe xwîneke nû û teze mîna ezmûnên Sovyet û Çînê. Em vê guftûgo dikin. Belkî jî ev guftûgoyên me yên der barê desthilatiyê de zêde reduksiyonîst bêne dîtin û ji niha ve em bêne rexnekirin ku em rêya rizgariyê ji desthilatiyê û rêya çareseriyê nîşan nadin. Ez jî dixwazim bersiv bidim û bibêjim, ez ê di beşê Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî li ser vê mijarê rawestim. Lê ji niha ve jî ez bibêjim; azadî jî herî kêm bi qasî îdeolojî, polîtîka û rêxistiniya desthilatiyê xwediyê qadeke cuda ya civakî, mentiq û stratejiyê ye.
c- Di roja me ya îro de pirsek di pratîkê de heye û tê gotin; şerê di navbera şaristaniyan de yan jî hevgirtina wan, ev pirs herçend di pratîkê de tê kirin jî maneya wê ya dîrokê hîn berfirehtir e. Civaka şaristaniyê pêkhatineke welê ye; çi di nava xwe de, çi jî di nava şaristaniyên cuda de timî şer çêdike. Mane û armanca çêbûna vê pêkhatinê, çîna xwe spartiyê, ji bo vê zordestî, îstîsmar, timî xapandin û piştperdekirina wê ya rastiyê, karektera wê ya timî şer çêdike baş rave dike. Desthilatî û çînayetî bi xwe şer in. Li derve û hundir çêbûna vê yekê cewherê wê naguherîne. Bi wesifkirinê naveroka şaristaniyan naguhere û nabe ku mirov weke xwedî cewherekî din e nîşan bide. Şerxwaz-aştîxwazbûna wê, yek xwedayî-pirr xwedayî, bi bereket-bê bereket, cahil-şareza, ji yek qewmî-ji qewmên cihêbûna wê, xislet û taybetmendiyên wê naguhere. Hêza wê ya rê dide ber, xwe ji bo fetihkirina tevahiya dinyayê wezîfedar dihesibîne. Xwesteka wê ya dixwaze bibe hêza cîhanê nexweşiyeke bunyewî ye; çavkaniya xwe desthilatdarî ye. Kengî berfirehbûna wê rawestiya êdî paşveçûyîna wê destpê dike. Encama vê xwe vekişandineke normal nîne, encam hilweşîne. Ji ber ku di tevahiya sîstemên desthilatdariyê de ya normal tineye. Weke nexweşiya kansêrê ne, xwe wisa hewce dibînin ku divê yan tine bikin an jî bêne tinekirin. Pirr kes hene ji serek-eşîrtiyeke sûkî li hespê şarezatiyê suwar bûne û xwe kirine xwedê.
Di binê îddîaya xwedayetiyê de hêza tinekirina mirovatiyê heye. Yê yeqîn dike ku wê karibe bi şerên mezin tine bike, wê bawer bike ku dikare mezin jî biafirîne. Ji aliyê derûnî û psîkolojîk ve eger ‘ezezî’ neyê kontrolkirin wê bi nexweşiya xwe zêde mezinkirinê ya bê sînor bikeve. Sîstema şaristaniyê, civaka ku ev nexweşî karibe lê cih bibîne, pêşkêş dike. Tê gotin, ti kesayet û nirxên civakî nînin ku desthilatdarî dejenere neke. Ev nirxandineke bi cewherê desthilatdariyê ve eleqedar e. Ji ber ku şaristanî civakên desthilatdaran e, sîstemên herî zêde bi jiyanê re nakok in. Ji bira bigire heta hevjînê, dost û hogir ti kesê ku ji bo desthilatdariyê neyê fedakirin tineye. Wexta hêzên rêveberiyê yên şaristaniyê bêne lêkolîn, wê were dîtin ku ti qetl û qutûl, bêbextî û dekûdolabên nekiribin nînin. Ji sîstemkirina derewan re polîtîka dibêjin.
(SIBE DEWAM DIKE)