Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ciwanên mertalên zindî ku ev 29 rojin li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nava çalakiyê de ne. Îro ciwanan bi daxuyaniyekê piştgirî dan meşa ku ji 9 bajarên Başrê Kurdistanê bi pêşengtiya Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê pêk tên û silav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Mertalên Zindî îro li Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî dan meşên hemwext ku divê îro li seranserê bajarên Başûrê Kurdistanê werin lidar xistin.
Ciwanên ku piştgirî dan meşên ku dibin pêşengiya Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê de, banga tevlîbûna meşê li gelê Başûr kirin.
Bi navê çalakvanên Mertalên Zindî Hadî Sîpan axivî û got, “29 roje çalakiya me ya Mertalên Zindî berdewam dike. Em ew meşên ku dibin pêşengiya Eniya Nîştîmanî de çêdibin silav dikin. Banga me li gelê me yê welatparêzek ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê bilindtir bikin kuyên ku li hember Kurdan xeta xiyanetê esas digirin, di nava xiyaneta wan de bifetisînin.
Eger em îro li dijî nesekinin wê kî bisekine? Ji ber vê bêyku dereng bikeve divê em zêhniyetên faşîst li ser axa xwe derbixin. Careke din bangawaziya xwe nû dikin û bang li gelê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk dikin ku biin yek û di çarçoveya Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê de berê xwe bidin Qendîlê.”