Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê ya kantona Kobanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de bang li tevahî ciwanan û jinên ciwan kirin ku li hamber dagirkeriyê serî hildin.
KOBANÊ – Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de jinên ciwan yên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku ji aliyê endama jinên ciwan Rohat Hecî Mehmûd ve hate xwendin wiha dibêje.
“Ev sedsalane li Kurdistanê,bin êrîşên qirkirinê kûrbuyîna faşîzmê didome.Bi serkêşiya dewleta tirk a dagirker re êrîşên li ser Efrînê dest pê kir û xwest li Başûrê Kurdistanê jî berdewam bike. Axa kurdistanê bi tehdîda faşîzm re rû bi rû ma.
Dîktetoriya faşîst a AKP, MHP’ê hebûna xwe li ser tunebûyîna kurdan bi êrîşên hovane re her ku çû bilindtir kirin. Li hemberî van polîtîkanyan bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan re di bingeha hilweşandina faşîzm, azadiya gelan de berxwedaniyê bêhempa hat meşandin. di Deşt û çiyayan de bi taybet jî di pêşengtiya hêzên gerîla re derbeyên mezin li van çeteyan dan .Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi berxwedaniya gelan re rû bi rû ma û pêvejoya hilweşandina wê dest pê kir li hemberî gelê Kurd her cûreyên tunebûyîn xist dewrê .bi Efrînê re xwest Kurdistanê di milê demografî de guhartinbidê çêkirin û gelê Kurd bi koçbertiyê re mecbûr bihêle. Dewleta tirk a dagirker û mêtînger bi êrîşên hovane re meskenên gerîlayan û cîhanên sivîlan ev demeke bombebaran dike. Li hemberî vê û di pêşengtiya jinên ciwanên Başûrê Kurdistan re ji her temenê kes berê xwe dan çiyayên Qendîlê.
Ev diyar dike ku pêşengê civakê jinên ciwan in û gelê Başûrê Kurdistan vê dagirkiriyê qebûl nakin. Dewleta Tirk a dagirker tenê xwesteka wî,ne parçeyekî Kurdistanê ye, armanca wî tevahî axa kurdistanê dagir bike. Hêza ku li hemberî vê armancê bisekine bê guman hêza jinê ciwan e. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji bo parastina axa xwe şer bikin.
Di dawiyê de em dibêjin: Divê demê de ji bo kurdan parastina ax ji nan û av pêwîstir e.
Em weke jinên ciwan bangawaziya hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku berê xwe bidin çeperên berxwedanê û parastina axa xwe bikin û li hemberî dagirkeriyê serî hildin.