d- Di civakên şaristaniyê de xisleteke xwe bi sazî kiriye heye ku divê mirov balê bikişîne ser. Em ji vê rastiyê re dikarin bibêjin rewşa civakê ya li gorî desthilatdariyê. Mîna ku jin çawa li ser rêûresma pîrekbûnê ji nû ve were afirandin, desthilatî jî bi heman şêweyî heta civakê ji pîrekbûnê re amade neke, ji hebûna xwe piştrast nîne. Kengî bi tevahî çanda jin-dayikê ji aliyê zilamê bi hêz û yên di xizmeta wî de bi têkoşînên berfireh û demdirêj hat têkbirin û civaka cinsiyetperest serdest bû, pîrektî weke koletiya herî kevin bi sazî bû. Ev çalakiya serdestiyê belkî jî şaristanî hînê bi temamî pêşneketibû di nava civakê de cihê xwe dît. Ev têkoşîneke ewçend dijwar û zêde ye, tevî encamên xwe ji bîra mirovan çûye. Nayê bîra jinê ku çi, kengî û li ku çawa wenda kiriye. Stûxwariya jinê weke rewşeke normal û xwezayî ya xwe dihesibîne. Ji ber vê yekê ti koletî bi qasî koletiya jinê ji dil nehatiye qebûlkirin û rewakirin.
Du encamên vê pêkhatinê yên malwêran û xiraker li ser civakê çêbûne: ya yekemîn, civak li koletiyê vekiriye; bi tevahî koletî li ser hîmê pîrekkirinê hatin meşandin. Pîrektî (jinkoktî, jina ji jintiyê hatiye kirin) ne tenê weke tê zanîn objeyeke cinsiyetperest e.
Taybetmendiyeke biyolojîk bi bîra mirov naxîne. Pîrektî di cewherê xwe de xisleteke civakî ye. Koletî, stûxwarkirin, daqurtandina heqaretê, girî, hînbûna derewan, bêîddîabûn, xwepêşkêşkirin û her wekî din, bi tevahî tevger û helwestên bi vî awayî yên exlaqê azadiyê red dikin ji pîşeyê pîrektiyê têne hesibandin. Ji vî alî ve zemînek e, civak lê piçûk tê xistin e. Zemînê bingehîn ê koletiyê ye. Bê exlaqî, bi tevahî koletî û yên herî kevin, li ser vî zemînê bi sazî bûye kar dikin. Ha civaka şaristaniyê bi nîşandana vî zemînî ya tevahiya kategoriyên civakê têkildar e. Ji bo sîstem bimeşe hewce dibînin ku civakê bi tevahî bikin pîrek. Desthilatî bi mêrtiyê re hemta û hemcewher e. Naxwe wê wextê pîrekkirina civakê ferz e. Ji ber ku desthilatî prensîba azadî û wekheviyê nas nake. Berevajî nikare hebe. Wekheviya desthilatî û civaka cinsiyetperest cewherî ye.
Yewnanî xwediyê yek ji qonaxên mezin ên şaristaniyê têne hesibandin. Li cem Yewnaniyan bi awayekî fermî ciwanên kur weke ‘kurên qûnde’ ji mêrekî bi tecrûbe re dihatin pêşkêşkirin. Min demeke dirêj sedema vê yekê ji hev dernexistibû. Fîlozofekî mîna Sokrates jî di vî warî de weha dibêje: ‘Ya girîng ew e ku kurik timî were bikaranîn û ji aliyê efendiyê xwe ve were terbiyekirin.’ Di vir de mentiq û armanc timî bikaranîna kurikan nîne, zêdetir dixwazin wan bi xisletên pîrektiyê amade bikin. Em hînê bi awayekî zelal û were fêhmkirin bibêjin; şaristaniya Yewnan civakeke bûye pîrek dixwaze. Heta ku ciwanên bi şeref û bi esil hebin ev civak ê çênebe; ji bo ev civak çêbibe divê tevgerên mîna jinan ji dil dawerivînin hinavên xwe û qebûl bikin. Di tevahî civakên şaristaniyan de meylên bi heman rengî hene. Kuriktî (qûnde) di vê civakê de gelekî zêde û belav e. Ketiye rewşeke welê ku her efendî kurikekî xwe heye û ev yek weke rêûresmekê rûniştiye. Girtina kuran a ber destê mêrên xwedî ezmûn ji rêderketineke cinsî û nexweşiyekê wêdetir, girîng e ku mirov wê weke diyardeyeke civakî ya civaka desthilatdar û civaka çînî bi nav bike. Di civaka şareza de desthilatî û seksualîte nexweşiyên civakî ne. Hem jî nexweşiyên mîna kansêrê. Bêyî hevdu nikarin hebin û hevdu zêde dikin: mîna şaneyên kansêrî yên zêde dibin. Jixwe em ê li cem modernîteya kapîtalîst têkiliya di navbera kansêra ferdî û kansêra civakî de bi berfirehî şîrove bikin.
Ez ji wir dixwazim bêm vir: di civakên şareza de zemînê desthilatiyê bi hezarên salan hûrûkûr û bi mîsala pîrekkirinê hatiye amadekirin. Hukmê rêûresma şaristaniyê ew e ku jin ‘zeviyê mêr’ e. Rêûresmên bi heman rengî di nava civakê de jî xwedî hukm in. Mêr divê weke jinê xwe pêşkêşî desthilatdariyê bike. Yê serî rake, isyan bike, li ber xwepêşkêşkirinê rabe, wê hewl bidin bi şer wî amade bikin, wî bînin wê astê.
Eger mirov pêvajoya desthilatdariyê weke çalakiyeke ji nişkê ve ya kesekî, zumreyekê, çîn yan jî neteweyekî bibîne ev yek ê me bixapîne. Belkî hukûmet ji nişkê ve bêne damezrandin, lê desthilatdarî û sîstemên siyasî di civakên şareza de berî her tiştî ji aliyê bi sedan împaratoriyên hov, klîk û her cure hêzên serwer weke çandeke serwertiyê, rêûresm yan jî zevî hatine amadekirin. Çawa ku pîrek mîna çarenûsa wê be li benda mêrê xwe dimîne û vê bendemayînê qebûl dike, civak jî wisa hewceyî desthilatdariyê hatine kirin an weke zeviyekî li benda xwediyê xwe ye, ji bo bê û bajo yan jî ew wisa hîn kirine. Desthilatdarî di civakê de weke çandeke serweriyê heye. Di vê çarçoveyê de gotina Bakunin53 gotî gelekî manedar e ku weha dibêje; ‘Demokratê herî ji xwe razî jî bîstûçar saetan bibe desthilatdar wê xira bibe.’ Min demeke dirêj nikarîbû rave bikira, lê min hewl dida rave bikim ka ev xirabûn çima dibe. Di dawiya dawiyê de ya ez gihiştimê ew e ku zemînê desthilatdariyê vê xirabûnê çêdike. Kursiya desthilatdariyê ya bi hezarên salan e ku bi şer û mêtingeriyên bêsînor, bi îstîsmar û derya xwînê çêbûye, bêguman wê yê li ser rûnê di nava bîstûçar saetan de xira bike. Tenê bi şertekî xira nake: eger ê li ser rûnê mîna îbadet bike xwe biparêze! Desthilatdariya di nava mêtingerî, şer, fen û fûtên bêsînor de hatiye avakirin weke rêûresm, çand û sîstem gelekî bi hêz e, û hema bêjin ji sedî sed mirovan xira dike. Ji bo vê yekê mînaka herî balkêş serhatiya ‘sosyalîzma pêkhatî’ ye.
Ji niyeta baş a damezrînerên sîstemê û dilsoziya wan a bi armancan guman nayê kirin. Baş e, wê wextê damezrînerên sosyalîzma pêkhatî ku gelekî li dijî kapîtalîzmê şer kirin, çawa bû ku bi dilê xwe teslîmî wê bûn? Li gorî min şêweyê wan ê hatina desthilatdariyê û bikaranîna wê, sedema bingehîn a vê trajediya dîrokî ye. Damezrînerên sosyalîzmê li ser çanda civaka şareza bûn desthilatdar. Ango tevî ku îdîa dikirin gelekî li dijî mîrateya mêtinger û bi xwîn a civaka hînî rêûresma desthilatdariya dewletê bûye radiwestin, bihêlin ku xwe ji vê çandê dûr bigirin û li ser xirbeyên wê xwe ava nekin, berevajî xwe bi çar lepan pê girtin. Nexwestin fêhm bikin ku desthilatdarî fahîşeyeke welê ye, ti xwediyê wê yê nikaribe ji rê derxîne tineye.
Di vê mijarê de hin rexneyên hatin kirin jî weke oportunîzmê hatin nirxandin. Ji ber ku Sovyet bi lez ber bi desthilatdariya dewletê ve diçû Kropotkîn54 Lenîn rexne kiribû. Wallerstein, dibêje; Sovyet bi bandora hevpar a sîstema kapîtalîst a dinyayê ve ji hev de ket û hêza wê tinebû ku vê bandorê bişkîne. Bêguman bi vê tespîtê nêzî rastiyê ye. Lê ji destnîşankirina cewherê meseleyê gelekî dûr e. Dîsa Michel Foucault jî wexta dibêje; ji ber ku sîstemê teknîka desthilatî û zanînê bi kar anî bi ser sîstemê ve bû, bêguman nêzî rastiyê ye.
Şîroveyên bi heman rengî ji Komuna Parîsê heta bi bêhejmar tevgerên rizgariya neteweyî, ji hewldanên sosyal demokratan heta bi kominîstan mirov dikare ji bo hemûyan qebûl bike. Her zevî û erd li gorî xwe nebatan digihîne. Li nav zeviyê hezar salan ê zanîn û desthilatiyê bi giştî nebatên azadiyê û bi taybetî jî nebatên sosyalîzmê nagihîjin.
Ji bo vê jî divê teorîsyen û çalakgerên sosyalîzm û azadiyê berî her tiştî zeviyên xwe amade bikin, li nav zeviyê desthilatiyê divê timî nexweşiyên vedigirin û şewbê teşxîs û derman bikin, ya hînê girîngtir jî divê xwe ji her cure sazîbûn û kesayetên weke şitlên desthilatiyê hêşîn dibin dûr bigirin, şitlên xwe, yên bi her şêwe dewlemendiya demokrasiyê, deynin û bigihînin. Naxwe mîna di tevahiya dîrokên şaristaniyan de hatiye dîtin wê bibêjin; min ‘azadî çand’ lê paşê wê bibînin ku ya çandine ti cudahiya wê ji ya sîstemên desthilatiyê yên berê nîne û wê nikaribin xwe ji hezarî caran dubarekirina van mînakan rizgar bikin. Li vir min xwest têkiliya mijarê bi sosyolojiya pêkhatinê re destnîşan bikim, naxwe ez ê bi awayekî berfireh di Sosyolojiya Azadiyê de mijarê şîrove bikim. Li vir weke gavavêtineke nava mijarê min hewce dît hinekî behsa meseleyê bikim.
e- Gelekî girîng e ku mirov di civakên şaristaniyan de bandora rola saziyên weke zanist, felsefe, huner û exlaqê nîşan bide.
Îdîa ew e ku di navbera şaristaniyê û pêşketina dîn, zanist, felsefe, huner û exlaq de têkiliyeke nêz heye. Hukmekî li şîroveyê vekirî jî di vê qadê de ye. Ez yeqîn dikim ku qadên behsa wan têne kirin, me bi awayekî berçav nîşan dabû ku di dema dewleta rahib a Sumer de bi çi armancê û çawa bi awayekî muhteşem hatine avakirin. Dîsa me nîşan dabû ku qadên behsa wan tê kirin cara pêşî li tejaneya Dîcle-Firatê bi çanda neolîtîk rûşên bûne û ruh bi wan ketiye.
Di hîmê têgîna qutsiyetê de qût û zad ê mirov xwe pê xwedî dike heye. Ji ber ku mirov pê debara xwe dike qût û zad gelekî bi nirx û buha ne. Mirov wexta gihiştine gelek qût û zadî, ev yek weke qenciyeke xwedayê ku wî û nasmaya xwe ya civakî wekhev girtine, dîtine û ji lewra jî malavahiy wî kirine.
Di roja me ya îro de jî hewl tê dayîn ku jiyana em bi temamî tênagihin, bi sêhrbazî û avzûnkirî manedar bikin. Dema ev tê kirin têgîna herî zêde serî lê tê dayîn weke şêwazekî rêzik û pîvaneke afirîner `xwedayetî‘ ye. Divê mirov xwedayetiyê û Ellah tevlîhev neke. Ellah di rewşa çanda Semîtîk de hatiye avakirin, xwediyê maneyeke taybet û cihê ye. Di tevahiya civakên mirov de prensîba ‘pêkanînê’ bi xwedayetiyê tê îfadekirin, ji lewra têgîneke welê ye ku li şîroveyê gelekî vekiriye û vê xisleta xwe hînê jî diparêze. Ji hebûneke mîna mirov ê qabîliyeta wî ya têgihiştinê bi sînor e, îdîa bike ku dikare tevahiya gerdûnê şîrove bike, ev yek tê wê maneyê ku em mirov zêde mezin dikin. Mirov ê agahî û kapasîteya zanîna wî gelekî bi sînor e, çi tiştê lê serwext nabe li têgîna xwedayetiyê bar dike û bi vê maneyê ev yek metafizîkeke baş e. Ez yeqîn dikim ku ev jî ne tiştekî welê ye ku mirov jê fikaran bike. Berevajiyê vê, mirov ê weke xwedayê bi tenê were qebûlkirin û ez yeqîn dikim, ewçend xwe mezin dîtin wê nebe maneya gerdûnê.
Rahibên Sumeran dema xweda çêdikirin ji metafizîkeke pêşketî wêdetir, ji bo civakên ava dikirin weke riya ravekirineke hêsan û bandora exlaqî nirxandin. Belkî jî rahiban cara pêşî maneyên guneh û xêrê li têgîna xweda bar kirin û ev yek di çêkirina hisa guhdanê (taetkirin) de bi kar anîn. Xwedê hêdî hêdî dikin DEWLET. Reform jî di vê nuqteyê de ye. Li ser teht û gelek zinaran wexta şêwazê rûniştina rêveberên dewletê ango rêveberên civakê hatin çêkirin di wan de bi taybetî hêza wan a gewî hat destnîşankirin. Wexta Qral li ser navê xwedayê xwe çû şer, pirr bi hostayî berjewendiyên xwe yên di şer de bi maske kirin. Di tevahî, nivîs, neqş û xetan de rêveber weke kurê herî baş ê xwedê tê nîşandan, dijminên wî jî şeytan in ku divê bela xwe bibînin. Êdî hêdî hêdî komeke xwedayan bi gewde dibe. Ev, eşkere pêkhatina rêveberiya nû nîşan dide.
Bi qasî ku di civaka Sumeran de xweda û rêveber hemtayê hev hatine nîşandan di ti civakeke din de ev yek wisa nehatiye nîşandan. Êdî pirsa kî maskeya kê ye, pirr girîng nîne. Bi qasî ku xwedê dikin dewlet, di şexsê çîna rêveber de weke afirînerê mezin, rêveber û hêza çavdêr dibe xwediyê maneyê. Rêvebertî çendîn dibe xwedî xislet, xwedayê wî jî jê kêm namîne. Civak çiqasî bi fazîlet û ferasetê were rêvebirin, ben û tayê rêveber bi xwedayetiyê jî ewqasî piştrast dibe. Ji bo beşekî civakê yê tê rêvebirin her diçe zehmet dibe ku rêveber û xwedê ji hev derxîne. Metafizîka xirab bi van bûyeran re têkildar e. Xwedayetiya hatiye çêkirin êdî ber bi metafizîka xirab ve diçe. Ji vê qonaxê û pêve, bi tevahî civakên şareza ji bo rewakirina rêveberiyên xwe wê bi hêza bi sêhr a xweda û dîn bihesin û wê timî bi kar bînin. Herçiqas xwedawenda berê ya pîroz, ya dizê û pêk tîne di quncikên his û fikrên bindestan û yên tên rêvebirin de cih bigire û bimîne jî dîn û xwedayê dibe dewlet, bi rêya evdên xoşewîst ên rêveber wê eşkere rolekê îfade bike.
Di nava hejmara xwedayan û şêweyên civakan de têkiliyeke balkêş heye. Pirrxwedayî têgihiştina serdema wekheviya di nava qebîleyan de îfade dike. Kêmbûna hejmara wan û li gorî mezinbûnê rêzbûna wan bi protokola rêveberan ji nêz ve eleqedar e. Her diçe ber bi xwedayê sereke ve gav têne avêtin. Ev yek jî dide nîşan ku ji nava rêveberan yek ê derkeve. Di nava têgihiştina xwedayê xuya nake, wêneyê wî nayê çêkirin û derketina dewletê ji destê şexsan û bi sazîbûna wê de têkiliyeke gelekî manedar û tayên balkêş hene ku divê ji hev bên derxistin û analîzkirin. Di vê çarçoveyê de xebateke teolojîk gelekî bi qîmet e ku dikare rêya me rohnî bike.
Li cem hêzên rêveber her diçe cihê xwedê kêm dibe û bi vê re maske jî ji rûyên wan dibin. Li aliyê din zelal dibe ku dewlet tê çi maneyê û berjewendiyên kê îfade dike. Dîn êdî hêza xwe ya rewakirinê wenda dike û weke berê bi hêz nîne. Li hemberî van pêşketinan, civaka şareza bi qasî zordestiyê hêza rewakirinê ya dîn jî bi kar aniye. Taybetîkirin û dewletkirina dîn bi civaka şareza û bi taybetî bi pêşketina rêveberiya wê re bi hev re dimeşin. Ev rewş di dînan de peydebûna mezheban û şeran jî rave dike. Şaristaniyên şer dikin, mezheb û dînên şer dikin bi xwe ne. Berê pêşî şer li ser navê dîn û mezheban tê kirin da ku bi tevahî civakê jî beşdar bikin. Şerên mezin û dirêj ên şaristaniyan timî di bin kirasê şerên dînên mezin de hatin meşandin. Jixwe bi qasî ku hewce nake mirov serê bigire, diyar e ku şer li ser navê Îslamiyetî, Xiristiyantî û Mûsevîtiyê ji bo bibin hêza sereke ya şaristaniya Rojhilata Naverast hatine kirin. Kengî weke îdeolojiyên fermî yên dewletê hatin îlankirin jî rewşa wan a eşkere berçavtir bû. Çawa ku gelek caran hatiye dîtin tiştekî digihîje asta herî jor, di çarçoveya vê rêzikê de girîngiya wan jî piştî vê qonaxê serberjêr çûye. Mezhebtiya muxalif an jî dijber li derveyî civaka şareza her tim weke helwesteke ala serhildêr a civaka marjînal li ba bûye. Hinekî be jî nakokiya çînî nîşan dide. Ber bi roja me ya îro ve di avakirina dewleta netewe ya kapîtalîst de bûne mezheb û wergeriyane şiklekî milletperestiyê. Seferên şer ên xwînrij vê carê jî bi vî kirasê li xwe kirin û maskeyên pê rûyê xwe girtin meşandin.
Di dîroka şaristaniyê de cihê felsefeyê li gorî dîn herçend bi sînor be jî girîng e. Pêşketina zanista manedanê û kêmasiya dîn di warê ravekirinê de hewcedariya bi felsefeyê derxistiye holê. Zanyariya dîroka wê bi qasî dîn kevin, mirov dikare destpêka felsefeyê bihesibîne. Zanyar mirovê difikire temsîl dike û ji teolojiyê cuda xwedî çavkaniyeke maneyê ye. Mirov bi qasî guh bidin berdevkên xwedê serî li fikrên wî didin. Zanyar bi dewlet û şaristaniyê re zêde li hev nînin. Bêhtir girêdayî civaka derveyî civaka fermî ne. Di pêşketina exlaq û zanistê de rola wan diyarker e. Herçend di çavkaniyên nivîskî de xuya neke jî di civaka neolîtîk de jinên dayik-xwedawend û beşê hiyarerşiyê yê dejenere nebûyî nêzî zanyariyê ne.
Em şopên vê yekê di civaka Sumeran de bi xurtî dibînin. Di derketina pêxemberan de gelek zanyar hene. Rêûresma zanyarî û felsefeyê ya Rojhilata Naverast hewcedariya xwe bi lêkolînê heye. Beriya çanda Yewnan felsefe hebû û ev ne ya guftûgoyê ye. Şensê fîlozofên Yewnan ew e ku tevî xisletên bi heybet ê mekanê cografîk şensê wan hebû bibînin şaristanî derbasî qonaxeke din a jor dibe. Çawa ku rahibên Sumeran avakirina dîn û xwedê, tevî avakirina dewlet û civakê bi hev re meşandin, fîlozofên Yewnanan jî di qonaxa jortir de civaka şareza bi nîv dîn û nîv felsefeyê di zikhev de ava kirin û meşandin. Heman kar hatiye kirin: bikaranîna hunerê têgînan. Ya pêşî bi avakirina dîn radibin, ya din jî bi têgînên felsefî bi heman rolê radibin. Xwedayên bê maske êdî wê cihê xwe ji xwedayên bi maske û qralên tazî re bihêlin. Di vê yekê de fikra mirov a bi felsefeyê pêşdeçûyî xwedî rol e.
Di civaka Yewnan û Romayê de ku fikra felsefî roleke bi sînor lîst, wê di civaka kapîtalîst a Ewrûpayê de şoreşeke mezin çêke. Aloziyeke mîna di nava dînan de em li vir di nava pêşketina felsefî de jî dibînin. Di vê aloziyê de di qonaxa nû ya şaristaniyê de para berjewendiyên çînî û neteweyî yên ji aliyê sîstemê ve derketin pêş, gelekî hebû. Kengî bi şerê dînan nakokî çareser nebûn, zêdetir kar ket ser milê felsefeyê. Şerên di navbera salên 1618-1649’an de şerên dawî yên dînan in. Sedsala 17’an jî sedsala şoreşa felsefî ye. Felsefeya di civaka Yewnan û Romayê de roleke bi berpirsiyarî lîst di civaka şaristaniya nû de şêweya sereke ya îdeolojîk e. Ekolên mezin ên felsefî derdikevin. Li aliyekî ‘mirina xwedê’ tê îlankirin, li aliyê din serê qralên li piştperdeyê tê firandin. Bi dewleta netewe re ku bi xwe dibe mîna xwedê, qonaxa dewleta kapîtalîst dest pê dike ku ji qralekî tazî wêdetir tiştekî din nîne.
Şoreşa neolîtîk di hunerê de jî rê li ber şoreşê vekir. Piştî xetên hêsan ên li dîwarên şikeftan, ew dem bi fîgurên dayik-xwedawendê tijî dibin. Berhemên pêşî yên hunerî ev fîgur in. Pêşiyên heykelan têne hesibandin. Bi civaka şareza re fîgurên xwedê û rêveberan di nava hev de têne xêzkirin. Bi zêdebûna erka rêveberiyê û çînayetiyê re rê li hunerê vedike ku bi qasî dîn dewletdar bibe. Nexasim di hunerê Misr, Çîn û Hindê de xweda, qral û rahib hema bêjin ketine nava pêşbaziyekê û xwe li hev radikişînin. Heykel û fîgurên mezin nîşaneya danasîna van hêzan e. Mîmarî jî li ser heman şopê diçe. Xaniyên dînî û rêveberan cihê mîmariyê ne. Perestgeh û qesrên gelekî mezin tên avakirin. Qebrên mezin tên çêkirin. Ev bi tevahî nîşan dide ka di civaka şareza de îstîsmara mirov bi darê zorê di çi asteke xeternak de dimeşe. Ji bo perestgehekê, ji bo pîramîdekê bi tenê, bi sed hezaran mirov heta bibin gincir têne bi karanîn. Bazirganiya mezin dibe jî xwe di fîgurên hunerî de nîşan dide û yek ji rûyên di nav fîgurên hunerî de xuya dike bazirgan in. Bazirganên bi qasî qralan bi hêz jî mirov dikare wan di nava berhemên hunerî de bibîne.
Bi destpêka qonaxa şaristaniya Roma û Yewnan re di mîmariya bajêr de şoreşek çêdibe. Bajarên berê ji kelheyên hundir û derve pêk dihatin, paşê bi mîmariyeke wisa hatin avakirin îro jî mirov li ber wan bi heyranî radiwestin. Di binê vê de berdêla keda heyî, kolekirina beşekî mezin ê civakê heye. Pirraniya keda koleyan di mîmariya bajêr de hatiye têkbirin. Nîşaneya koletiyê jî qebir, perestgeh, kelhe û bajarên mezin in. Ev nîşane di heman demê de nîşan didin ku civaka şareza di nava kîjan xwîn û xwêdanê de hatiye avakirin. Civaka Roma û Yewnan di warê heykeltraşiyê de jî gihiştiye qonaxeke nû. Mîna ku bixwazin bêserûbinîbûna meznahî û xweşikiyê di heykel de bidin xuyakirin.
Çand û hunera Yewnan û Romayê ku bi Ronesansê vejiya, hêza îlhamê ya şaristaniya Ewrûpayê ye. Ewrûpaya dîn lê hukim dikir, bi çanda Ronesansê hinekî li fikra azad vebû û pêre bû xwediyê pencereyeke zêhnî ya nû. Bi bûrjûwaziya ku çîna şareza ya nû ye, huner bi tenê di warê hejmarê de bû xwedî bandor. Careke din wê negihîje heybeta xwe ya berê. Bi tevahî mîmariya bajêr, muzîk, resm û heykeltraşî dikeve xizmeta kapîtalîzmê û dejenere dibe, pîrozbûna xwe wenda dike û huner bi navê îndustriyê bê nasname dibe û weke metayeke bikaranînê wê têkçûna maneya xwe îlan bike.
Mirov dikare serçavkaniya wêje û muzîkê jî bibe dema bisazîbûna neolîtîkê. Muzîka otantîk mîna ku deng û awazê wê demê be. Bilûra şivanan, dahol û zirne, hewaya wê demê ya tije xem û coş îro jî dikarin bidin hiskirin. Mîna ku pêşiyên muzîkê bin. Di dema civaka Sumeran de naverok û şêwe hînê tê pêşxistin. Di qesra qrêl de û di perestgehan de muzîsyen û sazbend xwedî cihekî bûn ku bê wan nedibû.
Destanên devkî hesret û qudsiyeta nasnameya pêşî ya eşîrê bi xweşbêjî û rewanbêjiyeke mezin tînin ziman. Serçavkaniya destanên nivîskî ne. Destana Gilgamêş di dîrokê de metna nivîskî ya pêşî ye. Belkî jî serçavkaniya wêje û heta metnên pîroz e. Gelek metnên dînî û wêjeyî yên Sumeran, ne tenê ji bo vegotinên teolojîk û wêjeya Yewnan çavkaniya îlhamê ne. Di serî de destanên Yewnanan, bi tevahî hûnandinên mîtolojîk, versiyonên destanên Sumeran ên di ser Anatolyayê re derbasbûyî û veguherî ne. Li vir çanda muzîk û wêjeyê ya hinekî veguherî di civaka bûrjûva ya Ewrûpayê de bi romanê di revîzyona dawî re hat derbaskirin û ew kirin pop û wergerandin çanda îndustriyê, bi vî awayî heybet û qudsiyeta xwe ya destpêkê wenda kir û weke di hunerên din de jî kirin metayeke besît a bikaranînê ku bi qedandinê re rûbirû bibe.
Di exlaq de cihêbûna ‘baş’-‘xirab’ têkiliya xwe bi dabeşbûna bingehîn a civaka şareza ve heye. Ji aliyekî ve mesafeya di navbera komên berjewendîperest de rave dike. Bi giştî jî ‘baş’ û ‘xirab’ cihêbûna di nava civakê de îfade dike. Cewherê xwe civakbûyî ne. Girêdana bi civakê ve exlaqê baş îfade dike, dûrbûna jê û nakokiya bi nirxên civakê re jî xirabiyê îfade dike. Ji destpêkê ve damezrandina civakî xwediyê karekterekî exlaqî ye. Ango mirov bi riza xwe û li ser hîmê qudsiyetê bi rêzik û pîvanên plansaziya civakê ve girêdayî ne. Rêzik û pîvanên exlaqî ‘Destûra Bingehîn a pêşî’ ya civakê ye. Di cewherê civakê de exlaq heye. Civaka bingehê xwe yê exlaqî wendakiribe ji hilweşînê nafilite. Rêzik û pîvanên civakî jî di cewherê xwe de girêdana bi nasnameya civakê, zimanê wê û hebûna wê ya xwedayî, û her weha weke ku yekwucûd bin dilsoziya bi endamên din ên civakê re îfade dike û wexta hewce bike di vî warî de mirinê li ber çav digire. Jixwe eger civak kesekê/kesekî ji nava xwe biavêje, ev yek weke mirinê ye.
Huqûq yek ji vedîtinên girîng ên civaka şareza ye. Ji sedî sed bi dabeşbûna civakî, çînî û dewletbûnê re dikeve rojevê. Bingehê huqûqê exlaq e. Lê çawa ku pîrozbûnên dînî kirin dewlet û çawa rê li dewleta dînî vekirin, dewletkirina exlaq jî rê li huqûqê vekir. Huqûq, rêzik û pîvanên exlaqî yên plansaziya civaka dewletdar a nû û berjewendiyên çîna rêveber, mal û milkê wan û ewlekariya wan îfade dike û ev jî ‘Destûra Bingehîn’ a civaka nû ye.
Em mînaka pêşî ya huqûqê gelekî berî qanûnên Hammûrabî li cem civaka Sumeran di metnên nivîskî de dibînin. Ji lewra derketina huqûqê ne Roma û Atîna, dewleta sîte-bajêr a Sumeran e. Di dema Roma û Atînayê de têkiliya huqûqê bi cumhûriyet û demokrasiyê re tê destnîşankirin. Hê bi awayekî fermî û nivîskî bi rêkûpêk nehatiye kirin. Derketina cumhûriyet û demokrasiyê ji bo pêşîgirtina li rêveberiyên kêfî yên dîktatorî yên qraltî û despotîk, gera li rêveberiya kollektîf a giregir, efendiyên civaka kole û kesên hilbijartî yên arîstokrasiyê îfade dike. Herçend em şopên wan di dema civaka Sumeran de nebînin jî em li îfadeyên wan ên pêşî yên fermî û nivîskî di qonaxa pêkhatina şaristaniya civaka Roma û Atînayê de rast tên. Derketina cumhûriyet û demokrasiyê bi bihurandina kaos, alozî û zehmetiyên rêveberiyê û plansazkirinê têkildar e. Di şaristaniya bi mohra bûrjûvaya Ewrûpayê de destûrparezî, komarparêzî û demokrasîparêzî di huqûqê de ji wan mijarên sereke û li pêş in ku herî zêde tên guftûgokirin. Vedîtina wan a herî dawî jî der barê ‘mafê mirovan’ de bû; mohra ferdiyeta zêde dibe û temsîla di asta civakî de berfireh dibe li ser heye.
Divê mirov pêşketina zanistî parçeyekî ji van kategoriyên bingehîn û sereke bibîne. Zanist şêwazekî têgihiştin û serwextbûnê ye. Cudahiya wê ya bi tenê ew e ku beşekî zanînê yê bi ceribandinê her kes jê piştrast dibe îfade dike. Ne bi tevahî agahiyan, agahî û zanînên xwedî maneyeke taybet ên bi ceribandinê mirov ji wan piştrast dibe digire nava xwe. Di çarçove û maneyeke berfireh de agahiyeke ne ya ceribandinê be nîne. Ji hevkirina zanînê bi dualîteyên weke teorîk û pratîk, pozîtîf û metafizîk, ya tê ceribandin û ya nayê ceribandin di civaka şareza de pêş dikevin. Ev rewş girêdayî têkiliya zanîn-desthilatdariyê ye. Di çarçoveya agahiyên zanistî de dîrok sê şoreşên mezin nas dike. Dema yekemîn, bi sazîbûna dema Neolîtîkê ye, ango dema Til Xelef B.Z. 6000-4000 sal û pêve girêdayî yên civaka Sumer li vê şoreşê zêde kirî, dema duyemîn, 600-300 sal B.Z. civaka Atînayê û Anatolya Rojava ye, dema sêyemîn jî salên 1600 P.Z. û piştî wê, dema Ewrûpa Rojava ye. Têkiliya agahiya zanistî bi qonaxên şaristaniyê re eşkere ye. Her qonaxa dîrokî bi şoreşa xwe ya zanistî pêş dikeve. Lê divê mirov zanistê bi dîn, felsefe, wêje, huner û huqûqê re di nava têkiliyeke nêz de bibîne. Zehmet e ku mirov bi cihêtiya di navbera zanist û felsefeyê de bihise. Mirov dikare ji aliyê teorîk û pratîk ve jî li heman bûyerê bifikire.
Bi tevahî mirov dikare di navbera van kategoriyên maneyê û civaka şareza de têkiliyekê deyne û ev yek jî dikare dualîteya mane-desthilatdariyê îfade bike. Ev kategoriyên mezin ên maneyê û îfadeyên wan ên pratîk ji pratîka civaka mirov û zêhniyeta rê li ber vekirî zêde bûn. Beşa bûyî dewlet a civaka şareza wan desteser dike û berevajî dike. Beşa civaka şareza ya bûye dewlet, berê pêşî dest avêt van kategoriyên maneyê û ew li gorî paradîgma û çavkaniyên xwe yên hêzê bi rêkûpêk kirin. Her qonaxa şaristaniyê bingehekî nû yê paradigmayê ango guhertineke bi bingeh a nêrîna li dinyayê bi awayekî sîstemkirî bi rêkûpêk dike. Ev kar an jî bi rêkûpêkirin, li gorî wan gelekî pozîtîf in (diyardeyên berçav) lê ji bo yên têne rêvebirin tê maneya tarîkirin, piştperdekirin û ZINCÎRKIRINA mezin.
Li gorî rêveberiyên eşkere zordariyê dikin, rêveberî rewakirina bi paradîgmayên nû timî esas dibînin. Dîsa yek ji karê bingehîn ê rêveberiyan giranî û berjewendiyên xwe yên weke tevahiya civakê dibînin û heta weke çarenûsa civakê be nîşan didin. Di vê de jî çiqasî serketî bin, ewqasî temenê civakên weke civakên şareza têne hesibandin dirêj dikin. Şaristaniya hêza xwe ya razîkirin û rewakirinê nemîne, wextekê şaristaniyeke herî mezin a cîhanê be jî nikare xwe ji hilweşînê rizgar bike. Weke mînak sedemên bingehîn ên hilweşîna şaristaniya Romayê li hundir Xiristiyantî, ji der ve jî bi koçberiya qewman bûn ku derb li Romayê xistin, rêz û balkêşiya wê jî nema. Komên mirovan wexta bi komên dînî yên nû û komên qewman re bûn yek, hêza Romayê ya bi heybet rewatiya xwe nema û ji hev de ket.
Di vê çarçoveyê de ev saziyên civakî yên em dikarin wan weke kategoriyên metafizîk jî bi nav bikin wexta mirov ser bi xwe bi wan dakeve, heye ku rê li ber berevajîkirinê jî veke. Bêguman rastiyên metafizîk ên ji aliyê materyalîstan pirr bi awayekî çor û hişk hatine rexnekirin, bi serê xwe nabin ku mirov wan weke baş û xirab dabeş bike. Li gorî ku zêhniyeta mirov bêyî metafizîkê nikare debar bike, wê wextê mirov dikare wan bi hev re û bi civakê gelekî girêdayî weke metafizîka baş û xirab binirxîne, ev yek ê ji aliyê rêbazê ve hînê manedartir be.
Şaristaniyên mezin bi giştî şaristaniyên dînî ne. Kengî dîn hêza xwe ya rewakirinê namîne, bi pirranî dawiya wê şaristaniyê tê. Ev çi felsefe, çi zanist an jî dînekî nû be jî encam naguhere. Tevahiya van rastiyan girîngiya kategoriyên maneyê (dîn, felsefe, huner, huqûq, zanist, exlaq) ji bo civaka şareza (civaka bi çîn, bajar û dewletdar) nîşan didin. Wezîfeya Sosyolojiya Pêkhatinê ye ku di civaka şareza de cihê van kategoriyan rohnî bike, erka Sosyolojiya Azadiyê jî ew e ku di çarçoveya rexnekirina van kategoriyan de şîrove bike ka wê wan çawa bi jiyana civakî ya azad û demokratîk re bike yek. Ev mijar ê di beşê pêwendîdar de bi awayekî berfireh were nirxandin.
(SIBE DEWAM DIKE)