Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ku di bin silogana ” Serî hilde, Şerbike, Efrînê azadbike” dest pêkiriye Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê û Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê ya bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina degirkeriya dewleta Tirk meşeke meşeleyan li darxist.
DÊRIKÊ – Meşa ku ji navenda ciwanan ya şehîd Hawar ya Dêrikê dest pêkir bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî bibûn.
Ciwanan di nava meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Pankartên” Li dijî dagirkeriyê Serî hilde” û alên YCR, YJC’ê hildan.
Meşa ciwanan di nava kolanên bajêr de geriya û siloganên silavkirina Berxedana Serdemê her wiha şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk hatin berzkirin. Maş dîsa vegeriya ber navenda ciwanan ya Dêrikê û li wir piştî deqeke rêz girtin axaftin hatin gotin.
Endamê Koordînasayona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kudistanê Elî Harûn axifî û got: Meşa me di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya serî hilde de ye ji ber wê em wek ciwan pêwîste li hember vê dagirkeriyê serî hildin û şerbikin.
Elî bang li ciwanan kir ku tevlî hemû çalakiyê ku li hember dagirkeriyê derdikevin bibin.