Di encama êrîşekê de endama Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk û xwişka wê şehîd bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kesên ne nas îro di saet 06:00`an de bombeyeke destan avêtin mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk a girêdayî Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmûd. Di encamê de Dîlan tevî xwişka xwe Dilyar Şêx Mehmûd şehîd bûn.
Piştî bûyerê, hêzên Asayîşê yekser cûn cihê êrîşê û dest bi lêkolînê kirin.
Mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye.