Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê ya navçeya Girkêlegê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser axa Kurdistanê şermezar kir.
GIRKÊLEGÊ – Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de Yekîtiya Jinên Ciwan ya navçeya Girkêlegê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê şermezar kir.
Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan ji aliyê Rêvebera Jinên Ciwan ya Girkêlegê Mizgîn Sarîk ve li pêşiya peymangeha Şehîd Baz hat xwendin.
Daxuyanî wiha dibêje:
“Bi salan e li Kurdistanê êrîşên qirkirina mirovan ji aliyê faşîzmê ve didomin. Bi serkêşiya dewleta tirk, axa Kurdistanê bi êrîşan re rû bi rû ma ye, li hember van polîtîkayan bi pêşengtiya jinên ciwan berxwedaniyeke bê hemba tê meşandin û bi hezaran jinên ciwan ji bo hilweşandina pergala deshilatdariyê cane xwe feda kirin. Erdogan dixweze li hemberî Gelê Kurd siyaseta tûnekirinê bide meşandin , bi dagirkeriya efrin re xwest damografiya herêmê bide gohertin her wiha gelê kurd mecbûrî koçberiyê pêk bîne. Hêza ku li hemberî dagirkeriyê bisekine hêze jinên ciwan e û heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo parestina axa xwe têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirşmên ” Bijî serok apo , ‘Serî hilde ” hat bi dawîkirin.