f- Di civaka şareza de dîroka şîroveyên ekonomîk hem dikare rê li aloziyê veke, hem jî gelekî rê dide berevajîkirinê. Yek ji marîfetên şaristaniya kapîtalîst e ku ekonomiyê ji aliyê teorîk û pratîk ve dike mijara lêkolînê. ‘Materyalê’ rastiya civakê hûrdikole. Li gorî şîroveya rast û mafdar a Fernand Braudel; sîstema şaristaniya kapîtalîst xwe weke şaristaniya maddî kiriye dîrokê û ji lewra mirov dikare jêre bibêje; sîstemeke ekonomîk e. Çawa ku nabe sedema fikaran mirov ji tevahiya sîstemên berê yên şaristaniyê re bibêje ‘sîstemên metafizîk’, bi heman awayî mirov ji kapîtalîzmê re bibêje ‘sîstema materyalîst’ ev yek ê pêşiya me rohnî bike.
Komên cinsên mirov jî di navê de çi civaka neolîtîk, çi jî bi tevahî civakên şareza yên beriya kapîtalîzmê xwe hişk bi qudsiyetê ve girêda bûn, manedan û sêhr jî di navê de bi tevahî qîmeteke mezin didan metafizîkê, wekî din jî jiyan şîrove nedikirin, lê pêşketineke balkêş e ku şaristaniya kapîtalîst xwe mîna rejîma ‘xwedayên bê maske û qralên tazî’ nîşan dide. Ji bo vê hewcedarî bi şîroveyên berfireh û yên xwedî maneya hûrûkûr heye. Hêza şaristaniya kapîtalîst ya çeloxwarîkirin û berevajîkirinê, xapandin û asîmîlekirinê gelekî zêde ye.
Li gorî qenaeta min a şexsî, cewherê rastî yê kapîtalîzmê ew e ku karûbarên di bin navê ‘ekonomiyê’ de bi rêxistin kirine, herî zêde şêweyekî civakê ye ku aliyê wê yê desteserkirin û diziyê xurt e. Gotina ekonomiyê gotineke Yewnanî ye, û maneya wê ‘qanûna malê’ ye. Rêzik û pîvanên maddî yên debara malbatê, hawîrdora wê, alav û materyalên din îfade dike. Eger em maneya wê di civaka şareza de hînê bi giştî bibînin, em dikarin bibêjin; ji bo komên piçûk ‘rêzikên debarê’ îfade dike. Rastiya civakê ya herî kêm hatiye taybetîkirin û dewletdarkirin. Şaneya herî bingehîn a kollektîfkirina civakê ye. Kes li dewletdarkirin û taybetîkirina wê nafikire. Dewletdarkirin û taybetîkirina ekonomiyê ew e ku şaneya bingehîn a civakê tê xirakirin. Ango civak ji rêzik û pîvanên herî girîng tê bêparkirin. Ji ber vê yekê, ti civakê bi qasî kapîtalîzmê, taybetîkirin û dewletdarkirin nekiriye xisleta sereke ya civakê û newêriya bû vê bike, ne jî lê bifikire. Bêguman di civaka şaristaniyê de tevahiya qadan dewletdar kirine, şaneya wê ya herî bingehîn ekonomî jî hem kirine milkê taybet hem jî kirine milkê dewletê. Lê belê ti sîstemê bi qasî civaka kapîtalîzmê bi awayekî fermî û eşkere milkiyeta dewletê û ya taybet weke sîstem îlan nekiriye.
Ev xusûs gelekî girîng e: taybetîkirin û dewletdarkirina ekonomiyê weke desteserkirin û diziyeke zû hatiye şîrovekirin. Karl Marks55 ev xusûs hînê bi îfadeyeke ‘zanistî’ destnîşan kiriye û gotiye; ji ked û nirxa zêde tê dizîn û weke karê tê binavkirin. Hewcedariya mijarê bi şîroveyeke hûrûkûrtir heye. Li gorî min sedema ekonomî bûye mijara milkiyeta dewletê û taybetî ew e ku nirxa-zêde ji bilî berhema zêde ya berê divê weke desteserkirin û diziyekê were qebûlkirin. Ekonomî weke şaneya bingehîn a civakê, taybetî û dewletî jî di navê de bi tevahî şêweyên milkkirinê bêexlaqî ne. Dikevin çarçoveya dizî û desteserkirinê.
Çawa ku dilê mirovekî yan jî organekî wî yê din were taybetî û dewletîkirin bê mane ye, yan jî bi fikar e, ji bo ekonomiyê jî mirov dikare heman tiştî bibêje. Ez hêvî dikim ku vê mijarê di parêznameya xwe de, di beşê Şaristaniya Kapîtalîst de hûrûkûr û bi berfirehî bînim ziman.
Em dibînin ku di civaka şareza de metabûyîn weke diyardeyeke gelekî girîng pêş dikeve. Ango di navbera metabûyîn û civaka şareza (milkiyeta taybetî, çînî, bajarî û dewletî) de têkiliyeke xurt heye. Meta û metabûyîn ji bo civakê yek ji kategoriyên sereke yên şaristaniyê ne. Wê wextê gelekî girîng e ku mirov metayê rave bike. Bi kurtasî mirov dikare bêje, eger objeyek ji bilî pêdiviya mirov bi cih bîne, bibe xwedî nirxa guhertinê ya danûstendin û bazirganiyê êdî em dikarin behsa metabûyîna wê bikin. Civak demeke dirêj ji guhertina nirxê re xerîb e. Li vê yekê nafikire, şerm dibîne. Objeyeke bi qîmet bibîne, diyarî dide kes an jî koman.
Li şûna diyariyê cihgirtina ‘guhertinê’ bi temamî hîle yan jî vedîtineke şaristaniyê ye. Civaka beriya şaristaniyê yan jî civaka li derveyî wê guhertinê şerm dibîne û heta neçar nemîne ji vê yekê dûr disekine. Civak ji ezmûnên xwe yên hûrûkûr baş dizane ku objeyeke bi karanînê, eger derkeve derveyî saziya ekonomiyê ya weke şaneya wî ya bingehîn e, û bibe mijara guhertinê, dikare her cure belayê bîne serê wê. Ji lewra jî li hemberî guhertinê gelekî nazik e.
Piştî ku meta bû nirxa guhertinê bazirganî û bazirgan di kategoriya şaristaniyê de cihekî girîng girtin. Ez bi kurtî bibêjim ku ez metayê mîna Karl Marks şîrove nakim. Ango îdîaya ku dibêje; nirxa guhertinê bi keda karker tê pîvan, weke pêvajoyeke bi fikar a destpêka çêbûna têgînê dibînim. Eger em di roja me ya îro de jihevdeketina civakên ti dera wan a nebûye meta nemayî li ber çav bigirin wê wextê baştir wê were fêhmkirin ka ez çi dixwazim bibêjim. Ji aliyê zêhnî ve qebûlkirina metabûyînê, destberdana ji mirovatiyê îfade dike. Ev rewşeke welê ye ku ji hovîtiyê jî wêdetir e. Eger em bişibînin meseleyekê; mîna ku heywanê li selexaneyê hatibe parçeparçekirin û were firotin li ser tevahiya civaka mirov were ferzkirin. Di hîmê xirabiya civakî de faîz, di hîmê faîzê de jî bazirganî, di hîmê bazirganiyê de jî meta heye. Têkiliyeke nêz di navbera hilweşandina ekolojî û bazirganiyê de jî heye.
Ekonomiya nebe şaneyeke civakê, êdî destpê dike ji kokê ve ji xwezayê qut dibe. Ji ber ku yekîtiya nirxên maddeyê û nirxên zindî ji kokê ve têne veqetandin. Mîna ku tovên metafizîka xirab bêne danîn. Maddeyê ji ruh, ruh jî ji maddeyê dikin, bi vî awayî rê li ber dualîteya herî zêde zêhnê dîroka fikrê şîlo dike vekirin. Guftûgo û cudakirina bi şiklê maddeperestî û manewiyatperestî, tevahiya dîroka şaristaniyê jiyana ekolojîk û azad ji holê radike. Bi têgihiştina gerdûn û maddeyeke mirî, bi têgihiştina ruhparêziyeke çi ye, ne çi ye diyar nîne, mîna ku zêhnê mirovan dagirkiribin û îstîlakiribin dikin mêtingeh.
Ez dixwazim gumana xwe di nuqteyeke din de diyar bikim. Meta jî di navê de ez bi guman im ku nirxên civakî bêne pîvan. Ne tenê keda zindiyan, maddeya berhema kedên nayê jimartin nabe ku weke nirxê keda kesekî were hesibandin, ev şaşî bi xwe helwesteke rê li ber dizî û desteserkirina nirxê vedike. Sedem jî eşkere ye. Kedên nayên jimartin wê çawa bên pîvan? Wekî din, kedkara nirxê wê hîç nayê pîvan dayika kedkaran tîne dinê û wan mezin dike, nirxê malbatê wê çawa were pîvan? Obje weke nirx di nav tevahiya civakê de çêdibe, wê wextê wê heqê civakê çawa bê pîvan? Em guftûgoyê dikarin dirêj bikin. Ji lewra nirxê guhertinê, berhemê zêde, ked-nirx, faîz, kar, rant û têgînên weke van bi diziya fermî ya bi destê dewletê hemnav in. Ji bo guhertinê divê mirov yan pîvanên din bibîne yan jî pêşdebirina şêweyê diyarîdayînê belkî manedar be. Piştre ez dixwazim vê xusûsê di beşê modernîte û jiyana azad de rave bikim.
Di çanda Grek de jî bazirganî yek ji wan pîşeyan bû ku bi çavê ne baş lê dihat nêrtin. Haya Grekan ji têkiliya bazirganiyê ya bi diziyê re hebû. Di civaka Romayê de jî cihekî bazirgan ê wisa bi rûmet tinebû. Gelek kêm obje weke meta hebûn. Di civakê de asta metabûyînê bi taybet û nazikî kêm dihat girtin. Ez behsa exlaqê civaka neolîtîk dikim. Berî ku kapîtalîzm bibe sîstema serdest jî di nava hin mîhraqan de cih didît, lê civakên şareza jî destûr nedidanê berfireh bibe û pêş bikeve. Timî di asteke marjînal de dihiştin. Di sedsala 16. de li Hollanda û Ingilistana îro cih dîtina wê bi şert û mercên gelekî xweser ve girêdayî ye. Belkî jî ji bo Hollanda û Ingilistan çêbibin hewcedarî bi sîstema kapîtalîzmê hebû. Jixwe wisa jî bû. Di nava çarsed salî de tevahiya dinyayê rastî belavbûna vê sîstemê hat. Em ê vê dema şaristaniyê bi navê modernîteyê weke beşeke cihê şîrove bikin. Me bi awayekî kin û hinekî jî hişkeber weke gava pêşî şaristanî bi nav kir ku em agahiyên xwe yên dîrokî û civaknasiyê li ser hîmekî tekûz deynin. Mijarên ku dîroknas û fîlozofên herî hosta tevahiya temenê xwe nikarin ji nav derkevin, ji bo mirov wan bi carekê bide fêhmkirin qabîliyeteke nedîtî pêwîst e. Bêguman em xwediyê vê îddîayê nînin. Lê belê ji ber ku rêz û hurmeta me ya ji bo jiyaneke azad me erkdar dike, û ji ber ku hêzeke me ya şîroveyê ya dîrokî-civaknasî û manedanê heye û her kesê xwe li ber pirsgirêkên civakî ji dil berpirsiyar dibîne beriya her tiştî divê wê qabîliyetê weke şertê pêşî di xwe de bibîne.
Ji ber trajediyên sedûpêncî salî yên ‘sosyalîzma pêkhatî’, rêçeteyên bi dehan şoreşên rizgariya neteweyî û sosyal-demokratan di nav hesabên qeşayî yên sar ên fînansê de têkçûn; ji bo hêza me ya şîroveyê ya hosteyane bi giştî der barê şaristaniyê û bi taybetî jî der barê şaristaniya kapîtalîst de divê bi sosyolojiya azadiyê ya der barê jiyana azad de bibe yek da ku em ji bo dozên azadiyê yên mezin nexapin û nexapînin.