Li bajarê Piranşarê yê Rojhlatê Kurdistanê û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ji ber maînekê ku hêzên hikometa Îranê li ser sînor çandine kolberekî ciwan bi giranî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di satên sibehê de li bajarê Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê û li nêzî sînorê Başûrê Kurdistanê kolberekî ciwan pêl maînekê dike û bi giranî birîndar dibe.
Di encama wê bûyerê de destê kolberê ciwan yê bi navê Hîwa Xizirpûr yê 24 salî ye ku bi xwe ji bajarê Mehabadê ye qot bû.
Hate zanîn ku kolberê birîndar birine nexweşxaneya bajarokê Çoman yê Başûrê Kurdistanê.