Nêçîrvan Barzanî li avahiya Desteya Wezîran a bajarê Hewlêr ku berî çend rojana bi daxuyaniyek çapemeniyê peyama xwe ya hefteyê dabû. Berzanî di daxuyaniya xwe de dagirkeriya dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin rewa kir û PKK’ê ku li hember vê dagirkeriyê barxwedaniyê dike û gelê herêmê diparêze dagirker bi nav kir.
QAMIÎŞO – Derbarê daxuyaniya Berzanî ku hêzeke kurdî li ser axa xwe li hemberî dagirkeriyê şerdike û dagirker tê binavkirin her wiha dagirkeriya dewleta Tirk tê rewakirin de ajansa me ya Nûçe Ciwan hevdîtin bi rêveberiya ciwanên PYD’ê Ahîn Alî re kir.
Ahîn Alî di destpêka axaftina xwe de derbarê êrîşên dewleta Tirk û dagirkirna wê de wiha axifî: Dewleta Tirk a dagirker îro ro dide diyarkirin ku li koderê be wê li hember kurdan bisekine û çira kurdan kengî vêkeve wê dewleta Tirk li hember wê bisekine, jixwe mînaka herî nêz li Rojava ye, heta niha dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bi komên çete dida meşandin û ev çete wek mask datanî ser riwê xwe. lê di şerê Efrînê de ev maskên xwe danî û rû bi rû şerê gelê kurd kir.
Alî axaftina xwe dewam kir û derbarê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî de wiha got: Berzanî bi vê gotina xwe ku PKK’ê dagirker bi nav dike û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike ev tê wateya hevkariya bi dagirkeriyê re, tê wateya ku dibe wek koleyekî ji dagirkerê xwe re û bi dagirkeriya wî re dibe hevkar.
Alî got: Berzanî dest dide dewleta Tirk ku PKK’ê tine bike û ev tişt di Kerkuk û Şengalê de û îro bi van êrîşan de diyar dike. îro dema ku gel li hember vê dagirkeriyê berxwedanî dike û daxuyaniyek wekî vê ji aliyê Berzanî ve bê dayîn tê wateya ku gel tê înkarkirin.
Ahîn Alî di dawiya axaftina xwe de daxuyaniya Nêçirvan Berzanî şermezarkiri û bang li tevahî ciwanan kir ku li hember van siyaseta hişyarbin. Alî got: Em wek ciwan baweriya xwe bi hêza xwe ya ciwantiyê tînin û emê li berxwebidin.