3- PIRSGIRÊKA BELAVBÛNA CIVAKA ŞAREZA:
Di guftûgoyên zanistî de derketiye holê ku kakilê şaristaniya îro hukim li dinyayê dike, li tejaneya Dîcle-Firat a Jor û Jêr çêbûye û şax berdaye. Li ser vê tespîtê mirov dikare li hev bike. Di herdu beşên dawiyê de ku em bi giranî li ser rawestiyan, ya me gotî piştrast dikin. Me di şîroveyên xwe de jî nîşan dabû ku devera pêkhatina kakilê şaristaniyê tejaneya Dîcle-Firat a Jor a li qûntara çiyê ye. Kakil an jî sîsika vê pêkhatinê li vir meyiya û şitla wê ya pêşî jî ji aliyê rahibên Sumeran ve hat qelemkirin û bi vî awayî hîmê civaka şareza hat danîn. Divê neyê jibîrkirin ku ev bûyerên manedar ên me di nav hevokeke bi qasî pênc saniyeyan de bi cih kirine, bi ceribandinên hezar salan ên dûvdirêj hatine bicihanîn, meyiyane û mayînde bûne.
Rahibên sosyolojiya pozîtîf (ya em bi rexneyî pênase dikin ne sosyalojiya pozitîf, sosyolojiya E. Durkheim, A. Comte, K. Marks e) di çarçoveya zeman û mekan de bi tevahî li pêş çav nagirin. Bûyer û diyardeyên behsa wan dikin zeman û mekanê wan nîne. Qaşo bi îddîaya zanista ceribandin û diyardeyî radibin. Çiqasî bê zeman û mekan analîzan bikin, bawer dikin ku ewqasî zanistî ne. Mîna ku bi çar lepan bigirin bi vê rêbazê digirin û xwedî lê derdikevin. Ya rastî, di bin hîmê vê nêzîkatiyê de têgihiştina modernîteyê ya xwe di nava zeman û mekan de bêserûbinî dibîne, heye. Bi tevahî huner, felsefe û zanista navenda wê Ewrûpa ye, xwedî meyleke bi vî rengî ye.
Çawa ku Xwedê jî ji zeman û mekan munezzeh e56, ev rahibên hemdem ên îdeolojiya şaristaniya Ewrûpayê hûnandine jî di warê bêsînorî û bêserûbiniya zanista xwe de ji xwe razî ne, û rehet in. Ew çiqasî ji tengavbûna zeman û mekan birevin, ewqasî yeqîn dikin ku tejika xwe ya zanistê ji avê derdixin. Her demê xwediyên paradigmayan vê çewtiyê gelek caran dikin. Em baş dizanin ku ti bûyerek, diyardeyek, saziyek, çalakiyek, kesayetek û civakek nîne ku bandora zeman û mekan li ser nebe. Rêbaza ku çarçoveya zeman û mekan dike hîmê xwe, hêza şîroveyê ya maneyê zêde dike. Di qada zanistên civakî de dîrok ‘niha’ ye, ‘niha’ jî dîrok e. Cudahiya di navberê de zêdetir şiklî ye, hînê kêmtir cewherî ye. Berî ku ez Fernand Braudel bixwînim, min fêhmkiribû û weke rêbaz qebûlkiribû ku bi taybetî bêyî têgînên ‘demê’ em ê nikaribin sosyolojiyeke manedar bimeşînin.
Ez vê rêbazê ji bo mekan jî weke rêbazeke mirov nikare jê bigere qebûl dikim. Herçend parêznameyên min bi amatorî bin jî bi cihanîneke xurt a vê têgihiştinê îfade dikin. Mirov dikare di tevahiya analîzên min de heman şopan bibîne. Wê wextê zanyarên Ewrûpayê yên di mijara rêbazê de ewqas nazik in, çima di mijara zeman û mekan de weke amatorekî mîna min ji dabaşê haydar nînin an jî jê direvin? Mirov vê yekê dikare bi NAVENDPERESTÎ û GERDÛNPERESTIYA EWRÛPAYÊ rave bike; bi van xisletên xwe nekarîn ji metafizîkeke çor rizgar bibin an jî mîsyon û baweriya wan a bi avakirina civakeke metafizîk e.
Wexta ku em dîrokê û mekanê li sosyolojiyê zêde bikin, jiyan çawa diherike û diçe, em di dîrokê de û ‘niha’ çi ne, em ê baştir fêhm bikin û lê serwext bibin.
Eger dîrok û niha gelekî nêzî hev in, dîsa mekan mîna pêpelûkên pêlikê yên li pey hev tên hevdu temam dikin, wê wextê em dikarin bibêjin mirovatî yekpare ye, bêyî qewman, dînan, dewletan, neteweyan, hevgirtinan, NY û enternasyonalan jixwe di nava yekîtî û yekparetiyê de ye. Wer diyar e, saziyên qaşo li yekîtiyê digerin, dibin ew saziyên berevajî armancê. Civaka şareza pêkhatineke seyr û ecêb e. Xisleteke wê heye ku her tiştê dibêje berevajiyê wê rast e. Ji bo em li hemberê vê rastiya wê matmayî nemînin, divê em civaka şareza her tim berevajî û berepaş bixwînin.
Min ev pêşek pêşkêş kir da ku zêdetir balê bikişînim ser belavbûna şaristaniyê ji aliyê zeman û mekan ve û ez nîşan bidim ku divê mirov çawa şîrove bike.
a- Pirsgirêkên Belavbûna Şaristaniyên Bi Kokên Xwe Misr û Sumer.
Vegotinên me yên der barê bi sazîbûna neolîtîkê de çêbûna kakilê şaristaniyê rohnî kiriye. Eger hûn vî kakilî nefikirin, hûn ê qelemkirina şitlê ya Sumeran li ku biteamînin? Li naverastê kakil û dendikeke zîl bide tine. Hebe jî di wê rewşê de nîne ku bigihîje. Em çawa nikarin kapîtalîzma DYE’yê bêyî pêşketinên li Ewrûpayê bifikirin, belkî hînê zêdetir bêyî kakilê şaristaniyê li Dîcle-Firat a Jor, wê Dîcle-Firat a Jêr bi tenê çirav û qamir bûna. Bihêlin li wir şaristanî bihata afirandin, belkî bi tenê jiyaneke serdema kevir a berê pêk bihata.
Di warê belavbûnê de pirsgirêkeke girîng jî ew e ka çima li Dîcle-Firat a Navîn û heta li Anatolyayê wargehên gelekî li pêş nebûne an jî nekarîne bibin bajar. Wexta em ji niha pênc hezar sal paş ve diçin, em dibînin ku gelek herêm li ber şaristanîbûnê ne, gelek gundên mezin hene li ber bajarbûnê ne, lê paşê ji ber sedemên em baş nizanin bêyî ku pêşde biçin hildiweşin. Mînak Çatalhoyuk û deverên di navbera Îran-Turkmenistanê de deverên bi vî rengî ne. Yek ji xusûsên ku em dizanin ew e ku li herêmekê zêdebûna şêniyan girêdayî mezinbûna berhemê wê yê zêde ye. Ya vî berhemî zêde jî bike tejaneya erdên bi bereket ên li ber devê çeman e ku têne avdan. Li nêzî ketina deryayê çemên Nîl û Dîcle-Firatê erdên bi aluvyon ên bi bereket çêkirine ku ev yek jî vê fikrê piştrast dike. Ji bo destpêkê bi qasî çêbûna bajêr, şertê pêş ew e ku divê hejmara xwe zêde û mayînde bikin. Şertekî din ew e ku ji sedî sed divê nêzî wan herêman, mercên çandî yên xwe bi xwe biafirînin hebin. Ti qada bi aluviyon bi serê xwe rê nade çanda neolîtîkê. Ji ber ku şert û mercên vê çandê nînin. Di çanda neolîtîkê de şertên bajarvaniyê yên mezinbûn, mayîndebûn û pirrbûna hejmarê tinene. Ji ber van rewşan hewcedarî bi temamkirinê heye.
Bi qasî li jêr nebe jî, tevahiya nîşaneyan îşaret dikin ku li tejaneya Dîcle-Firat a Navîn rêzeke bajarên bi mezinahiya navîn hene. Lê berî ku ez behsa vê bikim, di salên 3500 B.Z. de şaristaniya bajarê Ûrûkê sîstemeke xwe daye qebûlkirin afirandiye. Ûrûk nîzama koloniyan ava dike, modeleke hejmara bajarên zêde bike pêşkêş dike û bi rola xwe radibe. Di dîrokê de dibe xwediyê wê anorê ku şaristaniya pêşî ava kiriye. Kulta xwedawend Înannayê û Destana Gilgamêş îspatên bêmiriniyê yên Ûrûqê ne. Heye ku B.Z. di salên 3000î de ji aliyê hevgirtina bajarên li bakur ên bi bereket ku hejmara wan zêde bûne, hatibe hilweşandin.
Dema xanedaniya Ûrê di salên 3000î B.Z. de destpê dike. Bi şêweyê sê xanedaniyan di çarçoveya heman mentiqê avabûn û hilweşînê de xwe vekişand bakur û heta salên 2000î B.Z. dewam kir. Xanedaniya Aqad a Sargonî û dema Gudea’yê Gotî di vê çarçoveyê de mirov dikare bihesibîne. Metnên pêşî yên huqûqê yên nivîskî, destanên wêjeyî, akademî, şerê li bajaran ên bê rehm mîna yên îro, mînakên balkêş ên weke Loriya Ji bo Nîppûrê û Destana Lanetkirina Agadeyê ji wê demê mane ku yekser têne hişê mirov. Tê fêhmkirin ku sîstemeke berfireh a koloniyê ya Ûrê heye. Jixwe koloniyên pêşî li kevana hundirîn a sîstema Zagros-Torosê gelekî bi lez zêde dibin û bi lez jî bi dawî dibin.
Encama mirov ji vê derxîne ew e ku civaka di nava wê de kolonî ava kirine, çanda wê bi hêz e. Şaristaniyên Misr û Harappayê tevî şaristaniya Elam-Sûsê herçend weke şaristaniyên bajaran ên serbixwe bêne qebûlkirin jî têkiliya yekser nebe di çarçoveya objektîv de mirov dikare wan bi Sumeran re tenê ji aliyê koloniyan ve bide ber hev û muqayese bike.
Serdema Babîlan di salên 2000î B.Z. de li bakur bi heman mentiqî dest pê kir. Herçend li şûna Sumeran ji etnîsîteya Aqadan ango çanda Semîtîk bê hesibandin jî bi xwe şaristaniyeke Sumerî ye. Ji aliyê bisazîbûn û zanistê ve asta herî jor a şaristaniyê tê qebûlkirin. Weke bajar Babîl mîna Parîs a Ewrûpayê xwedî rolekê ye. Bajarê çand û zanistê ye. Bazirganên wê zêde bûne, tevahiya çandan lê hatine cem hev, cara pêşî rewşeke kozmopolît57 pêk hatiye. Bandora wê li ser dewrûberê zêde ye. Di dîrokê de serdema Nemrûtan ango qralên bi hêz ên pêşî, dide destpêkirin. Mîna bajarê rohniyê balê dikişîne ser xwe. Sê qonaxên xwe yên girîng hene. Serdema derketinê ya bi heybet, B.Z. di salên 2000-1600î de bi Hammûrabiyê navdar tê naskirin. B.Z. di salên 1600-1300î de kengî qewmên Hûriyan bandor lê kirin serxwebûna xwe ji dest da. Dema sêyemîn, B.Z. salên 1300-550î ye, bi bandora Asûran ji aliyê Persan ve hatiye dagirkirin. Serdema Babîlan a 1500 salî pirr xuya neke jî şopên gelekî xurt di bîra mirovan de hiştin. Şerê xweda Mardûk û xwedawend Tîamatê û destana navdar a Ennûma-Elîş çîroka bi êş a têkçûnê ya jin-dayikê ye. Astronomiya wê, kehaneta rimildaran, esareta Ben-î Îsraîl, gelek metnên edebî yên nivîskî bermahiyên berxwedana li dijî Asûran e ku ji navenda çanda Kaldeyê mane û ji wan bîranînan in ku neyên jibîrkirin. Di serî de Solon58 gelek fîlozofên Yewnan dersên xwe yên pêşî li vî bajarî girtin. Em wexta vê tînin bîra xwe, em bandora xelekwarî baştir fêhm dikin.
Em dema Asûr dikarin bikin sê beş. Dema yekemîn, salên 2000-1600 B.Z. dema qralên bazirgan e. Bazirganî her diçe mezin dibe. Bazirganan bajarê Nînova yê li nêzî Mûsil a îro ji bo xwe kiribûn navendeke bazirganiyê. Asûr xwedayê parastina vî bajarî bû. Bazirganan yekem car di dîrokê de koloniyên herî mezin ên bazirganiyê ava kirin. Ji Rojhilatê Derya Spî heta keviyên Pêncavê, ji Derya Reş heta Derya Sor li gelek deveran gelek bajarên kolonî yên bazirganiyê ava kirin.
Mirov dikare bibêje, di ware mîmarî û bazirganiyê de qonax bihurandine. Bajarê Kultepe (di dema Asûran de jêre Kanîş dihat gotin) yê nêzî Kayseriyê û bajarê Karkamişê (ji Karûmê yanî acenteya bazirganiyê tê) yê li nêzî devera îro Firat têre derbasî Sûrî dibe ji wê demê mane. Salên 1600-1300 B.Z. dema serweriya dewleta Mîtanî ya bi koka xwe Hûrî ye. Rêûresma Asûr, herçend girîngiya xwe ya berê kêm bibe jî hebûna xwe dewam dike. Dema wan a herî bi heybet salên 1300-612 B.Z. ne. Di dîrokê de împaratoriya pêşî ya herî bi hêz û herî berfireh ava kirine. Di şer de bi xedarî û bêrehmiya xwe têne naskirin. Tê gotin ji serê mirovan kelhe û birc ava kirine. Di dîrokê de cara pêşî şopên qirkirina mirovan û bi tevahî valakirina deverekê di vê demê de têne dîtin. Dîsa herî zêde têgihiştina gelan a berxwedanê di vê demê de xurt bûye. Berxwedana herî mezin bi pêşengiya qralên Ûrartûyan, proto-Kurd Hûriyan nîşan dane. Lê di vir de nuqteyek heye divê ez destnîşan bikim û ji cihê mayî ez ê paşê dewam bikim, ew jî ev e; koka etnîk a Ûrartûyan mijarek e ku li ser guftûgo tê kirin.
Ev xusûs ji bo tevahiya xanedanên rêveberiyê welê ye. Xanedanên Ûrartûyan hemûyan ziman û çanda demê ya serwer esas girt. Jixwe li Ûrartûyê û hînê paşê li qesrên Persan jî zimanê fermî yê dewletê zimanê Asûrî û Aramî ye. Em ji cihê mayî dewam dikin. Me behsa berxwedana Hûriyan kiribû. Ji bo karibin xwe li vê cografya îro bigirin, rola vê berxwedanê gelek e. Jixwe bi hevgirtina Medên bi koka xwe Hûrî û Babîlan ev împaratoriya girs û mezin di sala 612’an B.Z. de bi dawî bû û di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Weke şaristaniya dawî ya bi koka xwe Sumer di dîrokê de ji bo belavbûna şaristaniyê û nexasim ji bo pêşdebirina bazirganî û mîmariyê bi kêrhatina xwe û rola xwe xwedî cihekî cihêwaz e.
Em cara pêşî ji bilî Mezopotamya Jêr navendên şaristaniyên din dibînin. Hem di warê şikil û hem jî di warê naverok û cewher de veguherîn û pêşketin xuya dikin. Çi di pêkhatina şaristaniya Sumer de, çi jî di belavbûna wê de mirov Mezopotamya Navîn weke xeleka pêşî bibîne wê nebe destnîşankirineke şaş û çewt. Em der barê vê nifşa bi koka xwe Hûrî de nemaze bi saya erdkolanên arkeolojîk, etîmolojî û etnolojiyê hînê zêdetir dibin xwedî agahî û zanîn. Hûrî ji ziman û çanda Aryen koma pêşî ya etnîk an jî gel e ku di çavkaniyên nivîskî de navê wê tê hildan û nasnameya wê diyar dibe. Otantîk in; ango ji serdema qeşayî ya dawî ve li sîstema Zagros-Torosan bicihbûyî ne. Di pêşdebirina cotkarî û heywan xwedîkirinê de xwediyê roleke sereke ne. Ya rastî, li deverê serê koma şoreşa cotkarî û gund a neolîtîkê pêşde bir, dikişîne. Nasnameya wan a etnîk ji salên 6000 B.Z. ve cihê û diyar dibe. Eger mirov Hûriyan weke proto-Kurd bi nav bike, destnîşankirineke li cih e. Şêwazê ziman, analîza etimolojîk a gelek peyvan û etnolojî têkiliya wan bi Kurdan re têra xwe eşkere û rave dike. Bicihbûyîna li deştan, koçêriya li çiya û zozanan bi hev re û di nava hev de ye. Îhtîmaleke xurt e ku Sumer yek ji komên pêşî yên Hûriyan be. Jixwe paşê dema dagirkeriya Gotiyan salên 2150-2050 B.Z., dagirkeriya Kassîtan salên 1600 B.Z., tevî Hîtîtan salên 1596 dagirkeriya Babîlan a pêşî, gelekî paşê belavbûna li dij a Med û Persan vê rastiyê piştrast dikin. Nifşa herî zêde neolîtîk e ku bi Sumeran re di nava têkiliyê de ye. Yên din jî Aramîtên bi koka xwe Semîtîk in.
Em dema bi sazîbûna neolîtîkê salên 6000-4000 B.Z. nehesibînin, em şopên şaristaniya pêşî ya bi koka xwe Hûrî serê salên 3000î B.Z. têra xwe dibînin. Ya rastî em li pêşketineke bê navber rast tên. Nifşên pêşî yên li Sumerê bi cih dibin zû gav diavêjin şaristaniyê, yên mayî jî ji ber sedemên avdaniyê û şertên hewayê yên demsalan, hêdî be jî dikarin wargehên xwe ber bi bajarbûnê ve bibin. Di erdkolanên arkeolojîk ên li beşên navîn ên tejaneya Dîcle-Firatê de mînakên gelek bajaran hatine dîtin. Di nava sînorên Ûrfayê de, li Kazaz, Tutrîş, Grevre, Zeytûniyê û herî dawî jî di erdkolanên li Xirabreşkê de gelek wargehên li derve û hundirên wan kelhe û birc, avahiyên mîna perestgehan, fîgurên qîmeta wan a hunerî heye û gelek alavên bazirganiyê, çêbûna bajaran nîşan didin. Dîroka gelekan ji wan heta salên 3000-2750 B.Z. diçe. Ya rast ew e ku mirov bibêje; ev komên bajaran ji Sumeran serbixwe ne. Gelekî manedar e ku li deverên nêzî wan koloniyên cuda û bi koka xwe Sumerî hatine dîtin. Mirov ji van koloniyan fêhm dike ku car caran li dagirkeriyên Ûrûk, Ûr û Asûran rast hatine. Erdkolanên nû yên arkeolojîk, xebatên etîmolojîk59 û etnolojîk60 dikarin nîşan bidin ku navendên bajarên li tejaneya Dîcle-Firat a Navîn her yekî navendeke mezin a şaristaniyê ne. Jixwe lêkolînên dawî yên zanistî jî îşaret bi vê yekê dikin. Nexasim berhemên li Xirabreşkê hatine dîtin xwedî wê xisletê ne ku dikarin bibin sedema jinûve nivîsandina dîrokê.
Xeleka şaristaniyê ya bi koka xwe Hûrî ya nifşê duyemîn hînê berfireh dibe û gav diavêje şêwazê rêveberiya siyasî ya dişibe împaratoriyê. Nemaze Mîttaniyên ji Mezopotamya Navîn in, balê dikişînin. Bi qasî ku em fêhm dikin, Mîtanî ji salên 1600 B.Z. heta salên 1250 B.Z. ya mezinbûna împaratoriya Asûr, împaratoriyeke bi hukim e. Paytexta wê li navbera sînorê îro yê Mêrdîn û Sûrî, bajarê Serêkanî û Amûdê ye. Navê xwe hê wê demê bi kurdî Xweşkanî ye (Waşokanî). Ji kevalan em fêhm dikin ku zimanekî xwe yê cihê heye û bi koka xwe Hûrî ye. Ji Kerkûka îro (navê Kerkûkê ji wê demê ve maye) heta Til-Alal a nêzî Antakyayê karîbûye belav bibe. Em dizanin ku timî Asûr di kontrola xwe de girtine. Bi Hîtîtan re ku li navend Anatolyayê di heman demê de dewleta pêşî ava kirine, yan xizm in, yan jî ji heman kokê tên. Em vê yekê ji zimanê pê diaxivin fêhm dikin. Ji ber ku ew jî bi zimanê koma zimanên Aryen dipeyivin. Divê em bi bîr bixin ku Şûpîlûlîûma yê Hîtîtî yê Heleb û Kargamêş fetih kir qîza xwe da prensê Mîtaniyan Matîzava û nameya ji wî re şandî jî belgeyeke girîng e. Ji hiyeroglîfên61 li qesrên Misrê tê fêhmkirin ka çiqasî bi hêz in. Ji bo vê jî mirov dikare Nefertîtiyê weke mînak destnîşan bike. Ji ber ku bi serê xwe çarsed salan karîbûn Asûran di bin kontrola xwe de bigirin, ev yek jî hêza wan nîşan û piştrast dike. Em dikarin heman xusûsê ji bo Babîlan jî bibêjin. Em dibînin ku nivîsa bizmarî û hiyeroglîfî bi kar anîne. Hin mîmariyên xweser ên Mîtaniyan û seyîsên hespan ên bi navê ‘Kîkulî’ ji şopên wan ên di dîrokê de hiştin e. Şaristaniya duyemîn a girîng a bi koka xwe Hûrî ye, divê were rohnîkirin.
Gelekî li cih û rast e ku mirov Hîtîtiyan jî daxilî vî nifşî bike. Berevajî ku tê gotin, Hîtîtî ji wan koman nînin ku di derbendan re, ji Qefkasan û rojhilatê Îranê hatine. Ji ber ku di nava çanda wan de şopên hûr ên ziman û çanda Hûriyan hene, em weke encam dikarin wan mîna komeke rêveberên esilzade yên Hûriyan destnîşan bikin. Xwedayên wan, wêjeya wan, têkiliyên wan ên dîplomatîk û bermahiyên ji qesrên Misrê nîşan didin ku ew jî fena Mîtaniyên li Anatolya Navîn bin. Çawa ku Mîtaniyan navendên Asûr kirin kontrola xwe, Hîtîtan jî di heman demê de dawî li dema kolonî ya Asûrê anîn, di heman demê de împaratoriya Hîtîtan di salên 1600-1250 B.Z. de ava kirin û dewam kirin. Fena ku li du herêmên mezin ên navendî rêveberiyên Hûrî ava kiribin, lê hê jî em rastiya vê baş nizan in. Ne tenê di warê xizimtî û ziman de, di her warê jiyanê de bi giranî dişibin hevdu. Xeleka wendabûyî di navbera herdu herêman a Mîtanî û Hîtîtan de ye. Ez yeqîn dikim ku lêkolîn çiqas xurt bibin ev yek jî wê zelal bibe. Di serî de Hattûşaş a ji dema Hîtîtan mayî û navendên wê yên girîng, xuya ye ku di hin pêşketinên şaristaniyê de rol lîstine. Cih û warên wan ên pîroz ji Zîggûratan bihurî ne. Perestgehên dînî, qesrên rêveberan, cihê mayîna xebatkaran û kewarên wan gelekî ji hev cihê û diyar bûne. Bircên wan ên fireh hene. Gelek bajarên bi vî rengî li herêmê têne dîtin. Li gorî wê demê ji aliyê eskerî ve dewleta herî pêşketî ye.
Li rojava ji bajarê navdar Troya (Yan Hîtîtiyan damezrandiye, yan jî hevgirtiyên wan ên nêz in, di koma heman çandê de şaristaniyeke xweser e), Ahiyevayên pêşî (Mirov vê komê weke komeke ketiye bin bandora Anatolyayê yan jî komeke Aryen a di salên 1800î B.Z. de koç kiriye bihesibîne wê rastir be. Dema ku mirov bibêje bi koka xwe ji bakur, ji Ewrûpayê ne, ev berevajî berê herikîna belavbûna şaristaniyê ye. Heman çewtî di mijara Hîtîtiyan de jî tê kirin) bi koka xwe ji nîvgirava Yewnan, li bakurê Antalyayê Aşkavayî, li bakurê wan Kaşkayî (yên ji Derya Reş) û li Çûkûrovayê Kilîkyayî (Gelê li Torosê, di heman demê de li gorî demeke dirêj Lûwî ne), li başûr bi rikeberên xwe yên navdar bi dewleta Firewnên Misrê re cîrantiyê dikin û danûstendina wan heye. Gelê li devera navendî, Hattiyên xweser in. Welatê xwe weke ‘welatê hezar xwedayan’ bi nav dikin. Ev yek ji hevrikiya di nava xwedayan de zêdetir girîngiya bi dostaniyê didin nîşan dide ango hevgirtina begtî û mîregan îfade dike. Di dîrokê de peymana yekemîn a nivîskî piştî şerê li Qadeşê, nêzî Çemê Asî û Hamayê di navbera Firewnê Misrê Ramsesê duyemîn û qralê Hîtîtan Hattûşîlî yê sêyemîn de hat mohrkirin ku yek ji bîranînên girîng ên dîrokê ye. Wer tê fêhmkirin ku bi şiklekî xwediyê meclîseke arîstokratan a bi navê Pankûşê ne. Mirov dikare şîrove bike ku pêşiyên begê Hatûşaşê bi şiklekî federasyoneke beg û mîran ava kirine.
(SIBE DEWAM DIKE)