Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ku li Efrînê berdewam dike, şervanên azadiyê derbeyên giran li dagirker û çeteyên wan didin. Di çalakiyên 5 heta 8’ê tîrmehê de 11 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de li ser mijarê ev agahî hatin dayîn:
“Yekîneyên me, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrîn’ê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn. Encamên çalakiyên ku di navbera dîrokên 5 û 8’ê Tîrmeh’ê de ji alî hêzên me ve hatine pêkanîn wiha ne;
Di dîroka 5’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li hember çeteyên ku li ser rêya di navbera Cindirêsê û Etma de zêrevanî dikirin, çalakiyek sekvanî lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
Di dîroka 6’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li ser rêya di navbera Raco û Efrîn’ê de komeke çete ya girêdayî Firqet Hemze hedef girtin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.
Di dîroka 7’ê Tîrmeh’ê de hêzên me seyareyeke leşkerî ya ku yek ji serçeteyên koma Yekîneyên Taybet yên çeteyan tê de bû dan sekinandin. Serçeteyê bi navê Muhemmed el-Silêman di çalakiyê de hat kuştin. Heman rojê hêzên me, li hember sekingeheke koma çete ya bi navê Asefat el-Şîmal ya li Girê Qestelê ya navçeya Şera çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navê Omer Kinoû Brahîm Kinoku ji Ezaz’ê ne, hatin kuştin.
Di êvara heman rojê de hêzên me, li hember konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya ku tevlî operasyonê dibû, li ser rêya di navbera Raco û Efrîn’ê de çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin.
Di dîroka 8’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li hember konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku li gundên Mabata tevlî operasyonê dibû çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di encama operasyonê de leşkerek Tirk û çeteyek ji koma bi navê Ehrar Şerqiye hatin kuştin.
Bi çalakiyên ku di navbera dîrokên 5 û 8’ê Tîrmeh’ê hatiye lidar xistin de, hejmara kuştî û brîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrîn’ê heya niha gihîşt 2515’an.