Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navêeya Zirgan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê meşeke meşeleyan li dar xistin.
SERÊKANIYÊ – Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de ciwanên navçeya Zirganê ku bi ser bajarê Serêkaniyê ve ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ve ye li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşeke meşeleyan li dar xistin.
Meşa ciwanan ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pêkir. Meşa ciwanan li kolanên navçeyê geriya.
Ciwanan di meşa xwe de meşel, alên YCR,YJC’ê û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin, her wiha siloganên” Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilde” Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” hatin berzkiri.
Meşa ciwanan li pêşiya mizgefta mezin ya navçeya Zerganê sekinî û veguherî mitîng. Piştî deqek rêz girtin axaftin hatin gotin. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava li Serêkaniyê Rizgar Gabar her wiha li ser navê ciwanên navçeya Zerganê Mihemed Mayof Hemîd axifîn. Di axaftinan de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Her wiha ciwanan got: Emê li hember vê dagirkeriyê heta dawiyê tekoşîn bikin û li berxwebidin, em soza tolhildana şehîdên xwe didin.
Piştî axaftinan meşa ciwanan bi siloganan bi dawî bû.