Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê û Yekîtiya Jinn Ciwan YJC’ê ya kantona Qamilşlo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Kurdistanê meşeke meşeleyan li dar xist.
QAMIŞLO – Meşa ciwanan ku di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de bû ji çerxeriya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest pêkir û ber bi çerxeriya Şehîd Rubar Qamişlo ya taxa Xerbî meşiyan.
Ciwanan di meşa xwe de nivîsa serî hilde bi agir her wiha meşeleyên agir, alên YCR, YJC û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin rakirin. her wiha ciwanan siloganên” Bijî berxwedana Efrînê” Faşîst Erdogan” Bijî berxwedana Qendîlê” berzkirin.
Piştî meşa ciwanan gihişte çerxeriya Şehîd Rubar Qamişlo meş veguherî mitîng. Piştî deqek rêzgirtin axaftin hatin gotin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ya Qamişlo Agirî Zerdeşt axifî û got: Dewleta Tirk ticarî bi teknîka xwe nikare vîna ciwanan bişkîne. Emê bibin meşele û riya azadiyê ronî bikin û pergala îmralî bişkînin.
Meşa ciwanan bi gerandina dîlanên şoreşgerî bi dawî bû.