Me gelek caran qala şaristaniya Misrê ya li keviyên rojhilatê Nîlê kir. Herçiqas derketina wê serbixwe xuya bike jî mirov dikare bibêje ku şopên nirxên çanda Aryen lê hene. Ango bi şiklekî din mînakeke Sumeran a dûr e. Dînamîkên hundir ên Nîlê û cîranên wê yên nêz ji bo şaristaniyeke nû çêkin li naverastê xuya nakin. Di vir de ya herî bi serê mirov bikeve ew e ku di encama koçberiyê de çanda Aryenî gihiştiye herêmê. Bêguman mezinahiya şaristaniya Misrê nayê guftûgokirin. Lê rastiyek e ku ji keviyên Nîlê wêdetir jî nikarîbûye belav bibe. Pirseke hêja ye, mirov bi pey bikeve ev e; çima ev şaristaniya evqasî mezin belav nebûye. Li keviyên Nîlê çandeke xweser a xwe bispêrê xuya nake. Mîna ku mucîzeyeke ji ezmên hatibe. Na, eger wisa nîne, divê em rastiya qebîleyên Hîksos û Îbraniyan li ber çav bigirin û neçar gelek caran bibêjin ku çavkaniya wê şoreşa neolîtîk a li sîstema Toros-Zagrosan e.
Nivîsa hiyeroglîfî ji nivîsa bizmarî paşvemayîtir e, û ji bo pêşketinê li cih nîne. Bikêrhatina wê bi sînor e. Dibe ku mîmariya pîramîdan şahane be. Lê yek ji wan dînîtiyan e ku têra xwe keda koleyan daqurtandiye. Wexta ku mirov dabeşî demên cihê bike, dema qraliyeta kevin salên navbera 3000-2500î B.Z. ye. Ji gelek xanedaniyan re şahidî kiriye. Li nêzî erdên bi aluviyon li keviya Qahîreya îro çêbûye. Bi qebrên mezin ên pîramîdan tê naskirin. Di navbera salên 2050-1850 B.Z. de dema Qraltiya Navîn e. Di vê demê de perestgeh hatine avakirin, ango di vê demê de giraniya rahiban xuya dike. Di salên 1800î B.Z. de dagirkeriya Hîksosan mirov difikirîne. Rejîma Firewnên ti qewman nikarîbû bi wan, Hîksosan hilweşand û ev yek hêza rêxistinî û çanda li pişt Hîksosan nîşan dide. Bi qasî sedûpêncî salî Misr bi rê ve birine. Di salên 1600î B.Z. de dema Qraliyeta Nû bi Setiyê Yekemîn hat avakirin. Mîna Asûran dema vê avabûnê li pêşketina bazirganiyê rast tê. Dîsa weke Asûr çawa li Mezopotamya Jêr derketin, dema Qraliyeta Nû li herî başûrê Nîlê li Karnakê çêbû. Dema qebristanên cuda destpê kiriye. Tevî ku rahib bi hêz in jî êdî di dereceya duyemîn de ne. Qebîleya Îbranî di vê demê de hatiye Misrê. Piştî Hîksosan salên 1600î tarîxeke li cih e. Tê texmînkirin ku piştî ku 300 salan dimînin dîsa di dawiya salên 1300î B.Z. de vedigerin. Qral Eknaton muhtemelen di salên 1400î B.Z. de cara pêşî dînê yekxwedayî îlan kir û bi vê yekê navdar e. Ji Hîtît û Mîtaniyan gelek keynikan weke bûk tîne qesrê. Mînakên qebrên wan nîşan didin ku bûne xwediyê mîmariyeke gelekî pêşketî. Di warê mîmariyê de ji Sumeran zêdetir bandor li şaristaniya Greko-Romen kirine. Şiklê wan ê dînî yê tevlîhev mîna kopiyeke Sumeran e. Rêûresma Îsîs-Orîsîs rêûresma Înanna-Enkî tîne bîra mirov. Rêûresma Amon-Ra jî nêzî sîstema Zîggûratên rahibên Sumeran e.
Ev pirs wê her tim were kirin: ji Misr û Sumerê kîjanê bandor li kîjanê kir? Di çêkirina kelekan de, di danîna stûnên bi kevir de, di çêkirina resmên li dîwaran de, di zanista salnameyê de, di bijîşkiyê de, di astrolojiyê de û di mûmyakirinê de gavên resen û orjîn ên Misrê hene. Eşkere, bi vê rê bandor li çanda Yewnan kiriye. Têkiliyên Misriyan bi Fenîkeyiyan re jî pêşketî bûn. Mîtanî û Hîtîtiyan jî li ser Sûrî û Filîstina îro xwe li hev rakişandibûn. B.Z. piştî salên 1000î ji başûr jî qewmên bi koka xwe Sûdan-Habeşî êrişên xwe zêde kirin, di salên 670î B.Z. de jî bi êrişên Asûran cara pêşî dikevin bin serweriya hêzeke derve. Li gorî rêzê di sala 525 B.Z. de Pers, di salên 333’an B.Z. de jî ketin bin rêveberî û dagirkeriya Skender. Ber bi Zayînê ve dema Kleopatraya bi koka xwe ji çanda Helen li hemberî Romayê têk çû û qonaxa pêşî ya şaristaniya çar hezar salî bi dawî bû.
Ev şaristaniya ku herî kêm bi qasî Sumeran di dîrokê de gelek şop hiştine, sîstema koledariya klasîk bi halê xwe yê herî saf bihurandiye. Yekîtiya kole-efendî di ti şaristaniyê de bi vî rengî pêş neketiye. Ji bo koleyên li vê dinyayê rûyê rehetiyê hîç nedîtin, hisên dînî yên axiretê roleke xurt a rewakirinê bi cih anîn. Paradîgmayên axretê, cennet û cehennemê li vê qada xurt a şaristaniyê hatin vedîtin. Zewaca xuşk û birayan a Firewnan dibe ji rêûresma kevin a klanê hatibe yan jî ji hewcedariya bi mayîndetiya xanedanê jî pêk hatibe. Dînên Brahîmî bi îhtîmaleke mezin herî kêm bi qasî baweriyên dînî yên Sumer û Babîlan bandora xwe kirine. Hz. Mûsa ji çanda Misrê tê, pêşiyên wî Hz. Brahîm jî ji ber Nemrûtên Babîlan reviyaye, ev yek bandora xurt a herdu çandan û sentêza wan tîne hişê mirov. Mirov nikare dînên Brahîmî li derveyî bandora van herdu çandan bifikire. Bi halê xwe yê orjînal rejîma Firewnên Misrê sîstemeke herî nêzî ‘kominîzma dewletê’ ye.
Şaristaniya Ûrartûyan jî ji nifşê yekemîn ê şaristaniyan e. Bi têkoşîna Naîriyan ku timî bi Asûran re di nava nakokiyê de bûn, tê texmînkirin ku di salên 870î B.Z. de piştî dema dirêj a konfederasyonê cara pêşî ber bi sîstema qraliyeta navendî ve gav avêtiye. Naîrî bi maneya xelkê çem e, û heye ku Kurdên otantîk ên li ber devê Çemê Dîcleyê û şaxên wê îfade dike. Di kîtabeyên bi zimanê Asûrî de Qral Sardûrî (heye ku Serdar be jî) pesnê xwe dide ku di bin çavdêriya Xwedayê Mezin Xaldî de (Diyar e, Guda, Gudea û Got ji navê heman xwedayî tên. Li cem Semîtîkan Ellah çi be, di çanda Aryen de jî Guda ew e. Tê maneya xwe bi xwe çêbûye. Di Kurdî û Farisî de hînê li şûna Ellah weke Xweda tê bi karanîn.) her kesê derdikeve pêşiyê têk dibe, û ev yek mizgîniya meşa bi heybet dide ku wî ber bi qraliyeta navendî ve dibe. Wana îro weke navend hatiye hilbijartin. Ji ber ku ji qebîleya Wanîlîlî hatine navê Wanê maye. Navê din jî Tûşpa ye ku ji xwedayê rojê Teşûpa çêbûye. Li navendê gelek kelhe ava kirine. Ji qûntara çiyayên Zagrosê yên Rojhilatê Îranê heta keviyên Firatê yên rojava, li bakur ji geliyên Arasê heta herêmên Asûr ên li başûr û sînorê bakurê Sûrî serweriyeke navendî ya bi hêz ava kirin. Tê texmînkirin ku cara pêşî sîstema eyaletan ava kirine. Di dîrokê de ev rastî ji alî navendbûnê ve cara pêşî pêk hatiye. Sîstema wan a baweriyan pirr bi hêz di bin bandora Sumer û Asûran de ye. Nivîsa bizmarî bi kar anîne. Ji bilî zimanê Asûrî yê ji rêveberên Asûran girtine, zimanekî bi bermahiyên Hûriyan û ji qebîleyên ji Qefkasan koç dikin têkel zimanek pêk tê. Herçiqas baş neyê zanîn jî sîstemeke ziman a nêzî Ermenîkî çêdibe û ev gelekî xwezayî ye. Gotina ‘Li Babîlê heftê û du ziman dihatin axaftin’ têra xwe mirov difkirîne û rohnî dike.
Xusûsek heye ku dixwazim bi taybetî destnîşan bikim, ew jî ev e: zimanê qesrê her tim ji yên komên di bin destên wan de cuda bû. Hînê di sedsala derbasbûyî de li qesrên Ewrûpayê zimanên ti eleqeya xwe bi xelkê xwecîh ê herêmê re tinebûn dihatin axaftin. Mînak weke Elmanî û di demên berê de Latînî. Li Rojhilata Naverast zimanê Erebî demeke dirêj weke zimanê qesrê îtîbar û rûmetek xwe hebû. Zimanê Osmanî hema bibêjin bi qasî zimanekî biyanî ji Tirkî dûr e. Ingilîziya îro zimanê fermî yê bi dehan welatan e ku ti têkiliya xwe ya neteweyî, etnîk û qewmî bi Ingilîzan re nînin. Li navenda qraliyeta Ûrartû jî diyar e, heman pîvan û rêzik hene. Ji ber ku berê Asûrî dihat axaftin, mirov dikare vê rastiyê bibîne. Şaristaniya herî bi hêz a serdema hesin dihate hesibandin. Gelek sîleh, firaq, beroş û alavên ji têkeliya hesin û sifir heta roja me ya îro mane. Şaristaniya pêşî ye ku herî zêde hesin bi kar aniye. Têgihiştina bajêr, navend û eyaletan lê pêşketiye. Tevna rêyan, îşareta bi Rêya Qral dike. Hînê jî mirov dikare cihên ev rê têre derbas dibin ji hev derxîne. Qebrên qralan ên di zinaran de hatine çêkirin muhteşem in. Ji her gelê cîran karîbûne koleyan bidin hev, di avahkirina bajar û kelheyan de bixebitînin. Di çêkirina cihokên avê û golan de pêşketîne. Hêza bi tenê ye ku karîbû li hemberî Asûran li ser piyan bimîne. Bi qasî sê sed salan bi hev re şer kirin, lê vê yekê di heman demê de û ji aliyê heman hêzan ve di sala 615’an B.Z. de dawiya herduyan anî. Dîrokê li ser heman cografyayê li pêkhatineke siyasî ya bi heman rengî careke din şahidî nekir.
Împaratoriya Med-Pers di nava nifşê pêşî de ya herî dawî ye bi heybet derketiye. Medan şert û mercên pêngava destpêkê çêkirine. Gotina Med jî zêdetir ji çanda Yewnan maye. Dîroknas hemfikir in ku Med ji şaxekî xurt ê Aryen tê. Ji ber ku devera wê nebûye wargehê komeke din a etnîk, mirov dikare bibêje Med û Medya xwediyê çandeke otantîk in. Jixwe gotinên Med û Medyayê hînê jî ji bo heman deverê têne bikaranîn. Mirov dibîne ku di rêzeçiyayên Zagrosê de bi cih bûne. Mirov dikare koka wan bibe heta Gotî û Kassîtan. Dîsa fikreke hevpar e ku di çarçoyeya binavkirina giştî ya Hûriyan de ne. Mirov dikare bibêje ku ji wan eşîran in, herî zêde bi Asûran re şer kirine û êş kişandine. Dewletbûna wan jî ji nêz ve têkildarî vê berxwedanê ye. Sirra serketinê di konfederasyona eşîran de dibînin.
Di salên 715’an B.Z. de qebîleyên cara pêşî têne cem hev yekîtiyeke sist çêdikin. Wer tê fêhmkirin ku êriş û zextên Asûr û Ûrartûyan kirine ku bi qebîleyên Skîtan ên ji Qefkasan (herhal rêûresmeke dîrokî ye) hatine, bikevin nava tifaq û nakokiyê. Pêşengî car caran dest diguhere. Piştî berxwedaneke bi qasî sê sed salan ajot Medan qesrên Ûrartûyan li derdora salên 615 B.Z., û hema paşê jî paytexta Asûrê hilweşandin û bi vî awayî dawî li du şaristaniyên mezin ên Mezopotamyayê anîn. Li nêzî Hemedana îro ya Îranê Medan paytexteke bi navê Ekbatanê ava kir û tê gotin dora wê bi bircên heftrengî girtine. Li rojava sînorê firehkirine gîhandine heta Çemê Sor. Bi Frîgyayiyan re bûne cîran. Serweriya wan demeke kin ajot, di vê yekê de para têkiliyên qebîleyên xizmên nêz ên Persan heye. Bi xebat û hewldaneke mezin pêkhatineke siyasî ya li derdora sê sed salî ava kirin û dewam kirin, bi dekûdolabeke di nava qesrê de pirr bi lez û di demeke kin de dan destê Xanedaniya Axemenî ya Fars. Persekî bi navê Kîros ê ji qîzeke Astiyag çêbûyî, bi fermandarê eskerî yê qesrê Harpagos re li hev kir û bi darbeyeke trajîk a di nava qesrê de pîremêrê dawî Keya Astiyag ji text xist. Li hemberî vê bêbextiya rezîlane em ji Dîroka Herodot hîn dibin ku Keya Astiyag ji Harpagos re weha gotiye: ‘Rezîlo! We ez ji text xistim, min ew fêhm kir, lê çima te desthilatdarî da destê bêjiyekî Pers? Qet nebûya tu li desthilatdariyê bimana. Te çima serwerî da destê Persan? Qet nebûya bila di destê Medan de bimana!’ Bi rastî, eger Herodot ev ji xwe re li hev çênekiribe; jixwe em neçar in pê bawer bibin, ji ber ku ew dîroknasekî pêşî ye, pirr digere û zana ye; ev rewş hebûna xisteleteke gelekî rezîl a hevkariya bi dijminan re ya Kurdan a berî hezarê salan nîşan dide.
Ez yeqîn dikim ku di dîrokê de hevkarê Kurd ê pêşî Enkîdo ye. Qralê Ûrûkê Gilgamêş wî ji daristanê tîne û ji bo dagirkirina deverên daristanî wî weke ajan-hevkarekî bi kar tîne. Di wan deman de deverên daristanî zêdetir wargehên proto-Kurdan in. Ango dîroka hevkariyê bi qasî ku bibe dabaşa destanan kevn e. Weke gelek caran bûyî dîsa ev hevkarî bi destê jinekê pêk hatiye! Enkîdo hevalên xwe û hewaya çiyê ya azad kiriye qurbanê şîrînî û şehweta xapînok a rahîbeyeke perestgehê. Çiqasî dişibe rojên me yên îro. Bi sedan Harpagos ji nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd û PKKê derketin. Divê mirov baş zanibe, şexsiyeta îro ya Kurd a hevkar di dîrokê de çêbûye; ji bo jina xwe û malbata wî ya pênc peran nake ti nirx û buhayê nefiroşe tine; ji ber vê yekê jî ji jiyaneke bi esalet, polîtîk, zanyarî, bi zewq (bi jiyana azad dibe) û manedar dûr e, ji lewra gelekî bi awayekî rezîl dijî.
Yewnanî (ez qala Yewnaniyên berê dikim, behsa van sosretên modern nakim), nemaze Heredot beşekî mezin ê dîroka xwe ji Medan re vediqetîne. Ez texmîn dikim ku yên ji çanda Hûriyan hatine hemûyan weke Medan bi nav dike. Ji meznahiya Medan re bi rêz û hurmet e. Persan di rêza duyemîn de dihesibîne. Wexta dibêje; li deverê çanda Medan serdest e, û ev çand ji Medan tê, mîna ku rastî dîtibe. Pers di wê demê de nû derketine ser dika dîrokê, bê nav in, û komek e ku çanda wan hejar e. Heybeta çanda Hûriyan ji peravên Egeyê heta Elamê, ji sînorên Qefkasan heta qesrên Misrê holan dide. Heredot jî bi awayekî mafdar vê rastiyê di dîroka xwe de rave dike.
Bi giştî di damezrandina pêşî ya tevahiya şaristaniyan de û di şaristaniya Sumeran de rola rahibên pêşî di avakirina xwedê û zêhniyeta nû de çi be, li heman deverê ji bo şaristaniya berê hatibû avakirin a Ûrartûyan û ji bo ya Med-Pers jî heman tişt e. Şaristaniya em behsa wê dikin ji aliyê rahibên bi navê Mag ên pêşengtiya Zerdeştî ne, hat damezrandin. Mag heye ku navek be an jî fîgureke sembolîk be. Bajarê wan ê pîroz li herêma Bradost a îro Muşasîr bû. Em dikarin şîrove bikin ku panteona xwedayên pêşî li wir hatiye avakirin û paşê ji wir derbasî Tûşpa û Ekbatanê, ji wir jî barkiriye Persepolîsê. Ji ber ku eger rêûresmeke dûrûdirêj a rahiban nebe, avakirina şaristaniyên ciddî zehmet e. Di çanda Yewnan de felsefe û fîlozofan, di şaristaniya Ewrûpayê de jî di dema Rohnîbûnê de rewşenbîr bi heman rolê rabûn. Li cem Semîtîkan şêxan û li cem Îbraniyan jî mirov pêxemberan di heman kategoriyê de bibîne wê hê bêtir zêhnê mirov veke û rê nîşan bide.
Zerdeşt û rahibên Mag di derketina Medan de rola wan girîng e. Lewma divê mirov rola wan a di vê pêvajoyê de baş zanibe. Ez yeqîn dikim ku damezrînerê vê baweriyê Zerdeşt û rahibên wî bi bawerî û exlaqê xwe bi qirêja şaristaniyê nelewitîbûn. Tê şîrovekirin ku bi pîrozkirina heywan, cotkarî û agir baweriya Zerdeştî nirxên civaka neolîtîk di nava xwe de dihewîne. Zerdeştîtî ji vedîtina rahibên Sumer ê qral-xwedayên bi maske cuda ye. Hetta mirov dikare bibêje; berevajiyê wê ye. Li gorî vê baweriyê gerdûn bi qencî-xirabî, tarîtî-ronahiyê tijî ye. Di vê çarçoveyê de xwediyê têgihiştineke diyalektîk e. Rahibtiya Zerdeşt bi hewaya pak û azad a çiyê (di çanda Yewnan de jî çanda Xweda Dionysos e) bi tevahî bi şaristaniyê nebûye, destûra wê ya bingehîn exlaqê azad e. Ji çêkirina xwedê zêdetir, behsa pîrozbûna cotkarî û heywanan, û karektera mirovê azad dike. Di têkçûna Asûran û mezinbûna Med-Persan de roleke diyarker a vî exlaqî heye. Eger xwesteka wan a ji bo jiyana azad nebûya wê weke gelên din bi hêsayî êsîr biketana. Wexta ez dibêjim gelên din, ez behsa yên ketine bin bandora civaka şareza dikim.
Piştî mirina Kîros (di demên 559-529 B.Z. de), bi darbeyeke rahibên Medan a di sala 528’ê B.Z. de komeke bi eslê xwe Medî ya serwerî xistibû destê xwe bi hêsayî hat tesfiyekirin û bi vî awayî dema Darîûsê navdar (586-521 B.Z.) dest pê kir. Di nava demeke kin de piştî ku Babîl, Misr û bajarên Îon ên li peravên Egeyê şikestin, ji peravên Egeyê heta keviyên Pêncavê di dîrokê de împaratoriya herî mezin hat avakirin. Ji bilî Çînê mirov dikare bêje dinya şareza hemû di bin destê wan de bû. Bêguman ji çanda şaristaniyê ya Sumer, Asûr û Ûrartû gelek tişt girtibûn. Her weha xwe bi rehên çanda azad a Aryen xwedî kiribû. Her weha ji çanda Skîtên navdar ên ji bakur hatibûn û hînê jî li rojhilat ji proto-Tirkan bi tesîr bûbûn û bi wan re di nava têkiliyê de bûn. Bi vî awayî gelek çand di nava xwe de sentez dikirin û mînakeke xweser di dîrokê de nîşan dida.
Împaratoriya Med-Persan nûnerê dawî yê nifşê yekemîn e ku herî zêde mezin bû. Lê bi rastî Med hem di rêza duyemîn de bûn, hem jî di nava artêşê de hêzên bingehîn bûn. Di vê yekê de têkiliyên xizmtiyê bi tesîr bûn. Împaratoriya Med-Persan di nava çanda şaristaniya nifşên yekemîn de bi qasî ku karibin sînorê xwe heta dawiyê firehkirin û gihiştin asta şaristaniyê. Îhtîşama wê ya li navendê (bermahiyên Persepolîsê hînê jî gelekî bi heybet in), hêza navendên eyaletan weke şiklekî pêşî yê împaratoriya Romayê xuya dike. Bandoreke mezin e ku dinya Greko-Romen amade kir. Di dîrokê de piştî Ûrartûyan cara pêşî wan sîstema eyaletan danî. Hem bi sîstema xwe ya siyasî, hem jî bi rêyên xwe yên mezin ên çûnûhatinê û posteyê navdar e. Di dîrokê de rêya herî dirêj a tê zanîn Rêya Qral e: ji peravên Egeyê ji Sardê dest pê dike û li Persepolîsê diqede. Yekîneya muhafizên taybet û alaya nemiran navdar e. Artêşa wê xwe gihandiye hêzeke bi sed hezaran were îfadekirin. Di mîmariyê de pêş ketiye.
Di baweriyên dînî û rîtuelan de karîbûye bibe xwediyê cihêwaziyan. Dînê esilzadeyan û dînê gel Mîtraîzm ji hev cihê bûne. Bi rêûresma qebîleyan rê li arîstokrasiyeke pêşketî hatiye vekirin. Qadên şaristaniyê ji yên beriya xwe hemûyan zêdetir pêşde birine. Cara pêşî ye karîbûn bi awayekî hosteyane gelek qebîle, eşîr, dîn, mezheb, ziman û çandan li bin banekî bînin cem hev. Li rojhilat şaristaniya dawî ya serdema destpêkê ye ku bi heybet e, û wer bala mirov dikişîne û rohniya wê li çavên mirov dixe, çavên mirov li ber dikuskusin. Li gorî şaristaniya Yewnan a klasîk ku nû pêş dikeve, ji her alî ve xwedî cihekî welê ye ku dana ber hev û qiyasê qebûl nake. Şagirtê Arîsto Skender, ya rastî li hemberî çanda Rojhilat bi kompleksekê diperpite û ji bo bibe xwediyê vê heybet û hebûnê natebite û ji bo vî welatê cîran di rola dagirkerekî hov de ye. Li hemberî Gotan împaratoriya Roma çi be, ji bo bê karên Yewnan û Makedonî, reîsên qebîle û qralokan jî împaratoriya Persan heman tişt e. Ji sedî sed ji aliyê dewlemendî, meznahî û heybetê ve ji Romayê kêm nîne. Eger em ji vî alî ve li dagirkeriya Skender binêrin, em ê dîrokê hînê rast û manedar şîrove bikin.
Em çend tiştên din li mijara pirsgirêkên qonax û belavbûna dema yekemîn a civaka şareza zêde bikin, em ê vê mijarê bi dawî bikin. Yek ji van pirsgirêkan jî ew e, ka divê mirov di pêşketina civaka şareza de cihekî çawa bide qebîleya Îbraniyan. Gotina pêşî ya em bibêjin ev e; xisleteke Îbraniyan heye ku di navbera çand û zimanê Semîtîk û çand û zimanê Aryen de, dîsa di navbera şaristaniya bi koka xwe Sumer û şaristaniya bi koka xwe Misrê de ji salên 1700î B.Z. ve heta roja me ya îro timî çûne û hatine. Di Pirtûka wan a Pîroz de navê Serûç, Ûrfa û Harranê bi xwe têne hildan. Weke warên pêşiyên Brahîm qala van deran tê kirin. Ji wir jî heta bi Misrê bi îhtîmaleke mezin li pey keriyên xwe çûne, wer xuya ye hinekî jî bi bazirganiyê re mijûl bûne. Baweriya wan di navbera Yahveh û ELLAH de diçe û tê. Ji bo di nava civaka şareza de nehelin li ber xwe didin. Têkiliya vê berxwedana wan bi baweriya wan a xwedê ya xweser heye. Xwediyê wê cihêwaziyê ne ku xwedayê qebîletiyê gelekî pêş xistine. Jiyana wan a bi dijberiya bi Brahîm li dijî Nemrût (qralên Babîlê) dest pê kir bi dijberiya Mûsa a li dijî Firewnan (qralên Misrê) dewam kir. Ji ber vê yekê li Filistînê têkoşîna wan a bi gelek xwedayên xwezayî û qebîleyan dewam kir. Di Pirtûka Pîroz de di vî warî de gelek çîrokên balkêş hene. Demeke dirêj bi pêşengiya rahibên bi koka xwe digihîjin Harûn birayê Mûsa (eger em bişibînin Sumeran weke qralokên pêşî yên rahiban e) xweseriya xwe dewam dikin.
Piştî dema rahibên pêşî yên bi Mûsa dest pê kir (di dawiya salên 1300î B.Z. de) û bi rahibê bi navê Samuel bi dawî bû, dema qraliya aliyê xwe yê polîtîk û eskerî xurt dest pê dike. Ev pêvajoya qralan ji salên 1020î B.Z. de bi Saul, Dawid, Silêman û yên din dewam dike. Li şûna qralên destpêkê yên xurt ên hejar û qels cih digirin. Qraliyeteke piçûk çêdikin. Di navbera qral û rahiban de timî nakokî hene. Her tim bi sê çar partiyên bi hêzên derve girêdayî jiyana xwe didomînin. Beşê wan ê hevkar û têkoşer di salên 720î B.Z. de bi berxwedana xwe ya li dijî Asûran têk diçin. Di sala 540î B.Z. de nefîkirina wan destpê dike. Piştî ku Persan dawî li serweriya Babîlan anî ew jî rizgar dibin. Ev rewş jî dişibe rewşa Cihûyên li Berlînê ku kengî artêşa Sovyetê ketibû Berlînê Cihûyên li wir sax mabûn, rizgar bûbûn. Jixwe gelek çîrokên wan ên bi vî rengî hene. Di xwelihevrakişandina Pers-Grekan de dîsa du partiyên hevkar çêdibin: Sadûkî û Ferisî. Paşê berxwedana li hemberî Romayê, nefîkirina yekemîn û duyemîn (B.Z. û P.Z. salên 70î) destpê dikin; pêşî Misr û Anatolya, paşê li gorî rêzê li tevahiya deverên şaristaniyan belav dibin. Pers, Grek û di dorê de Roma heye.
Xilaskar û têkoşer Îsa derdikeve. Wî li çarmîxê dixin. Ji bo proleterên Romayê destpêka efsaneyekê ye, û dibe destpêka derketina dînê duyemîn ê Brahîmî. Serhatiya bi bela ya qebîleya piçûk a Îbraniyan bi şaristaniya Greko-Romen û Ewrûpayê re dewam bike. Ji beşekî mezin ê pêşengên xwe re gotinên nebî û rabbî bi maneya qasidê xwedê û efendî bi kar tînin. Bi vî awayî şecereyeke dirêj a pêxemberan didin destpêkirin. Îsa û Muhammed dibin pêxemberên dawî. Lê Mûsevî van pêxemberan qebûl nakin. Nakokiyên dînî bi pevçûnên siyasî dewam dikin. Dema nivîskaran bêhtir piştî serweriya Romayê dest pê dike. Heta roja me ya îro herî kêm bi qasî nifşên pêxemberan rêûresmeke xurt a nifşê nivîskar-rewşenbîran jî dewam dike. Gava berê ya piçûk a bazirganiyê, her çû di derketina kapîtalîzmê û serweriya fînans-kapîtal a roja me ya îro de rola sereke lîst û dilîze. Hejmara wan kêm e, lê bi qasî împaratoriyan bandora wan li ser dîroka şaristaniyê ya dinyayê heye. Mijara qebîleya Îbraniyan divê herî kêm bi qasî şaristaniyan bi nazenînî hûr bê kolan. Mîna ku di mijarên zanist, qanûn û pereyan de împarator bin. Heman rola wan bi qasî di dîrokê de îro jî bi aliyên xwe yên balkêş hemûyan dewam dike. Çîroka min a şexsî jî hinekî dişibe ya vê qebîleyê.
Ez jî mîna Brahîm ji Serûç a Ûrfayê derketim. Îsa bi alîkariya hevkarê sîstemê serrahib û qralê Yehûdayê hat girtin û li çarmîxê xistin. Ez jî bi alîkariya Îsraîlê bi hevkariya MOSSAD Û CIA’yê hatim girtin û li çarmîxê hatim xistin. Li zindana Îmraliyê di çarmîxê de bi awayekî mîna Îsa çarmîxkirî berxwedana xwe didomînin.
Pirsgirêkeke din jî êrişên ji bakur ên Skîtan e. Van êrişên ku di salên 800î B.Z. de xwe nîşan dan, ji qebîleyên bi koka xwe Qafqasî hatin. Ev qebîleyên ku ji nava Ewrûpayê heta hundirê Asyayê, ji deştên başûrê Rûsyayê heta Mezopotamyayê li her deverê belav bûn, ji ber ku ji çandê zêdetir bi hêza xwe radibûn li dawiya xwe zêde şop nehiştin. Lê belê weke qebîleya Îbraniyan di damezrandin û hilweşandina gelek împaratoriyan de rola wan heye. Mirov fêhm dike ku weke eskerên xizmetê dikin û jinên qesran rol lîstine. Ev rol heta împaratoriya Osmanî û heta Komara Tirkiyê jî dewam dike. Lê diyar e ku bi qasî Îbraniyan nikarîbûne xwe biparêzin. Weke rengekî nijadî tehm û rengekî didin çandan û dikarin rê li xweşikbûnê vekin. Dibe ku helwesteke wan a egîdane jî hebe. Di civaka şaristaniya nifşê yekemîn de yek ji mijara divê baş were hûrkolan mijara Skîtan û yên weke wan in.
Di pêkhatina sîstemên dîrokî de mirov dikare têgîna navend-hawîrdorê weke feraziyeyekê bi kar bîne. Wexta mijar navenda şaristaniyan be, pirsa li hawîrdorê çi diqewime girîng dibe. Di dîrokê de wexta cara pêşî navendên şaristaniya Sumer, Misr û Çînê çêbûn, ji bo Sumer û Misriyan hêzên hawîrdorê qebîleyên Semîtîk Aramît û Apîrû bûn; ji bo Çîniyan jî proto-Tirk Hûn bûn; ji bo Romayiyan jî Got bûn. Ev eşîrên ji qonaxa barbariyê bihurîne, kengî serekên wan hîn bûn sîlehên şaristaniyê bi kar bînin û bi dest bixin, timî şerekî mîna yê gerîlla yê ‘êriş bike û xwe biparêze’ meşandine. Çarenûsa wan ew e ku yan di nava şaristaniyên serdest de bihelin, yan jî şaristaniyeke bi heman rengî li hawîrdorê ava bikin. Mînak Amorîtan hingî êriş birin ser Aqadan ew jî bûn xanedan û dewlet ava kirin. Îbranî jî bi awayê ji Misriyan hîn bûbûn qraliyeta xwe ya serbixwe ava kirin. Yek ji tevgera herî bi hêz a hawîrdorê ku dîrokê nas kir, Hûn bûn, lê hem li Çînê, hem li Ewrûpayê û heta li Îranê nikarîbûn xwe ji helandinê xilas bikin. Serekên wan ên qebîleyan bi giştî li navenda çanda şaristaniyan weke şefên rêveber man û heliyan, ezbetên qebîlê yên xizan jî demeke dirêj marjînal jiyan yan jî heman pozîsyon bi serekên nû yên dîtin ceribandin. Gotan timî êriş birin ser Romayê û bi vî awayî hîmên mîrtiyên Elman danîn. Carnan jî taca Romayê dan serê xwe. Di dîrokê de mînakeke manedar heye; serekên qebîleyên Moxol û Oxûz ên di nava damezrînerên pêşî yên xanedanên Osmaniyan de cih girtin bi çavên şaristaniya Bîzansê bi tevahî hêzeke hawîrdorê bûn, lê di têkoşîna sedan salan a navend û hawîrdorê de navend bi destxistin û ew êdî hêzeke hawîrdorê nebûn.
Skîtî jî nemaze ji bo navendên şaristaniyê yên nifşa yekemîn, bi giştî weke hêza bakur û bi taybetî û giranî jî weke hêza Qefkasan a hawîrdorê rol lîstine. Kengî şaristanî nas kirin û bi sîlehên wan xwe bi sîleh kirin bûn hêzeke dijwar a êrişê. Tê texmînkirin ku di navbera salên 800-500 B.Z. de gelekî çalak bûne. Tevî ku weke eskerên bi peran û weke xizmetkarên qesrê gelekî rol lîstine jî nikarîbûne ji bo xwe navendên şaristaniyê yên girîng damezrînin, û piraniya wan di dawiyê de nikarîbûne xwe ji helandinê xilas bikin.
(SIBE DEWAM DIKE)