Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi sêrkêşiya şehîd û ciwanan em ê Efrînê rizgar bikin” cenazeyên şehîd Şahan Şiyar, Hawar Efrîn, Gerzan Mihemed ku dema mayineke li gundê Til Sosin ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bê bandor dikirin şehîd bûn û şehîd Birûsk Baran û Mihemed Cim ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê oxir kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şêniyan cenazeyên her pênc şehîdan Ferhad Yaracîn Kaya (Şahîn Şiyar), Mistefa Hesen (Hawar Efrîn), Mihemed Cim (Mihemed), Birûsk Baran û Mihemed Qehreman (Gerzan) ji navenda meclisa Ehresê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve meşiyan.
Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û ev tişt got: “Em dibêjin ku em ê li Efrînê vegerin. Ji ber ku bawariya me bi lehengên ku li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dimeşin, heye. Ew lehengên ku soz dane ku ew ê Efrîn û gelê wê rizgar bikin û hêz û îradeya xwe di Berxwedana Serdemê de tekez kir. Baweriya me heye ku em ê bi saya şehîdan Efrînê ji dagirkeran û çeteyên wan rizgar bikin.”
Her wiha ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava Tolhildan Efrîn axivî û soza şopandina rêya hemû şehîdên ku ji bo aştî û aramiya gelê xwe canê xwe feda dikin, da. Efrîn destnîşan kir ku wan bi ciwanan dest pê kir û bi ciwanan bi ser bikevin û wiha pê de çû. “Em ê Efrîna ku li hemberî hemû çekên giran û li hemberî dewleta duyemîn di NATO`yê de li ber xwe da, rizgar bikin. Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û em ê asta têkoşîna xwe li hemberî her kesî ku li dijî Şoreşa 19`ê Tirmehê derdikeve, bilind bikin.”
Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçber destnîşan kir ku felsefeya wan li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin. Koçber diyar kir her 5 şehîd ji bo welatê xwe tev li karwanê canfidayan bûn û ev tişt bi lêv kir: “Divê gelê me di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bike. Pêwîst e em îrade û hêza xwe xurt bikin ji bo ku em li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û Efrînê rizgr bikin.”
Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endama Kongreya Star Nazo Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her pênc şehîdan di nava dirûşm û tilîliyan de hatin oxirkirin.