Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava YCR’ê derbarê şehadeta şehîd Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn de daxuyaniyek da. Kordînasyona YCR’ê got: Her sê rêhevalên me ji bo perçekirin û şikandina dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawî xwedî sekn û helwestekê zelal bûn.
QAMIŞLO – Şehîd Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn ku di nava YCR’ê de di asta rêveberiyê de kar û xebatên xwe bi lehengî hata asta şehadetê kirn û di qonaxa duyemîn ya berxwedana serdemê de di encama teqînekê de li herêma Şehbayê di 8-7-2018an de şehîd bûn.
Daxuyaniya Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava wiha ye:
Ji gelê me yê welatparêz û ciwanên têkoşer re!
Li ser navê Yekitiya Ciwanên Rojava em sê rêhevalên xwe yên têkoşer û qehreman, di Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd ketin bibîrtînin. Di 8’ê Tîrmehê de rêhevalên me Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn di dema ku li ser kar û xebatê xwe de bûn di encama teqînekê de li herêma Şehbayê şehîd ketin.
Di vê pêvajoyê de ku êrîşên dagirkeran li ser şoreşa me ji çar aliyan ve bi hemu dijwarî didomin, em di nava şerê hebûn û tunebûnê de derbas dibin û bi tevahî hêzên desthilatdar û komploger li dijî şoreşa me di nava hewldanên qirêj de ne, şoreşa me bi pêşengtiya kesayetên şoreşger mîna Ş. Birusk, Ş. Hawar û Ş. Garzan li ser piya ye. Tevlîbûna her sê hevalên me nava karwanê şehîdan wê ji bo me û gelê me bi giştî bibe cihê serfirazî û serbilindi ye ji ber ku riya rast li pêşiya me nîşanê me dan. Çawa ku ew heta dawî xwe bi erk û berpirsyartiya xwe ya rizgarkirina Efrînê ve girêdabûn û li ser vî esasî, bi vî rihî bi şev û roj kar û xebat kirin, nesekinîn tim di nava hewldan û lêgerînên azadiyê de bûn, divê em jî li ser şopa wan riya wan heta serkeftinê bidomînin.
Heval Birusk yek ji rêhevalên me ye, ji destpêka şoreşa Rojava di nava erk û berpirsyartiyên cur bi cur, ji Cizîrê heta Efrînê de cih girt û di asta pêşengtiyê de kar û xebatên şoreşê bi rêve bir. H. Birusk ji bo demekî dirêj di nava Kordînasyona Ciwanên Rojava de erk û berpirsyartî girtibû ser milê xwe. Ji destpêka êrîşên hêzên faşîst ên dagirker li ser Efrînê ve H. Birusk di nava Berxwedana Serdemê de cih girtibû. H. Birusk yek ji pêşengên ciwanan di nava şoreşa Rojava de ye ku bûye nimûne û sembola , şoreşgertî û milîtaniya apoyî.
Heval Hawar jî ev demekê dirêj di nava rêveberiya ciwanên Rojava de erk girtibû li ser milê xwe. Bi taybetî keda wî di nava xwendekarên Rojava li Efrînê û li Cizîrê de zêde ye. H. Hawar demekê dirêj jî li Girkê Legê û Rimêlan di asta rêveberiyê de kar û xebatê ciwanan meşandibû û herî dawî bi îdaya rizgarkirina Efrînê tevlî Berwedana Serdemê bû. H. Hawar ji bo me hemuyan bû nîşaneya xwendekarê têkoşer û milîtanê apoyî yê demê.
Heval Garzan yek ji endamên tevgera me yê herî kevn li Efrînê bû. Ked û xwêdana wî li Efrînê di asta herî jor de hebû. Heval Garzan di heman demê de jî Hevserokatiya Desteya Ciwanan a Herêma Efrînê dikir û herî dawî jî ji destpêka şer heta şehadeta xwe bi dilsozî û îdaya tolhildana şehîdan û şikandina dagirkeriyê di nava Berxwedana Serdemê de cih girt û rolekê pêşengtiyê girtibû ser milên xwe. H. Garzan ji bo me tevahî bû sembol û nîşaneya ciwantiya azad û welatparêziya Kurdistanê, yê ku di bin şert û mercên herî zehmet de jî dev ji xaka xwe bernade, lê heta dilopa xwîna a xwe ya dawî erd û miletê xwe diparêze.
Her sê rêhevalên me, Birusk, Hawar û Garzan li ser şopa Arîn û Avestan, mîna Rêzan û Navdaran ji bo perçekirin û şikandina dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawî xwedî sekn û helwestekê zelal bûn û ji bo pêkanîna soza xwe ya bi welatê xwe û şehîdên wê ji her tiştî re amade bûn. Her sê ew in, yên li ser riya şehîdan meşiyan, di xewn û xeyala pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan de bi îsrar bûn, girêdanbûna rast bi Rêber APO re dan jiyankirin û ji ber vê îro ji bo me riya me ronî dikin.
Em li ser van bingehan mîna Yekitiya Ciwanên Rojava soza xwe di şaxsê her sê rêhevalên me yên şehîd, Birusk, Hawar û Garzan de li bermaberî tevahî şehîdên şoreşê, Rêber APO û gelê xwe nû dikin. Em ê heya Efrînê azad nebe, heya çar perçeyên Kurdistanê azad nebin em ê nesekinin. Ji bo hilweşandina dagirkerî û faşîzmê em ê heta yek ji me hebe têkoşîn bikin û şer bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin, rihê vê pêvajoyê, rihê Berxwedana Serdemê, rihê hemleya me ya Serî Hilde rihê Biruskan, Hawaran û Garzanan e! Em bang li tevahî ciwanên Rojava dikin ku li ser esasî xwedî
derketina şehîdan û rizgarkirina Efrînê serî hildin, seferber bibin!