Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Tirbesipiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşeke meşeleyan li dar xisitn.
QAMIŞLO – Meşa ciwanên navçeya Tirbesipiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji pêşiya navenda Kongira Star ya navçeyê dest pêkir. Ciwanan di meşa xwe de alên YCR,YJC’ê û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin.
Ciwanên ku di nava kolanên navçeyê de geriya siloganên” Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” û ” ji bo Kurdistan şer” berzkirin. Meşa ciwanan li pêşiya navenda ciwanên navçeyê rawestiya û li wir daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Tirbesipiyê Cangîr Kobanê ve hate xwendin wiha dibêje: Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Kurdistanê û bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. her wiha vê bêdengiya dewletên navnetewî jî şermezardikin. emê li berxwe bidin û bang li tevahî dewletên navnetewî dikin ku erkê xwe pêkbînin.
Meşa ciwanan bi siloganan bi dawî bû.