DÎROKA GERDÛNÎ û ROJHILATA NAVÎN:
Dîrok ne bi tenê ji bo civaka mirov, ji bo tevahiya pêkhatinên gerdûnî bi roleke afirîner radibe û ev heqîqetek e ku tevahiya zanistan li ser hemfikir in. Ew zeman pêk tîne. Rola afirandinê ya ji bo îlahan vedibêjin zeman bi xwe bi wê rolê radibe û ev yek mîna sirrekê ye. Em ji leza pêkhatinê re zeman dibêjin. Pêkhatin nebe zeman jî di çarçoveya ‘tinebûnê’ de ye. Xisleta wê ya sirrê û razê bi vî awayî xwe di hişê mirov de nîşan dide. Ji lewra rast nîne ku mirov pîrbûnê bi bandora kujer a zeman ve girê bide. Ji ber ku bandora kujer a zeman tineye, ev binavkirin jî ti qîmeta xwe nîne. Lewma mirin tineye. Mirin bîranîneke mirov e ku bi awayekî sosyolojîk hatiye avakirin. Hiseke lihevçêkirî ye. Lê ji bo jiyanê bîranîneke gelekî hêja ye. Ya rastî bandoreke hişyarker e. Ez weke Hegel hewce nabînim derkevim ‘Rêwîtiya Tînê (cewher)’. Lê ez fêhm dikim ka Hegel bi vê yekê xwestiye çi bike. Herçiqasî bi teoriya ‘bîng bang’ temenê gerdûnê li derdora 13 mîlyar salî were destnîşankirin jî bi îhtîmaleke mezin ev jî vegotineke nû ya mîtolojîk a şaristaniya Rojava ye. Tevî zanistîbûna wê hemûyî jî weke çîrokên afirandinê yên di Pirtûkên Pîroz de, bi roleke civakî radibe. Lê ji ber ku ev wisa ye, zeman nayê înkarkirin. Bi tenê tê îdîakirin ku xisleta xwe ya sirrbûnê diparêze. Ez weke şensekî mezin dibînim ku karibim di nava civaka mirov de wê hinekî û qismî keşif bikim.
Dîroka civakî di çêkirin û pêkanîna mirov de rola xwe heta dawiyê girîng e. Eger sirra zeman wê bê jihevderxistin, em dikarin vê bi tenê di van pêvajoyên kinik ên pêkhatinê de keşif bikin. Hêza civaka mirov a çêkirina ferdê xwe ji texmînan wêdetir jî nebûye xwediyê maneyê. Eger mirov li ser gelekî bixebite wê karibe di warê manedanê de kûr û serwext bibe. Naxwe em nikarin di ti fenomenî de hêza zeman keşif bikin. Ji lewra ez zanista civakî weke xwedawend an jî melîkeya sereke ya zanistan hemûyan dibînim. Dîsa divê ez weke tespîteke girîng destnîşan bikim ku ji tevahiya zanistên xwe nasipêrin zanista civakî şik û gumanê dikim. Rêya rasterast biçe zanistên din hemûyan wê di pêkanîna me ya zanista civakî re derbas bibe. Em çiqasî zanista civakî pêşde bibin em ê karibin ewqasî xwe bigihînin hin agahiyên din. Civaknasî çiqasî pêş bikeve, em ê ewqasî bigihêjin zanista pirtikên jêr-atoman ên maddeyê û ya gerdûna kozmîk ku tê îdeakirin hê fireh dibe.
Ne bi tenê Hegel, Xwedayê di Pirtûka Pîroz de jî wexta dest bi serhatiya afirandinê dike, wê bi xwesteka ‘fêhmkirinê’ girê dide ango vê weke ‘fikir dest pê dike li xwe difikire’ tîne ziman û ev tespîteke girîng e. Fikra dest pê dike, hewl dide xwe bifikire, cewherê heqîqetê ye. Bi qasî ku em dizanin, ev yek jî li derveyî civaka mirov, bûyereke me şahidiya wê kiriye, nîne. Xwefikirîna mirov bingehê afirandinan hemûyan e. ‘Gelo bi qasî atomê, di nava gerdûna kozmîk de jî fikir heye?’ Hêja ye ku mirov pirseke bi vî rengî bike û pirseke dijwar e. Ez divê bibêjim ku ez cesaret nakim yeqîn bikim hem gerdûnên makro û hem jî gerdûnên mîkro, bêfikir pêk tên. Têgîna ‘maddeya bêcan’ ku em wer hînkirine, êdî têra xwe derketiye holê ku têgîneke gelekî pûç a sosyolojîk e. Ji ber vê gotina min divê neyê hişê ti kesî ku Hegelparêziyê dikim. Têkiliya fikrê bi pêlên di mejiyê mirov de tespît bûye; hema hema mirov jê piştrastbûne ku tiştekî mîna enerjiyê ye. Li vir pirsgirêk ew e ku ev rastiya hatiye piştrastkirin, em çiqasî dikarin cesaret bikin li ser xwezaya li derveyî mirov nîşan bidin.
Bi van gotinan dixwazim vê bibêjim: Em neçar nînin ‘axa mirinê’ ya civakbûna negatîf reşandiye ser çavên me, qebûl bikin. Civakbûna pozîtîv, bi gotineke din civaka misêwa azad dibe, yekane zemînê heqîqetê ye. Danasîna herî zelal a dîroka gerdûnî weke zemînê heqîqetê pêşketina civakî ye. Di vê çarçoveyê de civaka mirovî bi tenê dîroka mirovî nîne, ya rastî dîroka gerdûnê ye. 13,8 mîlyar salên bi rengekî sivik weke temen tê gotin jî tê de, ev dem dîroka gerdûnê ye. Ji ber vê yekê jî divê mirov girîngiyê bi insên, civaka wî û dîroka wî bide.
a- Serdema Qeşayî ya Dawî li derdora bîst hezar sal berê bi dawî bûye. Bi vî awayî destnîşankirina vê serdemê di pêşketina dîroka civakî de qonaxeke girîng e. Di dîroka Rojhilata Navîn de ku bi vê dîrokê dest pê dike, nexasim di dema destpêkirina vê dîrokê de sîstema li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê û herêmên çol ên cîran ji bo cinsê mirovî bi awayekî awarte derfetên qût û zad, ewlehî û îmkanên zêdebûnê hêsan dike. Wexta ev hersê hêman têne cem hev an jî bi hev re peyda dibin, ji bo cinsekî zindî şensekî awarte yê jiyanê tê hesibandin. Cinsê mirov ê ji Efrîka Rojhilat derketiye û beridandina wî li derdora heft mîlyon salan tê qebûlkirin, seranserê Efrîka Rojhilat derbas dike, ji Deryasor di qûntara çiyayên Rojhilatê Deryaspî re heta Rîfê (qelşa kutleya du erdên sereke pêk tînin) diçe Torosan xeteke belavbûnê ya xwezayî xêz dike. Bi qasî ku tê tespîtkirin herî kêm ji mîlyonek salî ve timî mirov bi vê rê çûne Asya û Ewrûpayê. Kevana Toros-Zagrosan di vê rêwîtiyê de misêwa bi rola stasyoneke bingehîn rabûye. Bi vî awayî em girîngiya jeolojiyê baştir fêhm dikin. Herî kêm bi qasî van qûntarên çiyayan, çolên cîran ên di dema xwe de gelekî bi bereket jî bi roleke bi heman rengî rabûne. Bi dawîbûna Serdema Qeşayî ya Dawî re şert û mercên mayînde yên mayînê li van stasyonan peyda dibin û ev yek dihêle ku di dîroka pêşkketina cinsê mirov de qonaxeke nedîtî dest pê bike. Em îro ji vê cografya û erdnîgariyê re Rojhilata Navîn dibêjin. Girîngiya herêmê ya jeolojîk, biyolojîk û civakî ji ber vê rastiya nêz a dîrokî ye. Rojhilata Navîn êdî parçeyekî cografyayê yê ha yellah nîne, wî mekanî pêk tîne ku li ser dika wê dîroka gerdûnî wê bê lîstin.
Li gorî qenaeta hevpar a zanistî cinsê mirov heta piştî serdema qeşayî ya dawî bi rêxistineke tîpa klan a ji 25-50 kesî pêk hatî ye, û ji vê nebihurîye. Civaka klan weke yekîneyên pêşî yên komin piçûkdîtin, ‘şovenîzma şaristaniyê ye’ ku piştre derketiye holê. Mirovatiyê ji sedî 98’ê dîroka xwe bi civakeke bi vî awayî derbas kiriye. Klan, di pêkhatin û çêbûna civakê de bi rola hucreya dayik an jî mak radibe. Çawa ku di pêkhatina zindiyan de bi hewldana mîlyaran salî ya hucreya dayik gav ber bi pêkhatina tîpên nebat û heywanan hatiye avêtin, serhatiya jiyanê ya mîlyonan sal a civaka klan jî derfet daye ku gav ber bi civaka heterojen ve bê avêtin. ‘Şoreşa Civaka Pirranî’ yek ji qonaxên bingehîn ê dîroka gerdûnî ye. Kengî ‘zimanê sembolan’ şûna ‘zimanê îşaretan’ girt, mirovatiyê ev qonax derbas kir. Zimanê sembolan ê mirov, ji ber awayê xwe yê qirik û bedenê, xwediyê potansiyeleke mezin a pêşketinê ye. Derfeta zimanê sembolan wê şoreşa fikrê jî mumkîn bike.
Dîroknas herçiqasî di çarçoveya avahiya jeobiyolojîk a Efrîkayê de texmînî behsa bikin ku zimanê sembolan beriya serdema qeşayî ya dawî li derdora 100.000 salî B.Z. pêk hatibe jî şoreşa rastî ya zimanê sembolan girêdayî avahiya jeobiyolojîk a Rojhilata Navîn piştî serdema qeşayî ya dawî li derdora 20.000 salî B.Z. pêk hatiye. Di vê mijarê de zanyar hemfikir in. Agahiyên antropolojîk, etnîk û çavdêriyên dîrokî yên zelal hene ku komên weke Semîtîk têne binavkirin li derdora şeş hezar sal berê ji Sehra Mezin heta bi çolên Erebistan û Îranê yên ji aliyê dar, pel û pincaran ve dewlemend li dora zimanê Samî ‘sîstema qebîleyan’ bi awayekî berfireh pêk anîne. Ji zimanên Efrîkayê yên îşaretan ên gelekî dewlemend, derbasbûna sîstema qebîleyan a xwe disipêre awayê zimanê sembolan ê Semîtîk, yek ji qonaxên bingehîn ê dîroka gerdûnî ye. Ev koma çand û ziman, çi di şoreşa cotkarî ya neolîtîk û heywan xwedîkirinê de û çi jî di şoreşa bajêr de (medeniyet, şaristanî) wê bi roleke mezin rabe.
Duyemîn şoreşa mezin a zimanê sembolan li ser avahiya jeobiyolojîk a sîstema çiyayên Toros-Zagrosan komên sîstema qebîleyên Aryenîk pêk hatiye ku weke koma Hind-Ewrûpa jî têne binavkirin û ev yek jî dîsa bi xebatên antropolojîk, etnîk û çavdêriyên dîrokî hê zelaltir hatiye piştrastkirin. Rola vê komê di şoreşa bajar û cotkariyê de jî sereke ye ku ev jî xisleteke girîng a rastiya piştrastkirî ye. Vê rola xwe li ser bingehê qadên cihûwarbûnê yên girêdayî avahiya jeobiyolojîk pêk aniye.
Sêyemîn koma mezin a zimanê sembolan li başûrê daristanên Sibîryayê ji aliyê sîstema qebîleyên weke koma zimanê Ûral-Altay têne binavkirin pêk hatiye. Ev komên behsa wan têne kirin, piştî serdema qeşayî heta bi Çîn, Moxolîstan, Tirkîstan û Fînlandiya îro belavbûne û bi qasî herdu komên pêşî nebe jî di dîroka gerdûnî de hem di warê şoreşa neolîtîk û hem jî di warê şoreşa bajêr de, kêrhatîbûna wan girîng e.
Li Qafqasan, Emerîka û hin komên din ên îzolebûyî bi awayekî marjînal be jî çi di warê zimanê sembolan, çi jî di warê şoreşa bajêr û cotkariyê de rola wan heye û di vî warî de agahiyên antropolojîk, etnîk û çavdêriyên dîrokî hene.
Bi tevahî xebatên zanistî yên jeolojîk, arkeolojîk, antropolojîk, etnîsîte û zimên piştrast bûye ku şoreşa gund-cotkariyê bi awayekî bingehîn li sîstema qûntara çiyayên Toros-Zagrosan ku di dîrokê de weke ‘Hîlala Bi Bereket’ jî tê binavkirin, li ser avahiya jeobiyolojîk û girêdayî cureyan pêşketiye. Ev qonaxa şoreşê di dîroka gerdûnî ya mirovatiyê de bingeh e.
Ez neçarim careke din destnîşan bikim ku mebesta min ji şoreşê ew e; cewherê wê û çawa pêk hatiye. Girîngiya vê şoreşê pirralî ye. Yekemîn, civak ji qonaxa civaka klan a demdirêj (komên piçûk ên homojen-yên dişibin hevdu) derbasî qonaxa ‘sîstema qebîleyan’ a heterojen (pirraniyên cihêreng) bûye. Sîstemên qebîleyan ên xwe disipêrin zimanê koka wan hevpar, nîvkoçer û nîvbicihbûyî ne, di nava xwe de tiştên weke diyariyan pevdiguherin, perestgehên wan ên hevpar hene û bûne xwediyê mekanên lê miriyên xwe veşêrin, şêweyekî civakî yê demdirêj in. Erdkolanên arkeolojîk ên li Xirabreşka nêzî Ûrfayê ye, ji bo rohnîkirina dîroka mirovatiyê weke ‘supernovayê’ tê qebûlkirin. Di erdkolanên li Xirabreşkê de kevirên tîk ên perestgehê yên 10.000 salan B.Z. hatine avakirin, nîşan didin ku sîstemên qebîleyan ên berî şoreşa cotkariyê weke têne zanîn ewqasî paşvemayî nînin, berevajî, avahiyên civakî yên têra xwe pêşketî ne, û ev yek jî weke keşfeke girîng a dîrokî derdikeve pêşberî me.
Ev kevirên tîk ên perestgehê yên hatine verotin û bi awayekî xelekwarî li kêleka hev hatine danîn, nîşan didin ku li Xirabreşkê jiyaneke xurt a fikir û hisan pêk hatiye. Divê mirov bi girîngî destnîşan bike ku jeobiyolojiya Ûrfayê ji bo pêşketina sîstema van qebîleyan, rewşeke îdeal pêşkêş dike. Li ser vê sîstema qebîleyê û çanda wê, divê xebatên dîrokî û analîz ji sedî sed bêne kirin û ev xebat çiqasî bêne kirin, bêguman wê dîroka gerdûnî hê baştir zelal bibe.
Duyemîn, pêkhatina gundan heta niha bi şoreşa cotkariyê ve girêdayî hatibû nirxandin. Bi perestgeha Xirabreşkê ya Ûrfayê piştrast bûye ku mirovan ji sîstema qebîleyên nîvkoçer gav avêtine avabûna gundan û ev rastiyeke din a civakî ya girîng e. Berê min derketina bajêr û dewletê bi perestgehên rahibên Sumeran ve girêdabû. Bi heman awayî divê ez bi giringî diyar bikim ku rêveberiyên komin û gundan ango demokrasiya destpêkê ya resen û orjîn jî li dora sîstemên hevpar ên perestegeha van qebîleyan pêk hatiye. Her perestgeha hevpar a bicihbûyî, dibe hîmê danûstendina destpêkê û şoreşa fikir (huner) û hissa hevpar.
Hingî xusûsa sêyemîn a mirov dikare bîne ziman jî ew e; şêweyê bazirganiyê yê destpêkê û orjîn bi danûstendina diyariyan, di hevdtînên li perestgehên hevpar de pêşketiye. Ya çaremîn, di çavkaniya derketina dîn û huner de jî perestina li perestgehên hevpar heye. Ev herdu kategorî di destpêkê de bi hev re ne, û hêmanê bingehîn ên çanda manewî ne. Li Xirabreşkê wêneyên perestgehê yên gelekî nêzî nivîsê bûne, asta pêşketina fikir û hissan piştrast dikin. Hunerekî welê heye, mîna ku ji mêj ve xeber didin ku wê nivîsên Sumer û Misriyan bên. Mirov hê jî dikare xusûs û şîroveyên bi heman awayî pêşde bibe û bike.
Xusûseke din a girîng ku divê mirov destnîşan bike ew e; ev çand ji ber xisleta xwe ya nîvkoçeriyê xwediyê karektereke gelekî nerm û zû belavbûnê ye. Ev çand di dîrokê de di navbera salên 15.000 û 10.000 B.Z. de di serî de Rojhilata Navîn di asta gerdûnî de belav bûye. Bi vî awayî destnîşankirina vê xusûsê wê vegotinên dîrokî têra xwe rohnî bike. Li gorî qenaeta min a şexsî, vê çandê tevahiya Asya, Efrîka, Ewrûpa, Emerîka û heta Awûstûralyayê ji aliyê çandî ve fetih kiriye.
b- Şoreşa cotkariyê xwe spartiye sîstema qebîleyên nîvbicihbûyî (nîvdêmanî) û pêşketiye. Dîroknas û jiyan bi xwe xwedî hukmekî hevpar in ku ev yek xwedî maneyeke şoreşî ye. Mirov qada berfireh a jeobiyolojîk a Ûrfayê weke herêma bi bereket a Hîlala Bi Bereket qada navendî ya şoreşa cotkariyê ya herî demdirêj (texmînî 10.000-5000 B.Z.) bibîne, ev yek ê vegotina dîrokî ya herî nêzî rastiyê be. Çi girtina nebatan ji bo cotkariyê, çi jî ji bo kedîkirina mîh, bizin û dewaran qadên behsa wan têne kirin xwedî derfet in, û ji aliyê cûrbicûriyê jî nêzî îdealê ne. Awayên erd, bereketa erd, şertên avhewayê, hebûna nebat û heywanan (flora û fauna) li gorî dema xwe, herî îdeal e. Mîna xwedî şert û mercên avdaniyeke xwezayî be. Her weha erdên avdaniyê yên berfireh li ser Dîcle-Firat û şaxên wan her hebûn. Lêkolînên li qadê herroja derbas dibin rola herêmê di vî warî de derdixin holê.
Ev dem yek ji qonaxên bingehîn ê dîroka gerdûnî ye, û der barê wê de jî mirov dikare xusûsên bi heman rengî diyar bike. Yekemîn, di pêkhatina perestgeh û gundan de ji aliyê çawayetî û çendayetiyê ve pêşketin hene. Çandên Bismil-Kortiktepe, Çemê Hallan, Erxenî-Çemê Kotber (Çayönü) û Swêreg Newala Çorî hêza belavbûn û bicihbûnê ya çanda Ûrfa-Xirabreşkê (Göbeklitepe) nîşan didin. Di dema 10.000-7000 B.Z. de ku weke qonaxa bê kûz û dîzik tê hesibandin di tevahiya xususên diyarkirî de pêşketin hene. Divê mirov diyar bike ku vê demê di serî de cografya Rojhilata Navîn di karektera belavbûnê ya gerdûnî de rê li pêşketinê vekiriye.
Duyemîn xusûsa girîng ew e ku piştî salên 7000’î B.Z. qonaxeke di ser neolîtîka bi kûzik û dîzik re pêş dikeve û pêşketineke welê civaka mirovî tîne ber bajarbûyînê. Tevahiya erdkolanên arkeolojîk vê rastiyê piştrast dikin. Mirov dikare bibêje; li heman qada navendî, nexasim ji salên 5000’î B.Z. û pêve belavbûneke çandî ya bi lez di serî de li Misr, li Mezopotamya Jêr Sumer, li nava sînorên îro yên Hindistan-Pakistanê Pencabê (pêncav) û heta bi Amûderya Tirkistan û geliyên Sîrîderyayê li qadeke berfireh a jeobiyolojîk rê li ber pêşketineke gihiştiye ber proto-bajarbûnê, vekiriye.
Li gorî demê, bi awayekî sîstema navend-hawîrdorê cara pêşiye bi şêweyekî were dîtin, sîstemeke global pêk tîne. Eger mirov destnîşan bike ku ev çand ji Çînê heta Ewrûpayê ango di navbera du okyanûsan de bi roleke sereke rabûye û belavbûneke nifşê duyemîn di dema 4000-2000 B.Z. de zêdetir bûye, ev ji aliyê dîroka gerdûnî ve gelekî girîng e. Globalbûn fenomenek e ku bi tenê di roja me ya îro de nîne. Belkî jî globalbûna herî demdirêj, ne zordest, ne mêtinkar (îstîsna pîvanê xira nakin) û herî girîng di van deman de pêk hatiye. Xusûsa divê ji dîroka gerdûnî were fêhmkirin ev e. Hem maddî û hem jî manewî belavbûneke global û pêkhatineke çandî ya hevpar ji bo vegotineke manedar a dîrokê bingeh e. Ya divê ji dîroka gerdûnî were fêhmkirin ev e; bi tevahî fikrên civakan û pratîzekirina wan xelekên wekhev ê obje-sûbjeyê ne. Di serî de dîrokên neteweyan, vegotinên dîroka mîkro hemû eger di nava dîroka gerdûnî de neyên bicihkirin, wê bi tenê bi qasî çîrokekê maneyeke wan hebe.
Ya rastî cureyekî vegotinê bi navê dîroka mîkro nîne. Pêdiviya yekdestdarên kapîtalîst bi propagandayê, dîroka mîkro derxistiye holê. Ji bo mirov dîrokê fêhm bike serwextbûna li vê xusûsê gelekî girîng e. Cinsê mirov tenê bi xwe nîne, ew dîroka tevahiya gerdûnê ye. Ya di mirov de ji nû ve pêk tê, asta yekparebûna tevahiya herikînên madde û enerjiyê ye. Li derveyî mirov çi hevgirtina enerjî, madde û parçeyê gerdûnî nîne weke hiss û fikir ji nû ve di mirov de neyê cem hev û ava nebe. Yekemîn, eger em dibêjin dîroka gerdûnî, mebesta me jê ev e. Rastiya panteîzm jî hewl dide haya xwe jê hebe ev e. Wexta em dibêjin dîroka gerdûnî vegotina din a divê bê fêhmkirin; pêşketina çanda maddî û manewî ya xwezaya civakî ye ku weke Xwezaya Duyemîn jî tê binavkirin. Mirov vê dîrokê dikare ji klanan ku bi awayekî weke hucreya mak a civakê bibîne û weke çemê sereke an jî çemê dayik ê civakan ê diherike binirxîne. Di vê vegotina dîrokê de têgîna mak, çemê sereke, mezin an jî dayik, girîng e. Çawa ku ji bo qalkirina dîroka gerdûnê ya ne mirov e, hewce bi tevahiya koma madde-enerjiyê nîne, bi tenê hewcedarî bi qalkirin û fêhmkirina gavên derbasbûna mekanîzmayan (li cem Hegel mentiq û moment) û xelekên sereke (fizîk, kîmya, biyolojî) heye, ji bo dîroka civakê ya weke Xwezaya Duyemîn jî tê binavkirin vegotineke bi heman rengî hewce ye. Bêguman mebest ji dîroka civakê, sosyolojî ye. Vegotinên cihê yên dîrok û sosyolojiyê jî hewcedariyeke hegemonya îdeolojîk a yekdestdariya kapîtalîst e ku timî yekparebûna maneyê parçe dike.
Di vê rewşê de li gorî herdu maneyan jî dîroka gerdûnî yekpare ye. Bêguman ev nayê wê maneyê ku di vê vegotinê de cihê ferd, diyarde û bûyeran nîne. Bîleqis ferd, diyarde û bûyer kengî di nava vegotina gerdûnî de rol bigirin, wê manedar bibin. Dîroka mîkro bi dîroka makro (gerdûnî) bi tenê di nava têkiliyeke diyalektîkî de dikare cihê xwe bibîne. Dîroka mîkro bi serê xwe tê wê maneyê ku vegotinên wêje û sosyolojiyê bê felsefe bin, di dawiya dawî de bi awayekî herî çor wê veguherin gotinên tewş ên pozîtîvîst.
Li Hîlala Bi Bereket di dema 6000-4000’î B.Z. de ji bo derbasbûna şaristaniyê hêmanên hewce yên maddî û manewî yên sereke hemû pêk hatibûn, li ser vê tespîtê jî dîroknasên girîng xwedî qenaeteke hevpar in. Têra xwe çavdêrî, lêkolînên arkeolojîk û etnîk hene ku vê qenaetê piştrast dikin. Di serî de di warê xwenixumandin, xwedîkirin û deverên starê de amûrên çanda maddî bûn îndustrî û gihiştin asta hilberînê. Ji bo demên xela û felaketên cuda karîbûne berhem û mayeyê civakî komî serhev bikin. Hîmê bazirganiyê hatiye danîn. Ji çanda diyarîdayînê wêdetir êdî ji bo pêdiviyan berhem têne serbiserkirin. Gelek hêmanên çanda manewî jî hatine bidestxistin. Di rewşên resen ên pêşî yên dîn, xweda, huner, zanist û teknîkê de pêşketinên mezin hene. Ji madenê derbasî teknîkê bûne. Tekelik tê bikaranîn. Ji veguherîna enerjiyê sûd tê wergirtin. Bêguman ji texmînan wêdetir, zêde keşif hene. Ji vê jî girîngtir di jiyanê de jin serek e, û di jiyanê de nakokî bi hawîrdorê re nînin. Wexta ku mirov bi roja me ya îro re dide berhevdu, ev xusûs bi tenê jî ji bo ravekirina serdestiya civaka wê demê têrê dike. Şaristaniya me ya îro gelekî zordestiyê li jin û hawîrdorê dike, ji lewra mirov ti carî nikare civakeke welê serketî û pêşketî bihesibîne. Eger mirov ê behsa tenduristî û serdestiya civakekê bike, divê krîterên me yên bingehîn femînîst û ekolojîk bin (ne di maneya bûrjûwa de). Ji vî alî ve, civakên roja me ya îro bi rastî civakên nexweş in.
(SIBE DEWAM DIKE)