Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Girkêlegê ji bo şehadeta hersî rêveberên ciwanan ku çend roj berê di berxwedana serdemê de şehîd bûn merasîmeke bîranînê li dar xistin.
GIRKÊLEGÊ – Bi dehan ciwanên bajarê Girkêlegê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li navenda çand û huner ya Aram Tîkran merasîmekê bîranînê ji bo şehîd” Hawar Şêrawa, Birûsk Baran û Gerzan Mihemed” li dar xistin.
Çihê marasîmê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan hate xemilandin. Merasîm bi daqeke rêz girtin dest pêkir. Piştre axaftin li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava ji aliyê Mordem Qamişlo ve hate kirin.
Mordem Qamişlo di axaftina xwe de wiha got: Em di şexsê rêhevalên şehîd” Hawar Şêrawa, Birûsk Baran û Gerzan Mihemed” de hemî şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Rêhevalên me ji bo ku li hember dagirkeriyê bibin bersiv roj bi roj tekoşîna xwe zêde dikirin. Emê hertim li hemberî hêzên komploger bisekinin û wek ciwan ji wanre bibin bersiv.