Dewleta Tirk a dagirker ku bi hemû awayî dixwaze serkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibe, hem di riya pilanên xwe yên qirêj û hem jî di riya leşker û çeteyên xwe. Lê belê ev pilan hemî vala derdikevin , ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker û bi serkêşiya Erdogan ê faşîst dixwaze di riya ragihandina xwe ya ku tenê ji bo bercewendiyên Erdogan derewan dike û dixebite van pilanan pêk bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çapemeniya dewleta Tirk ku bi derewên xwe tê naskirin nûçeyek belav kiriye û têde dibêje ku Rêveberiya Xweser û Rêcîma Bas tîfaq kirine û li ser vîesasî alên YPG, YPJ û wêneyên şehîdan ji bajaran têne rakirin.
Ajansa me ya Nûçe Ciwan ji bo ku derewên dewleta Tirk derxe holê dakate kolanan û ev dîmen amadekiriye.