c- Derbasbûna bajêr û civaka şareza ya xwe disipêre wê, bi nirxên çanda maddî û manewî yên Hîlala Bi Bereket ên bi rêûresma civaka hezar salan ketibûn serhev, bi pêşdebirina kalîteya wan pêk hat. Hêmanên çanda heyî yên li devê çemên bi aluviyon ên Dîcle, Firat, Nîl û Pêncavê kengî bi hêmanên din re sentez çêkirin hingî bajêr bivênevê wê pêk bihata. Ev sentez tê wê maneyê ku berhem jî wê gelekî zêde bibe. Divê mirov vê xusûsê bizane ku di ser heman qadên bi aluviyon re bi sed hezaran salan mirov hatin û çûn. Lê van mirovan, bihêlin ku bi hêza xwe ya bingehîn bajaran ava bikin, di wê qabîliyetê de nebûn ku civaka klan jî li ser piyan bigirin. Li van qadan ji bo gavavêtina şaristaniya bajêr, diviyabû têkiliya wan a diyalektîkî bi civakeke neolîtîk a pêşketî re hebûya; ev şertê pêştir e. Li Çînê jî wê li ser hîmê heman diyalektîkê pêkhatineke bi heman rengî çêbibûya. Di mijara bajarê pêşî de bi giranî dîroknas li ser Ûrûkê hemfikir in ku li qada bi aluviyon a Dîcle-Firat xwe digihîne deryayê ava bûye. Ji ber ku dema Ûrûkê (3500-3000 B.Z.) destpêka şaristaniyê îfade dike, ji bo dîroka gerdûnî girîng e.
Destanên li ser navê qralê pêşî yê qehreman Gilgamêş û xwedawenda bajêr Înannayê hatine gotin, çanda Ûrûkê nîşan didin û mirov yekser dikare ji bo van destanan bibêje; vegotinên xulase yên dema xwe ne. Van destanên resen ku bi awayekî nivîskî gihiştine heta roja me ya îro mirovatiya beriya xwe bi fikir, bawerî û xwestekên wan nîşan dane û der barê paşerojê de hesretên xwe yên bêmiriniyê weke bîranînekê bi me didin hiskirin. Dîroka gerdûnî ev e. Di destana Înanna de behsa 104 pîvan, teknîk û saziyên civakî yên bi afirêneriya keda jinê ya hezarên sala hatiye hilberandin tê kirin. Mêrên xasûk û bi hêz ên dibin xweda ji bo van berhemên jinê jê bistînin serî li her dekûdolabê didin û destan behsa van zordarî û hîleyan dike. Di destanê de qala serhatiya Gilgamêş jî tê kirin ka çawa cara pêşî jiyana qraltiyê bandor lê kiriye, lê wexta dîtiye wê alîkarê vê jiyana wî Enkîdo bimire û ev jiyan ê ji dest biçe, gelekî xemgîn bûye û bi pey wî gihayî ketiye ku mirovan dike nemir.
Koletiya jinê ya her ku çû zexm bû û rewşa qral-xwedê ya bi gavavêtinên desthilatdariyê veguherî nexweşiyê, nakokiya diyalektîkî ya pêşî û mezin a şaristaniyê ye. Çavkaniya nakokiya kole-efendî jî bingeha wê ev nakokî ye. Di roja me ya îro de wê ev çîrok weke karker, bêkar û heta bi koleyên ji her kokê ku têne xizankirin, dewam bike, reh û rîşên xwe yê zêdtir berde. Diyarkirina momentên sereke û binavkirina qonaxa şaristaniyê ya dîroka gerdûnî, gelekî girîng e. Bajar di destpêkê de pêdiviyên bazirganiyê yên warên li derveyî bajêr baş bi kar tîne û ji bo bersiva vê bi hilberîneke bi bereket bide li ser pêşnûme û teknîkê tê avakirin û ji lewra jî bajar di destpêkê de bi roleke neyênî ranabin. Berevajî bajar bi qadên li derveyî xwe re bi awayekî lihevkirî û di nava hevkariyê de pêşketina civakî bi lez dike. Lê belê li ser mayeyê civakî yê zêde dikeve serhev û rê lê tê vekirin, şer û têkoşîn tê meşandin, ev jî dihêle ku qonaxa çînîbûnê ya xwe disipêre bajêr û dewletbûnê, her biçe ji bo tevahiya sîstemên qebîleyan, kedkarên bajaran, gundiyan û mirovên li derveyî bajaran dimînin, bi tehlûke bibe. Bi gotina Hegel civak bi giştî bi têkilî û nakokiya kole-efendî re rûbirû tê hiştin. Qonaxa şaristaniyê ya dîroka gerdûnî wê timî bi şerên ji vê nakokiyê peyda dibin û bi van şeran re bi şêweyên dewletên ava dibin dewlemend e.
Di vê çarçoveyê de dîrok ‘selexaneya mirovî’ ye. Di civakên şaristaniyê de hiyerarşî misêwa rê li ber dewlet û desthilatdariyê vedike, divê mirov vê rewşê rast analîz bike, ji ber ku ev yek ji bo vegotineke rast a dîrokê xusûseke din e ku gelekî girîng e. Pêvajoya civaka desthilatdar ji aliyê çawayetiya xwe ve ji civakên berê gelekî cihê ye. Saziya efendiyan an jî desthilatdarî di tevahiya dîroka şaristaniyê de xwedî karektereke welê ye ku timî mezin dibe, pêşde diçe û xwe berfireh dike. Fena nexweşiya kansêrê ye; belav û zêde nebe nikare li ser piyan bimîne. Saziya desthilatdariyê weke nexweşiya yekdestdarên kapîtalîst e, divê misêwa karê bike û bide serhevdu. Di cewherê xwe de herdu jî bi mayeyê zêdebûyî yê civakê pêk tên. Diyardeya çînayetiyê bi mayeyê civakî dikare bimeşe. Ev maye çiqasî qut yan jî kêm bibe, ewqasî jî krîza civaka dewletdar bivênevê wê pêk bê. Encam, şerê xwe timî hildiberîne û dewleta nû, li desthilatdariyê digerin û dixwazin bibin parçeyekî wê. Sazî û elîtên desthilatdariyê mîna nêçîrvanên li pey nêçîrê ne. Divê mirov dewletan jî weke şêweyê vê meseleyê yê rewakirî bi nav bike û bide naskirin.
Bêguman di rewakirina dewletan de pêdiviyên giştî yên rêveberiyê yên civakan bi temamî weke maskeyekê têne bikaranîn. Rêveberên dewletan hemûyan di tevahiya dîrokê de bi îhtîmameke mezin hewldane, xwe bi vê maskeyê bidin naskirin. Mirov dikare hin rêveberiyên civakî weke pêdiviyekê rewa bibîne: mînak weke ewlekarî, avdaniya mezin, hewldanên îndustriyê û karûbarên dadgeriyê. Lê rêveberiyên dewlet û desthilatdariyê van karên civakî her di dereceya duyemîn de dibînin û di çarçoveya rewakirina xwe de bi kar tînin. Civakên desthilatdar civakên serwer ên zilam in. Der barê rêveberan de weke Pirtûkên Pîroz jî gelek caran tînin ziman di civakê de têkiliya ‘şivan-kerî’ xwedî hukim e. Ev têkilî wexta ber bi roja me ya îro tê, bi awayekî welê dimeşe ku kedkar û hawîrdor ber bi pîrekbûnê ve diçin. Ev yek bi karektera desthilatdariyê ya mêr pêk tê.
Di civaka neolîtîk de rêveberî pirranî bi giraniya jinê radibûn û bi armanca hilberandin, ewlekarî û zêdekirina nifşê mirov tevdigeriyan, lê di civakên şaristaniyê de armanca rêveberiyên desthilatdariyê li hundir û derve mêtinkarî û şer in. Ji lewra jî di rêza pêşî de girîngiyê bi teknolojiya desthilatdarî û şer didin. Herweha hawîrdorê timî weke qadeke mêtingeh a divê bê fetihkirin dibînin.
Di çanda desthilatdariyê ya Rojhilata Navîn de mirov dikare van rewşên mucerred, bi awayekî dewlemend û pircure di rewşa berçav a Rojhilata Navîn de bibîne, ne tenê dîtin, ev norm û pîvanên meseleyê ne. Divê mirov sîstema şaristaniyê bi tevahî û navendî bibîne û nêzîk bibe, ev ji bo rastfêhmkirina wê şert e. Di nava demên dirêj de valatiyên parçebûyî û qutbûn nabin. Ji lewra biwêja ‘’Desthilatdarî valatiyê qebûl nake’’ ji vî alî ve rast e.
d- Şaristaniya navendî pişta dîroka gerdûnî ye û çavkaniya wê ya sereke Mezopotamya ye. Ji pênc hezaran salan zêdetir temenekî wê heye. Ji van hezarê salan diherike û tê. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov ji aliyê metodolojiya bingehîn ve şaristaniya navendî weke hîmê bingehîn ê dîrokê bibîne û lêbikole. Di vê mijarê de ji rêbazên nêzîkatiya çînî ya ekonomîst a teng bigirin heta bi rêbazên huqûq, nêzîkatiyên di mîhwera dewleta netewe de û nêzîkatiyên xwe disipêrin sîstema hilberînê di wê rewşê de nînin ku dîrokê yekpare bibînin û lêkolin. Nexasim rêbazên dîrokê yên mîkro pozîtîvîst ku her diçin belav dibin, mîna ku bi temamî bi rola tevkujiya maneyê radibin. Eger mirov rabe dîrokê di serî de bi hêmanên ferd, bûyer, xanedan, netewe, dewlet, çîn û ekonomiyê analîz bike, ango bi hêmanên tekane bi awayekî reduksiyonîst rave û qal bike, ev wê bê wê maneyê ku rastî bi parçekirinê tê kuştin.
Ev vegotinên mîtîk ên di bin hegemonya îdeolojîk a yekdestdarên kapîtalîst de têne kirin, bi giranî bi rola propagandayê radibin. Bêguman vegotina beşan pêwîst e, û girîng e. Lê eger di nava herikîna dîroka gerdûnî de bi awayekî yekpare cih negirin wê ji bo tevahiya serwextbûna li rastiyê bi kêr neyên. Di roja me ya îro de vegotina dîrokê mijareke gelekî bi pirsgirêk e. Ji vegotineke rast re hêz û hewldaneke mezin divê. Ez hem behsa hewldana fikrî û hem jî behsa hêza çalakiyê dikim. Heta mirov serwext nebe ku xisleteke desthilatdariyê ya weke sermayeya timî li pey karê heye, mirov nikare civakên şaristaniyê ji hev derxe û analîz bike. Ya rastî mirov heta desthilatdariyê weke sermayeya herî xas a rêxistinkirî nefikire, wê bi temamî wê fêm neke. Rast nîne ku mirov sermayeyê bi temamî ekonomîk (weke Marksîst û Lîberalan) û bi temamî jî polîtîk (weke alîgirên dewleta netewe) bifikire. Yek bê ya din nabe, yek a din çêdike, ango mirov wan weke cêwiyên bêyî hev nabin bike têgîn, wê encamên hê nêzî rastiyê derxe holê.
Mirov dikare sîstema şaristaniya navendî di çarçoveya van binavkirin û danasînan de weke sîstemeke civakî û dîrokî ya bêhtirî pênc hezar salan dewamkirî, binirxîne. Em dikarin weke sê versiyonên sereke û gelek komên jêr şematîze bikin. Yekemîn, derketina resen a Sumerîk e. Mînaka Ûrûkê xwe zêde kiriye, vê yekê hiştiye ku bajarên mezin weke gidîş û lodan pirr bibin. Qada navendî Mezopotamya Jêr e. Hêza hegemon dewleta sîte ya Ûrûkê ye. Bi qasî pêncsed salan dewam kiriye, her cihê gihiştiyê lê nîv-kolonî û dewrûber çêkirine. Em dikarin bibêjin, tevahiya Hîlala Bi Bereket weke navend û dewrûber bi rêxistin kiriye. Di encama pêxîrtengiya konjonkturel a sîstemê de salên 3000’î B.Z. hêza hegemonîk ketiye destê sîteya Ûrê. Serdema Ûrê ji ber pêxîrtengî û tengasiyên cûrbicûr qetqetî be jî hezar salî dewam kir. Em dema 3000-2000 B.Z. dikarin weke Serdema Ûrê binirxînin. Bi tevahî rola navend û dewrûberê ya Ûrûkê girtiye ser xwe, zêdetir berfireh kiriye û bajarên xwe pirr kirine. Bajarbûn li navend û dewrûberê gelekî di ser dema Ûrûkê re pêşketiye. Em dibînin bi dehan bajar têne avakirin. Di nava civakê de hem ji jor ber bi jêr ve, hem jî ji jêr bi awayekî berfireh rêxistinî zêde bûye. Nivîs pêşketiye. Perwerde û zanist bi sazî bûye. Nîppûr mîna bajarê zanîngehan e. Li rojhilatê wê cîranê wê yê nêz li herêma Elamê bajarê Sûsê, li rojavayê wê Heleb û Ebla, li bakurê wê Marî û Kazaz û dîsa li peravên Firatê gelek kolonî hatine avakirin.
Mirov dikare bajarbûna li geliyên Misr-Nîl û Pêncavê weke komên jêr ên dewrûberên dûr binirxîne. Geliyên Nîl û Pêncavê ji bajarên xweser zêdetir dişibin mîna koloniyan. Şaristaniya Misrê di sêgoşeya qesr, qebr û perestgehên Firewn de dişibe komineke mekanîk a koleyan. Nekarîbûye xwe bigihîne bajarvaniya xweser û reqabetvan a şaristaniya Sumerê. Gundekî mezin ê kollektîfbûyî bi bîra mirov dixîne. Ji ber vê xisleta wê jê re sosyalîzma firewnan tê gotin. Cihûwarên Mohenjodaro û Harappa yên li Pêncavê zêdetir koloniyekê tînin bîra mirovî. Heye ku koloniyên Sumeran bin. Piştre şaristaniya Çînê ya di salên 1500’î B.Z. de li devê Çemê Zer (Huáng Hé) pêk hat, fena duyemîn mînaka Misrê be.
Em bajarvaniya li Bakurê Mezopotamyayê bi rengekî cihêtir dibînin. Komên li vê qadê bi hêza ji salên 3000’î B.Z. ve derbasî bajarvaniyê dibin, li dijî kolonîzasyonên Ûr û Ûrûkê (di dema 4500-3500 B.Z. de li dijî belavbûna çanda El Ubeyd) xwe diparêzin û xuya ye ku di nava demeke kin de van hêzên kolonîzasyonê di nava xwe de dihelînin. Li herêmê sîstemeke xurt a qebîleyan, avahiya gund û cotkariyê heye û ev dihêle ku karibe hêzên kolonîzasyonê di nava xwe de bihelînin. Dişibe Ewrûpaya li hemberî DYE’yê. Ji komeke jêr an jî dewrûberê zêdetir rewşa wê bêhtir nêzî rola navendeke duyemîn e.
Sîstemên hegemonîk ên Ûrûk û Ûrê di nava xwe de bi reqabetên bajaran (di serî de Babîl û Nînova), ji derve jî bi şerên êriş û parastinê yên ezbetên aryenîk ên li bakur-rojhilat (yên sereke Gotî û Aqad in) û bi êrişên Amorîtên bi koka xwe semîtîk, di dawiya salên 2000’î B.Z. de hêza xwe neman. Hêzên nû yên hegemonîk Babîl û Asûr in. Babîl salên 2950-1600’î B.Z. di dema xwe ya pêşî de bi awayekî gelekî bi heybet derketiye ser dika dîrokê. Hemmûrabûyê navdar nîşandeya vê serdemê ye. Dema duyemîn bi ezbetên bakur û rojhilat re bi awayekî hevpar derbas bû (hevgirtinên Hittît û Hûriyan vê yekê tîne ziman) û salên 1600-1300 B.Z. ne. Di encama koalîsyona bi Medan re hegemonya Asûran hilweşandin û piştî vê jî dema dawî ye, ango ev dem salên 600-540 B.Z. ye. Nebûqetnezar ê ku cara pêşî Cihû mişextkirin nîşaneya vê demê ye. Babîl di tevahiya demên xwe de navendeke hegemonyayê ye. Hegemonya kapîtalîst a London û Newyorkê tîne hişê mirovan. Navenda pîşesazî, bazirganî, dîn, huner û zanistê ye. Lewma bi nav û deng e. Gotina ‘Heftê û du millet’ ji Babîlan maye. Ti qebîle û ezbet nemaye ku wê ew nekişandibe cem xwe. Ji bo Yewnaniyên demê Parîs û London e. Fîlozofên wê yên pêşî di ekola Babîlê re derbas bûne. Bi kurtî di dema xwe de bajarê hegemonîk ê dinyayê ye.
Hegemonya Asûrê jî mirov dikare li sê deman dabeş bike. Salên 2000-1600 B.Z. dema koloniyên bazirganiyê yên bi ser Babîlê ve, salên 1300-1000 B.Z. bi temamî dema hegemonîk e. Dema dawî jî salên 900-600 B.Z. ye. Ji Zagrosan heta bi Deryaspî, ji Anatolya Navîn heta bi Misr û Ummanê li cografyayeke berfireh karîbûye bibe hêzeke hegemonîk. Di pîşesazî û bazirganiyê de rê li pêşketinê vekiriye. Malê mamûl firotiye û maddeyên xam veguhestine metropolên xwe. Gelek xisletên kapîtalîzmê weke muhasebe, wezn, pîvan, kredî, pere û wekî wan pêşde birine. Di dema dawî de herçend Ûrartûyên navend Wan weke hevrikekî ciddî derketin pêşberî Asûrê jî heman serketin bi dest nexistin. Ya rastî gelekî girîng e ku Ûrartû weke hêza bi tenê karîbûye li dijî Asûran li ser piyan bimîne. Asûriyan di tevahiya demên xwe yên hegemon de koloniyên bi hêz pêkanîne. Koka têgînên kar, karxaneyê ji karûmê (acente) tê. Li rojhilat Med û Pers, li rojava Misr, Îsraîl, Fenîkî û heta bi nava Anatolyayê karîbûn gelek begtî û mîregiyan bikin kolonî û wan bikin bin destê xwe.
Hêzên Hûrrî û Hîtît yên bi ser qebîleyên Aryen, çawa ku di dema Ûrûk, Ûr û Babîlan de li dijî hegemonyayê di berxwedanê de bi serketin, ev yek li dijî hegemonya Asûrê jî dubare kirin. Em dizanin ku Qralê Hîtîtê Mûrşîlî yê yekemîn tevî hevgirên xwe yên Hûrrî di sala 1596’an B.Z. de Babîl jî di navê de navenda hegemonîk bi tevahî hilweşandin. Şaxê Hûrriyan, Mîtaniyan di dema 1500-1250’î B.Z. de ji Kerkûkê heta bi Deryaspî li herêmeke berfireh hêzeke mîna împaratoriyê pêkanî. Med û Ûrartûyên ji heman kokê ne jî di dawiya berxwedanên salên dirêj de sala 612’an B.Z. kirin ku Asûr bi awayekî stratejîk têk biçe. Lê mirov têkçûna Asûrê bi tenê bi şerên derve ve girê bide nêzîkatiyeke kêm e. Sedema bingehîn ew e ku di şer de êdî kar û destketî nîne. Çawa ku wexta kara sermayê kêm dibe rê li pêxîrtengî û krîzê vedike, ji bo şeran jî qanûn e ku wexta kar û destketiyên wan kêm dibin bi krîz û têkçûnan bi encam dibin.
Piştî Asûran li Rojhilata Navîn hêza nû ya hegemon împaratoriya Pers a xwe disipêre hevgirtina Pers û Medan e. Împaratorên Pers ên bi rola hegemonê dinyayê rabûne, di dema 550-330 B.Z. de di avakirina sîstema herî berfireh a global de bi ser ketin. Qada wan a desthilatdariyê ji peravên Egeyê digihêje Pêncavê. Ji wan hat ku ji bilî Çînê tevahiya qadên dinyayê yên ku li gorî wê demê şaristanî ne, di bin hegemonya heman hêzê de bikin yek. Di vê serketinê de weke çanda manewî, para Zerdeştiyê diyarker e. Sîstem bi serhildanên dewamî yên hêzên hê kevintir hêzên şaristaniya Misrê û hêzên di pêvajoya şaristaniyeke nû de, hêzên şaristaniya Îon ve hat hilhilandin û peritandin. Babîl a mîrateya Mezopotamya Kevin dewam dikir jî tim û tim isyan dikir. Ezbetên Skîtan ên li bakur mîna gerîllayên demê bi şerê êriş û parastinê herî zêde sîstem êşandin û peritandin. Mekedonya bi bandora çanda Grek bi lez pêşde diçe û li serê wê qralekî nû û gelekî ciwan Skender heye. Ev qralê ciwan şagirtê Arîsto ye ku serdestiya wî ya îdeolojîk û taktîk dawî li hegemonya Persan tîne. Bi vî awayî şaristaniya nû ya Grek bi serketî xwe dide qebûlkirin.
e- Hêza nû ya hegemonîk dikeve destê şaristaniya Helen a serdestiya xwe daye qebûlkirin û hêzên temsîla wê dikin yên Greko-Romen. Ev cara pêşî ye ku hêz bi awayekî ciddî dest diguhere û ji Rojhilat derbasî Rojava dibe. Şaristaniya Greko-Romen a xwe disipêre çanda bajêr a Îonê a li peravên Egeyê (600 B.Z. – 500 P.Z.), di dîroka gerdûnî de rê li duyemîn gava mezin a bajarbûnê vekir. Çavkaniya hêza vê şaristaniya bajêr çanda ketiye serhev a maddî û manewî ya Misr, Babîl, Hîtît, Grît û Med-Persan e ku belkî bi sedsalan hatiye girtin û qebûlkirin. Hema bêje zanyarên sereke yên Îonê nînin (Solon, Thales, Pîsagor) ku li qesrên Misr, Babîl û Persan negeriyabin û zêde zêde li çanda wan çav negerandibin û lêkolîn nekiribin. Bêguman ji gelek aliyan ve feydeya Greko-Romenan jî li şaristaniyê bûye. Ya girîng ew e ku şaristanî bi awayekî zincîrwarî bandorê li hev dikin. Di bingehê wê de jî bi destxistina mayeya civakî heye. Şerên desthilatdariyê û saziyên wê timî weke mîraseke rêûresmê yek dewrî ya din dike. Kî desthilatdariyê zêdetir bike, ew xwe herî zêde serketî dihesibîne.
Ev jî bi mezinkirina berhemê zêde û bi destxistina wî ve têkildar e. Şaristaniya Ewrûpayê di sedsalên 9.-13. de çawa ku çanda maddî û manewî ji şaristaniya Rojhilat veguhest, bi heman rengî şaristaniya Greko-Romen jî di salên 1600’î B.Z. de pêşî bi mînaka Mîken-Hellas a li Nîvgirava Yewnan, û paşê di salên 1000’î B.Z. de jî bi Etruskan li Nîvgirava Îtalyayê çanda maddî û manewî ji şaristaniya Rojhilat veguhest. Veguhestina çanda Neolîtîk jî ji demên 7000-4000 B.Z. misêwa dewam kiriye. Ji dîroka gerdûnî veguhestina çandê yekalî nabe, timî bi awayekî hewcedariya beramberî hevdu pêk hatiye û tê. Di demên şaristaniyan de belavbûna xwe disipêre tehekumê ji texmînan wêdetir, bi sînor e. Dîrok jî her tişt nîne; em nikarin propagandaya dîrokên fermî weke dîrok qebûl bikin. Belavbûna şaristaniyên bi koka xwe desthilatdar perçeyekî bi sînor ê dîroka gerdûnî pêk tînin. Di binî de jî rola bingehîn a dîroka civakî ye ku ji gelan û qebîleyan pêk tê. Gelekî zehmet e ku mirov navê dîroka desthilatdar li dîrokê bike. Eger mirov dîrokê di çarçoveya civakî de bişopîne ev yek wê cewherê dîroka gerdûnî bide me. Divê ez careke din destnîşan bikim ku ev pirsgirêk hê jî bi tevahiya giraniya xwe têne guftûgokirin.
Bajarvaniya li herdu keviyên Derya Egeyê (700-500 B.Z.) û tevgera çand û şaristaniyê ya xwe disipêre wê ji aliyê dîroka gerdûnî ve sentez û momenteke nû îfade dike. Di pêkhatina şaristaniya Ewrûpaya Rojava de mirov dikare vê sentez û momentê weke gavavêtin û derketineke orjînal binirxîne. Ji bo nêrîna ji hemû aliyan ve li dinyayê weke destpêkekê tê pejirandin. Şaristaniya navendî ya Ewrûpayê di vê mijarê de tevî îdeayên felsefîk û zanistî hemûyan jî para bêhtir nêzîkatiyeke mîtolojîk nîşan dide û dema vê dike dîroka gerdûnî gelekî berevajî dike.
Ji vegotinên heta niha gelekî baş tê fêhmkirin ku çanda li peravên Egeyê pêşketî, heta bi dema xwe ji tevahiya çandên bi koka xwe Rojhilata Navînî bi veguhestina sedsalan û heta hezar salan dewam kirî, wergirtiye û sentezeke gelekî girîng a vê veguhestinê ye. Hewce nake ku mirov dûr biçe. Bi tenê senteza ji salên 600’î B.Z. ji têkiliyên Pers-Helen pêkhatî (eger em Medan jî li vê zêde bikin) heta bi hilweşîna Romaya Rojava dewam kirî, ango em li encama têkiliyên heta salên 500’î P.Z. (em Sasaniyan jî lê zêde bikin) dewam kirî, şahidiyê dikin û ev yek rastiyê piştrast dike. Mirov bi tenê çavekî li panteona xwedayan a li çiyayê Nemrûdê yê li Semsûrê bigerîne, têrê dike ku mirov li vê rastiyê serwext bibe.
Tevgera bajarbûnê ya Grekan sentezeke serketî û qonaxeke li jor e. Atmosfera çandî ya rê li ber vekir, hişt ku îdeolojiyên dînî yên bi giranî koka wan mîtolojîk in, ji hev derxîne û bi vê re kir ku felsefe û zanist bibin xwedî gotin. Ji bo vê yekê gelekî bikêrhatî bû. Ji bo ku hîmê vê felsefe û zanistê deyne, rola vê kêrhatîbûnê diyarker e. Ji lewra, dîroka gerdûnî bi awayekî ciddî bi lez kiriye. Rê li pêşiya zanista biyolojî, kîmya û fizîkê hatiye vekirin, bingeha felsefa civakî û dîrokî jî bêhtir bûye xwediyê pîvanên zanistî. Di hunerê de jî nexasim di mîmariya bajêr, heykeltraşî, şano û vegotina destanan de mînakên bi heybet derketine holê. Bêguman li pişt serketinên mezin ên Skender ev serdestiya çandî heye. Dîsa ya hegemonya eskerî û siyasî ya Romayê derxist holê jî ev serdestiya çandî bû. Roma çi di qonaxa komarê û çi jî di qonaxa împaratoriyê de veguhestina çanda Grek ji bo qada eskerî û siyasî îfade dike. Roma li derdora hezar salî xwediyê serhatiyeke hegemonîk e (508 B.Z.-495 P.Z.), bi vê jî hem niyetên Atînayê rast derketine, hem jî bi cih hatine. Ji lewra, mirov nikare weke sentezeke din an jî weke orjîn bihesibîne. Bêguman ji aliyê çendayetiyê ve gelekî mezin bûye, ji aliyê çawayetiyê ve jî (di warê hegemonya eskerî û siyasî de) hewl daye xwe bigihîne mukemmeliyetê. Di warê huqûq, mîmarî û retorîkê de mînakên vê hatine nîşandan.
Hegemonya Romayê gerdûnîbûn û dîroka gerdûnî têra xwe tengav kiriye. Ji vî alî ve alîkarî û kêrhatina wê girîng e. Lê divê neyê jibîrkirin ku bi giranî di qada çandî ya Rojhilata Navîn de bi vê rolê rabûye. Mînaka Romaya Rojhilat (Împaratoriya Bîzansê) vê rastiyê pirr eşkere îfade dike. Hewl daye xwe bigihîne şaristaniya Ewrûpayê, hewl daye bibe Rojava. Di vê hewldana xwe de li dijî Gotan (qebîleyên Germenîk) ji bo seferên eskerî ji çêkirina hin rêyan, kelheyan û bircên parastinê wêdetir neçûye. Di gerdûnîbûna wê de ji sedî sed aliyên rojhilatî serwer in. Demeke dirêj Dîcle û Firat sînorên wê yên Rojhilat bûn. Ji mînakên Grekê zêdetir bûye Rojhilatî. Hem di qada maddî de û hem jî di qada manewî de bi vî awayî bû, di warê çendayetî û çawayetiyê de jî sentezeke bi vî awayî îfade dike. Bêguman di pêkhatina şaristaniya Ewrûpayê de qonaxeke dîrokî û pêşezmûnek e.
Di dema hegemonya Romayê de li şûna Persan (xanedanên Hêxamenîş) çanda Rojhilat xanedanên Part û Sasaniyan ên şûna wan girtî, hewl dane temsîl bikin (li derdora salên 250 B.Z.-650 P.Z.). Wexta ez dibêjim temsîl, ez îşaret bi rehên eskerî û siyasî yên çanda desthilatdariyê dikim. Di vê temsîlê de çawa ku piştî Skender li pişta hegemonya Greko-Romen cîhana çanda Helen hebû, li pişt desthilatdariyên hegemonîk ên bi giranî Pers-Med bûn jî çanda Zerdeşt a li qûntara çiyayê Zagrosan li dora agirên Magan (agirê kuçikê) ên vêketî pêkhat, rola xwe ya diyarker heye. Di navbera du hêzên hegemonîk de li derdora hezar salî şerên serdestiyê yên eskerî û siyasî dewam kirine û pê re, di navbera herdu çandan de bi heman awayî şerekî îdeolojîk dewam kiriye. Di senteza çanda Rojava de rola van pevçûn û şeran diyarker e.
Pêwîst e, ez vê xusûsê bi girîngî destnîşan bikim ku çanda civakî ya xwe disipêre qûntara çiyayên Toros-Zagrosê di ti demê de bi temamî resenî û orjînaliya xwe wenda nekiriye. Radestî hegemonyayên siyasî û eskerî yên ji nava wê derketî û heta rahibên dînî nebûye. Weke civaka dîrokî her hebûna xwe dewam kiriye. Tevahiya dîrokê ji çar aliyan ve êrişên dagirkeriyê bi ser de hatine û tevî vê yekê karîbûye hebûna xwe ya civakî dewam bike. Di vê yekê de rola sîstema qebîleyan a kokên wê kûr in (ji salên 15.000’î B.Z. heta roja me ya îro), û ekonomiya xwedîkirina heywên diyarker in. Di vê çandê de ji mirov wer tê du alem hebin. Yekemîn, cîhana civakî ya gel û qebîleyên di kûrahiya dîrok û axê de veşartî ne; duyemîn, cîhana dewlet, pevçûn û şerên hegemonya desthilatiyê ya bêhejmar hêzên dagirker, mêtinkar, mêtinger û îmhakeran e.
Ya ez dixwazim qal û behsê bikim ew e ku ji aliyê dîroka gerdûnî ve pêşketina diyalektîkê ya heta roja me ya îro dewam dike, xeta sor a di navbera herdu cîhana de ye. Çanda herêmê qet nebe di warê kirdarbûnê de hîç dewrûberî qebûl nekiriye, nexwestiye vê bîne bîra xwe jî û herçiqasî di warê xwesteka navendbûnê de çîrokên wê yên trajîk û komîk hebin jî timî di navendmayînê de israr kiriye. Wexta ku mirov ji vî awirê gerdûnî ve li dîroka me ya mîkro binêre dikare bi hezaran mînakên hem rûmetê hem rezîliyê, hem êşê hem coşê, hem komediyê hem trajediyê bibîne û em ê di fêhmkirina vê de zehmetiyê nekişînin. Em ê li xwezaya xwe ya civakî (tevî xwezaya fizîk, kîmya û biyolojîk a yekpare jê nabe) zêdetir serwext bibin û ji bo paşvexistina neyêniyan em ê zêdetir ber bi çalakî û îradeya wê ve bibezin.
(SIBE DEWAM DIKE)