Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê ji bo perwerdekirin û li pêşxistina kar û xebatên ciwanan navenda xwe ya li bajarê Til Temir vekir.
TILTEMIR – Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de Yekîtiya Ciwanên Rojava ji bo perwerdekirin û bi rêxistinkirina ciwanan li bajarê Til Temir ya kantona Hesekê navenda xwe ya şehîd Navdar Serhed vekir.
Merasîma vekirina vanenda ciwanan bi deqeyk rêz girtin dest pêkir, piştre axaftin hatin gotin.
Li ser navê YCR’ê Rêveberiya Ciwanên Tiltemir Fewaz Seydo axivî. Seydo di axaftina xwe de wiha got: Em vekirina navenda ciwanan li tevahî ciwan û gelê kurd pîrozdikin, çawa ciwanan di destpêka şoreşa Rojava de rola xwe bi rihekî fedayî lîst wê bi rihê hemleya SERÎ HILDE jî di vê demê de rola xwe dewam bike. Emê li hember pilanên qirêj yên dijmin serî hildin û tiçarî serê xwe netewînin.
Merasîma vekirina navenda ciwanan bi sitran û gerandina dîlana bi dawî bû.
Hêjaye gotinê ku şehîd Navdar Serhed bi qehremantî li hember dagirkeriya dewleta Tirk şer kir û di berxwedana serdemê ya Efrînê de şehîd bû.