Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê kiryarên xwe yên hovane li ser welatiyên Efrînê dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk û çeteyên wê li navçeyên Şêrawa û Raco yên Efrînê 13 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birine.
Li navçeya Şêrawa 9 sivîl hatin revandin
Li gorî çavkaniyên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihandin, çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Beiyê de girtin û 9 sivîl desteser kirin û birin çihekî ne diyar. Heman çavkanî dibêjin, niha çete li hember azadkirina wan welatiyên sivîl daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin.
Li Raco jî 4 welatî hatin revandin
Her wiha roja derbasbûyî jî çeteyên ku bi ser dewleta Tirk ve li navçeya Raco çend welatî girtin.Li gorî çavkaniyên ji Efrînê ve, çeteyan bi ser gundê Miskê yê ser bi navçeya Raco ve girtin û 4 welatî yên xelkê wî gundî girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.