Însyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn bang li hemû rêxistinên ciwanan yên li Rojhilata Navîn kiri ku tevlî konferansa duyemîn ya ciwanên Rojhilata Navîn ku wê li Sûriyê were li dar xistin bibin.
QAMIŞLO – Daxuyaniya Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li navenda têkiliyên diplomasî ya ciwanan ya bajarê Qamişlo ji aliyê endamê qomîteya amadekar ya konferansê Telal AL-Asî ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: Em wek ciwanên Sûriyê bi hemû pêkhate û baweriyê wê, Ji virde em îlan dikin ku me Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn îlan kir, armanca me ji avakirina vê însiyatîfê ewe ku ev rewşa qirîz ya ku Rojhilata Navîn jiyan dike ji şeran nakokiyên mezhebî û dest werdanên hêzên empiryalîst ku di hrêmê de ku armanc dikin ku civaka me parcebikin û îradeya gelê me desteser bikin ji bo ku têxin xizmeta pilanên xwe yên di herêma Rojhilata Navîn de tersî vê yekê ku Rojhilata navîn çavkaniya şaristaniya welatê pêximberan, feylesûfan û welatê xêr û bêrê bû.
Daxuyanî wiha dewam kir: Ji bo ku em li dijî van pilanên hêzêm empiryalîst û hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn bisekinin pêwîste em weke civaka Rjhilata Navîn civakeke azad û serbixwe avabikin. Jiber vê yekê em wek Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ji bo ku em tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîqaş û çareser bikin me biryar da ku em tevahî beşa ciwanên Rjhilata Navîn bi rêxistin bikin û konferansa ciwanên Rjhilata Navîn ya duyemîn li Sûriyê çêkin. Ji ber ku Sûriyê yek ji navendên qirîza Rojhilata Navîn ya esasî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: Hedefên esasî yên pêkanîna vê konferansê eve:
1- Hevdû naskirin û nêzî hevdû bûyîn pêkanîn yên tevahî rêxistinên ciwanên Rjhilata Navîne.
2- Gift û gûkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata navîn û riyên çareserkirina wê.
3- Avakirina makanîzmekê rêxistinî ku tevahî ciwanên Rojhilata Navîn girêbide di pêşerojê de.
Li ser van esasan em bang li tevahî rêxistinên ciwanan yên Rojhilata Navîn dikin ku beêdarî pêkanîna vê konferansê bibin. Ji bo ku em bi hevre Rojhilateke Navîn azad û demokratîk ava bikin bi pêşengtiya ciwanan, jiber ku ciwan beşê herî zêde ku di nava civakê de vakiriye li ser beşên ramiyarî û fikrî.