Polîsên dewleta Tirk êrîş birin ser rêxistina ciwanan ku li Enqereyê, ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li kolana Tûnûsê ya Enqereyê di êvara Şemiyê de dema ciwanan ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin polîsan êrîşî wan kirin. Di encamê de 8 ciwan hatin girtin ku 4 jê endamên SGDF’ê ne.
Ciwanên hatine girtin: Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Hevberdevka Meclîsên Ciwanan Emîne Kaya, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya SGDF’ê Denîz Bahçecî, endamên SGDF’ê Ecem Polat û Mûstafa Bayraktar, endamên Kolektîfên Xwendekaran Kemal Kaan Sıkık, Görkem Gocen, Tankût Serttaş û Dorû Nînsû.
Ciwanên hatin girtin, piştî demekê li qereqolê hatin hiştin, hatin berdan.