Dewleta Tirk a dagirker ku ev demeke dirêj tecrîdeke pir giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dide meşandin û di şexsê Rêberê gelan de dixwaze hemû gelên azadî xweaz bifetisîne.
QAMIŞLO – Derbarê tecrîda li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên jinên ciwan girtin.
Hayistan Hesen ku hevjîna şehîd Berxwedan e ku li bajarokê Şedadê şehîd bûye wiha got: Ez weke hevjîna şehîdekî ev tecrîda ku li ser Rêber Ocalan şermezar dikim, dewleta Tirk ku ev demeke dirêje nahêle ne malbat û ne jî rayedarên Rêber Ocalan hevdîtin pêre bikin. Li ser vî esasî ez bang li tevahî jinan û bi taybet jinên ciwan dikim ku li ser fikir û ramanên Rêber Ocalan xwe perwerde bikin, ji ber ku azadiya ku îro jinê bi dest xistiye hemû bisaya Rêber APO ye. Ji ber vê yekê pêwîste hemû jinên ciwan ji bo azadiya Rêber APO tekoşîn bikin.
Jina Ciwan ya ji pêkhateya Ereb ya bi navê Diyana ku endama Radyoya Dengê Cûdî ye wiha got: Ez vê tecrîda li ser Rêberê Gelan û Rêberê tevahî cîhanê Abdullah Ocaln şermezar dikim. Çi kesayetekî ku azadî xwez be û bi teybet jin vê tecrîda ku li ser Rêber Ocalan qebûl nake, ji ber ku hertim Rêber Ocalan ji bo mirovahiyê û jinê xebat dikir. Di hemî pirtokên xwe de li ser mafê jinê diaxive.
Diyana axaftina xwe wiha dewam kir: Em wek jinên ciwan pêwîste em bi hemû awayî li Serokatiya xwe xwedî derkevin, niha di kar û xebatên xwe yên di Radyoya Dengê Cûdî de em hertim hewl didin ku em jinê li ser fikrê Serokatî bi rêxistin bikin. Ez wekî jineke ciwan îro ev xebatên ku ez di Radyo de dikim bisaya felsefeya Serokatî ye, ji ber ku ne ji felsefeya Serokatî ba îro jin azad nedibû û wê hertim di nava sîstema kapîtalîzmê de bihata helandin.
Diyana di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: Jixwe Serokatî dibêje” Eger jin azad nebe wê civak jî azad nebe” li ser vî esasî ez bang li tevahî jinên ciwan dikim ku ji bo azadiya Serok APO serî hildin û xwe li ser felsefeya Rêber Ocalan perwerdebikin û azadbikin.