Turnoveya futbolê ya bi navê “Şehîd Ebdulrehman El-Casim” ku ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi beşdarbûna 16 tîmên herêmî hat organîze kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca pêşxistina werzîşê û destekdayîna ji ciwanên werzîşvan re, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi tevlîbûna 16 tîmên herêmî turnoveya futbolê bi navê ‘Şehîd Ebdulrehman El-Casim’ orgenîze kir.
Maç dê li stada gundê Til Semin werin lîstin.
Maça yekem a turnoveyê bi lîstikekê di navbera tîmên Hezîma û Eyn Îsayê de pêk hat. Gelek hezkiriyên her du tîman amade bûn.
Tîma Eyn Îsa bi 3 nuqteyan li beramberî 2 nuqteyan ji bo tîma Hezîma biser ket.
Turnuve dê mehekê berdewam bike.