Ciwanên herêma El-Kerama ya gundewarê Reqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê meşiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên Ciwanên Bakurê Sûriyê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didome. Bi sedan ciwanên herêma El-Kerama ya gundewarên Reqayê meşeke li dar xistin.
Ciwanên Reqayê li qada El-Selamê yê bakurê navenda navçeya El-Kerama kom bûn û pankartên ‘Bi ciwanan me destpê kir û bi ciwanan em ê bi serkevin, Astengkirina ciwanên azad gelek zehmet e, Şehîd rêberên me yên manewî ne, Ciwanên Reqayê wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bike’ hilda bûn.
Ciwanan di nava kolanên sereke yên navçeyê de meşiyan û di wê navberê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk beriz dikin.
Meş li qada navçeyê veguherî mîtîngê, li vir endamê Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hanî Mihemed axivî û diyar kir wekî ciwan dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê qebûl nakin û wiha domand,” Berê sultanên Osmaniyan bû û niha jî neviyên wê Erdogan xaka Sûriyê dagir dikin. Em tekez dikin ku wê armancên wan bi sernekefin û ew ê ji herêmên me biqewitin.”
Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Enwer El-Ehmed got ku ew wek ciwanên Reqayê bi keç û xortên Reqayê dagikeriya Tirk ji xakê Sûriyê şermezar dikin û ew dê nehêlin tu hêz ji derve xaka welatên wan binpê bike..
El-Ehmed diyar kir ku ew wek ciwanên Reqa û Bakurê Sûriya ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk amade ne.
mîtng bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.