g- Heqîqeta Civakî û Şêweyên Xerîbketinê:
Çi di nava xwe de û çi li derveyî xwe, rastiya civakî qadê ji zordestî û mêtinkariyê re nehêle, mirov hingê dikare behsa pêkhatina azad a mane û heqîqeta rastiya civakî bike. Di vê rewşê de mane û heqîqet azad e. Azadbûn bi mane û bi heqîqetê mumkîn e. Ya/yê azadiya wî/wê nebe, nasnameya wî/wê ango mane û heqîqeta wî/wê nabe.
Civakên dikevin bin tehlûkeya tinebûn, xela, heywanên dirrinde, zehmetiyên avhewayê û şewbê yan jî bi hebên zêde yên fêkiyan, mêwe, heywanên nêçîrê, avhewaya xweş, rewşên têkûz û ewlehiyê bikevin nava bereketa ji ber şert û mercên xwezayî pêk tên û civakên li ser wan mêtinkarî û zordestî têne meşandin, şêweyên heqîqetên wan cuda pêk tên. Em dikarin van şêweyên heqîqetan weha bi xalên sereke rêz bikin:
1- Di şert û mercên hê tehekuma civakî pêşneketî de şêweyên sereke yên heqîqetê mîtolojî, dîn û huner in. Di diyarkirina heqîqetê de para zanist û felsefeyê bi sînor e. Şêweyê îfadeyê yê giraniya xwe heye, mîtolojî ye. Mîtolojî weke tê zanîn vegotinên bi şêweyê çîrok, çîvanok, efsane û destanî ne. Di mîtolojiyan de mutleq heqîqetek veşartî ye. Ya rastî, mîtolojî şêweyekî vegotina heqîqetê ye. Dînê di şaristaniyê de hatiye dakirin jî li gorî mîtolojiyê aliyê xwe yê baweriyê zêdetir e, û şêweyekî vegotina heqîqetê ye ku misoger nirxên heqîqetê xurt dike. Dîn ew mîtolojî ne ku baweriya bi rastbûna wan ji sedî sed e. Di hukim û baweriyên dîn de wekhevbûn û yeksanbûneke bi heqîqetê re heye. Tesîreke giran a dîn û mîtolojiyê li ser Zanyartî (felsefe) û zanistî heye. Huner weke şêweyekî heqîqetê bi zêhniyeta dînî û mîtolojîk di nava têkiliyeke xurt de ye. Dixwaze maneyê weke muzîk û xêzan îfade bike. Ji lewra lêkolînkirina maneya li muzîk, resim û heykelan hatiye barkirin, xebateke girîng a heqîqetê ye. Ya girîng resim, muzîk û heykel bi xwe nînin; weke mane û heqîqeta îfade dikin, nirxa wan e. Bingeh û şert e ku zimanê mîtolojî û dîn helbestwarî be. Ziman bi xwe, ji dema derketina xwe ve demeke dirêj xwedî vegotineke helbestwarî ye. Ango di navbera helbest û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Helbest ziman û heqîqeta civaka azad a berê ye ku tehekumê nas nake. Hozanên destpêkê pêşiyên zanyar û pêxemberan in ku heqîqet diyar kirine. Hêza vegotinê ya hozanwarî û zimanê helbestwarî yê civakekê nîşan dide ka ew civak çiqasî xwedî rastiyeke manedar û azad e.
2- Weke sîstema civaka çînî û dewletdar ji ber ku hem di nava xwe de hem li derveyî xwe li tehekumê rast tê û diqelişe, civaka şaristaniyê weke mane û heqîqet jî parçe dibe. Wexta ku tehekum tevlî vegotina mîtolojîk û dînî dibe heqîqet xerîb dikeve. Xerîbketin der barê cewher û hebûna civaka şareza de ye, bi tenê xwe nasipêre vegotinê. Ji ber ku maneyên di naveroka xwe de dihewînin weke heqîqet pêşkêş dikin, paradîgmayên rêxistiniyên tehekumê yên jiyana civakî hûrûkûr diguherin. Di civakê de şêweyên paradîgmayên jiyanê yên nakok û yên rê didin ber, pêk tên. Xerîbketin bi kerritandin, verotin û helandina heqîqetê pêk tê. Ji bo pejirandina berevajîkirin, tepeserkirin û reşkirinê yên dikevin nava hewldanê û di encama vê de xerîb dikevin nirxa heqîqeta wan timî kêm dibe. Wexta ku heqîqeteke pê re şer bike namîne, civaka xerîbketî vediguhere lodeke bêmane. Avahiyên behsa wan tê kirin ji bo civakê bi tenê bar in; bi awayekî nexweşiyeke civakî ne. Muhafezekarî, hişkebawerî weke faşîzm bi navên patolojîk têne hildan. Xerîbketin weke rastiyeke civakî ya nexweşketî êdî bêmane ye. Jidestdana maneyê rewşa herî bi tehlûke ya civakê, nîşan dide.
Di tevahiya şêweyên heqîqetê de şer û qelşên di xwezaya civakî ya heqîqetê de pêk hatine, mirov dikare bişopîne. Nirxa heqîqetê ya mîtolojî û dîn çiqasî dikeve, xweda û xwedawendên bi mane û bi hewayeke mîhrîcanên gurrûgeş îbadet ji wan re dihat kirin, şûna xwe ji pûtên qîmeta xwe ketî re dihêlin. Ji serdema xwedawenda pîroz, a bi heybet û mukafat dide gav tê avêtin ber bi serdema xwedayên evdan çêdikin û ceza dikin. Ya rastî veguherîna civakî (ji civaka komin ber bi civaka çînî ve) xwe bi heqîqetê bi vî awayî îfade dike. Di civaka Sumer de mirov dikare vê veguherînê bi awayekî zindî bişopîne. Herweha di nava xwedayan de jî şer derdikeve. Li cihê ku rêûresma Dionysosî xwe weke heqîqeta civakî ya komin a cotkariyê nîşan da, rêûresma Zeûsî jî weke heqîqeta beşê tehekumkar ê vê civaka cara pêşî qelişî û veguherî, nîşan dide. Şerê van rêûresman maneya xwe ya orjînal jî di civaka Sumer de pêk tê. Ev herdu rêûresm bi awayekî balkêş û bi tesîr di hunerên serdemê de têne nîşandan. Serdema xwedawendan heta bi dayika Îsa Meryemê xwe nîşan dide. Wexta ku kapîtalîzmê xwe kir sîstema serdest, ‘pîrasêhr’ yên nûnerê dawî yê serdema xwedawendan bûn, şewitandin û modernîteya xwe ava kir. Ev bûyer, têra xwe mirov difikirîne û mirov hîn dike.
Di serdema şaristaniyê de zanist û felsefe weke şêweyên îfadekirina heqîqetê girîng dibin. Di vê de têkoşîn û lêgerîna heqîqetê bi roleke bingehîn radibe. Şûna qral-xwedayên nikarin bi maskeyê, xwe weke berê bi vegotina mîtolojîk û dînî veşêrin, sîstema hewl dide bi metafizîkê xwe binuxumîne, digire. Kengî dînên yek xwedayî têrê nekirin û kêm man, metafizîk û îdealîzma objektîv weke sûbjektîvtiya sîstemên serdest ên şaristaniyê, hatin pêşdebirin. Li şûna xwedê ‘îdea’ weke heqîqet têne danîn. Îdealîzm, weke dewleta dibe xweda, mîna heqîqetê tê nîşandan. Ji ber vê sedemê, di navbera îdealîzm û xerîbketinê de têkiliyeke xurt heye. Heqîqetên civakî ne bi xwedayan, hewl didin bi îdeayan îfade bikin. Berevajîkirin, helandin û dejenerekirina heqîqeta civakî, bi îdealîzmê re gelekî pêşde diçe.
Gelek dewletên xwe şareza dihesibînin weke sîstema mêtinkarî û desthilatdariya hegemonîk, ji bo manedana civakî ya her diçe teng dibe veşêrin, giraniyê didin şêweyên hunerî yên xemilandî, bi heybet, zêde nepixandî û pirole. Mînak şaristaniya Roma û Grek di qada mîmarî, heykel, muzîk û mozaîkê de weke heqîqet girîngî bi pêşkêşiyeke bi vî rengî daye. Sîstem xwe çiqasî nepixandî nîşan bide, ewçend jî hewl dide maneya civakî (rastiya bindestan û yên têne mêtin) veşêre û berevajî bike. Mîna di dema mîtolojîk û dînî de zanist, felsefe û hunerê bi desthilatdariyê ve girê didin û hewl didin wan bikin dewletî ango pêvajoyeke têkoşînê ya felsefî û zanistî pêk tê ku li gorî qelşa li civakê ketî ye. Zanist û felsefe çiqasî li hemberî jidestdana maneyê li ber xwe bidin, ewçend hêza wan a îfadekirina heqîqetê zêde dibe. Çiqasî bikevin bin fermana xwediyên desthilatdarî û dewletê, ewqasî jî têkiliya wan a bi heqîqetê re kêm dibe, weke amûrekî bi rola vegotina xerîbxistinê radibin. Felsefe û zanista weke îfadeya heqîqetê li dijî îfadeyên mîtolojîk û dînî yên têkiliya xwe bi heqîqetê re jidestdayî, pêş ketine, ji bo civakê bi xwe ne. Ji ber ku ji bo berjewendiyên yekdestdarên mêtinkar û zordestiyê rol guhertine, mîna xerîbxistinên mîtolojîk û dînî yên berê dogmatîk dibin û dikevin pêvajoyeke ku têde bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin. Di huneran de jî pêvajoyên bi heman rengî pêk tên. Hunerên bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin, dikevin rewşekê ku zêde nepixandî û pûç in, û ji ber ku mînîmalîze dibin ji îfadekirina rastiya civakî dûr dikevin.
Di serdema şaristaniyê de pirsgirêkên civakî yên ji ber tehekumê çêdibin, di tevahiya şêwazên îfadeyê yên heqîqetê de li ser xwe çareseriyê û lêpirsînê ferz dikin. Bi qasî ku çavkaniya pirsgirêkên heqîqetê civakî ye, ewqasî jî çareseriyên wan di çarçoveya zanista civakî de ne. Zanista bi civakbûnê re têkiliya xwe ji dest dayî, xerîb dikeve ango bivênevê têkiliya xwe bi heqîqetê re qut dibe. Civakên xwe di tevahiya rêbazên heqîqetê de kirî hoste, êdî pirsgirêk nînin, ji xerîbketinê xelas bûne, civakên wekhevîxwaz, azad û demokratîk in. Ango civakên exlaqî û polîtîk in.
h- Di Modernîteya Kapîtalîst de Heqîqet û Xerîbketin
Modernîteya kapîtalîst bi qasî ku herî zêde desthilatdarî û kar-sermayeyê kom dike, bi vê ve girêdayî sîstema heqîqetê xerîb dixîne jî îfade dike. Derketina wê ya holê weke sîstem bi qasî ku şerên xwînrij ên heqîqetê ferz kirine, dewamkirina wê jî şerên herî mezin ên ku dîrokê şahidî li wan kiriye, bi xwe re anîne. Şerên sîstemê bi tenê şerên desthilatdarî û mêtinkariyê nînin, di heman demê de şerên dijwar ên heqîqetê ne. Weke dewama sîstemên şaristaniyê ya di asta global de pêşketî modernîteya kapîtalîst çiqasî manedan û heqîqeta civakî bipelixîne, berevajî û reş bike, ewqasî pêk tê. Di nava sîstemê de rêjeya karê û desthilatdariyê çiqasî zêde bibe, ewqasî jî qada heqîqeta jiyana civakî mînîmîze dibe û mane gelekî têk diçe. Jiyana civakî bi tenê nabe qurbanê hêrsa karê û desthilatdariyê; di tevahiya şêweyên wê yên heqîqetê de jî xerîbketineke mezin pêk tê. Civak hem ji aliyê maneyê ve hem jî ji aliyê heqîqetê ve bi temamî bi pêvajoyeke tesfiyeyê re rûbirû ye. Li şûna tevahiya rastiyên civakê, rastiyên desthilatdarî û sermayayê hatine danîn.
Yek ji sêlingên distana modernîteyê, kapîtalîzm bi xwe wexta şensê sîstembûnê zevt kir, bi tesfiyekirina civakbûnên sereke yên pêşî û paşiyê dîrokê bûn, dest bi kar kir. Berê pêşî bi slogana ‘nêçîra pîresêhran’ hêza civakbûna jinê ya hewl dida li ser piyan bimîne, di nava agir de bi qirçeqirç şewitandin. Mirov nikare nêçîra pîresêhran ji sermayeyê serbixwe bifikire. Di avakirina hegemonya xwe li ser jinê de weke koletiyeke kûr, ev gerdîşên şewitandinê heta dawiyê li hesabê wê hatin. Di roja me ya îro de bi vî awayî piçûkxistina jinê û ketina wê ya xizmeta sîstemê, bi pêkanîna van şewitandinên di dema qonaxa derketina holê ya hegemonya kapîtalîst de ji nêz ve têkildar e. Bîranînên dehşet ên şewitandinê, jin li Ewrûpayê bi awayekî bêsînor xistiye xizmeta mêr. Sîstemê piştî jinê, bi awayekî bêrehm civakbûna gund-cotkariyê jî hilweşand. Heta ku aliyê wê yê komin demokratîk li ser piyan bimana wê desthilatdarî û kara herî zêde bi dest nehata xistin û ji ber vê jî civakbûna gund-cotkariyê bivênevê, bûbûya hedef. Ev civakbûnên bi deh hezar salan bûne zemînên heqîqet û maneya kêfxweşî, êş û berxwedanên mirovatiyê çiqasî bêne tesfiyekirin, şensa sîstemê ya gavavêtinê jî wê zêde bibe. Tevahiya kirinên li dinyayê û yên li Ewrûpaya piştî sedsala 16. qewimîne, vê rastiyê piştrast dikin. Beriya modernîteyê bi sînor be jî dêrê heqîqeta civakê îfade dikir, ji lewra divê mirov şerê modernîteyê li dijî dêrê jî di vê çarçoveyê de bibîne. Herçiqasî gerdûnîtiya Xirîstiyantiyê weke îfadeya xapandina civakbûneke di nava xwe de ye, û di yekdestdariya desthilatdarî û mêtinkariya berê de xwedî par be jî bêguman yek ji çeperên girîng ê parastina civakê ye. Kapîtalîzmê ev çeper jî bêtesîr nekirina, nikarîbû gav biavêta. Şerên mezin ên dîn, îfadeya vê heqîqetê ne.
Kapîtalîzmê koletiya herî terbiyekirî ya jê re proleterbûyîn tê gotin, rewa kir û bi vî awayî derbeke din a mirinê li heqîqeta civakê xistiye. Yek ji şaşiyên mezin ên K. Marks ew e, bi awayekî xafil yeqîn kiriye ku proleterê yek ji hêmanên heqîqetê yê ji destçûyî ye, kirdarê sereke ye. Proleter koleyekî pêşdebirî ye. Heta ku vê rewşa xwe dewam bike ti carî nikare bibe kirdarekî bûye xwediyê heqîqetê. Kapîtalîzm heta bi tevahî xisletên civakî, insanî yên di proleter de nekuje wî nabe ser karê xwe. Cewherê civakî û insanî yê koleyê di serdema antîk de, ji koleyê modern ango proleter bi gelekî zêdetir e. Lê ji ber ku kole ye, payeya xwe ya heqîqetê, kengî bigihîje azadiyê wê bi dest bixe. Hem kolemayîn, hem jî bûyîna xwediyê payeyê, berevajîkirineke mezin a Marksîzmê ye. Di bingehê serneketina sosyalîzma reel de ev heqîqet heye.
Bûrjûwazî weke çîneke civakî ya kapîtalîzmê ew mezinkirî, afeta civakî ya heqîqet li ser hatiye parçekirin, bi xwe ye. Xweda-qralek ji hezar bûrjûwayî zêdetir nêzî heqîqetê ye. Xwezaya civakî ji aliyê heqîqet û manedanê ve dibe du parçe. Bûrjûwazî parçeyê nexweş û patolojîk pêk tîne. Modernîte di objektîvîteya vê çînê de tevahiya heqîqeta civakî ditevizîne û bi vê jî razî namîne, desthilatdarî û sermayeya xerîbkirinê ferz dikin wan vediguherîne cinawirekî ango Levîethan.
Yek ji sê lingên distana modernîteyê, lingê duyemîn, dewleta netewe ye. Mirov dikare wê weke hêzeke di dîrokê de nedîtî, ya heqîqet verotî û kerritandî, pênase bike. Ti nexweşiya civakî ya patolojîk, bi qasî dewleta netewe li ser navê muhendîstiya civakî (Demiurg = Xwedayê Mîmar), nikarîbûye civakê homojen bike û wê ji jiyanê qut bike. Modernîteyê di bin kirasê pêşverûtiyê de (baweriya bi qiyameta ya îlahî bi şêweyê modern) cudahiyên jiyanê yên civakî yên herî pîroz (jiyan = tevî ku cudahî ne) verot, hundirê wan vala kir û avahiyên tekperest ava kirin û ev faşîzm bi xwe ye. Faşîzm li cihê ku heqîqeta civakî diqede, patolojiya civakî ye ku derdikeve holê; yekdestdariya desthilatdariya dewleta netewe û sermayeyê nebin, ti carî zêde nabe. Têgînên sînor, welat, millet, al, srûd û welatî yên dewleta netewe dixwaze wan pîroz bike, bi xiyanetkirina bi pîrozbûnên rastî yên civakî re, têkildar in. Ji bo welat, millet û welatiyên tekperest bêne avakirin, divê mirovatiyeke ku di tevahiya serdeman de jiyaye, were gurandin.
Di rewşeke welê de jî mirov bi tenê ji heqîqeta civakî dûr nakeve û jê re xerîb nakeve, civak bi xwe diqede. Dewleta netewe weke naverok desthilatdariyên milletperest, dînperest, cinsperest û ‘zanistperest’ zêde dike, li hemberî vê rewşê her zerreya heqîqetên civakî li destavêtin, dagirkerî û înkarê rast tê. Di serî de Nietzsche, Foucault û Adorno, hin fîlozofan li ser navê heqîqetê qiyamet rakirine, bi daxuyaniyên xwe qala vê rastiyê dikin û dibêjin; ferdê modernîteyê ew mirov e ku hatiye xesandin û ji civakbûnê hatiye derxistin. Ji sêlingên distana modernîteyê lingê sêyemîn, îndustriyalîzm e. Tê maneya îmhakirina jiyana ekolojîk û ev heqîqetek e ku bi temamî derketiye holê. Ne bi tenê eko-hawîrdor, civakîbûn jî bi tenê bi wê dikare hebûna xwe bi dest bixe. Lewra ew vê rastiyê jî tine dike. Civakek e ku her roj hawîrdora xwe ji dest dide, civakek e ku jiyana xwe parçe parçe ji dest dide û bi devê cinawirekî ve ber dide. Civakîbûneke mirov a bi berxwedana mîlyonan salan hatiye avakirin, heye û li hemberî vê dema dirêj demek e ku mirov dikare weke kêlî bi nav bike, di demeke kurt de ev civakîbûna mirov tê tesfiyekirin. Di vê tesfiyekirinê de îndustriyalîzm hevparê vî gunehê kapîtalîzmê û dewleta netewe ye. Di bin navê civaka îndustriyel de îndustriyalîzm bêyî ku şerm bike, girêkeke kansêrê weke civakeke pêşverû pêşkêş dike û ev jî pirr baş diyar dike ku îndustriyalîzm çend bûyereke patolojîk e. Di ti şerî de bi qasî şerê li ser navê civaka îndustriyel (bi destekdana kapîtalîzmê û dewleta netewe) hatiye kirin, kuştinên hov û komkujiyên civakî nehatine kirin, civakîbûn nehatiye birîndarkirin û mehkûmê nexweşiyê nehatiye kirin.
Pêxemberên ku maneyên mezin li têgînên qiyamet û mehşerê bar kirine, herhal xwestine bi van têgînan axirê zemanan bînin ziman ku têde vî cinawirê sêling ê jê re modernîte tê gotin, mane û heqîqeta civakîbûna mirov tine kiriye! Ji bo li Rojhilata Navîn jiyana civakî ji nû ve were pênasekirin, bi awayekî hişkeber be jî min çarçoveyeke têgîn û teorîk danî da ku bersiva pirsa “Jiyana civakî çi ye?” berfireh bikim. Helwesteke seyr a mirov ji bo jiyana wî bi xwe heye; wer bawer dike ku mîna li ser xeteke rast an jî xelekeke li dora xwe timî dizîvire, ji ezel heta bi ebed diqewime. Bi vê dixape û ev xapandineke bi kok e. Tevî ku xwediyê şensa jiyaneke herî manedar e, mirov cinsekî welê ye, herî zêde dixape û ev bi tenê lîstikeke xwezayê nîne; ez yeqîn dikim ku ev lîstikek e, herî zêde xwe di civaka tehekumkar de nîşan dide. Ti cureyê zindiyan bi qasî mirov naxape. Bi qasî ku ez vê seyr dibînim, ewqasî jî ji bo min lîstikeke balkêş e.
Mirov jiyana civakî rast nas bike û bi zanebûn wê bijî, bi qasî jiyanê bi xwe girîng e. Belkî jî jiyan ji bo rast naskirin û pênasekirinê ye. Divê hema yekser ez bibêjim, bi giştî jiyan, bi taybetî jî jiyana mirov, encama avakirin û mîmariyeke xweser e. Çi bikeve nava vê avahiyê, diyarkirina wê jî wezîfeya bingehîn a zanista civakî ye. Ji bo xusûsa ez dixwazim diyar bikim baş were fêhmkirin, dikarim pinpinîka sê meh temenê wê heye, weke mînak nîşan bidim. Avahiya wê ya hundir û ekolojiya dewrûberê, jiyana sê mehî ya pinpinîkê diyar kirine. Eger pinpinîk nebe qurbanê qezayekê, wê van sê mehan karibe bijî. Ji ber vê jî bê pêşîbûn û bê paşîbûn (pirsa ezel-ebed) bi van sê mehan bi sînor e. Hîç nafikire ku vê yekê jî bike pirsgirêk. Xwestekeke xwe ya bi vî rengî nîne, hebe jî zêde serê xwe pê naêşîne. Mînaka di nava mînakê de Gilgamêş e. Ez Gilgamêş weke mînakeke neyênî nîşan didim. Ez ê rave bikim. Di xweza û gerdûnê de her hebûn li gorî vê ‘rêzika pinpinîkê’ pêk tê, dijî. Bi tenê li cem mirovî ev rêzik ters dimeşe. Rewş vediguhere pirsgirêkeke gelekî mezin.
Cinsê mirov ji bo temenê xwe ji lêgerîna ebedî-ezelî heta bi fikirîna buhiştê li ezmên, dojeha li bin erdê dikeve nava gelek hewldanên seyr û balkêş. Ji qral-xwedabûnê heta bi koletiyeke herî rezîl, gelek awayên seyr peyda dike. Herroj ji jiyaneke cinsî ya ji rêderketî heta helwestên xwe weke cinsekî bêalî diyarkirin û gelek helwestên sînornenas, bi tenê xweserî mirov in. Ji plansazkirina qirkirinê heta bi peyketina ava heyatê, gelek helwestên li cem ti ruhberên din nînin, li cem cinsê mirov weke nexweşiyê dewam dikin. Ji bo mirov pêşiyê li van dînîtiyên xwe yên sînornenas bigire û wan fêhm bike, pêdivî bi naskirin û pênasekirina jiyanê heye. Naskirin û pênasekirineke rast dikare bibe gava pêşî ya jiyaneke rast.
Di destpêka dirêj a vî beşî de ji bo rohnîkirina mijarê, min hewl da çarçoveyeke têgînî û teorîk deynim. Bêguman zanisteke civakî ya bi îdeal, bi mezinkirin û bicihanîna vê çarçoveyê wezîfedar e. Wexta ku em hewl bidin krîza avabûnê ya modernîteyê û çareseriyên wê yên muhtemel analîz bikin, ji ber sedemên diyarkirî wezîfeyeke pêşî tê ew e ku divê weke pêdiviyeke dest jê nabe, zanista civakî ji nû ve were pênasekirin, avakirin û rêxistinkirin.
Bivênevêya jiyana mirov, civakîbûna wî ye. Sedema yekemîn a bi israr ez li ser vê mijarê radiwestim ew e ku zanista civakî hê hewl nedaye wê bide naskirin, hewl dabe jî heqîqet û maneyeke qîmeta xwe ya zanistî hebe, daneniye holê, di avakirina wê ya rêxistinî û civakîkirina wê de bi ser neketiye. Ji vê girîngtir û sedema duyemîn ew e, lîberalîzma modernîteya kapîtalîst ferd û ferdiyet li ser hîmê dijberê civakê wer nepixandî ava kiriye û kiriye cinawir, di erd û ezmên de hilnayê. Bi rewşa heyî, ferdiyet ne bi tenê pê dewam nabe, pê jiyan jî nabe. Jiyana ferdî ya li cem ti cinsê zindiyan nayê dîtin û li her cure jirêderketinê vekiriye, ne hêza civakê ne jî hêza dinya me maye wê hilgire. Ev ferdîtî wisa ji rê derketiye, di bîstûçar saetên rojê de ji kuştina mirovan, kirina seks, spor û sinaetê, bidestxistina karê û meşandina êşkencê bêzar nabe. Eşkere ye ku dawiya vê ferdîtiyê, nexweşiyên weke kansêr û AIDS’ê ne, jixwe ew jî pirr bi lez zêde dibin. Rojên ji wan re mehşer tê gotin û pêxemberan pirr berê xeber ji wan dane vê dema ferdîtiyê îfade dikin.
Naxwe weke rêzgirtina me ji bo jiyanê, wezîfeya me ya yekemîn ew e, divê em zanista civakî ya bi jiyana civakî tê naskirin ava bikin, ya duyemîn jî divê em jiyana ferdî û sîstema li pişt wê rawestînin û şert e ku divê mirov van herduyan bike yek û gavê biavêje.
Bêguman civakîbûn xwe disipêre rêxistinkirin û avakirina jiyana ferdî. Civaka ji ferd qut, nabe. Qiyasa ferd û civakê em dikarin bişibînin liberhevgirtina elementa hîdrojen û ûranyûmê. Atoma hîdrojenê dema bi serê xwe ye, avahiyeke besît e. Di hin cureyên wê de herçend hinek enerjî û perçik belav bibin jî gelekî bi sînor e. Di ûranyûmê de jî ji heman atomên sentez dibin, gelek pêkhate misêwa enerjî û perçikan belav dikin. Jixwe bombeya atomê ji vê xisleta ûranyûmê çêdibe. Di civakê de jî gelek ferd hatine sentezkirin. Lê perçik û enerjiyên belav dike (komên nû û kevin) li gorî mirovê ferdperest (atoma ku bi tenê ji bo xwe dijî û wekî din bi kêra tiştekî din nayê) di astekê de ye ku qiyaskirinê qebûl nake.
Ferd wexta ji civakîbûnê derkeve yan jî wê ji dest bide, herçend fizîkî bijî jî yan xayînek e, yan jî rezîlek e, piçûkketî ye, beredayî ye. Di herdu mane û rewşan de jî mirî ye.
Mirov civakîbûna Rojhilata Navîn weke avabûneke gerdûnî manedar bike, girîng e. Nêçîrvanên gerok û berhevkarên nebatan bi tecrubeyên ji jiyana demdirêj a li qûntara rêzeçiyayên Toros-Zagrosan girtin, gav avêtin civakîbûna gund-cotkariyê û wexta ev civakîbûn pêkanîn, bêyî ku haya wan jê hebe pêkhatineke jiyana gerdûnî ava dikirin. Ev pêkhatin bi xwe û serdema şaristaniya navendî ya li ser hat avakirin, min hewl dabû di beşên pêwendîdar de analîz bikim. Li vir hinekî din sekna min a li ser maneya vê pêkhatinê û diyarkirina nirxa heqîqeta wê, wê bi kêra mijarê bê.
Kengî dema dawî ya qeşayî dest pê kir û qediya ango ji berî bîst hezar salan û vir ve civakîbûna nû ya li qûntara rêzeçiyayên Toros-Zagrosê hewl da xwe bi rêxistin bike, ji cureyên dewlemend ên nebatan derbasî cotkariyê, ji heywanên dihatin kedîkirin derbasî heywan xwedîkirinê dibû. Ev pêvajoya derbasbûnê beriya deh hezar salan bi jiyana gund a bicihbûyî bi encam bû. Xebatên cotkarî û heywanxwedîkirinê, civakîbûna cotkar û şivan derxist pêş. Serê jiyaneke mîna xewnê, ji bo mirovatiyê xuya kir.
Ev kêfxweşiya jiyanê ya mîna xewneke nû, bingehê tevahî merasîm û cejnan e ku şopên wan hê dewam dikin. Ji civaka di nava tinebûnê de gav avêtibûn civaka di nava bereketê de. Beriya li derdora deh hezar salan, bêyî ku tîpên civakên din bêne naskirin, ev şêwe pêk hat. Ev şêweyê cîhanê li tevahiya dinyayê belav bû. Herçiqasî fikrên der barê pirr navendan de hebin jî jiyana nû ya serê wê xuya kir, bi rola navendî ya pêşî radibe û girîngiya diyarker a vê rolê bi gelek belgeyên xurt hê zêdetir tê destekkirin.
Ev civaka di mîhwera jin-dayikê de çêbûye, ji aliyê avakirina civaka xizman a pêşî jî girîng e. Xizmtî bi nêzîkatiya jin-dayikê diyar dibe. Ji klana destpêkê, bi vê xizmtiyê mirovatî digihîje civaka pêşî ya qebîleyê. Weke şêweyê civakeke nasnameya orjînal a bi hêz, şopên qebîleyê hê jî dewam dikin. Saziyên orjînal ên weke ziman, dîn, mîtolojî, huner, hozanî, zanyarî û zanistî bandora xwe heta roja me ya îro anîn û tîrêjên xwe yên destpêkê ji nava vê civakê weşandin, peşikandin. Gavavêtinên orjînal ên weke tevn, dîzik, kûzik, çandiniya erdê, destar û alavên pê mal tê avakirin, di vê demê de pêk hatine. Di vê demê de mirov bi awayekî pîroz bi erd û axê ve hatiye girêdan û pêkanîna welatokan, berhema vê civakê ye. Mirov dikare bibêje; der barê jiyana civakî de ji sedî 90’ê ‘cara pêşî’ gavavêtinên dema vê civakê ne.
Civakîbûna bi deh hezar salan bi tena serê xwe dewam kiriye, qalibên bingehîn ên ruh û zêhniyeta mirovatiyê, nirxên çandî yên maddî û manewî pêkanîne. Dibe ku civakeke besît be, lê ji bo mirovatiyê di vê demê de hîmên têkûz û bi kok ên jiyanekê, bi awayekî serketî hatine danîn. Ji vir û pêve her tiştê diqewime, xwe disipêre vê civakê û diqewime. Ti bûyer û pêşketina der barê mirov de xwedî wê qabîliyetê nîne ku li derveyî vê civakê biqewime. Ez nabêjim bûyer û pêşketineke din wê hîç nebe, lê bibe jî wê bi ser vê civakê ve weke şax û milekî wê, biqewime. Civak, hebûnên dîrokî ne. Li derveyî dîrokatiyê, civak nikarin hebin. Modernîteya kapîtalîst dîrokê dide aliyekî û bi tenê bi rêbaza zanistî ya ku xwe disipêre analîzê dimeşe. Ev yek jî dihêle ku tevahiya zanistan, nexasim jî zanista civakî çeloxwarî bibe û bi şêweyekî nirxê heqîqeta wê kêm bûyî, pêş bikeve. Modernîteya kapîtalîst ji vê rewşê berpirsiyar e. Analîz û objektîvîte weke metafizîkeke xirab, qusûrên bingehîn ên zanista navend Ewrûpayê ne.
Eger civak hebûnên dîrokî bin, hingê maneyên wan jî dîrokî ne. Mane jî cewherê jiyana civakî ye; ango dikare weke armanca jiyana civakî, ruh û zêhnê wê bide naskirin, pênasekirin. Heqîqet jî ew e ku manedariya hebûna dîrokî ya vê civakê pêk tîne, bi îfade û şêweyên weke mîtolojîk, dînî, hunerî, hozantî, zanyartî û zanistiyê xwe bîne ziman.
Herçiqasî zirar û ziyanên mezin li civaka mirovî bûbin jî niha jî bi heman rêbazên heqîqetê vê manedariyê pêk tîne. Delîlekî din ê dîroktiya civakî ev şêweyê jiyanê ye. Bêguman ev şêweyê jiyanê her weke xwe nemaye. Pêşketineke diyalektîkî di hinavê xwe de her hilgirtiye. Lê herçiqas hilhilîbe, tesfiye û zirar lê bûbe jî weke formekî bingehîn heta roja me ya îro xwe aniye.
Qelşa mezin a pêşî bi hiyerarşiyê li forma jiyanê ya vê civaka dîrokî ketiye. Hiyerarşî weke tê pênasekirin, texmînî ji salên 5000’î B.Z. û virve hebûna xwe da bihîstin, weke hêmanekê di nava civakê de bi cih bû. Hiyerarşî bi xwe koma kesên neqane yên pêşî, îfade dike. Hiyerarşî weke sêbera rahib + rêveber + esker, hewl da li şûna otorîteya jin-dayikê bi cih bibe. Di nava jiyana civakî de xerîbketina herî mezin a pêşî bi otorîteya van kesên neqane dest pê kir. Pêkhatinên weke malbatên neqane û xanedanî jî çavkaniyên xwe hiyerarşî ne. Xanedanî li aliyekî weke dewletê bi gewde dibe, li aliyê din jî weke malbatgiriyê jiyana civakî ber bi form û manedariyeke cihê ve bir. Veguherîneke bi kok pêk tê. Ji salên 3500’î B.Z. ve bi destpêkirina bajar, çîn û dewletbûnê ve, ev qelş, veguherîna form û maneyê kûrtir dibe. Di vê de civaka şareza, bi rola sereke radibe. Yekdestdariyên şaristaniyê (dewlet, gundikên koleyan, bazirganî, yekdestdarên selefkariyê) yên li ser mayeyên civakî ava bûn, jiyan hûrûkûr birîndar kirin. Hêmanên xerîbker ên berê nehatine dîtin, kengî di nava civakê de bi cih bûn, jiyanên xweser ên tebeqeyên jor û jêr ên mane û formên wan her diçe xira dibin û yekparetiya wan parçe dibin, peyda dibin. Hebûna jê re şêwazê jiyana şareza tê gotin, vî şêwazî îfade dike. Di civaka Rojhilata Navîn de şaristaniya li heman qada navendî hilat, xwediyê cihekî navendî ye. Gerdûnî ye. Di nava jiyana civakî de xerîbkirinê xurt bike jî ji aliyê dîrokî û mekanî ve ji Rojhilata Navîn e. Jiyana şareza ya di jiyana civakî ya Rojhilata Navîn de weke tebeqeyeke jor bi cih bû, texmînî demeke hegemonîk a pênc hezar salî îfade dike.
Hegemonya hêmanekî besît nîne. Ketiye û çiziriye tevahiya çavî, kom û organên jiyana civakî. Di vî şêwazê jiyanê de jin weke nasname li herî jêr hatiye bicihkirin. Li ser wê jî koletiya mêr hatiye danîn. Xwestine eşîr û qebîleyên koçer ên li ber xwe didin tevî gundiyên kedkar û zenaetkaran weke tebeqeyeke sêyem tertîp û ava bikin. Lê ev derdor û beş bandorê li herdu tebeqeyên pêşî dikin û tevahiya dîrokê, jiyana têkoşer timî zindî dihêlin. Herweha yekdestdarên şaristaniyê ne bi tenê bi amûrên zorê yên berçav, bi awayekî bingehîn rêbazên îfadeyê yên heqîqetê (mîtolojîk, dînî, hozantî, hunerî, zanyartî û zanistî) bi kar tînin û bi vî şêweyî dixwazin rewatiya xwe weke ku xwezayî be nîşanî jiyana civakî bikin û xwe bêdawî bikin. Bi tevahî qalibên kevin, merasîm û cejn, îbadet û şahiyên jiyana civakî di bin yekdestdariya xwe de ji nû ve şîrove bikin, xwedî li wan derkevin û mohra xwe li wan bixin. Lê qalibên jiyana civakî yên herî kevin, hebûn û manedariya xwe di bingeh de dewam dikin. Herçiqasî parçe bûbe jî heqîqeta xwe tîne ziman. Di serdema şaristaniyê de şaristaniyên Hind, Çîn û Emerîka Başûr di mekanê xwe de pêş ketibin jî rola sereke heta bi modernîteya Ewrûpayê bi sîstema şaristaniya navendî ya bi koka Rojhilata Navînî re ma.
Sîstema şaristaniya navendî ya bi navê Îslamê gava xwe ya dawî avêt, weke ku tê qalkirin di dawiya pêncsed salên rûniştî de hegemonya xwe bi destê modernîteya kapîtalîst a Ewrûpayê ve berda. Serhatiya civaka Rojhilata Navîn a bi navê Îslamê, bi xwe dîroka kevin bû. Hiyerarşî, xanedan û împaratoriyan hebûna xwe di dema Îslamê de bi navê xîlafet, mîregtî û seltenatan dewam kirin. Hêmanên demokratîk ên têkoşer jî hewl dane weke gelek cemaet û mezhebên cûrbicûr (Elewîtî, Şîatî, Xaricîtî, Êzîdîtî, Mûsewîtî, çand û gelên Xirîstiyan) hebûn, mane û heqîqeta xwe dewam bikin. Tevî van tebeqe û parçebûnan hemûyan, li Rojhilata Navîn jiyana civakî aliyekî xwe yê gerdûnî û yekparetiya wê heye, û ev jî rastiyeke eşkere ye. Civaka dîrokî hebûna xwe dewam dike. Lê bi awayekî mane û heqîqeta wê qelsbûyî û parçebûyî.
Di vê rewşê de pirsa bingehîn a divê were kirin ev e; modernîteya kapîtalîst di civaka Rojhilata Navîn de çima nikare derfet û îmkanê pêşketinê bi dest bixe. Bersiva pirsê, ne astengkirinên dînî, ne paşvemayîna amûrên hilberandinê û ne jî kêmbûna sermayeyê ye. Tê zanîn, di van qadan de gelekî ji Ewrûpayê pêşketîtir e. Dema behsa wê tê kirin, dema navbera sedsalên 12.-15. in. Ewrûpa di van sedsalan de derketin û mezinbûna bajaran nas dike. Bazirganî û pere li bazarên nû vedibin, pêş dikevin. Li Rojhilata Navîn ji çar hezar salan ve, ev pêvajoyên behsa wan tê kirin, bi awayekî xelekwarî, her dewam dikin. Di warê pîşesaziyê de jî fersax bi fersax li pêşiya Ewrûpayê ye. Hegemonya şaristaniya navendî jî di destê wê de ye. Ya rastî, sedemên em rêz dikin, gelekî baş diyar dikin ka sîstema kapîtalîst çima nikare li vê herêmê gavê biavêje. Rojhilata Navîn bi sîstema xwe bawer e, jê piştrast e. Hilberîna berhemê zêde ji bo hêzên hegemonîk ên herêmê têrê dike. Ji derve û hundir ve hêzên dijber ên stratejîk ên girîng û kujer nînin. Hêzên mîna Moxolan ên ji der ve tên jî dikarin bi rehetî û biste di nava xwe de bihelînin.
Di destpêka vî beşî de min hewl dabû sedemên stratejîk ên di gavavêtina Ewrûpayê de bi rola bingehîn rabûne, bînim ziman. Ew fikrên min hê jî di cihê xwe de ne. Kapîtalîzm rejîmeke êriş û parastinê ya stratejîk e; lê ji bo yekdestdarên sermaye û desthilatdariyê yên gelekî tengavbûne û pirsgirêka wan a man û nemanê heye, amûrek e ku serî lê didin. Serhatiyên Hollanda û Ingilîstanê pirsgirêka man û nemanê ya stratejîk ew neçarî kapîtalîzmê kiriye.
Ingilîstana weke hêzeke hegemon mezin dibe, hê di sedsala 16. de li Rojhilata Navîn dest bi tevgerên keşfê dike. Jixwe di serî de Venedîkê, bajarên Îtalyayê û Napolyon rê têra xwe vekiribûn. Herweha sermayeya Cihûyan a Rojhilata Navîn baş nas dike, ji destpêkê ve bi awayekî stratejîk bi herêmê re eleqedar dibe û rê nîşanî Ewrûpayê dide. Sermayeya Cihû ya eleqeya Hollanda, Ingilîstan, welatên din ên Ewrûpayê yên li rêza pêş û DYE ji herêmê re dizane, di warê naskirina Rojhilata Navîn de bûye pispor. Herweha bi awayekî berevajî agahîgirtin û rênîşandana Ewrûpayê jî dîsa heman sermaye dike. Cihû di vê mijarê de ji dema derketina pêşî ya ji Ûrfa û Misrê (1600-1300 B.Z.) ve weke civakeke qebîle ya bazirgan û xwedî tecrûbe tevdigerin.
Sedema duyemîn a kapîtalîzmê nikarîbû bi roleke stratejîk li Rojhilata Navîn rabe ew e, bi mezinbûna Îslamê re Xirîstiyan, Ermenî, Asûrî, Helen û Cihûyên pêşketina wan hat astengkirin, neçarî koçberkirinê hatin hiştin. Ev xelkên behsa wan tê kirin, ji danehevên wan xûkî tê girtin û car caran têne talankirin, ji lewra bi şêweyê Ewrûpayê nikarin bûrjûwaziyeke bajêr pêk bînin, ev jî li dijî herêmê encamên girîng bi xwe re tîne. Bi qasî ku pêkhatina Ronesanseke pêşwext asteng kir, derba li çanda wan a pêşxistî ket, herêm veguherand çoleke hişk û zuhabûyî. Îslamiyet bi tena serê xwe ji statuya temsîlkirina çanda Rojhilata Navîn gelekî dûr e. Mûsewî û Xirîstiyan weke gelên herî bi çand ên herêmê, bi qasî ku hafizeya herêmê bûn, xwediyên danehevên maddî jî bûn. Îslamiyet hinekî jî li ser van nirxan ava bû. Nirx desteser kirin, lê nikarîbû pêşde bibe. Çanda Cihû û Xirîstiyantiyê ku li Ewrûpayê bi hêz bû, di pêşketina şaristaniya Ewrûpayê de bi rola hêmanên sereke rabû. Eger li Rojhilata Navîn bi rola sereke rabûna, şensê şaristaniya Ewrûpayê wê gelekî kêm bûya da ku weke hêza hegemonîk hilata. Dema ku mirov li cem Osmaniyan dêhnê xwe bide vê rastiyê, ev ê gelekî hînker be.
Li ber rohniya vê vegotin û qalkirinê, mirov dikare baştir fêhm bike ka çima Seferên Xaçperestan ên Ewrûpayê di sedsalên 11-14. de meşandin, bê encam man. Wexta ku bi dersên ji van seferan derxistî û bi nirxên veguhestî, di sedsalên 16.-19. de bi gavavêtinên stratejîk ên bingehê xwe kapîtalîst, berê xwe da Rojhilata Navîn, bi heman sedeman bi ser ket. Ev serketîbûna wê jî ji ber heman sedeman tê fêhmkirin. Di beşên pêwendîdar de mijar têra xwe hatiye analîzkirin. Ya ji bo Rojhilata Navîn girîng ew bûyer in ku modernîteya Ewrûpayê bi êrişên stratejîk ên ji sedsala 19. û pêve dest pê kir, rê li ber wan vekiriye. Ya ji vê jî girîntir hilweşîn û krîzên di avahiya civakî de kûr bûn.
Min timûtim destnîşankir ku şaristanî weke hebûn, çavkaniya pirsgirêkan e. Ji bo analîzkirina bûyeran, gelekî girîng e ku mirov tespît bike, şaristanî bi rengekî strukturel û binyewî ji pirsgirêkê çawa dikeve krîzê. Şaristanî weke avahiyên dema dirêj, bi ketina krîzê re hegemonya û qadan diguherin. Şaristaniya Rojhilata Navîn a nikarîbû derbasî modernîteya kapîtalîst bibe (ji gelek aliyan ve sedemên derve û hundir), bi şaristaniya Îslamê re ket xeleka xwe ya dawî û ji sedsala 13. û pêve ket krîza strukturel û binyewî. Împaratoriya Osmanî ji kûrbûna krîza strukturel û binyewî pêve ti maneya xwe nîne. Belavbûna wê ya di sedsalên pêkhatina stratejiya kapîtalîst de, ji ber avabûna wê ya bi krîz, wê nikarîbûya bi ser keta. Jixwe kengî kapîtalîzmê bi sedsala 19. re giraniya xwe da ser herêmê, ev maneya wê bi zêdeyî derxist holê.
Ji bo civaka Rojhilata Navîn sedsalên 19. û 20., ji aliyê stratejiya kapîtalîst ve sedsalên fetihkirinê ne. Ev dema ku modernîteya kapîtalîst bi sê suwarên xwe yên mehşerî (kapîtalîzm, dewleta netewe, îndustriyalîzm) giraniya xwe da ser herêmê, dema kûrbûna hilweşîn û krîzê ye. Bi jihevdeketina avahiya şaristaniya pênc hezar salî, bi ya ji nava wê derdikeve, bi temamî dor li jiyana civakî û dîrokî ya hezar salan tê girtin. Hevgirtina modernîteya kapîtalîst bi bermahiyên şaristaniya xwe re li Rojhilata Navîn pêxîrtengiya jiyana civakî misêwa kûr kiriye. Rabihuriya wê ya bi kok û êrişên demdirêj ên stratejiya modernîteya kapîtalîst, ev xislet dane pêxîrtengiyê. Cewherê civakî, wexta weke hebûn tê parçeparçekirin, weke mane û heqîqetê jî dikeve rewşeke kaotîk.
(SIBE DEWAM DIKE)