Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çiroska wê bi pêşengtiya ciwanan ji bajarê Kobanê dest pêkir û bi serkeftiyên mezin hîn jî bi pêşengtiya ciwanan dewam dike di salvegera xwe ya 6 mîn de ye, Rol û misyona ciwanan dinava şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bû ya tevahî Sûriyê ya herî sereke bû.
QAMIŞLO – Derbarê şoreşa 19’ê Tîrmehê û rol û misyona ciwanan de ajansa me ya Nûçe Ciwan bi Hoza Çiya ku yek ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Qamişlo ye hevdîtin pêk anî.
Hozan Çiya di destpêka axaftina xwe de wiha got: Di salên 2011 û 2012an de wekw bihara gelan hate naskirin şoreş hatin li darxistin, pêşengtiya van şoreşan jî ciwanan kiribû ku li hember dagirkerî û ji bo sîstemekî nû avakirin hate li dar xistin, bi teybet li Rojavayê Kurdistan ciwanan ev pêşengtî kirn û heta roja me ya îro jî dewam dike.
Mirov dikare vê pirsê bike؟ çima di 19’ê Tîrmehê de şoreşekî wisa hat li dar xistin û bi taybet bi pêşengtiya ciwanan: Ji ber ku ciwanan hîs kirin ku ev sîstem ji bo wan nebûye bersiv, ji xwe berê jî ev sîstem nebûye bersiv, ji ber ku sîstemekî dewletî bû, ji ber vê yekê ciwanan ev yek ji bo xwe qebûn nekirin. Li ser vî esasî wek ciwanên şoreşger dest bi vê şoreşa xwe kirin û gav bi gav bi serdiketin. Çiroska vê şoreşê ku ji Kobanê dest pêkir di wê demê de ciwanan ji desthilatdariyê re got êdî bese. Ew hêrsa ku di hindirê ciwanan de ku ji desthilatdariyê re gotin na heta niha jî dewam dike.
Çiya di dewamiya axaftina xwe de wiha got: Ciwan Rolekî giringe di civakê de û rihê civakê ye, vî rihê ciwantiyê hiştî ku ev şoreş bê li dar xistin û pêşengtî were kirin. Heger ciwanan di wê demê de xwe berpirsiyar nedîtibana ev destkeftî hemû wê tunebana.
Ciwan di pêşerojê de pêwîste çawa tevbigerin:
Di Rojava û bi giştî Kurdistan êrîş li ser destkeftiyên ku hatine bi destxistin hene, ji ber vê yekê niha ciwan li hember êrîşên ku têne kirin pêwîste li hember vê berxwedaniyê bikin û van destkeftiyan biparêzin û ev yek bi du gavan tê kirin, yek bi berdewamkirina şoreşê, ya din jî bi ronişkandina sîstema demokratîk û xwe birêve birin.
Hozan Çiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: Pêwîste her ciwanekî di cîhanê de bi rihê 19’ê Tîrmehê şoreşa xwe berdewam bike û sîstema ku îro li Rojava tê ronişkandin li her deverê belav bibe.