Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku di destpêka şoreşê de bi erk û berpirsyartiya xwe rabûn, vê berpirsyartiyê dewam dikin û di nava tabûrên ciwanan de cihê xwe digrin.
QAMIŞLO – Endamê tabûra şehîd Ciwan Tehlo ku girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Qamişlo yê bi navê Şêrhat Ahmed ji ajansa me re wiha axifî: Ez wek ciwanekî tevlîbûna min ya nava tabûra şehîd ciwan ji ber ku li hawirdûra me dijmin êrîşî me dike, ji bo ku ez erkê xwe yê li hember ax û gelê xwe pêk bînim ez tevlî tabûrê bûme.
Her wiha ciwanê bi navê Alan Ibrahîm ku ewjî endamekî tabûrê ye wiha axifî: Banga min ji bo hemî ciwanan heye, bila hemî ciwan bi erk û berpirsyartiya xwe li hember vê şoreşê rabin û axa xwe biparêzin. ji ber ku şerekî mezin li ser gelê kurd tê meşandin.
Lewend Ibrahîm jî ku rêveberiya tabûra ciwana ye axifî û got: Berê ev tabûr tenê weke qomîteyek parastinê bû, piştî şehadeta şehîd ciwan ku ewjî wek endamekî qomîteya parastiê ya ciwana bû ev tabûr hat îlan kirin û navê şehîd ciwan rakir. Me piştî îlankirina tabûrê çihê xwe di gelek hemleyan de girt, mîna hemleya Til Hemîs, Reqa, Dêra Zorê û şerê Efrîn jî.
Ibrahîm da diyarkirin û got: Ji xwe em endamê xwe yê tabûrê ji bo hertiştî amade dikin. Îro roj her endamekî me yê tabûra şehîd Ciwan amadeye ku li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaniyê bike. Ji ber vê yekê hertim endamê me di perwerdeyan re derbast dibin.
Lewen Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku tevlî nava tabûrê ciwanan bibin û axa xwe biparêzin.