Di çarçoveya Qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de û bi boneya salvegera 6 mîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê ciwanên Rojavayê Kurdistanê li kantona Şehbayê meşek li dar xistin.
ŞEHBA – Meşa ku ji aliyê ciwanan ve hate organîze kirin, ciwanên navçeyên Ehriz, Fafîn, Til Rifet her wiha ciwanên Efrînê jî tevlî bûn. Ciwanên ku li ser riya sereke ya ku di navbera navçeya Fafîn û gunde Til Qerah de li hev civiyan û ber bi kampa serdemê ve meşiyan. Ciwanan di meşa xwe de alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, YPG û YPJ’ê, her wiha ciwanan pankartên” Serî hilde, şer bike, Efrînê azad bike” Tolhildan soza me ye” rakirin.
Piştî meşa ciwanan giheştî kampa Serdemê li vir meş veguherî mitîng, piştî deqeke rêz grtin axaftin hatin gotin.
Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Tolhildan Zerdeşt, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Ocalan Mihemed û li ser navê kampa Serdemê Xaliya Mihemed axifîn. Di axaftinan de 19’ê Tîrmehê ku çiroska wê ji Kobanê dest pêkir li tevahî gelên azadî xwez hate pîrozkirin. Her wiha rol û misyona ciwanan di nava vê şoreşê de ku di destpêka wê de pêşengtî kirin.
Meşa ciwanan bi siloganên silavkirina berxwedana serdemê her wiha berxwedana 19’ê Tîrmehê berz kirin.