Jinên ciwan ê xwendekar ên kurd ên Şînaweyî li pêşiya ofîsa serokomariya Îranê civiyan û li hember ne pêkanîna sozên berpirsên hikûmetê ji bo dermankirina wan, nerazîbûn nîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwan ê xwendekar ên Şînawê û malbatên wan weke nerazîbûn li hember ne pêkanîna sozên berpirsên hikûmeta Îranê ji bo dermankirina wan, li hermber ofîsa Serokomarê Îranê li Tehranê civiyan.
Jinên ciwan ên Şînaweyî, yên ku bi sedema şewata li dibistanê beşek ji laşê wan şewitîbû, piştî nêzîkî 6 salan heta niha jî nehatine çareserkirin, tevî ku berpirsên hikûmeta Îranê soza dermankirina wan û şandina wan ji bo welatên derve ji bo dermankirinê dane.
Ew xwandekar tevî çend endamên malbatên xwe, weke nerazîbûn li hember ne pêkanîna sozên berpirsên hikûmeta Îranê, doh çarşemê li hember ofîsa serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê xwepêşandanek lidarxistin. û siloganên weke “Em xwendekarên Şînawê çareseriya pizîşkî wekî mafê xwe dizanin” her wiha “Em ji ne pêkanîna sozên berpirsan westiyane” bilind kirin.
Wan xwendekaran xwestin ku serokomar Hesen Rohanî bibînin, da ku biryareke yekalîker di derbarê çareseriya wan de bide, lê daxwaza wan nehate bersivdan.
Di 5ê Mijdara sala 2012an de agir bi dibistaneke seretayî ya keçan li gundê Şînawê yê ser bi navçeya Pîranşarê ve li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ketibû. Di sedema wê bûyerê de 2 xwendekarên keç canê xwe ji dest dabûn û 27 xwandekarên din jî birîndar bibûn, ku hinek ji wan heta niha jî bi temamî çareser nebûne.