Çalakgerên Mertalên Zindî ku ji 8’ê Hezîranê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine, îro çalakgerên înternasyonal yên ji Spanya û Swîsreyê serdana çalageran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên înternasyolan li çihê çalakiyê şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê pîroz kirin.
Li ser navê ciwanên înternasyonalîst ciwanê Spanî yê bi navê Emîlyatu Brado daxuyanî da û got; “19’ê Tîrmehê ji bo hemû cîhanê rojekî sembolîke. Di vê rojê de gelê Spanya li dijî rejîma faşîst a Franko serî hildan û di heman rojê de şoreşa Rojava destpê kir û belav bû. Li gorî me şoreşa Rojava xwedî gelek nirxane. Xwedî nirxên navneteweyî û cîhanî ne. Ew jî azadiya jin û jingehparêzî û aborî ye, li hemberî sîstema sermayedarî.”
Brado axaftina xwe wiha domand;”Em li virin û li Qendîlê ne, daxwazê dikin ku êrîşên dewleta Tirk rawestin ku êrîş dike li ser Rojava û Qendîlê. Herwiha daxwazê dikin ku welatên Ewropa û rêxistina NATO rê nede Tirkiye êrîş bike li ser gelekî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de herî zêde li gel we koalîsyon bû. Em daxwazê ji her kesê dikin ku bûyerên li vir diqewmin bibînin, ji ber ku gelek tişt hene ku em ji Kurdan fêr bibin.”